Dengên zîz û kemilî, dengbêjên jin ên radyoya Êrîvanê

- Bermal ÇEM
15 görüntüleme
Bi dil germahîya Gerdunê diçirisin sitêrk li ezmanê bê sînor. Bi dengek zîz û kemilî dibarin li ser xaka ku navê xwe ji dîroka kevnar girtîye. Ew dengê zelal û kemilîne ku axa qelişî û terikî, şîn û jiyanî dikin. Her sitranek û awazek, her dengbêjiyek dibe tovê jîyanê, dibe herîkîna ku bixwere dîrok dinivîsîne. Çîrok, destan û lehengîyên qedim li nav rûpelên dîrokê dengê bi awaz xîz dikin. Bi deng ango dengbêjî tê gotin, heqîqeta ku li hembêza mirovahîyê veşartîye. Pêlên qirika Kurdî, dengê çîyayî û hevokên hemû herem û rengan, hest û ramanên bav û kalan, dê û dapîran, nirxên jiyana dayîka pîroz, bi dengbêjiyê xwe gihandiye rojame ya îro.

Carna ew deng dibe evînek bê hempa, carna dibe çîroka rewîtiya lehengan, carna destan û carna jî serhildaneke. Êş û elemên gelê çîyayî, kefxweşî û şahîyên rengînî, dibin mêvanê dilê civata dengbêjan. Lewma her serdemek, li gor teybetmendiyê xwe li dîrokê gelek navên bê mirin bi cîh kiriye. Her navek heman demê de bûye dengê gel û civaka xwe. Ji ber ku her lêgervan ango tekoşerek kêlî bi kêlî xwe bi rastîya çand û zimanê dayîkê ava kiriye. Lewma her navdarek, ango dengbêjêk, ji teybetmendiyê serdema ku têde jiyan kiriye qut nikare were dest girtin. Her dengbêjek serdema ku tê de derbas bûye bi deng û awazên xwe kiriye malê gelê xwe. Gelek deng û nav hene şax dane li dile dîrokê. Ji bo civaka xwe gelek xebatên hêja û pîroz dane meşandin. Ji van dengan hinek jê Fatma Îsa, Zadîna Şekir, Sûsika Simo û Belga Qado ye. Bi teybet jî jina kurd di warê dengbêjî û parastina çandî de xwediyê kedek bê hempaye û her tim bi jiyana xwe çand parastiye û pêşxistiye. De werin

em jiyana van navdarên jinên tekoşer û dilsozê civaka xwe bixînin, bê ka çawa li koçberiyê, li welatê Ermenîstanê hebûna gelê xwe hembêz kirine û çand û hunera xwe pêşxistine.

Fatma Îsa

Fatma Îsa di sala1934’an de li Ermenîstanê, li gundê Erezdeyanê, ku bi ser navçeya Vêdîyê ve girêdaye hatiye dinê. Bav û kalên wê ji bakurê Kurdistanê ne. Bi eslên xwe ji herema Serhedê ne. Ji ber zordariya  dewleta Tirk koçberî Ermenîstanê bûne. Ji binemala Qerkan ku şaxek ji eşîra  Birukanin. Navê gundê wan Yêrasxavan e, ev gund li hember çîyayê Agiriye ye. Navê dayîka wê Başa Lelo, yê bavê wê jî Îsa Usivê Eloye. Zarokatîya wê jiber koçberî û fermana Stalîn ya 1937 de di nav êş û azaran de derbas dibe. Lewra di wan deman de ji ber zordariya heyî kurdên Sovyetê bi rengekî veşartî têkilî bi kurdên Bakurê Kurdistanê re pêşdixistin. Fatma İsa sînorên heyî bi deng û awazên xwe diqetîne û hestên xwe digîhîne warên xwe. Di temenek biçûk de rastîya zordariyê dibîne. Êş û azarên gelê xwe di kur de hîs dike. Di rojên girande her tim li nav civakê de, hêz û bawerî dide. Çavkanîya manewîyatê û moralê ye.

