Di nav pençên qirkirinê de qêrîna azadiyê

- Pelda ŞENGALİ
390 views

Dema ku em li Kurdistanê dîroka gelê Kurd, her wiha civakên xwedî bawerî, ol û çandên cuda jiyan kirine, dixwînin û digirin dest, em dibînin ku her tim ji aliyê hêzên desthilatdar û dagirker ve rastî êrîş, kuştin û komkujiyên bi êş hatine. Hêzên nijadperst ji bo serweriya xwe li ser gelên li Rojhilata Navîn dijîn, bidin mayînde kirin, di serdemên dîrokê yên cuda de êşên ku di bîra civakê de nayên ji bîrkirin pêş xistine.

Plangeriyek ku hebûna gelan dike hedef

Yek ji civaka em behsê dikin, civaka gelê Kurd ya herî bi kok û kevnar, civaka me ya Êzidî ye. Civaka me ya Êzidî ji ber ku li ser axa xwe a bi bereket, çanda xwe, nasname û baweriya xwe parastiye, rastî êrîşên herî hovane yên hêzên desthilatdar hatiye. Di nava 3 sedsalan de di 73’ê fermana re hatiye derbaskirin. Di serî de dewleta Tirk ya faşîst, dewletên dagirker yên herêmê, her wiha ji dema Osmaniyan bigre heta roja me ya îro hatiye xwestin di şexsê civaka di cewherê xwe de hemû nirx û pîroziyên gelên qedîm hembêz dike, ji holê rabikin. Rê û resmê hişmendiya hêzên qirker û dagirker di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de careke din rûyê xwe yê herî faşîst û hovane di şexsê çeteyên DAIŞ’ê de şênber kir.

Fermana 73. di bingehê xwe de peyameke wiha dida hemû gelên azadîxwaz û berxwedêr; an hûnê dev ji hemû pîrozî û danehevên ji çanda gelan mayî berdin, an jî em ê we di qirkirinê re derbas bikin. Ev plangeriya xwînmij di dîtin de dibe weke êrişa komek bi navê çeteyên DAIŞ’ê xûya bike, lê di esasê xwe de plangeriya hêzên hegemonîk, sermayedar yên cîhanê û herêmê bû. Ji bo wê jî pêwîste em rastiya van êrîş û plangeriyên di cewhera xwe de hebûna gelan tine dike, hedef digire, aliyên wî yên dîrokî û dema niha baş fam bikin û li ser rast biponijin.

Têkoşîna man û nemanê

Li hemberî ewqas êrîş, plangerî, komkujî û şerên giran, gelên xwedî çanda berxwedêr her tim karîne rêya xwe hilbijêrin û li hemberî xwediyên feraseta tine dike, hebûna xwe biparêzin. Keç û xortên ku xwe weke şervanên azadiyê bi nav dikin, xwe bi fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber APO ava dikirin, rista parastina vê hebûna pîroz girtine ser milê xwe. Şervanên azadiyê bi zanebûna vê erka dîrokî û kêliyê berê xwe dan Şengalê û pêşî li komkujiya hatibû plankirin, girtin. Artêşên herî bi hêz yên li herêmê, li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şikestineke mezin jiyan kirin, lê van şervanên xwedî bawerî û hêviyên mezin, xwe kirin mertal û ji hêza ku temsîla tarîtiyê dikin re gotin rawestin. Ev sekin jî bi ked, cangorî û berdelên giranbiha hate avakirin.

Her çiqas pêşiya vê fermanê hatibe girtin û rihekî berxwedêr hatibe pêşankirin jî, lê civaka me ya Êzidî û bi taybetî jî jin rastê êşên mezin hatin. Di kelagerma havînê de bi rojan, bi hezaran mirov di deşt û çiyayê Şengalê de bêxas û birçî şerê jiyan û manê dan. Di nav de dayîkên temen mezin, kalên 70 salî û zarokên çil rojî li ber çavên hemû cihan ê, yên ku qaşo xwe bi navê mafê mirovan  binav dikirin, di bin metirsiya komkujiyê de can didan. Dîsan keçên nûciwan ji bo nekevin destê çeteyên hov û xwînxwar, mîna keça bi navê Cîlan û bi dehan keçên weke wê, xwe ji zinaran de avêtin. Her wiha xort wê di temenê ciwantiya xwe de li ber çavên dayîk û bav an, dîsa bavên ku xwedî zarok bûn li ber çavê zarokên xwe can bidan. Qêrîna wan zarokên di nav destê dayîkan de ber bi wijdana mirovahiyê ve bilind dibû… Reva wan mirovan mîna reva Nebî Nuh ya ji ber tofanê dima.

