Di astronomiyê de jineke pêşeng

- Berjin TEKOŞER
1K views

CAROLINE LUCRETIA HERSCHEL-1Caroline Lucretia Herschel di 16 Adara 1750´an de li Hannover Almanyayê tê dinyayê. Ew astronomek Alman-Îngîlîz e û xwîşka Wîlîam Herschel e ku ew bi xwe jî astronot e; her du xwîşk û bira di tevahiya pêvajoya karê xwe yê pîşeyî de bi hev re kar dikin. Yek ji xebata wê a di astronomiyê de ku girîngî pê hatiye dayîn jî vedîtina wê a hin stêrkên bi dûvik bû; bi taybetî jî vedîtina stêrka bi dûvik a perîyodîk ku navê wê bi xwe li ser bû, pirr girîng tê dîtin.

Herschel ji aliyê Komeleya Astronomiyê ya Qiraliyetê ku alikariya maddî dida, ji ber ked û berhemên wê yên di zanistê de, di sala 1828´an de hêjayê xelata zêr tê dîtin û dibe (bi Mary Somerville yê re di sala 1835´an de) yekemîn jina ku ji bo endama rûmetê a Komeleya Astronomiyê ya Qiraliyetê tê hilbijartin. Her wiha di sala 1838´an de bû endama rûmetê a Komeleya Qiraliyeta Îrlanda yê. Qiralê Prusyayê di sala 1846´an de, di 96 saliya Herschelê de xelata zêr a zanistê diyarî wê dike.

Caroline Lucretia Herschel kêye? 

Caroline Lucretia Herschel, 16 Adara 1750´an de li Hannoverê tê dinya yê. Wek zaroka heştemîn û keça çaran a ´Isaac Herschel´ û ´Anna Ilse Moritzen´ ê çavên xwe li cîhanê vedike. Caroline dema hîn deh salî bûye tuşê nexweşiya tîfûsê bûye û vê yekê jî pêşî li mezinbûna wê girtiye. Ji ber vê çendê jî bejna wê 1.30 m. derbas nake. Ji bo vê jî malbata wê zêde girîngî pê nade û dixwazin wê wek xizmetkar mezin bikin. Lê, dovre bavê wê dixwaze ew perwerde bibîne, ji ber vê jî gelek caran bi xwe li ser perwerdeya wê disekine û wê pêş dixîne. Gelek caran jî hiştiye ku Caroline tevlî dersên birayê xwe bibe.

Dihat hiştin ku Carolîne cil û şebqeyên jinan çêbike; ji xwe ji bo ku ew bikare xwe bi xwe li ser lingên xwe bisekine û têra xwe bike, bikaribe ji hêla maddî jî hewceyê kesekê nemîne, li ser gelek tiştên bi vî rengî disekinî û çêdikir.

Piştî mirina bavê xwe şûn de, birayê wê Wîlîam jê xwest ku ew jî pêre biçe Îngîltereyê; pêşniyar jî ji bo vê yekê bû ku ligor wî tevbigere û ka ew vê bikare bibe stranbêjek ku di konserên zivistanê û oratoryonan de bixwîne an na.

Caroline di 16 Tebaxa 1772´an de, di dawiyê de ji Hannoverê veqetî û bi birayê xwe Wîlîam re çû Îngîltere yê. Li wir, berpirsyariya birêvebirina mal û fêrbûna stranan girtibû ser milê xwe. Wîlîam bi xwe org lê dida û mamosteyê muzîkê bû û di 19 New King Street, Bath Somerset ku niha jî wek Muzeya Astronomî a Herschel tê bi nav kirin, hatibû pejirandin. Di heman demê de, li Bathê şefê koroya Sekîzgen Şapelê bû. Ew bi karê muzîkê re pirr elaqeder dibû û bi konserên ji bo gel dihatin organîze kirin re, ew hîn zêdetir meşqul dibû.

Calorine ji aliyê birayê xwe ve rojê çend saetan dihat perwerde kirin. Ew bû stranbêja konserên oratoryoyê ku ji aliyê Wîlîam we dihat birêve birin. Ewqas hat nasîn ku ji bo beştarî festîvala Bîrmînghamê bibe jê re pêşniyar hat birin. Lêbelê derveyê koroya birayê xwe û ji bo şefeke din a koroyê stran gotin red kir. Lê, tê gotin ku rexmê bi nav û deng bûna wê jî pirr kêm dost û hogirên wê hebûn, zêde nediket nav civak ê. Di dema ku Wîlîam bala wî hîn zêdetir diçe ser astronomiyê û xwe ji muzîsyenekê vediguherîne astronomekê, Caroline dîsan li cem wî ye û destek dide hewldanên wî yên di vê mijarê de. Di bîranînên xwe de bi awayek bi êş îfadeya, “ji bo birayê min, min derveyê tiştên ku seyek hatibe perwerdekirin bike, tiştek nekir; qesta min ev e ku li ser min hikum dikir,” bikar tîne.

Hertim dixwest serbixwe be 

CAROLINE LUCRETIA HERSCHEL-4Dema ku Wîlîam nexweşe û piştî mirina wî jî xebatên ku Caroline Herschelê bi awayek xweser daye meşandin, dîsan heskirin û baldarbûna wê a di mijara astronomiyê de; di nameyên ku di tevahiya jiyana xwe de nivîsîne, careke din dide nîşandayîn ku ew jî bi qasî Wîlîam di vê mijarê de baş bûye.

