Destana lehengiyê ya hemdem

- Nurhaq Gulbahar
358 views
Ji 23’ê Nîsana 2021’an ve li ser axa Kurdistanê, li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, di wateya werçerxî de şer û cengeke dijwar diqewîme. Şerê ku li van qadên çiya û zinarên sext lê ne rû dide, dikare bê gotin ku di tevahiya dîrokê de her di nav şer de bûye. Ji şer nexerîbe. Hêzên Kurdistanî, hêzên dagirker, hêzên hevkarên dagirkeran her dem li vê derê hatine beramberî hev û şer kirine.

Çiya, gelî û newalên li vir her dem weke stareke xwezayî gelên herêmê hewandine. Kurd, Ermen, Asûrî û hwd di nav stara xwezayî de bi destê xwe mal û gundan lêkirine, jiyanê bi qewlekî aştiyane bi rêvebirine. Lê helbet ev bedewiya Kurdistanî her dem ji bo neyar û dijminan jî bûye cihê rakêşeriyê û bi armanca dagirkirinê çavê xwe berdane vê parçeya bedew a Kurdistanê. Lê ev bedewî di heman demê de bi xofa xwe jî binav û deng e. Ji ber çi xof e? Ji ber ku bi xwezaya xwe ne ji wan ciha ye ku bi hêsanî were zeftkirin. Zeftkirina van deveran weke loqmeyeke ji hêsin di gewriya dagirkeran de dimîne. Ji ber vê taybetmendiya xwe ye ku ev herêm her dem ji bo serhildêr, berxwedêr û şoreşgeran jî bûye cihê star, bûye cihê ceng û berxwedanê. Tişta ku di roja me ya îro de diqewime jî ji xwe ev e. Hewildana zeftkirina herêmê û li dijî vê parastina hebûna xwe ya di her wateyî de.

Hêzên cîhanê jî piştgirî didin vî şerî 

Belê, tişta diqewime cengeke giran e. Giran e, ji ber ku li aliyekî hêzeke bi her cure palpiştiyê hatiye amadekirin, di asta herî jor de teknîkeke serdemê bikar tîne û êrîş dike. Hevkarên zilhêz û yên xwecihî jî li pişt in û ev heft meh in li hemberî komek gerîllayên Kurdistanê şerê xwe yê bê exlaq û bêpîvan birêve dibin. Helbet ev şerê ku niha diqewime li heremeke berfireh dewam dike û ne tîştekî demkî ye. Biryar ango konsepteke berfireh û kevin li pey heye û di nav xwe de li pey armanca plan û ajandeyeke demdirêj e. Ji ber ku ev demeke bi armanca desteserkirin ango dagirkirina sertaserê sînorê di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de ji hêla dewleta Tirk ve birêve diçe. Xakûrkê, Heftanîn, Garê û herî dawî jî Metîna, Zap û Avaşîn ji xwe re kirin hedef. Bi armanca avakirina korîdoreke berfireh û kûr, bi awayekî aşkere êrîş birin ser van herêman. Helbet dema ku bi awayekî giştî lê dimeyzînin armancên demkî û yên demdirêj bi awayekî şênber derdikeve holê. Her wiha eger em vê armancê jî tenê weke hewildaneke dewleta Tirk a dagirker bigirin dest jî ev wê ji siyasetê nefahmkirin be. Na, ev plana ku bi destê Tirkiye ve birêve diçe planeke berfireh a konsepteke zilhêzên cîhanî û her wiha yên herêmê ye. Zilhêzên cîhanî weke Emerîka û welatên ku di rêxistina NATO de cihê xwe digrin bi hevkariya teknîk, leşkerî lê ji van jî grîngtir bi hevkariya siyasî wiha dike ku dewleta Tirk a dagirker bi binpêkirinên her pîvanekê bi ser hêzên şoreşger ên gerîlla de bê û di şer de israr bike. Rûxmî ku di nav xwe de rizîneke bêhed dijî jî, dewleta dagirker dixwaze vê hevkariya ku bidest xistiye heta kêliya dawî bikar bîne. Rewşa xirab a ku hemwelatiyên Tirkiye dijîn bi tu awayî ji bo hikûmeta nijadperest AKP-MHP grîng nîne û man û nemana xwe di encama vî şerî de dibînin. Ji ber wê xwe di vê têgihiştinê de kilît kiriye û diyare ku wê wisa bi hêsanî jî dev ji vê bernede.

