Dayîka Ayşe: Jina ku ji bo me hemûyan bû dayîk

- Site varsayılanı
638 views

1Em li bajarê Holanda denhagê ber bi Arnhem ve dikevin rê. Dayîka Ayşe, (Ayşe Kurtgozu) li ber mala xwe a li Arnhem ê û rexmê temenê xwe yê 70 salî bi awayek kîp li ser piyan bû û em li ber deriye malê pêjvazî dikirin. Bi dengeke bilin ku em jî bibihîsin wiha dibêje: “Gelo kesên ku tên ez wan dinasim an na.” Bi dilgermiyek ji dil me hembêz dike. Ji ber ku me, ew di mijara hatina xwe de berê vê agahdar nekiribû, hinek gazindan dike û dibêje, “Ger min bizanînaya ku hûnê bên, min ê ji bo we pelê mêwa çêbikira.” Resmên şehîd û gul ên di mala wê de bala min dikşîne, lê tişta ku herê zêde em bi xwe re girêdan, çavên dayîka Ayşe bûn ku bi hêvî dibiriqîn û biriqînek wisan bû ku mirov jê cisaret distand…

Dema ku em guhdarî çîroka dayîka Ayşe dikin, carnan xemgîn, carnan jî em dikenin û hin caran jî em bi wê re lenetê ji tiştên ku jinê jiyane dibarînin.   

Dayîka Ayşe, li rexmê hemû tiştên ku jiyan kiriye jî bêzar nabe, têdikoşe û di pêvajoyên herê bi zehmet de bi têkoşîna azadiya gelê Kurd û Rêbertiya wê bawer dike, tenê kêliyekê jî dudilî jiyan nake. Her wiha dayîkeke ku bi kedkariya xwe tê nasîn. Lawê wê li çiyayên azad şehîd dikeve, ji ber vê jî her şoreşgerekê ku dibine wek zarokê xwe dihesibîne, wisan hembêz dike û wisan bêhn dike û maçî dike. Dayîka Ayşe ev 29 sale li Ewrûpayê di nav jiyana sirgûnê de; her kêliyeke wê a li vir bi têkoşînê bêhn standiye û beşdarbûna her çalakî û xwepêşandanên ji bo tevgera azadiya gelê Kurd ji bo xwe wek erkekê dîtiye, tenê rojekê li paş nemaye.    

‘Derdora me bi axayan hatibû dorpêç kirin’

Dayîka Ayşe wiha destpê dike: “Em ji eşîra Şadedî ne, ev eşîreke pirr mezine. Bavê min sê caran dizewice. Hevjîna wî a yekem dimire û 3 zarokan li pey xwe dihêle. Bavê min piştî ku hevjîna wî dimire, bi diya min re dizewice. Dayîka min jineke bê xwedî bûye. 4 keç û 3 kurê diya min çêdibin. Bavê min, li ser diya min de hewiyê tîne. Bavê min ji hevjîna xwe a sisêyan zarokê wî çênebûn. Em 4 keç û 6 kur, bi giştî 10 xûşk û bira bûn. A rast ji bavê me zêdetir, birayê min em mezin kirin.

Em ji mezrika boyunsuz a girêdayî gundê Aşagıoylum ê ne. Li derdora boyunsuz ê jî mezrikên Elsîz, Kulunçe hene. Gundê Aşagıoylum jî di nav de li van mezrikan de axa hene. Weke hûnê jî jê derxînin, derdora me bi axayan hatiye dorpêç kirin.      

Dema ku dayîka Ayşe qala tiştên ku jin pê re rû bi rû mane û jiyan kirine dike; pirr heyf bi rojên berê tîne ku di wan deman de tevgerek weke tevgera azadiya Kurd PKK’ ê ku jinê dike xwedî îrade û vediguherîne hêzeke çalak, nînbûye. “Li cem me dema ku keçek ‘xweşik’ an jî ‘bi aqil’ be, nahêlin bi keseke din re bizewice. Şerm tê dîtin. Ger ‘nexweşik’ û ‘kêrhatî’ nebe, dîsan jî nadin kesekê, ev jî heyf dihat ditîn. Jin bi keseke ‘derve’ re nayê zewicandin. Jin weke mirov nedihatin dîtin. Mînak li tevahiya mezrikên me de, hema bêje hemû keç berdêl in. Em welê welê mezin dibûn.   

Bav û mamê min, keç û kurên xwe pev guhertin, ango berdêl kirin. 8 zarokên keç bi hev re berdêl kirin. Hevserê min, kurmamê min e.”

