Di cîhana raman de jin

- Lîlyan ÇIYA
700 views

Di sadsala 20. 21’ an de, ji ber şert û mercên siyasî û rewşa şer a wê demê, jinên feylesof û zanyar wek her demê dîsan rastê gelek pirsgirêkan tên. Dîsan ji ber tevkujiya li ser Cihûyan, di wê pêvajoyê de hin zanyarên ku dijiyan neçar dimînin birevin û xebatên xwe li ciheke din bidomînin. Lê, li rexmê şert û mercên wê pêvajoyê jî gelek jinên zanyar û feylesof derketine û bi xebatên xwe di nav cîhana felsefeyê de ciheke girîng girtine.

Esther lederbergEsther Lederberg:

Esther Lederberg pispora mîkrobîyolojiyê ye û di qada genetîk de xebatên ku rê li rêyeke nû vebike da meşandin. Teknîka bingehîn a ku ka gen çawan dixebitin dida nîşandayîn, pêş xist. Xebatên wê hîşt ku hevserê wê Joshuan di sala 1958’an de xelata Nobel ê bistîne, lê mixabin ku navê wê qet di vê mijarê de derbas nabe.     

Rosalind_Franklin2Rosalînd Franklîn:

Biyofîzîknasa Îngîlîs Rosalînd Franklîn, bi tîrêja X re yek ji pêşenga krîstalografinê ye. Dîmenên ku ji molekûla DNA girtibû, di diyarkirina avahiya DNA yê de roleke girîng lîst. Ev jî yek ji pêngava zanistî a herê girîng ya sedsala 20. an bû. Lêbelê di şaxên fîzyolojî û bijîşkî de xelatên Nobelê yên 1962’an didin James Watson, Francîs Crîck û Maurîce Wîlkîns. Rosalînd Franklîn, di diyarkirina avahiya DNA yê de xwedî roleke girîng e.        

Helene Stocker:wissen-frauen-stoecker

Stocker, yek ji jina bîrewer a wê demê ye. Li zanîngeha Berlînê di beşa felsefe, wêje û li ser aboriyê xwendina xwe didomîne û dûv re bi ezmûna doktora gaveke nû tavêje. Stocker bîrewereke ku bi helwesta xwe a rexneker tê nasîn. Ji Nietzsche bandor dibe û ji xwe re wî mînak digire û wek Nietzsche  rêzikên exlaq û dogmayên olî rexne dike; her wiha daye zanîn ku nirxên ji aliyê dêrê we tên parastin, dijberê jiyanê ne. Pêvîste mirov ji hemû dogmayan serbixwe bifikire; têgînên wek xwedê û dinyaya din tune ne. Lazime raman û çalakî bi awayek azad pêk bê. Stocker ev ramanên xwe di tevahiya jiyana xwe de parastin. “Mirov bi saya ramanên xwe yên azad, pêvîst bû avahiya xwe a exlaqî bi xwe diyar bike.” Bîrewera ku di sala 1943’an de ji Naziyan direve û li New York ê bi cih dibe, li vir jiyana xwe ji dest dide. Li pey xwe berhema bi navê, “Evîn û Jin” dihêle.

edith-steinEdith Steîn:

Bîrewera ku di navbera salên 1891-1942’an de jiyan kiriye û di beregehên berhevkirinê de jiyana xwe ji dest dide; ev yek jî şert û mercên zehmet yên wê demê pirr eşkere radixe berçavan. Steîn ji malbateke cihû ye. Bîrewera ku li ser ziman û wêjeya Elmanî û dîrokê xwendina xwe didomîne, ji ber meraqa xwe a di mijara felsefeyê de diçe gel Edmund Husserl û li ser felsefeyê bi ezmûna doktora gaveke nû tavêje. Steîn ku arîkariya profesor Husser jî dike, pêştî dev ji peywira xwe berda û şûn de jî lêkolînên xwe yên li ser felsefeyê didomîne.      