Malbata Fatma Îsa di sala 1943’an de, dema şerê cîhanê yê duyemîn ji gundê xwe Erezdeyanê derdikevin û diçin gundê Hemzeluyê. Bi navê xwe yê niha Marmaraşên ku bi ser navçeya Masîsê girêdaye. Di nav jiyana koçberiyê de koçber dibin. Gelekê dîrokî û dewlemend, xwedyê çandek kevnar edî jêre cîh û war nemaye. Fatma Îsa bi rengek kur nakokîyên vê rastîyê jîyan dike. Dixwaze bibe qêrîna gelê xwe yê bi hezaran salan û dengê xwe dike derguş ji civaka xwe re .

Fatma İsa di temenekî biçûk de dizewice. Di zaroktî de meyla wê ya sitran gotinê pêş dikeve. Di dawet, şahî û di nava zevîyan de her tim sitranên xwe dibêje. Di şewbêrkan de her tim pêşenge û civatê bi dengê xwe germ û geş dike. Ew ti car jiyanek ji huner û dengbêjiyê dur nafikre. Di nav malbatê de jî, ziman û çanda xwe bi rengekî resen pêş dixe. Ticaran jîyanek di nav sînoran de na pejirîne.

Di salên şêstî de, êdî dengê dengbêja kurd di nav gel de belav dibe. Li her derê dengê Fatma İsa tê nîqaş kirin. Hestên çîyayî di dengê Fatma Îsa de digêhêjê dilê civakê. Ew dixwaze bi dengbêjîyê dîroka gelê kurd pênase bike. Eşq û lehengîyên welatê kevnar bi awazên xwe mayîn de bike. Berpirsên radyoya Êrîvanê, nav û dengê Fatma Îsa dibihîsin. Bi teybet jî dengê jinên ku bêhna çîya jê tên û kevnarîya sed salan têde veşartîye digerin.Ji sala 1955 an heya sala 1964, dengbêjên weke, Gulîzera Etar, Simo, Belga Qado, Tuqasa Xemo, Zadîna Şekir û hwd. Dengbêjên jinên Kurdên Êzidî bûn ku dengê wan li ser radyoya Êrîvanê belav bûye. 1964 de Fatma Îsa di radyoya Erîvanê de dest bi dengbêjiyê dike. Sitrana wê ya herê bi nav û deng ‘’ Miho’’ye. Ev sitran li nav gel û civatan belav dibe. Dîsa di hin filman de jî, ev sitran bi dengê Fatma Îsa tê bi kar anîn. Fîlmê Yılmaz Güney ‘Kerî,’ yê filmê Sêrger Parancanov bi navê ‘Rengê Hinarê’ û filme Frunzê Dovlatyan bi navê ‘Hisret’ de dengê Fatma Îsa tê bi kar anîn. Fatma Îsa di sala 2010 de, ji ber nexweşîya dil, di 76 salîya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Gora

Fatma Îsa li bajarokê Platnîrovskê ya Rusya ye. Di her rojên grîng de gel diçe ser gora Fatma İsa û li ser jiyana dengbêja kurd diaxivin. Qala dîroka serdemekê tê kirin. Hîn jî mirasa wan berdewame. Fatma Îsa di nav jinên yekem de ye ku cîhê xwe di radyoya Erîvanê de digre. Hîn jî gel bahsa Fatma Îsa dike. Li ser zimanê civakê wek efsaneyek tê bi lêv kirin.

Zadîna Şekir

Zadîna Şekir di sala 1943 li gundê Poştê, ya navçeya Ax Baranê ye. Dengbêja navdar di malbatek Êzîdî yê welatparêz de tê dinê. Bi eslê xwe ji eşîra Rojkiyan in. Malbata Zadin ji Dîgor koçberî Ermenîstanê bûne. Li Ermenîstanê malbata Zadin li Elegez ê dimînin.

