Daxwaza hilweşandina hikûmetê dikin!

- Berîtan ZAGROS
346 views

Ezmûneke 29 salî ya rêveberiyê ya gelê Başûrê Kurdistanê heye. Lê gelê ku ji bo bidestxistina mafê xwerêvebirinê berdêlên mezin dabûn, çi bû sedem ku îro li meydanan daxwaza hilweşandina vê hikûmeta îddîa dike, ji bo gel xizmetê dike, bikin!? Gelê Başûr, îro ji Zaxo heya quncika herî dawî ya herêma Hewramanê daxwaz dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hilweşe, li dewsa wê rêveberiyeke demokratîk, bêalî, ne gendel û ji berjwendiyên malbatî û hizbî dûr bê diyarkirin. Li gel ku ev daxwaz rojane tên bilêvkirin jî, desthilata Başûr ji derveyî mijûlkirin, çewisandin û xapandinê ti rêyeke çareseriyê pêşkêş nake û guhertinên ku gel dixwaze pêk nayêne. Eger desthilatek anjî rêveberiyek guh nede daxwazên gelê xwe, pêkane ku temenê xwe dirêj bike? Nexêr.

Başûrê Kurdistanê li ser hêzên navnetewî û statûkoparêz hatine dabeşkirin

29 sale Herêma Kurdistanê hatiye avakirin. Di nava nexşeya Herêma Kurdistanê de tenê çend parêzgeh hene. Silêmanî, Hewlêr, Dihok û Helebce. Kerkûk, Xûrmatû, Xaneqîn, Mexmûr hatine dagirkirin û heya niha jî çarenûsa van herêman ne diyare. Di destûra Iraqê de jî weke herêmên dikevin, parelela 140 anjî herêmên nakokî li ser hene, hatine pênasekirin. Tevî ku şêniyên Herêma Kurdistanê kêmin û di warê xaknîgarî de jî herêmeke zêde berfireh nagire nava xwede jî, desthilata Başûrê Kurdistanê nekariye, van herêmên di destê Kurdan de baş rêve bibin û rêveberiyeke demokratîk a gelparêz pêş bixin.

Di avabûna Sîstema Federal a Başûrê Kurdistanê de para hêzên emperyalîst yên Rojavayî hebin jî, ji bo bidestxistina mafên serekî yên netewî û xwerêvebirinê gel berdêlên mezin dane. Ji ber van sedeman bi sedan komkujî û hewldanên qirkirinê yên weke Enfal û kîmyabaran, li dijî gelê Başûr hatine kirin, lê gel ti carî dest ji daxwazên xwe yên netewî bernedane. Ji ber hêzên sermayedar yên cîhanî nekarîn, gel ji van daxwazên wan dûr bixin, rê dan ku desthilateke li ser esasê berjewendiyên dewletên emperyalîst û statûkoparêz li herêmê ava bibe. Bi şerta ku ev desthilat li gorî berjewendiyên wan tevbigere û serî li ber ti hêzeke navnetewî û statûkoparêz û dagirker raneke. Helbet gelê Başûr bi vê hevsengiya navbera desthilata Başûr û hêzên sermayedar û dagirker de razî nîne û li roxmê gel ev hevsengî hatiye avakirin. Li gorî hevsengên siyasî partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê li ser hêzên navnetewî û statûkoparêz hatine dabeşkirin. Hinek partî nêzî xeta Emerîka û Îsraîl û her wiha Tirkiyeyê ne, hinek hêz jî nêzî Îranê ne.

Civakê ji hilberînê qut kirin û bi meaş ve ango bixweve girêdan

Kevirên esasî yên vê sîstemê ji aliyê hêzên navnetewî ve hatine danîn. Lewma ne pêkane ku em li bendêbin Hikûmeta Herêma Kurdistanê siyaseteke netewî, gelparêz û demokratîk esas bigire. Ev desthilata Başûr wisa hatiye avakirin ku bi navik ve bi hêzên derve re girêdayîbe, berovajiyê wan nekeve, dema berojiyê wan ket, ger gotin di cih de be guhê wan tê kişandin. Ji ber vê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê siyasî de li gorî berjewendiyên Amerîka, Iısraîl û dagirkerên Kurdistanê tevdigere. Di warê aborî de jî bi temamî gel ji hilberînê hatiye qutkirin, bi meaş ve girêdaye, bazara wê ji aliyê dewletên dagirker ve hatiye tijî kirin. Di warê civakî û çand de jî di nava otoasîmîlasyoneke kûr de dijî. Ciwanên wê hêviyê ne li Kurdistanê li Ewropa û welatên Rojava de dibînin. Lewma dema mirov li gewdeya sîstema Herêma Kurdistanê dinêre, dibe weke rêveberiyeke Kurdî xuya bike, lê dema di navê de dijî, fêm dikî, ev sîstem bi taybet li dijî Kurdan hatiye avakirin û qet guman di vir de nahêle. Jixwe gelek nimûneyên vê yên netewî, aborî û civakî yên rojane dibin manşeta nûçeyan hene.