Steîn di ezmûna xwe a ji bo doktora û pişt re jî piranî mijara empatî digire dest. Ligor wê empatî çêkirin ji bo nasîna miroveke din yegane rê ye. Dîsan jest û nîşanên di tevgerê laş û rûyê mirov de xwe dide der, (mîmîk) ji bo nasîn û terîfkirina kes hêmaneke girîg e. Mijareke din ku digire dest jî têkiliya di navbera civak û cemaetê de ye. Di lêkolînên xwe yên di vê mijarê de van tespîtan dike; “di navbera ferdên civakî de rêzdariyeke li hemberê hev û nêzikahiyeke wekhev tune ye. Ev ferd encax di nav cemaetê de bi awayek wekhev dikarin bên bi cih kirin. Wê demê cemaet di nav civakê de dikare xwedî têgîneke bilind a nirxan be.”

Steîn ji baweriya cihûtiyê derbasê baweriya xiristiyantiyê dibe. Baweriya xwedê dibe mijara felsefeya wê. “Xwedê hebûneke ku kes pêdivî pê heye, ji ber ku kes bi tena serê xwe nikare wateya jinanê bibîne.” Di berhema xwe a bi navê “Hebûnek dawîn û bêdawî” de mijara “Xwedê û mirov” girtiye dest. Li Hollanda direve û xwe dispêre keşîşxaneyekê, lê ev yeka han jî wê ji rewşa xirab a heyî rizgar nake. Jiyana wê li Aushwitz li beregehên berhevkirinê bidawî dibe.      

Hannah Arendt:arendt-hannah

Arendt di navbera salên 1906-1975’an de jiyan kiriye. Arendt, li ser Yewnanî, felsefe û teolojî yê perwerde dibîne. Di berhema xwe a bi navê “Hebûn û Dem” de jiyana rojane a mirovan xistiye bin lêpirsînê. Tişta ku bala wê dikşîne, tiştên ku di jiyana rojane de em pê re rû bi rû tên in. Mijareke din jî ku bîrûbaweriya wê mijûl dike, mijara hebûna bi mirovên din re ye.

Arendt li gel feylesofên navdar Martîn Heidegger û Karl Jaspers derfeta xwe pêşxistinê bidest dixe. Di beşa felsefeyê de jî ezmûna doktora dide. Ji ber ku bi eslê xwe Cihûye bi hin tengasiyan re rû bi rû dibe û neçar dibe ku bireve Parîs ê. Arendt li Parîs ê xebatên xwe yên felsefeyê  didomîne.  Piştî ku li Parîs ê bi Heinrich Bhucher re dizewice, di beşa siyasetê de jî meraqa wê çêdibe û wek teorîsyena siyasî jî hin tespîtan pêştixîne. Ji ber tengezariyên wê demê nikare li Parîs ê bimîne û neçar dibe bireve DYE yê û heya dawiya jiyana xwe li vir dimîne.

Arendt dema lêkolînên xwe yên felsefeyê dida meşandin; biqasî ku ji feylesofên li gel xwe bibandor dibû ewçend jî ji ramanên Sokrates jî bandor bûye. Ligor wê hemû mirov ji hev cûda ne û ev cûdabûn hevdû temam dike. Mijareke din a digire dest jî girêdaniya di navbera raman û çalakiyê deye. “Fikrandin bi serê xwe diyaloga di navbera kes a bi xwe re ye.” Di pêşxistina vê nêrînê de em dibînin ku ji Sokrates bandor bûye. Di mijara raman û çalakiyê de jî van tespîtan dike; “heya çalakî nebe,  tenê biserê xwe raman vê têra nake. Her wiha lazime ku pratîk jî hebe. Pêvîste dem bi dem kes ji bo hizirandinê xwe bikişîne hundirê xwe û paşê jî ligor van hizirandinan berpirsyariya wan çalakiyên ku pêk anîne bigire ser xwe.” Di berhema xwe a bi navê, “Jiyana hiş, fikirandin” û “Jiyana hiş, xwestin” de li ser hizirînê nêrînên xwe danîne holê.

Di derbarê Arendt de tiştên ku herê dawî em bînin ziman, lêkolînên wê yên li ser totalîtarîzmê ne. Bitaybetî doza rûniştina Adolf Eichmann a di sala 1960’an de pirr girîng e. Eichmann di dema Naziyan de komkirina Cihûyan a di beregehan de organîze kiriye, ji ber vê pişt re tê girtin û bi cizayê dardekirinê tê darizandin. Arendt weke roportur beştarî vê dozê dibe û di mijara vê dozê de hin tespîtên wê yên girîng çêdibin, tespîtên xwe di berhema “Eichmann li Kudîsê ye de berhev dike û raportek li ser “xirabiyên ji rêzê”  diweşîne.   