AYSE ANA-40Jinek ku qet gav paş de neavêtiye

Em her ku li dayîka Ayşe guhdarî dikin, tiştê ku wê jiyan kiriye zêdetir bala me dikşîne. Jinek ku li dijî her cûre tune kirina zilam berxwe daye û qet paş de gav neavêtiye, derdikeve pêşberê me. “Dema ku ez bi kurmamê min yê 16 salî re berdêl kirim, ez 20 salî bûm. Min ne dixwest ku bizewicim, lê min newêra ku qala vê yekê jî bikim. Ez heya vê temenê xwe bi pirsgirêkên zewacê re mijûl bûm û hîna jî pêre mijûl dibim. Ji roja ku zewicîm heya niha bi zarokên xwe re bi tenê mam. Berê ku hevserê min biçe Ewrûpa, em li navçeya Riha Pirsusê bi cîh bûn. Ez li Pirsusê me, pere tune ye, zarok sefîl bûne. Bi pereyên ku dema xûşka min zewicî û me ji nextê wê girtibû, min li Pirsusê ji xwe re mekîneyek a cil dirûnê kirî û dest bi cil dirûnê kir. Ji aliyekê de min cil dirûtin û ji aliyekê de jî min dergoşa zarok dihejand. Bi pereyên ku min ji cil dirûtinê bi dest xistibû, min 3 bizin kirîn. Pişt re min 7 bizin û 10 pez li wan zêde kirin. Ez hinek rehet bibûm, lê heya ku birayê min ji Holanda hat. Ji ber ku birayê min, pez û bizinên ku bi hezar zûr û zehmetiyan min ew bidest xistibûn firotin û hevserê min bi wan pereyan bir Holanda. Çûn ew çûn… Her tiştê min ew mekîneya cil dirûnê bû. Min dît ku wiha nabe, min dest bi çûna nav zeviyan kir. Ji aliyê din de min karê xwe yê dirûnê jî didomand.               

Piştî 8 salan şûn de birayê min ez jî anîm Holanda. Min qet nedixwest ku bêm, lê ji ber xatra zarokên xwe ez neçar mam ku bêm. Me rojên bi zehmet jiyan kir, lê a baş lawê min Salih mezin bû û hemû berbirsyartiyên malê girt ser xwe.”   

Ebdullah ruhê min

Dema dayîka Ayşe qala kurê xwe Ebdullah (Xemgîn) ku di nav refên PKK’ê de şehîd ketiye dike, çavên wê dibiriqin, dûv re keser xwe li canê wê diale û çavên wê bi mij dibin. Disekine, dûv re çente, pirtûk û pişt re jî tiştên ku ji wî mane nîşanê me dide. Bêhnekê bêdeng dibe û dûv re dest bi axaftinê dike: “Ebdullahê min zarokek xwedî taybetmendiya berpirsyarî yê bû. Di temenê xwe yê 8 salî de dest bi şiwantiyê kir, hertim arikarî dida min. Çawan ku em hatin Holanda, dest bi çûna li komelê kir, bişt re bi duçerxeya xwe dest bi belav kirina rojnameya Berxwedan û Serxwebûn kir. Di nav koma govendê de cîh girt. Sê salan li vir ma û di sala 1991’an de beşdarî nav refên PKK’ê bû. Ji tevkujiya Helepçe pirr bandor bibû. Ebdullah dema ji mal çû, ji bo cara dawî min ew maçî kir. Pişt re derketim ser şaneşînê û heya ku Ebdullah li otobusê suwar bû, min lê temaşe kir.       

AYSE ANA VE SEHIT OGLUEbdullah li vir sê sal xwend. Hîna ez pirtûkên wî vedişêrim. Ez nîşanê we jî bidim. Hîna çenteyê wî jî vedişêrim. Hîna li vir e. Ev destmala wî a govendê ye. Cilên xwe bi xwe re birin. Ev jî dosyeyên Ebdullahê min in. Ev ne jî dîplomeyên wî ne. Hertim pesname digirt. Ev jî pirtûkên wî ne. Ax ax… Ev jî mifta duçerxa wî ye. Tiştek Ebdullahê min gel min nema. Ev gerdanî jî Ebdullahê min da bû min û got ku ‘Heya tu sax bî bila ev gerdenî li gel te bimîne.’ Zincîra gerdaniyê jî da bavê xwe.

Piştî ku Ebdullahê min şehîd ket 5 meh şûnde xebera şehadeta wî gihişt me. Di sala 1991’an de çû û di sala 1999’an de şehîd ket. Rêbertî ji hevalan re xeber şandibû ku ji malbatê re şehadeta wî bê ragihandin, heval jî bi sê erebeyan hatin. Dayîka Gulê û dayîka Têlî jî hebûn. Dema ku min ew dîtin, yek car min rewş fêm kir. Ez hingê tê giham ku Ebdullahê min şehîd ketiye. Dema ku Ebdullah şehîd ket, Rêbertî li Romayê bû. Me ji ber şînê televîzyon venedikir. Dûv re lawê min got: ‘diyê diyê, Rêbertî radestê Tirkiyê kirine.’ Wê kêliyê min nekarî ku ez ji derenca de dakevim, hema kêm mabû ku li ser hêşê xwe de biçim. Ez qet ne li benda tişteke wihan bûm. Min dîlgirtina Rêbertî qet texmîn nedikir.     

