Dema ez zewicîm, xeyalên min hemû bi min re mirin

- Newaya Jin
576 views

Ez dixwazim destpekê Têlî Hesen bi we bidim nasîn. Têlî Hesen dayîka du zarokan ne. Li paytaxta Ermenîstan Êrîvanê li bajarokê Aboviyanê dijî. Têlî bixwe ji gundê girêdayê Aboviyanê, Devexirabe yê ye. Dema hîn zarok bûye li vî bajarokî bi cih bûne û li vir xwendiye. Ji ber ku wê demê li vir heya refa 12 an dibistan li her bajarokekê nîn bûye û ji bo vê jî wê weke hemû xwendekaran, xwendina xwe li vir xilas kiriye. Piştî ku xwendina xwe diqedîne, li vir bi Temurê Mehmud re dizewice. Têlî qîza deng xweş, demekê bi diya xwe û xwîşkên xwe re di koma Kurdistan de stranan dibêje û di koma govendê de jî cih digire. Malbata Têlî yek ji wan malbatane ku bi welatparêziya xwe tên nasîn.

‘Xeyala min ew bû ku bibim dengbêj’

Dema ku em ji dayîka Têlî pirs dikin û dixwazin ku hinek behsa jiyana xwe bike, keserek kûr dikşîne û dibêje: “Dema ku ez zewicîm, hîn temenê min 20 bû û di wan deman de li Ermenîstanê jiyan jî gelek zehmet bû. Du zarok xwedî kirin, bi taybetî di nav şert û mercên ku kes nedikarî debara xwe bike, pirr zor bû. Wek jin jî ji ber ku gelek tişt ji bo me qedexe bûn û ev qedexeyan jî jiyan ji me re hîn zehmetir dikir. Malbata bavê min ne malbateke dewlemend bûn. Ji xwe bavê min polîs bû û qasî ku ji destê wî dihat dixwest ku me baş xwedî bike. Helbet ez jî wek her keçekê, tenê bi tiştekê difikirîm û min digot ku xwedê bike qismeteke min a baş çêbe. ”Têlî piştî keserek kûr û şûnde kêmekê bihna xwe dide û dûv re dibêje: “Hevserê min hem kesek nezan û hem jî zilamek kumik reş bû. Wek her zilamekê nebaş bû û li ser min zor û zext dida meşandin.”

Têlî wiha pêde diçe: “Ez bawer dikim we navê diya min bihîstibe, ji ber ku diya min kilam digotin û bi dengbêjiya xwe dihat nasîn. Em tevî dayîka min a ku wek Dilbera wekî lim tê nasîn, di şahiyan de me stran digotin û govend digerand. Zadina Şakir jî cîrana me bû û ji xwe dengbêjek bi nav û deng bû. Gelek caran ji bo ku ji me re stranan bibêje, em diçûn gel û bi saetan me guhdarê wê dikir. Dayîka min Dîlber, dengbêjek deng xweş û deng zelal bû. Çi dema ku li şahiyan de derdiket û stran digotin her kes ecêp mayî û keyxweş dikir. Civatê ji dengê wê pirr hez dikir. Ji xwe gelek caran di radyoya dengê Êrîvanê de jî stran gotine û hîna jî gelek stranên wê di radyoya Êrîvanê de hene. Em jî wek zarokên wê, me bi pêşengtiya wê koma Kurdistanê avakir û me di şahiyên Kurd an de gelek caran stranên xwe tanîn ziman. Yek ji xeyalên min jî ew bû ku wek hûnermenda hêja Zadina Şakir û Fatma Îsa li her deverê Kurdistanê bigerim û kilaman bêjim. Lê mixabin bavê min ez zewicandim û ew xeyalê min hemû bi min re mirin.”

      

‘Min ji bo xwe tu tişt nekir’

Têlî dide diyar kirin ku piştî ew dizewice û şûnde êdî neme tê hîştin ku derkeve derve û kilaman bibêje û balê dikşîne ser van xalan: “Ji ber ez bûka nû bûm, hevserê min nedixwest ez derkevim û stranan bibêjim. Ez dixwazim vê jî bêjim, ew mirovek welatparêz bû û hertim dixwest ku xizmeta gelê xwe bike, lê di mijara jin de pirr hişk û feodal bû. Lê, min jî wek her jinekê ne hevserek ku zordariyê li min bike, yê ku nebe kelem li pêşiya xeyalên min dixwest. Ji aliyê din de jî zarokên min çêbûn û êdî derveyê kar û barê malê min nedikarî tu tiştekê bikim. Bi vî rengî jî jiyana ez di nav de bûm hemû xeyalên min kûr kirin. Tişta ku em jin hêvî dikin, ne tişteke ku pêk neyê. Şev û roj em ji zilaman re xizmet dikin, hemû karê malê em dikin, weke jin di encamê de em ji bo xwe tiştekê nakin. Li ber çavê zilaman em tenê ji bo xizmetê hene.