Hêzên sermayedar sîstema Başûr wisa avakirine ku gel ji hilberînê qut bibin û bi navik ve bi desthilatê ve werin girêdan. Nimûne şêniyên Herêma Kurdistanê zêdeyî 5 milyonin, ji vana nêzî milyonek û 300 hezar meaşgir hene. Hejmareke evqase zêde ji hilberînê qut kirin, piştî demekî şûnde zemînê krîzeke cidî çêdike. Ji meaşê îsal yê 6 mehan tenê yê meha Adarê hatiye belavkirin û ev jî sedî 21 jê hatiye qut kirin. Jixwe gelek meşaên ku ne hatine dayîn û hikûmet deyndarê karmendane jî heye. Karmend anjî gel jî fêr kirine, ji derveyî girtina meaş bi ti karekî re mijûl nebin, ne afirînin û timî mûhtacê desthilatê bin. 6 meh meaş nede jî, dema yek meh meaş dide, ji ber mecbûrê xwe kiriye, ji bo demekî kurt bêdeng dike.

Peymana neftê 50 salî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyeyê krîza aborî kûr kir

Peymana neftê ya 50 salî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî rizamendiya Hikûmeta Federal û berovajiyê qanûnên Iraqê li gel Tirkiyeyê hişt ku Iraq bi nedayîna bûdceyeke tam hemû gel ceza bike. Beriya peymanê bûdceya Herêma Kurdistanê sedî 17 bû. Lê piştî peymanê ji ber krîz derket û hikûmeta herêmê dahata neft radestê hikûmeta navendî ya Iraqê nekir, bûdceyê ji sedî 17 daxist sedî 12. Ji ber krîzên siyasî yên navbera Bexda û Hewlêrê de meaşên karmendan jî bi navber hatin birrîn. Lê meaşê ku Iraq dişîne herêmê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nade karmendan û ji 6 mehan carekî dide, ew jî jê qut dike, wisa dide. Hikûmeta Herêmê îddîa dike, milyonek û 300 hezar meaşgir hene, lê Hikûmeta Navendî dibêje, piraniya wan ‘Bin dîwarin (sexte)’, nêzî 7000 hezar meaşgir hene. Ji ber vê jî meaş li gorî 7000 hezar meaşgiran dişîne. Hikûmet meaşê tê jî nade gel û diyar nîne ji bo çi xerç dike. Li gorî têgotin, deynê Hikûmeta  Herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê heye, meaşên karmendan ên qut dike, dide Tirkiyeyê. Lê Tirkiye bi vêya re jî sînordar namîne, li beramber wê tawizên leşkerî û siyasî jî ji rêveberiya herêmê digre. Weke nimûne çavê xwe ji dagirkeriya Tirk re digire û li gelek cihan jî PDK di warê leşkerî û îstîxbaratî de yekser bi Tirkiyeyê re tevdigere. Hikûmet bi temamî ji nirxên netewî dûr ketiye û berbi rejîmeke dîkta ve diçe.

Parlementoya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmetê ve tê birêvebirin. Li dewsa daxwazên rewa yên gel li ser hikûmetê ferz bikin û ji bo pêkanîna wê rola xwe ya çavdêriyê bilîzin û bibin xwedî biryarên cidî, ew jî bi şêweyekî beşdarê gendeliyê bûne û ji nûnertiya gel dûr ketine. Heya niha biryareke cidî ya di berjenwediya gel de dernexistiye. Gelê Başûr, ji parlementoyê jî bê hêviye û wan weke nûnerên xwe nabîne. Herçend kesayetên demokrat û welatparêz di nava parlementoyê de hebin jî, dengê wan tê qutkirin û destûr nadin, ti dengeke mûxalif a gendeliya hikûmetê deşîfre bike, derkeve. Nimûneya vêya jî parlementerê Fraksyona Komela Iıslamî Soran Omer bû. Soran Omer xwest gendeliya serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî eşkere bike, parêzbendiya wî hate rakirin û paşê jî biryara girtinê derbarê wî de derxistin. Dengên mûxalif hebin jî, bi vî awayî ji derve tên hiştin. Ev jî baweriya gel a bi parlementoyê nahêle. Gel dibêje, ew tenê ji bo meaşeke zêde bigirin, bûne parlementer!