Zadîna Şekir hîn di temenekî biçûk de dest bi gotina sitranan dike. Eleqe u heskirina wê di zarokatîyê de, ji dengbêjî re pêş dikeve. Di sala 1955 de bi vekirina radyoya

 Erîvan ê, dibe dengbêja jin ya yekeme ku sitranên xwe di radyoya Erîvanê de dibêje. Wek jineke kurd di warê hunerî de pêşengtî dike. Zadîna Şekir bi hunermendê navdar Egîdê Cumo re gelek xebatan dide meşandin. Di sala 1970 de bi Egîdê Cumo re komek mezin ava dikin. Bi hevre diçin şahî û dawetan. Gelek berheman çêdikin. Li radyoya Êrîvanê bi sitranên, Kewa gozel, Derwêşe Evdê, Malka semo, Dêra sorê piçûkê û bi gelek sitanên din, nav û dengê Zadîna Şekir belav dibe. Bi vebûna radyo yê bi gelek hunermendên Kurd re xebatê dide meşandin.

Zadîna Şekir ji malbatek hunermend û zana ye. Di warê lêkolin û xwendinê de her tim di nava hewildanan de ye. ji ber malbat welatparêze, milê Zadîna şekir yên netewî û folklorik di pêşdeye. Bixwe dixwaze ji bo çand û hunera kurdî tekoşîn û xebat bide meşandin. Di nav dengbêjiyê de cîhek grîng digre. Wek jinek kurd di nav civakê de dibe mînak. Tê gotin ku dengê Zadîna Şekîr bi zelalîya ava çeman diherikî. Zîz bûyîna dengê wê ji zarok heta pîr û kalan bandor dikir. Bi teybet jî di şahîyan de bi sitranên gelerî û resen her kesê li derdorên xwe kom dikir. Hest, fikir û ramanên Zadîna Şekir bi heskirina hunerî deherike nav civakê. Lewra jêre tê gotin ku ‘ Ew wek hunermendekê hatîye jîyanê. Zadîna Şekir di heman deme de wek şanogerekê jî kar û xebatê dide meşandin. Bi rengdariya huner, her tim li ser dike jiyanê pênase û bi wate dike. Rastîya koçberîya heyî bi hunerê tîne ser ziman. Deng û sitranên Zadîna Şekir li seran serê welatên Kafkasya belav dibe. Bi cesaret û xebatên xwe bawerî dide gelek jinên dengbêj û wan jî tevlî xebatê hunerî dike. Bi rêya Zadîna Şekir gelek jinên dengbêj cîhê xwe di radyoya Êrîvanê de digrin. Zadîna Şekir pişte salên demdirêj û rêwtiya xwe ya çand û hunera kurdî, di sala 2008 an de li Êrîvanê jîyana xwe ji dest dide. Zadina Şekir li Ermenistan tê defin kirin. Bi heybet û asêbûna çîyayê Araratê dengê xwe jimere dîyarî dihêle.

Sûsika Simo

Sûsika Simo di sala 1925 de li Elegezê, li gundê Mîrekê ya girêdayê navçeya Ax Baranê ye tê dinê. Sûsika Simo him wek dengbêj û him jî wek govendger tê nasîn. Di warê govenda kurdî de di pêş de ye. jinek rewşenbîr û zanaye. Dixwaze di gelek beşên hunerî de rol bilêyze. Di nav bêderfetiyan de dixwaze bibe dengê jina kurd. Lewra her tim di nava lêgerînek de ye. Ji xwendin û lêkolînê gelekî hez dike. Bi teybetî di warê koçberîya gele kurd de dixwaze lêkolînan

bike. Demên Sûsika Simo têde dijî, demen zor û zehmetin. Demen ku li ser gelê kurd hemû cureyên zext û zorî hene. Serhildan û Serpêhatîyên Şêx Seîdan di nav gelde tê ser ziman û civak di van mijaran de di nav lêpirsînan de ye. Sûsika Simo jî wek jineke kurd barê çand û  hunera gele xwe digre ser milê xwe û dibe dengê gelek jinan.