Berxwedana gerîla hesabên Enqere têk bir

Lê helbet, weke ku di sertaserî dîrokê de jî em dibînin, encamên şer û cengan her dem weke daxwazên dagirker û zilhêzan birêve naçe, her wiha li derdora mêzan naye diyarkirin. Yek ji van mînakan jî ev şerê 7 mehî ye. Li gorî encamên diyarkirî, bê dudilî dikare bê gotin ku hesabên dagirkeran û berdewamiya şer ne ji bo 7 mehan bû, heta ne 3 an 4 meh bûn jî. Armanc heta demsala payîzê çûyîna ber bi Qendîl û sînorê Rojhilat bû. Lê hesabên Enqere li zinarên Zendûra, Kêrsê û li tunelên Werxêlê qelibî. Ew hesab li hemberî taktîkên serdemê yên gerîlayên Kurdistanê serobin bû. Di şev de, di roj de asê bû. Ji xwe ji ber wê bû ku hevkarê xwecihî PDK, bi destê çeteyên xwe naçar ma rûyê xwe ango hevkariya xwe ya bi dagirkeriya welat re aşkere bike. Bi berxwedan û sebra mezin a gerîla ev hewldanên dagirkeran ya êrîş û rakêşana nav şer bi ser neket.

Pêşî li şerê Kurd bi Kurd hate girtin

Di wê demê de xeteriya agirê şerê Kurd bi Kurd, bi rastî jî di dil û hişê Kurdistanî û dostên wan de nîşaneya talûkeyeke mezin ava kir. Ji xwe ji ber wê bû ku yekser ji hêla Kurdistanî û dostên wan ve înisîyatîfeke bi navê ‘Em Kurdistanê Diparêzin’ ava bû û bi armanca pêşîlêgirtina şerê Kurd bi Kurd koma ku ji 150 kesî pêk dihat, berê xwe dan Hewlêra Başûrê Kurdistanê. Hin ji wan hê li Elmanya bi hincetên sosret hatin vegerandin. Ji xwe bi wê helwesta dewleta Elmanya, eşkere bû ku ev dagirkerî ne tenê biryara dewleta Tirk e, Elmanya û welatên din ên NATO jî bi hêzeke mezin piştgirî didin vê hewildana dewleta Tirk. Beşek ji vê komê li Katar hate astengkirin û ev jî hevkariyeke din a dagirkeriyê eşkere kir. Lê tevî hemû astengiyan, hin Kurd û dostên Kurdan xwe gihandin Hewlêrê û xwestin li ew qadên ku şer heye bi taybetî di navbera hêzên girêdayî PDK û gerîlayên Kurdistanê de bibin mertal da ku şerekî di navbera Kurdan de rû nede. Lê vê carê jî PDK bi hemû hêza xwe astengî derxist da ku ev kom bernameya xwe pêk neyne. Ruxmî ew çend fişar û astengî jî, hewla vê komê bandora xwe pêk anî. Bi taybetî ew jinên ku di komê de cihê xwe digirtin, bi şev û roj bê sekin armanca komê bi dengekî bilind qîr kirin.

Her rojek destanekî lehengiyê bû

Li qada şer a germ de jî dikare bê gotin, her rojek, her kêlî û çalakiyek di wateya rasteqîn de hebû û ev dikare weke destaneke lehengiyê bê pênasekirin. Gerîla bi rê û rêbazên nû, bi amadekariyeke kûr û fireh pêşî li hewildana dagirkeriyê girt. Jêr erd, jor erd û hewayî çalakiyên bi bandor, bi hedef pêk anî. Ev jî wiha kir ku hesabên Enqere perçe bibe, di encama vê de jî weke rastiya dîroka xwe ya dij mirovahî, vê carê jî bi armanca têkşikandina hêza berxwedaniyê, li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar anî. Bi taybetî bikaranîna çekên kîmyewî li ser axa Başûrê Kurdistanê, di wateya rasteqîn de gelek bi êş e, ji ber ku brînên kîmyabarana Helepçe heta roja me ya îro jî hê nehatiye kewandin. Lê di heman demê de ji bo bîkaranîna çekên kîmyewî hevkariya PDK jî, weke pênasekirina rûreşiya dîroka Kurdistanê xwe nîşan da.

