Dema jin dibin yek encamê digirin

- Berîtan ZAGROS
326 views
Eger jin bibin yek, ti tişteke nekarin biguherin wê nebe. Lê mixabin pirsgirêka sereke ya li pêş çareserkirina pirsgirêka jin û têkoşîna bi şîdetê re jî parçebûne. Jin jî ji aliyê siyaseta mêr ya desthilatdar ve hatine parçekirin.  Ji ber vê di mijarên hevpar de jin jî nikarin yek deng bibin. Di vê navberê de yên dibin qurbanê vê parçebûna ku eqliyeta mêr çêkiriye, dîsa jinin.

Helbet li herderê heya astekî girîng ji ber nêrînên îdeolojîk û polîtîk parçebûn di nava rêxistinên jinan de hene, lê parçebûna di nava jinên Başûrê Kurdistanê li ti devera cîhanê û Kurdistanê nayê dîtin. Tabloya hêzên siyasî yên Başûr ya parçeyî, çend qat din zêdetir di nava jinan de heye. Jin ji parçebûnê jî wêdetir hêza wê hatiye atomîze kirin û ji taqet hatiye xistin. Weke nimûne ji bo têkoşîna bi şîdeta li ser jinê re heya niha li Herêma Kurdistanê bi sedan kom, însiyatîf, platform û rêxistin hatine avakirin. Her yek ji aliyê xwe ve hewl dide xebatek bide meşandin, lê ji ber vê belavbûnê û parçebûna zêhniyetê encameke tê xwestin nayê bidestxistin. Li dewsa avakirina evqas koman, ev eger dibin sêwanek de kom bibin û pêşekiyên wan çareserkirina pirsgirêka jin û çanda şîdetêbe, wê bikarin sînerjiyekî ava bikin. Lê mixabin ev wer hêsan nabin. Ji ber jin hîn jî nebûne yên xwe ango ‘Xwebûn’a xwe pêk ne anîne. Ev komên ku bi mebesta têkoşînê tên avakirin, di nava demekî kurt de parçe dibin û bihev dikevin. Ev jî bi destê fitne û destwerdanên mêran tên kirin. Ev yek jî giraniya wan a li civakê de nahêle û wer dike ku civak wan cidî negire û sivik nêz bibe.

Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê

Weke din jî ev xebatên dibin navê têkoşînê tên avakirin piştî demekî kurt tê fêmkirin ku ne ji bo xebatê, ji bo reklamkirina partiyan anjî kesayetên dewlemend û şîrketan hatine avakirin. Tevî ku heq nekirine jî salane bi dehan kes ji ber xebatên(…!) wan ên qet ne hatine bihîstin û dîtin tên xelatkirin. Ev jî ji kar zêdetir kesayeteke sexte, reklamîst û popûlîst bixwere tîne. Bi vî awayî pêşî li têkoşîna rast a ji bo berjewendiyên jinan tên girtin. Weke nimûne herî dawî li Hewlêrê Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê hate ragihandin. Ev hevpeymanî îdîa dike ku wê li ser rojevên jin hevdengiyekî çêbike, bandorê li ser biryarên hikûmet û parlementoyê yên derbarê jinan û giştî civakê de bikin. Lê tevî ev navê mezin li xwe kirine jî, gelek rêxistin û saziyên jin ji ber nêrîna wan a îdeolojîk û polîtîk cûdahbûn, tevlî hevpeymaniyê ne hatin kirin û heta agahiya gelek rêxistinên jin jî ji vêya nebû û heta nîne jî. Divê bêpirsîn ev birastî çiqas hevpeymaniya jinên Herêma Kurdistanê ye? Dîsa di van salên dawiyê de komxebata jinên serkirde li Herêma Kurdistanê çêdibe. Jinên di nava hikûmetê, parlementoyê û partiyan de tevlî vê komxebatê dibin. Lê dema li vê platformê jî dinêrin ne xebateke dikeve bin berjewendiya jin de têdîtin, ne jî rengê jin têde xuya dibe. Her wiha gelek jinên pêşeng û birastî jî dikarin di asta pêşeng de ezmûnên xwe parve bikin, ji ber cûdabûnên îdeolojîk û siyasî ji derveyî van platforman tên hiştin. Lewma ev platformên ji civakê dûr û heta li ser civakê re şeklî dimînin û bi fiyasko encam dibin.