Siyaseta mijûlkirinê û xapandinê êdî nameşe

Li her devera Herêma Kurdistanê dengê dirûşmên, ‘Êdî Bese’ û ‘Hikûmet îstîfa’ bilind dibin. Piştî meaş hate qutkirin, rojane Başûrê Kurdistanê tê bombekirin, bazara Başûrê Kurdistanê bi berhemên Tirkiye û Îranê hatine dagirkirin, ti derferên kar ji bo xwendekaran û ciwanan nema, rêjeya şîdeta nava civakê û li dijî jin her diçe zêdebû,  nerazîbûnên civakê jî ji herêma Zaxo’yê heya Helebce û Germiyanê bilind bûn. Niha civak daxwaza meaşê nake, daxwaza hilweşandina desthilata Başûr a xwe li ser hîmên malbatgerî, eşîretgerî, gendelî û bazirganiyê ava kiriye, li gorî berjewendiyên dewletên dagirker û navnetewî tevdigerin, dikin. Li hember çewsandin, zilm, kedxwarî, gendelî û nokeriya desthilata Başûr, gel niha rojane li ser piyane û mûxalefeteke civakî ya bihêz pêş dikeve. Yek ji Partî û rêxistinên ku pêşengiya vê mûxalefeta rasteqîne ya Başûr dikin, jî Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad  a Kurdistanê (RJAK) ye. Berê niha demekî Tevgera Azadî li ser êrîşên dagirkerî yên Tirkiyeyê, ne dayîna meaş, krîza aborî, pirsgirêkên ewlekarî û îdarî yên herêmên nakokî li ser hene projeyeke berfireh ji raya giştî ya Başûr re eşkere kiribû û ji bo pêkanîna vê projeyê jî daxwaza avakirina mûxalefeteke bihêz kiribû. Di vê çarçoveyê de li gelek herêman dest bi nêrîn girtina ji rewşenbîran, kesayetan û welatiyan kiribû. Balkêşe ku piştî liv û tevgera çalakiyên Tevgera Azadî û RJAK’ê zêde bûn, desthilata PDK’ê li Hewlêrê dest bi binçavkirina endamên Tevgera Azadî û RJAK’ê kirin. Heya niha nêzî 6 endamên Tevgera Azadî û RJAK’ê û her wiha çalakvaneke jin hatine binçavkirin. Tevgera Azadî van binçavkirinan dişîbîne operasyonên qirkirinê yên AKP’ê dijî mûxalifan û siyasetmedarên Kurd dimeşîne û weke hewldaneke metirsîdar a dijî azadiya ramanê dinirxîne. Yek ji sedema binçavkirina endamên wan tirsa ji mûxalefeteke alternatîf û rasteqîne ye. Ji ber niha ji her demê zêdetir civak ji desthilatê neraziye û li benda pêşengeke rasteqîne a nûnertiya mafên wan bikiye. Desthilata Başûr a texlîda AKP’ê dike, heman rêbazan li Başûr jî pêktîne, pêşengan digire û çavê gel ditirsîne ji bo li dijî wan serî hilnedin.

Civaka Başûr li benda mûxalefteke bihêz a yekgirtiye

Ne tenê endamên Tevgera Azadî û RJAK’ê, çalakvan û rojnamevanên herêma Behdînanê jî rojane tên binçavkirin. Li Şêladizê 3, li Dihokê 2 û li Zaxoyê jî gelek kasibkar hatine binçavkirin. Rêjeya girtin û binçavkirinê ku weke qirkirina siyasî tê pênasekirin, her diçe zêde dibe. PDK herêmên dibin desthilatiya xwedeye ji bo bêdengkirina dengên nerazî û rexnegir milîtarîze dike. Niha têgotin ji Hewlêrê heya Zaxo’yê herêmeke mezin hatiye milîtarîze kirin.

Eger mûxalefeteke bihêz a berjenwediyên gel esas digire, li Başûr pêşengiyê ji nerazîbûnên gel re bike, ne dûre ku raperîneke mezin a din li Başûr li dijî gendeliya Hikûmeta Herêmê pêk neyê. Civaka nerazî ya Başûr li benda pêşengeke bihêz a gelparêz e, eger ev valatiyane ji aliyê RJAK’ê û Tevgera Azadî û hêzên azadîxwaz ve were dagirtin, desthilata Başûr yan wê bi temamî were guhertin, yanjî wê neçar were kirin ku siyaseta xwe biguhere û reformêna borî û civakî pêk bîne.