Gerîla ruhê serketinê nîşanî cihanê kir

Li hemberî hevgirtina hêzeke qerase berxwedaniya gerîla ev bi mehan e bi her awayî berdewam e. Gerila ruhekî serkeftî nîşanî tevahî cîhanê kir. Li dijî hêzeke ew çend mezin berxwedaniya berxwedêran her tim di nav rûpelên dîrokê de cihê şanazî, rûmet û zemîna xwe avakirinê ye. Rûxmî hewildana reşkirina rastiyê jî, ji kela Dimdimê heta 300 Spartiyan her tim mînakên bi vî rengî yên berxwedanan rû dane û ji pêngavên têkoşînê yên nû re bûne bingeh. Di roja me ya îro de jî ev li Kurdistan, li çiyayên bi xof û stara Kurd pêk te. Li hember ew pêla êrîşa hovane kesayetek ji xwe bawer, ji serê tiliya xwe heta tayê porê serê xwe bi serkeftinê ve girêdayî û bi yek gotinekê heddê dagirkeran dide. Gerîlayên azadiyê, gerîlayên Kurdistanê li çiya, gelî û newalan ji tevahî cîhanê re ev nîşan da. Bi taybetî di kesayeta jina Kurd de ev di her şaneyekê de diqîre. Ew banga ku gerîlaya jin a Kurd di encama çalakiyeke serkeftî de, bi awayekî xwezayî ji dev û lêvê wê derket û got: ‘Ev der Heftenîn e’ ji bo her qadeke şer bû dirûşmeya berxwedaniya hemdemê. Piştî wê pêla êrişên dagirker, gerîla ew dirûşim berzkirin û gotin; “Ev der Zap e, ev der Avaşîn e, ev  der Metîna ye.” Weke pêşbirkeke mînakên berxwedaniyê ango weke pêşbirkeke al veguhestinê ev drûşim berz bû. Weke her car dîsa jina Kurd a berxwedêr, jina ku xwe bi ramanên azadiyê pêçayî, ya ku ji ezmûn û dîroka xwe çeka herî bikarhêner xistiye destê xwe, berê berxwedaniyê, helwestê û xîretê nîşan da. 7 meh şer li ser vê rastiyê berdewam kir. Ji vê berxwedaniyê paş ve gav avêtin jî êdî ji bo dagirkeran hêviyeke pûç e. Helbet ezmûna vê wisa bi rehetî pêk nehat, diyar e bi bedêlên giran ku her gerîlayek di xwe de çiyayek avakiriye, bi fedakirina xwe rêya şerê azadiyê yê hemdem radestî rêhevalên xwe kir. Ewên ku heta wê rojê li lûtkeyên çiyayan singa xwe didan ber bayê azadiyê vê carê xwe spartin nav dilê çiyayan û di nav rehên çiyayan de rêya xwe û yê hevalên xwe û her wiha yên gelê xwe ronak kirin. Delal, Diyana, berxwedêrên Mamreşo Sarya, Rûken û bi dehan cangoriyên din, bi hebûna xwe rêya têkoşîn, berxwedan û serkeftinê nîşan dan. Di nav şeş mehan de 323 car bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr, di wan tunelan de nîşan dide ku bê berxwedaniya diqewime bi çi awayî ye.

Jina Kurd rê nîşan daye

Helbet pênasekirina van cangoriyan ku peyv ji bo vê netêrker in, weke exlaq û helwest li ser her yek ji me erkên pêvajoyekê bar dike. Tenê dîtin û pêşanazî kirina vê berxwedaniya bêhempa ne bes e. Heq nedayîna vê berxwedaniyê jî bi awayekî din hevkariyeke ji bo dagirkeran e. Jina Kurd, rê nîşan daye. Hilbijardeya me heye, refên li pêşberî me zelal in. Helwest û xîreta jina Kurd dîrokê guherand û di roja me ya îro de jî dikare bi wê helwest û xîretê jiyaneke azad û bi nirx, li ser axa qedîm a Mezopotamyaya qedîm ava bike. Coşa serdema nû di vê rastiyê de dikele.