Qanûna Şîdeta nava malê û ya dijî jînê bû

Lê li gel van hemû aliyên neyînî jî hinek pêşketinên kêm lê erênî jî di nava salê de hebûn. Me di hinek nimûneyên kêm de dît ku eger jin yek bigirin û li ser yek rojevê rawestin, dikarin zexteke cidî li ser destilatê çêbikin û pêşî li guhertinan vekin. Weke nimûne du sal ragihandina azad goristanên jinan yên bênavnîşan xistin rojeva xwe. Du goristanên jinan yên heya niha zêde ne hatibûn dîtin û kes behs nekiribûn, ragihandina azad mijarê xistin rojeva jinan û rexne li civakê û bi taybet jî hikûmetê girtin. Piştî ragihandin rojeveke taybet li ser mijarê çêkir, ket rojeva gelek rêxistinên jin. Rêxistinên jin jî li ser rojeva ku çêbûye dest bi daxuyanî û çalakiyên nerazîbûnê kirin. Jin 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê li ser goristanê wan bîranîn. Gul danîn ser her hemû gorên jinên hatine qetilkirin û şitil çandin. Her wiha jin di xebatên xwe yên hunerî de rexne li hikûmetê girtin û wêneyên goristanê di pêşengehan de nîşandan. Daxwaza jinan ewbû ku kujer bên cezakirin, nasnameya jinên hatine qetilkirin ji bo wan were vegerandin û nirxa divê jibo wan were dayîn. Herî dawî Cîgirê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li ser rexne û daxwazên jinan biryarek da û ragihand ku êdî wê ti jin bê nasname û navnîşan neyên veşartin.Herçend vêya jixwere kiribin mijareke reklamê jî, lê di rastiyê de ragihandina azad û hêza hevgirtî ya jinan vêya serxist. Li gorî biryarê heya nasnameya wê neyê piştrastkirin wê cenazeyên wan neyên veşartin. Helbet ev biryar tenê ji bo ya Silêmaniyê derbas dibe û li Hewlêrê jî heman goristan heye. Di vir de mijara ku dixwazim balê bikişînim ser ewe ku dema jin di hinek rojevan de hemfikir dibin dikarin encam bigirin. Mijareke din a jin di nava salê de li ser rawestiyan û yekdengiyê çêkirin yasaya têkoşîna bi şîdeta li ser jinê re ye. Qanûna Şîdeta nava malê û ya dijî jînê bû. Li gorî parlementerên jin û parêzerên jin ev qanûn tenê şîdeta nava malê bi giştî digire nava xwe. Lê eger jin li derveyî sînorê malê şîdetê bibînin bi qanûn ne hatiye destnîşankirin. Her wiha jin di 25’ê Mijdara 2021’an de diyar kirin kujerên jinan cezayên kêm digirin, ji ber vê rêjeya şîdetê li Herêma Kurdistanê zêde dibe. Yek ji rojeva sereke ya jinan ya îsal guhertina qanûna têkoşîna bi şîdeta li ser jinê re bû. Ev roj hîn jî berdewam dike û li parlementoyê jî rûniştinek ji bo vê qanûnê çêbû, lê hîn encam negirtiye. Lê mijara di vir de jî divê em balêbikişînin ser ewe ku jin dema li dora yek mijarê kom dibin, dikarin encamên baş bidest bixin.

Peyama sala nû

Mijareke din a mohra xwe li salê jî xist, pêşengiya jinan a ji xwepêşandanên dijî bêdadiya desthilata Herêma Kurdistanê re bû. Jin hem pêşengiyê ji nerazîbûnên li dijî nebûna xizmetgûzariyê, hem li dijî kedxwariya hikûmetê û cihêkariya li hember mamosteyên jin re derketin. Di eniyên pêş yên xwepêşandan de cihê xwe girtin û çalakiyan rêvebirin. Sala 2021’an jî bi xwepêşandanên xwendekaran bi dawî kirin. Ji raperîn heya Soran li seranserê bajarên Herêma Kurdistanê dengê herî bilind yê neraziyan yê jinan bûn. Desthilata herêmê xistin rewşeke tengav û neçarkirin di hinek mijaran de gav biavêje. Bêgûman di vêya de bandora têkoşîna jinan ya li çiyayên Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê ya Apoyî heye û bi awayeke ne rasterast bandora wê tê dîtin. Xebateke din a girîng a di nava salê de balêkişand ser xwe jî xebatên fikrî, hunerî û perwerdehî yên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Başûrê Kurdistanê bû. Yek ji xebata ku hêvî dide û dikare guhertin û veguhertinên zêhnî li Başûrê Kuridstanê çêbike, Jineoloji ye. Ji ber vê herdiçe jinên xwedî lêgerîn, rewşenbîr, hunermend li dora xwe kom dike û dibe navendeke girîng a çareseriyê ji bo hemû pirsgirêkên jinan. Ev xebat ku hîn nû nû destpêkiriye, çav li rêye di vê sala nû de gavên mezintir ji bo azadiya jin biavêje. Di nava salê de di warê têkoşîna jinê ya hevpar de gelek lawazî hebin jî, lê dikarin bêjin ku di dawiya salê de nîşaneyên dilxweş ji bo têkoşîna jinan li Başûrê Kurdistanê çêbûn û ev di heman demê de peyama sala nûbû ku wê ev sala pêş me ji bo têkoşîna jinan jî dijwartir û bi gotineke din bihêztir bibe…