Ez 29 salî me

Dayîka Ayşe piştî ku kurê wê diçe û şûn de komelê ji xwe re dike mesken û her ku tevgera azadiyê jî nas dike, ji bo wê jiyan vediguhere jiyaneke nû. PKK di jiyana wê de gelek tiştan diguherîne, ger gotin di cî debe, dayîka Ayşe “xwe ji xweliya xwe ji nû de avadike.” Dayîka Ayşe wiha qala wan rojan dike: “Li ser axa ku ez hatime dinê, ji jinê re cih nînbû. Ji ber vê çendê jî min ji bavê xwe, birayên xwe û hevserê xwe gelek zor û zehmetî dîtin. Li vir min PKK nas kir. Min jinên PKK’ ê dîtin, her ku min ew naskirin bihêztir û cesareta min zêdetir dibû. Min xwe nas kir. Ez niha 70 salî me û dema ku min PKK nas kir 41 salî bûm. Ez jiyana xwe bi nasîna PKK’ ê re digirim dest û ez dibêjim ku ez 29 salî me. Ez 41 salên xwe, weke ku qet nehatibe jîn dihesibînim.”    

Azwerî, rik û sebra dayîka Ayşe dihêle ku xwendin û nivîsînê fêr bibe. Tola 41 salên bê xwendiniyê di 29 salan de derdixîne. Ev 29 sale ku weke heyfa tiştekê rake, bê navber dixwîne. Him jî Jinaserbilind û Serxwebûn dixwîne. Gotin dîsa ya dayîka Ayşe ye: AYSE ANA-35“Li vir 3 salan, hefteyê 2 rojan çûm dibistanê. Xwendin û nivîsîna min qet nînbû. Rojekê mamoste got ku ‘bila herkes li malê tiştekê binivîse û bîne.’ Mala min bişewite, Ebdullah ji bo min helbesta ku li ser Mazlum Dogan a ‘ezê tu caran bawer nakim/ ne miriye Mazlum Dogan/ îşkencê feyde nekir/ xapiya dijminê qehpik…’ nivîsîbû. Mamosteya jin xwend û dest bi kenê kir. Piştî ku ez fêrî xwendin û nivîsînê bûm şûn de min dest bi xwendina rojnameyên Berxwedan, Serxwebûn û Jinaserbilind kir. Hîna jî van weşanan dixwînim û li gel xwe vedişêrim. Zarokên min dibêjin, ‘ev rojnameya dayê ye û li ser xwarin nayê xwarin.’ Ez bi Tirkî dixwînim, lê bi kesekê re bi Tirkî napeyvim.”

Gelek şoreşgeran hatin û çûna mala dayê Ayşe kirine. Di vê mijarê de jî wha dibêje: “Ez herê zêde bi heval Sema (Fatoş Saglamgoz) û Berzan (Murat Ozturk) bandor bûm. Her du jî şehîd ketin. Şehîd Murat qet di hişê min de dernakeve. Heval Sozdar, heskirina min a ji heval Sema re dizanî. Sema kesek xwedî dîsîplîn bû, şoreşger bû. Ger ez nexweş bam jî dema ku min dibihîst heval tên ez yek ser radibûm ser pêyan. Birastî jî dema heval dihatin, aramiyekê xwe li laşê min dipêça û ez rehet dibûm.  

Rêvîtiya ber bi Qendîlê û hevdîtina Xemgîn

Yek ji daxwaza sereke a dayîka Ayşe jî çûna ser mezarê kurê xwe ye û dixwaze ji bo carekê be jî kêla gora lawê xwe miz bide û li ser gora wî dia bike. Dayîka Ayşe vê daxwaza xwe demek berê wê bi cîh tîne. Rêvîtiya ber bi kurê xwe re wiha vedibêje: “Min dixwest ku ez herim û serdana gora lawê xwe bikim, hevalan bibînim. Ez di sala 2013’an de çûm Qendîlê, min di rê de wêneyên Rêbertî û şehîdan dît û bi dîtina wan wêneyan yek car cîhana min ronî bû. Em li vir ber bi goristana Goşînê ketin rê. Gora Xemgîn jî li vir bû. Rê bi qasî 4 saetan dom kir. Baranek dijwar dibarî. Ez li ser gora Xemgîn rûniştim û giriyam. Hevalan gora wî pirr xweş çêkiriye. Xemgîn tevî gelek hevalên xwe li wê derê radiza. Min hertim dixwest ku gora lawê xwe bibim gund, lêbelê dema ku min goristana Goşînê û hevalên wî yên gel tît, min biryara xwe guhert. Lawê min li wê derê, di hembêza çiyayan de û tevî hevalên xwe di nav aramiyê de bû.      

Dayîka Ayşe di dawiya axaftinên xwe de bal dikşîne ser baweriya têkoşîn û girêdana bi Rêbertiyê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Ez hêza xwe ji Rêbertî û lawê xwe Ebdullah digirim. Tecrîta ku niha li ser Rêbertiyê tê meşandin, tê wateya mirina gelê Kurd. Kurd dema ku Rêbertiya wan dibin tecrîtê de ye nikarin aram bin. Dijmin her roj me qetil dike. Di encam de derveyê têkoşîn û berxwedanê, tu çareya me nîne.”