Sûsika Simo her tim bi rengê kurdewarî derdikeve pêşberî temaşevanan. Di jiyan û li ser dikê her tim bi xemla kurdewarî tê nasîn. Di sala 1946 de gelek komê govendê perwerde dike. Jêre tê gotin ‘ gula govendê.’ Wek mamosteyekê di nav civakê de her tim erka perwerdeyê digre ser xwe û gelek ciwan û zarokan perwerde dike. Wê li gel zimanê xwe yê dayîkê bi zimanê Ermenî  jî gelek caran sitraye. Li gel dengbêjî û folklorê di heman demê de di şanoyû de jî cih girtîye û gelek caran bi tena serê xwe derketîye ser dike. Her wiha wek dengbêjek kurd di nav civaka Ermeniyan de jî gelek dihat guhdar kirin û naskirin. Lewra ew li hemû welatên Kafkasyayê tê nasîn û hezkirin. Li her welatê ku diçe bi reng û xemla jina kurd derdikeve ser dikê. Bi dengê xwe yê kurdewar bala hemû kesan dikşîne ser xwe. Di sala 1965 de di asta hunerî de gelek gavên grîng davêjê. Gelek konsertên mezin dide. Nasnameya kurdî dixwaze bi deng û govenda xwe bide nasîn û çanda kurdî biparêze. Bi Egîdê Cumo û Garapetê Xaço re xebatên grîng daye meşandin. Bi dengê meya Egîdê Cumo gelek sitranên bi nirx mayînde kiriye. Sitranên wek ‘ Dewra berê, Zilfanê ha zilfanê, Keleşo, Lur şivano, Gulê nar û hwd. Bi dengê xwe sitran hiştine.

Sûsika Simo heta dawîya jîyana xwe karê çand û hunerî dike. Bi dengbêjî, govend û şano di dilê gelê xwe de cîh digre. Di salên 1977 an de jîyana xwe ji dest dide û li du xwe gelek berhemên giranbûha dihêle. Gora dengbêja navdar li Êrîvanê ye. Her tim heval û hogirê Sûsika Simo xwendevan û guhdarvanê wê li ser gora wê sitran û helbestan dixwînin. Susik bi hunera kurdî, ku wek jiyana wê bû, bibîr tînin û  xwedî li mirasa wê derdikevin.

Belga Qado

Di sala 1924 de li herema Telînê tê dinyayê. Malbata Belga ji Qersê ye. Ew jî wek gelek malbatên kurd ji ber zilm û talana dewleta Tirk koçberî Kafkasya yê dibin. Jinek çeleng û wêrek bûye. Hîn di demên ku mafê jin di nav civakê de nayê nasîn,

Belga Qado dest bi sitran bêjîyê dike. Dema zarokatiya xwe de li kolanê, li malê

û di nava kar de her sitranan dibêje. Dengê wê bala hemû kesî dikşîne. Ew bixwe lêgervanek û dildara hûnerê ye. Sitranên gelerî yên liser evînê, govend û dîlanan her digerîne. Di radyoya Êrîvanê de kedkarek û pêşenge. Gelek sitranên wê di radyoya Êrîvanê de deng dide. Sitrana wê ya herî deng dide û tê heskirin, sitrana ‘ Kura çîyayê topê Qersê’ye. Divê sitranê de hesret û kesera axa bav û kalan, dê û dapîran veşartîye. Belga Qado bi heskirina welat jiyan dike û dengê xwe belavî nava deşt û çîyayan dike. Belga Qado, bi dengbêjên navdar Xerabetê Xaço, Efoyê Esed û gelek dengbêjên din re sitranan gotiye.

Belga Qado, bi hesret û kesera welat di sala 1980 de, li Rusya li bajarê Gorkî jiyana xwe ji dest dide. Deng û awazên Belga Qado ji nifşên nû re, bingehek xurt dihêle û li welatê xerîb nifşên nû bi dengê Belga Qado mezin dibin.

Çavkanî: Şakarên Mûzîka Kurdî.