Ev nêzikatî di serî de ji dayîk û bavê me destpê dike. Bav tişta ku şîret dike, tenê ev e ku keça min hevserê xwe û mala xwe hişyar be, dilê wî xweş bike ye. Bi gotina ku tu kêmasiya hevserê te nîne û ji wî çêtir kes nîne, dixwaze em tevahiya jiyana xwe ji bo wî bijîn. Weke ku em tenê ji bo xizmetkirina wan hatibin dinyayê û mecbûr bin van tiştan jiyan bikin. Ji xwe em di zaroktiya xwe de wiha tên mezin kirin.“     

‘Têkoşîna jina Kurd gelek tişt guhertin’

Têlî wiha pêde diçe: “Derfetê ku em hevûdu nas bikin nebû û ez jî bi qismetê xwe razî bûm. Di vê xalê de kêmaniya herê mezin ya dayîk û bav e. A rast di demên berê de zor û zehmetiyên jina Kurd hîn zêdetir bûne. Pîrka min gelek caran behsa zehmetî û zordestiya zilam a ser jinê dikir. Di demê niha de bi saya têkoşîna jina Kurd gelek tişt hatine guhertin. Weke berê nikarin zextê li ser jin çêbikin û mirov dikare bêje ligor berê rewşa jin baştir e. Di nav civaka me de êdî hêdî hêdî em wek jin, yanî bi hebûna xwe tên qebûl kirin, qedir û qîmetê jin zêdetir tê girtin. Jinên Ermenî jî di vê mijarê de gelek zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku em di nav hev de jiyan dikin, gelek caran şahidî ji êşên hev jî dikin.”

Têlî da zamîn ku hîna jî di nav civaka wan de zewaca di temenê biçûk de heye û wiha axivî: “Di nav civaka me ya Êzdî de hîna jî keç di temenê biçûk de tên zewicandin. Zarokên keç ku hîn 14-15 salî ne tên zewicandin. Ez qet tê nagihêjim ka ji bo çi vê yekê dikin. Ez di bîst saliya xwe de û xwîşka min ya ji min biçûktir jî piştî min zewicandin. Ger ev tişt jî di nav civaka me de rabe wê gelek baş be. Ligor min ev nêzikatî tişteke gelek bê qîmete. Lê mixabin di nav civaka me Êzîdiyan de ev yek hîn jî heye. Zaroka keç ku hîn refa 7 an jî refa 8 tan dixwîne, ji dibistanê derdixînin û dizewicînin. Keçek min jî heye û heya ji destê min bê ezê nehêlim ku keça min bizewice û ji bo xwendina wê çi ji destê min bê ezê bikim.”     

Têlî balê dikşîne ser girîngiya perwerdeya zarokên keç û li ser van xalan radiweste: “Çima di nav civaka me de jî keçên xwende nînbin. Çima xwedî pêşeyekê nebin û li ser lingên xwe nesekinin. Jinên wiha ne ku di na civaka me de qet nînin, lê pirr kêm in. Di dema Sovyetê de her kes mecbûr bû ku bixwîne û heya zarok biba 18 salî, destûr nedihat dayîn ku bê zewicandin. Ji xwe di wê demê de Sovyetê zarok didan xwendin, ji bo ku di karekê de cih bigirin jî ew dixistin nav kar. Ji ber vê jî gelek jinên Kurd wê demê xwendine û bûne xwedî pêşe. Lê mixabin piştî hilweşîna Sovyetê, di komara Ermenîstanê de kar kêm bû û gelek kes bê kar man.”

‘Em xemgînî û şahiyan bi hev re dijîn’

     

Têlî axaftina xwe wiha didomîne: “Sala 2015’an bi xwe re xemgînî, zehmetî, bextewarî û şahî bi hev re anî. Ji bo min sala 2015’an gelek xweş bû, ji ber ku ez ji bo cara ewil çûm ser axa bav û kalê xwe Amedê û min hesreta welat derbas kir. Lê, weke civak ji bo gelê me jî salek tije bi êş û xem derbas bû. Bi taybetî jî civaka me ya Êzîdî li şengalê û li rojavayê Kurdistanê şereke man û nemanê hat dayîn. Dîsan bakurê Kurdistanê di nav şereke giran de ye. Di nav vê xemgîniyê de jî berxwedana gelê me li her çar perçeyan deng dide. Ev berxwedan, îro bi pêşengtiya jina Kurd li her derê tê meşandin. Bitaybetî newroza 2015’an li Amedê ku ez jî beştarî bibûm, dema ku nameya Rêber Apo hat xwendin, bi dehezaran kes bi hev re bibûn yek û li derdora Rêberê xwe bibûn xelek. Ez hîna jî di xewna xwe de wê kêliyê hîs dikim û carekedin dijîm.    

Dema ku ez çûm bakur ê Kurdistanê, min serdana Mêrdîn û navçeya vê Dêrikê jî kir û bûm mêvanê welatparêzekê, dema ku min jê re got em ji Ermenîstanê tên, her kurdekê em bi hesret hembêz kirin û kirin mêvanê xwe. Tişta ku niha pirr min têşîne ev e ku di wan 2 mehên ku ez li Cizîr, Şirnex, Silopî û Ferqînê mam û cihên ku ez lê geriyam, kesên ku bûm mêvanê wan, niha dibin top û tangên dewleta Tirk de tên şewitandin. Îro li Amedê ne tenê gelê me qetil dikin, herwiha çanda me jî têk dibin. Ji bo min tişta herê biêş a ku di 2015’an de qewimî û qet bîra min naçe, ev bûyer e. Ew kêliya ku leşkerên dagirker yên Tirk, li pêş çavên cîhanê gelê me qetil dike, wê tu caran ji hişê mirovahiyê de neyê paqij kirin. Ma gelo cîhan kûr e ku van hovîtiyan nabîne, qey wicdan hatine tune kirin ku îro wiha bêdeng e.”

Têlî Hesen bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Ez hêvî dikim ku sala 2016’an bibe sala serkeftina gelê Kurd û bibe wesileya azadiya hemû gelên bindest. Bi hêviya rojên azad ku Rêber Apo di nav mede be û dengê azadiyê li ser esmanê welatê me de bang bide.”