‘Delala Kurdistanê’

- Suna TUNÇ
313 views
Guler Yurdakul an jî bi navê wê di nav Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd de Delal jineke Tirk bû. Malbata wê ji gundê Cîbîn ê navçeya Riha Halfetiyê bû. Lê ew bi xwe di 19’ê Hezîrana sala 1962’an de li Dîlokê tê dinê. Heta tevlî Tevgera Azadiyê dibe, piraniya jiyana wê li Dîlokê derbas dibe.  

   Biçûka  6 xuşk û bira ye. Di nav malbatê de tenê bavê wê bi karkeriyê debara malê dike. Di malbatê de ji bilî bavê wê kesekî din naxebite, lê li gorî derdorê dîsa di aliyê aborî de ne hewceyî ti kesî ne. Bi bandora derdorê di nav malbatê de hem taybetmendiyên feodalî û hem jî yê bûrjûvaziya biçûk tê dîtin. Delal dibêje, vê yekê bandora xwe li kesayeta min jî kir.

 Di dibistana amadeyî de Apocuyan nas dike 

Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Dîlokê dixwîne. Birayekî wê di nav tevgerek çepgir de ye. Lewra hevalên birayên wê misêwa tên mala wan û diçin. Ew jî pirtûkên nivîskarên çêpgir dixwîne, lêkolîn dike. Bi taybetî li ser mijarên zilma serdestan, têkoşîna li dijî wan diponije. Li derdora wê gelek malbatên kurd hene, têkiliya wan baş e. Lê heta wê demê ti eleqeyek wê li hemberî pirsgirêka kurd çênabe. Di sala 1979’an de li Dîlokê Tevgera Apoyî li hemû dibistanan gelekî pêş dikeve û ev yek bandorê li di dibistana amadeyî ya Îsmet Paşa ku Delal lê dixwîne jî dike. Tevî PKK hatiye damezrandin jî lê li Dîlokê ji PKK’ê zêdetir navê Apocuyan li pêş e. Her roj di derbarê Apocuyan de tiştekî dibihîze û bi bandora çepgirên gelek tiştan dibêjin, lê ti pratîka wan li holê nîne, derbarê Apocuyan de dibe xwediyê hin nêrînên neyînî. 

Bi hevaltî, biryardarî û xebatên Apocuyan bandor dibe

Paşê Apociyan nas dike û ji eleqey wan, hevaltî, nêzîkbûna wan bi bandor dibe. Pirtûkên li ser dagirkeriya Kurdistanê didin wê. Gelek pirs di serê wê de çêdibin, bi nêrîna xwe ya çepgir re nakokiyan dijî.  Li alîkî din dibîne ku Apocî tevî komek ne mezin jî li Dîlokê tiştên komên çep yên din nekirine dikin. Çi dibêjin pêk tînin û xwediyê gotina xwe ne. Di hemû çalakiyan de pêşengiyê dikin. Li  hemberî êrişên faşîstan tekoşînek mezin didin.Dîsa bi cesaret li dijî êrişên ser gel têkoşîna çekdarî dimeşînin.Bêguman dema qala Apociyên ji gundê Cibînê yê hevalên Rêber Apo jî tê kirin, zêdetir bi bandor dibe.Jı xwe dipirse û dibêje, ‘Eger tê şoreşgeriyê bike, mîna wan bike. Gelekî bindest heye û divê azad bibe. Yên dirûst nêzikî xwe bibin divê vê rêyê hilbijêrin’.

Naskirina Apocuyan di jiyana wê de dibe werçerxanek dîrokî

Ev naskirin weke jinekê di jiyan wê de dibe werçerxanek girîng. Piştî nas dike, gelekî ji Apocuyan hez dike. Êdî hem dixwîne, hem jî dema firsend dibîne dikeve nava xebatê. Di sala 1979’an de êdî li Dîlokê alîgirên PKK’ê zêde dibin. Sempatiyek mezin pêş dikeve. Komên çepgir ji pêşketina PKK’ê nerehetin û bi berdewamî hewl didin pêşî li xebatên wan bigrin. Apocu heta ji destê wan tê ji provakasyonan xwe vedigirin. Lê li dijî êrişan xwe aktîf diparêzin. Ew jî di wê salê de cara yekemîn tevlî merasîma Apocuyekî şehîd dibe.‘Bijî Kurdistan, Bimre Dagirkerî, Şehîd Namirin’ dirûşmeyên wan ên bingehînin.

 Serî li ber zextên malbatê natewîne

Malbata wê bi ti awayî naxwaze peywendiyê wê bi Apocuyan re hebe. Di nav malbatê de zextek mezin li ser heye û gelek caran ji ber vê yekê pev diçin. Di vê derbarê de şehîd Delal nêzîkbûna malbatê mîna îşkencê pênase dike. Ji nêrîna xwe tawîz nade. Ji bo gelên bindest dixwaze têbikoşe.Germbûna hevaltiyê, nêzîkbûna ji wê re dihêle ku hêz bigre, serî netewîne û xebatê bidomîne. Hemû demên xwe yên derveyî dibistanê ji xebatê re vediqetîne. Bi rûh û biryarên hevpar nêzîkî xebatê dibin. Tevî hîna profesyonel tevlî nebûye jî, rojane bi kêmanî diçin deh malan û gel bi rêxistin dikin. Tevlî hemû perwerdeyan û civînên gel dibe. Ev jî piştî demekê bi bandora kadroyên pêşeng bi xwe jî di demeke kin perwerdê dide û civînên gel bi rêve dibe.  

