Di komunên Parîsê de jinek anarşist û femînîst

- Berjin TEKOŞER
212 görüntüleme

Nathalie Lemel têkoşereke anarşîst û femînîste ku di sala 1871´an de beştarî nav komuna Parîsê dibe. Piştî belav bûna komunên Parîsê şûnde Nathalie Lemel wê tevlî NATHALIELouise Michel sirgûnê Kaledonyayê ku di bin mîtîngeriya Fransayê de bû, bibe.

Nathalie Lemel û têkoşîna wekheviyê

Nathalie Lemel di dîroka 26 Tebaxa 1827´an de li Brestê tê dinya yê. Heya 12 saliya xwe perwerde dibîne û pişt re jiyana xwe bi bergkeriya pirtûkan didomîne. Di sala 1845´an de bi Joremo Lemel ku weke wê bergkerê pirtûkan bû, dizewice û sê zarokên wan çêdibin. Di sala 1849´an de ji bo ku pirtûkxaneyek nû vebikin tên Quimper ê. Lê, karê xwe yê pirtûkxaneyê encax heya sala 1861´an karîn bidomînin. Jereme ji ber ku zêde ereq vedixwar, îflas kir. Ji ber vê jî Nathalie hevserê xwe terikand û tevî sê zarokên xwe hat Parîsê û dest bi peyda kirina kar kir.

Li Parîsê di demekê de ku wek bergker û parekendefiroş dixebitî, bi tevgera sosyalîst re nasîna wê çêdibe. Di sala 1864´an de Yekîtiya Navnetewî a Kedkaran (bi navê tê zanîn Yekemîn Enternasyonal) di nav atmosfereke civakî a li Londra û Ewrûpayê ber hejînê bû, tê avakirin. Di Tebaxa sala 1864´an de di nav pevçûneke mezin de li Parîsê, cotkaran dest bi girevê kir. Di nav wan de Eugene Varlin ku bi komunên Parîsê dihat nasîn jî hebû. Nathalie Lemel di sala 1865´an de beştarî Yekemîn Enternasyonalê bû. Dema girevek din a nû hat destpê kirin, Lemel di nav komîteya girevê de cih girt û wek delegeya sendikayê tê hilbêjartin; di wan deman de ji bo jinekê ev yek tiştek pirr kêm bû ku bê pêş. Lemel, bi fikir û hizirandinekê ku bi zilamên di nav têkoşînê de nînbû, ji bo heqdestên wekhev yên jin û zilaman şer dike. Ev yek ji bo wê demê daxwazek mezin bû. Her wiha di dema duyemîn împaratoriya Fransayê de jî li dijî Împaratoriyê xwedî sekneke dijber bû.

Serhildana komuna Parîs ê 

Di 18 Adara 1871´an de serhildana komuna Parîsê destpêkir. Ji vê rojê şûnde Lemel li gelek cihan wek axaftvan beştar bû û di gelek damezirandinên jinan de bi awayek aktîf rol lîst. Bi bandora vê axaftinê bi Elîsabeth Dmitrieffê re yekîtiya sendikaya jinan (Union des femmes) ku wek damezirandinek femînîstî dihat zanîn, avadike. Di encama hewldanên bê hempa de yekîtiya sendikaya jinan gihişt 1800 endam an. Yek ji hewldan û serkeftina herê mezin ya Lemel hîşt ku di nav têkoşîna sosyalîstî de keda jinê bi awayeke zelal bê dîtin.

Di 11 Nîsanê de wek endama komîteya navendî hat hilbijartin. Heya hefteya bixwîn (Semaine sanglente) Parîs ji aliyê komunan we hat birêve birin. Di 21´ê Gulanê de tabûra Versailles daket bajêr û rasti hev hatina herê dawî di 28´ê Gulanê de pêk hat. Di tevahiya vê demê de Lemel hem di nav çeperan de têdikoşe hem jî bi birîndaran re elaqedar dibe.

Piştî binketina komunan şûnde, konseya şer hemû pêşengên komunan sirgûnê Kaledonyayê kirin. Dema ku konseyê biryara ku jin cûda û zilam jî cûda bên sirgûn kirin da, Lemel û Michel hewl didin li dijî vê yekê derkevin, lê mixabin wê ev daxwaza wan pêk neyê û jin piştî zilaman bi 5 rojan bigihin Kaledonya yê.

Ji bo mafê jinê têkoşî

Piştî sê sal sirgûn û jiyana hepsê şûnde, bi efoyek giştî a ku ji aliyê serokomar Felix Faure tê dayîn, Nathalie Lemel hewl da ku rojnameya L´Intransigeant derbixîne. Li rexmê hemû tiştên ku hatibûn jîn jî heya sala 1921´an ku di cîhanê de koç kir, dest ji têkoşîna kar û têkoşîna wekhevî û azadiya jinê berneda. Ji bo mafê azadî û wekheviya jinê heya nefesa xwe a dawî têkoşîneke bê hempa da meşandin.

Rexmê hemû tiştên ku berovajî vê yekê tê gotin, fikra anarşîst hertim û dayîm di nav karkeran de kelecaneke mezin daye avakirin û derfetên ku xwe di nav tevgerên karkeran de belav bike dîtiye.

Helbet gelek jinên wek Nathalie Lemel hene ku em ji hebûn û têkoşîna wan bê agahîne, agahiyên heyî jî ji xwe pirr kêm in. Helbet komuna Parîsê jinên têkoşer û anarşîst yên wek Nathalie Lemel ku heta em navên wan jî nizanin, derxist holê.

Îro dengê berz yê Nathalie Lemel, Louise Michell an ku di salên 1871´an de li nav dilê Ewrûpayê de berz dibû, hîn jî tê bihîstin û wek dengeke berz a ku li dijî serdestiya zilam û efendiyan li her deverê cîhanê hîn jî bilind dibe.

“Em gihiştin wê kêliya ku êdî dem hatibû em ji bo gelê xwe bimirin! Bi tu awayî cih ji lewaztî û zeîftiyan re nîne! Ey jin hemû dest bavêjin çekên xwe! Hemû jin ber bi têkoşînê!”