Simone De BeauvoirSîmone de Beauvoîr:

Beauvoîr ku di navbera salên 1908-1986’an de jiyan kiriye, xwe di beşa felsefeyê de pêş dixîne û di  gelek dibistanan de li ser felsefeyê ders dide. Di jiyana wê de Albert Camus û Jean Paul xwedî roleke girîng bûne. Bi taybetî bi rêya Albert Camus, li ser têgînin wek xizaniyê radiweste û ev yek di felsefeya wê de jî tê xûyan. Beauvoîr di dema dagirkeriya Elman de berhemên xwe yên bi navê, “Pyrrhus û Cineas” diweşîne. Li gel vê jî di derbarê mijarên civakî de jî di kovarekê de bi avayek aktîf dinivîse.

Ramanên Beauvoîr bi demê re şekil digire. Ji bo wê têgînek wek xwedê tune ye û pêvîste li navenda ramanên mirov de “Ez” hebe. Di berhema xwe a bi navê “Pyrrhus û Cineas” de li ser dema mirov ramanên xwe derbasê çalakiyê dikin û pirsa çima û sedema wê radiweste. Di destpêkê de ji vê pirsê re bersivekê nagere. Bi gotina: “Lêbelê bi demê re di encama çalakiyên ku xwe dubare dikin de mirov wê daxaza hîn zêdetir bike,” xwe di nav lêgera wateyê de dibîne. Her wiha ligor wê lazime li gel vê mirov têgîna etîk jî girîng bibîne. Berhemek din a girîn ya Beauvoir, “Zayenda Duyem”e. Di vê berhema xwe de ku ji navê wê jî tê fêm kirin, mijara jin digire dest. Ligor Beauvoir, newekheviya di navbera jin û zilam de ne zikmakiye, di encama normên civakî de derketiye holê.

Martha Craven Nussbaum:martha_c_nussbaum

Niha jî em dixwazin li ser jiyana yek ji feylesofa jin a bi navê Martha Craven Nussbaum rawestin. Nussbaum di sala 1947’an de hatiye dinya yê. Bîrewereke Emerîkî ye. Ji bo Nussbaum çalakiya baş û exlaqê felsefîk li pêş e. Nussbaum ku di sala 1975’an de profesora felsefeyê ye, di gelek çavkaniyan de weke bîrewera sedsala 20. an cih digire.  Nussbaum ku di mijarên weke felsefeya Yewnana kevnare, felsefeya polîtîk û mijara wek etîk de pispor dibe, di gelek zanîngehan de ders dide û hêjayê gelek xelatan tê dîtin. Ligor wê pêvîste ku têgînek exlaqî hebe, ev têgîn wê ji mirovan re bide diyar kirin ka di hundirê xwe de pêvîste di lêgera çi de be. Dîsan ligor wê, nabe ku raman yek alî be, hêza hiş a serirast kirina cîhanê heye, ji bo vê jî ji ez perestiyê bi dûr, lazime raman di qonaxa ku hîn teoriye de bê pêşxistin.   

Picture dated probably 1895 shows student Marie SkMarîe Curîe:

Yek ji jina bi nav û deng ku weke avakera zanista radyolojiyê tê nasîn, fîzîkzan û kîmyager Marîe Curîe ye. Di her du qadan de jî xelata Nobelê distîne; lê, rexmê vê jî dema di sala 1911’an de xelata xwe a duyemîn digirt, Curie ji bo akademiya zanistê a Fransayê nehat pejirandin.

Dorothy Hodgkîn:Dorothy_Hodgkin_Nobel

Em dizanin ku jinan di qada zanistê de îmze avêtine bin gelek îcadên nû. Mînak ji bo lêkolîna molekûlan, Dorothy Hodgkîn teknîka krîstalografî pêş dixîne û bi vedîtina avayiya penisîlîn, kolesterol û molekûla insulîn di sala 1964’an de xelata Nobelê distîne.

Dorothy Hodgkîn şayanê xelata madalya a Copley hat dîtin ku li Îngilistanê ev xelat tenê ji pêşengê zanistê re tê dayîn û di beşa zanistê de yekemîn jine ku heya roja me ya îro xelata Nobelê girtiye.

Çavkanî: Dünyalılar

Werger: Lîlyan Çiya