Dengê lingê darbeya 12’ê Îlonê tê, bi temamî tevlî PKK dibe

Di sala 1980’yî de tevî Mehmet Karasûngur û Halîl Îbrahîm Bîlgîn tên girtin. Lê piştî çend rojan tên berdan. Lê êdî di ferqê de ne ku ew ê dewlet li hemberî ewqas bi girseyîbûna PKK’ê bêdeng nemîne. Tişta difikirin pêk tê û darbeya 12’ê Îlonê çêdibe. Pêla girtinan destpêdike. Şehîd Delal jî tevî komek jin biryara tevlîbûna Tevgera Azadiyê didin. Paşê dema qala tevlîbûna xwe dike dibêje, eleqedarbûna hevalan, coşa wan û heskirina wan bandor li min dikir, min ber bi xwe ve dikşand. Ya bû sedem ez tevlî bibim ev bû. Dîsa Ev hezkirin û germahî tevî hemû zext û zora heyî, bû sedem ez têkoşîna xwe bidomînim. 

Tevî komek hevalên xwe vedikişin çoltarên Dîlokê, lê tê girtin

Êdî li bajaran derfetê mayînê nemaye. Guler Yurdakul an go Delal jî tevî komek hevalên xwe ji bo derbasî qada Rojhilata Navîn bibin diçin gundên çoltara Dîlokê. Bi navê Zeynep di sala 1981’ê de li gundên navçeya Dîlokê Arabanê  4 mehan xebatê dimeşîne, lê derfet çênabe ku biçin qada Rêber Apo. Delal dema qala zahmetiyên piştî tevlîbûnê dike dibêje; ‘Min zahmetî nekişand. Lê di nav koma 7 kesî de ez tenê jin bûm. Ev hinekî zahmet bû’. Li gundan xebatê dimeşînin, alîkariya gel dikin. Lê ji bo derbasbûna Rojhilata Navîn rê peyda nekin û li qada wan bi berdewamî operasyon pêş dikevin. Di 11’ê Adara 1981’ê de li qada xebatê tevî du hevalên xwe têne girtin û dixin zîndana Dîlokê. Li gorî hevalekî wê yê têkoşînê dibêje, di şeva yekemîn de hevalekî wê yê têkoşînê ku ji gundê wê Cibînê ye, derdixin pêşberî wê û dixwazin bi şîmakan lê bixe.Di wan deman de dijmin ji bo mirovan bide axavtin serî li rêyên wiha qirêj dixe. Lê ew dibêje, ez ti carî lê naxim.Wê şevê tevî hemû zext û îşkenceya di lêpirsînê de jî dibe xwediyê helwesteke berxwedêr û bi ya dijmin nake. Du salan di zîndana Dîlokê de dimîne û paşê wê dibin zîndana Mersînê. Ew sal salên dijwar in. Di zîndanan de her şêwazê îşkencê bi kar tînin. Ji bo kesayeta mirovan têk bibin, xwe înkar bikin, teslîm bibin, dev ji doza xwe berdin, îradeya wan bişkînin çi ji destê dijmin tê dike.  

Rêwîtiya ji zîndanê ber bi Ewrûpa û ji wir jî ber bi Rojhilata Navîn ve     

Di sala 1987’an de ji zîndanê derdikeve. Lê darbeyên xwarine bandorek xerab li mejiyê wê kiriye. Dema ji zîndanê derdikeve li bajarê Enqerê yê Tirkiyê ji serê xwe emeliyat dibe. Çawa bi ser xwe ve tê dîsa dixwaze tevlî nava xebatê bibe. Bi rêya pêşengên Apocu ên di zîndanê de dixwaze mutlaqa biçe qada Rêber Apo. Lê mixabin dîsa nabe..Di sala 1990’an wê dişînin Ewrûpayê. Li nava civaka Kurd a li Ewrûpayê, ji bo belavkirina çanda berxwedanê û welatparêziyê kedê dide. Ji ber nexweşiya li mejiyê wê, tevî ku gelek caran emeliyat bû jî nahêle nexweşî li pêşiya şoreşgerî, armanç û îdîayên wê bibe asteng. Mîna ku li zindanê li ber xwe dide, li dijî nexweşiyê jî li ber xwe dide. Di sala 1996’an de berê xwe dide Rojhilata Navîn. Li wir dibe şahîdê komploya 6’ê Gulana  sala 1996’an a li ser Rêber Apo. Piştî perwerdê berê xwe dide çiyayên azad. Li Kurdistanê di navbera salên 1996’an heta 2000’yî tevî Mexmûrê li deverên cûda ên welat xebatê dimeşîne. Paşê nexweşî careke din lê vedigere û ji neçarî berê wê didin Ewrûpayê. Edî carbicar tevlî kar bibe jî piştî demekê tendirûstiya wê destûr nade ku aktîf tevlî kar û xebatê bibe. Lê weke jineke Tirk bi îdîaya sosyalîzmê û biratiya gelan, bi biryardariya azadiya jin û gelê Kurd têkoşiya. Di 10’ê Hezîrana 2021’an li bajarê Malmedy ê Belçîkayê şehîd bû. Cenazeyê wê şandin warê lê ji dayik bûye.