Herschelê di hemû nivîsên xwe de, hertim dixwest ku xwedî serbixwe bûnek maddî be û bikaribe xwe bi xwe, debara xwe bike. Dewletê ji ber kar û xebatên wê, bi taybetî jî ji ber alikariya dida birayê xwe -wek her cararekê ew tenê wek alîkarê zilam dihat dîtin- jê re alikariya maddî tê dayîn. Di demekê de ku ji bo zilamên bi zanistê re eleqeder dibûn jî alikarî nedihat dayîn, yan jî kêm dihat dayîn, ji ber xizmeta Caroline a ji bo zanistê, ew yek ji wan jinane ku cara ewil meaş digire.

Di hin nivîsan de tê destnîşan kirin ku piştî Wîlîam di sala 1788´an de dizewice şûnde, di navbera xwîşk û bira de nexweşî rû dide. Her wiha Caroline wek jinek ku zêde girêdayî birayê xwe, naxwaze kesek din pozê xwe bi xwe nav karê malê de û wek jinek xemgîn qala wê tê kirin. Lê, bi ya min ne wisa ye, ji ber ku di hin nivîsan de tê gotin ku Caroline piştî ku di malek din de bi cih dibe, xweser dimîne, hîn zêdetir giranî dide karê xwe yê astronomiyê û di vê mijarê de derdikeve pêş. Ji ber ku roj nivîsên xwe yên salên 1788 û 1798´an tune dike, hestên wê yên di vê mijarê de baş nayê zanîn.

Zewaca Wîlîam bi ihtimalek zêde ji bo ku Caroline jê cûda bimîne û li ser lingên xwe bisekine, firsendek baş avakiriye. Ji ber ku ji Wîlîam cûda, gelek vedîtinên Caroline çêdibin û bi xebatên di mijara astronomiyê de ku bi tena serê xwe dide meşandin, bi nav û deng dibe.

Piştî ku birayê wê dimire şûn de, Caroline pirr êş dikşîne û carekedin vedigere Elmanya Hannover ê.

Xebatên wê yên astronomiyê  

CAROLINE LUCRETIA HERSCHEL-5-Caroline Herschel jî bi qasî Wîlîam meraqdarê astronomiyê bû. Dide diyar kirin ku; “ji ber ku her carekê ji bo çêkirina amorên astronomîk alikariya wê tê xwestin -ji aliyê Wîlîam we- ew nikare bi awayek ciddî li ser karê xwe baldar be û karê wê bi vî rengî tê asteng kirin.”

Ligor texmînên Wîlîam, Caroline di sala 1782´an de, xwe bi xwe dest bi çavdêriyê kiriye. Di demê xwe yê vala de, dest bi lêkolîn kirina esiman a ji hêla teleskopek Newtonî a 690mm kiriye, di encama vê yekê de jî di navbera salên 1783-87´an de, gelek cismên astronomîk çavdêrî kiriye. Yek ji vedîtina herê girîng a vê çavdêriyê, M110´an (NGC205), yanî vedîtina  kopyaya duyemîn a “Galaksiya Andromeda” ye. Di navbera salên 1786-97´an de, a ewil di 1 Tebaxa 1786´an de, bi giştî heşt stêrkên bi dûvik keşf dike.

Caroline di sala 1822´an de, piştî mirina birayê xwe şûn de vedigere Hannover ê, xebatên xwe yên astronomîk li wir dide meşandin, dîtinên Wîlîam erê dike û di hilberîna kataloxa biraziyê xwe John Herschel ku ji bo nebûlayan (tişta ku wek ewrê li esiman tê xûyan û belavê qadên berfireh bûyî, wek gaz, toz, hîdrojen, helyûm û tişta wek ewrê ku ji gazên din yê îyonîze pêk tê) e, kar dike. Di sala 1828´an de, Komeleya Astronomiyê a Qiraliyetê ji ber vî karê wê, xelata zêr dide Herschel ê.

Xelatên girtine

Caroline Herschel ji aliyê Komeleya Astronomî ya Londrayê û qiralê demê yê Prusyayê hêjayê xelata zêr tê dîtin. Xelata zêr a Komeleya Astronomiyê di sala 1828´an de, “ev xelat ji ber hejmara nebula ku ji aliyê birayê wê wek 2500 hatibû destnîşan kirin, lê ew vê yekê di Çile de wek 1800 serirast dike, tê dayîn. Herschel, vê xebata xwe piştî mirina birayê xwe û vegera xwe a Hannoverê digihîne encam ê.

Komeleya Astronomiyê ya Qiraliyetê, di sala 1835´an de Herschel ê, tevî Mary Somervile yê, wek endama rûmetê dipejirîne: Mary û Caroline yekemîn endamên wan yên jin in. Her wiha di sala 1846´an de, dema 96 saliye, ji aliyê Qiralê wê demê yê Prusyayê hêjayê xelata zêr a zanistê tê dîtin.

Her çend wê di destpêkê de ev kar wek arîkarê Wîlîam destpê kiribe jî pişt re her ku çûye karê xwe bi awayek serbixwe pêş xistiye. Çiqas teleskop pêş diketin, ewçend vedîtinên wê jî zêde dibûn. Ev netenê stêrk bûn, hin ji wan nebula bûn, yanî ewrên ji gazê bûn ku dibûn stêrk. Herschel bi rastî jî di çavdêrî kirina wan de bibû pispor.

Caroline Herschel di 9 Çileya 1848´an de, li Hannoverê jiyana xwe ji dest da û li goristana Gartengemeind ê, li Marîenstrasse dispêrin axê. Mala Herschel an, îro muzeya Astronomiyê a Herschel e. Ew heya nefesa xwe ya dawî dixebite û di oxira zanistê de jiyana xwe ji dest dide. Herschel di 97 saliya xwe de, dema ku di tevahiya şevê de çavdêrî dikir, serma digire, pirr giran nexweş dikeve û jiyana xwe ji dest dide.