Dema wijdan û exlaq bêdeng bibe!

Mixabin li hember hawara gelê me wijdan hatibûn qufilkirin, gûh ji bîhîstinê re hatibûn girtin, çav ji nedîtî dihatin, dil û mêjî qeşa girtibûn. Dîsa ewên ku xwe weke “hêzên parastina Şengal û civaka Êzîdî” didan nîşandan di nav nûkertî û îxanetek mezin de li pey xelasiya can û milkê xwe bûn. Bê ku ji xwe şerimê bikin, pişta xwe dan zarokên di landikê de û keçên bêguneh. Di dîroka Kurdan de girêdana bi ax û hebûnê ve her tim ji bo parastinê risteke mezin lîstiye. Lê di şexsê van hizban de ev rastî hatiye berovajîkirin. Exlaq û wijdan hate binpêkirin.

Tam jî di rewşeke wiha de gerîlayên Kurdistanê ji bo pêşî li vê keraseta mezin a bi ser gelê me yê Êzidî de bigire, bera xwe dan Şengal ê; tevî hemû zehmetî qedexeyên hatin ferzkirin jî xwe gîhandin çiyayê Şengal ê. Gerîla bi feraseta yekîtiya gelê Kurd û bi zanebûna parastina tevahiya Kurdistan ê, tevgeriya. Di şexsê wan de ev sekna ku derket holê,  di rastiyê de sekna berxwedan û parastina rûmetê bû.

Qirkirina li ser Şengalê di gel de bê hêvî û bê bawerî ji hawirdora xwe dabû ava kirin. Helbet ev yek ne ji xwe de pêk hat. Ji ber ku ew hêzên qaşo ji bo parastina wan li wir bûn, ew di nav pençên qirkirinê de hiştibûn. Hêzên PDK’ê hemû erkên xwe yên parastina civaka Êzidî ji bîr kiribûn û yegane tişta difikirîn rev bû. Ew helwesta ku ji berpirsyarî û xizmetkirina gel dûr e, di civaka me ya Êzidî de rê li derûniyek xirab vekir, bû sedem ku hemû cîhanê dijminê xwe û xwe bê xwedî bibîne.

Hebûn li ser kokê hêşîn dibe

Piştî Şengal ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgar kirin, ew rihê cangorî, yê bê hesap, bê berjewendî ku gerîlayan da raberkirin û tesîrek xwe a ber bi çav li ser civaka Êzidî jî kir, hîşt ku ew di ronahiya vê heqîqetê de hêvî û baweriyê ji nû ve bidest bixin. Heskirin û vîn zindî kir. Ew rih bû ku di civakê de bû hêza jiyan û moralê ji bo vegera li ser axa Şengal ê. Li Şengalê seknek bi wêrekî, egîdî û riheke qehreman hate jiyan kirin.

Gelê me yê Êzidî bi fikir, felsefe û paradigmaya Rêber Apo re xwe ji nû de nas kir, ket zanebûna vê yekê ku bê pişta xwe bide hêzên din, xwe bi xwe parastina xwe bike û hebûna xwe biparêz e. Di civakekê de ev zanebûn dana avakirin, ango gava wê ya pêşî avêtin pir girîng e. Ji ber ku armanca vê fermanê weke fermanên beriya wê ew bû ku gel dev ji cih û warên xwe berde. Dev ji cih û warê xwe berdan, li çar hêlên cîhanê belavbûn weke çareya domandina jiyana xwe dihat dîtin, lê belê hat dîtin ku ev ne çareserî ye, berovajî dûrketina ji çand, nasname û baweriyê ye; helandinê îfade dike. Ev xeteriya herî mezin a ser hebûnê bû.

Veqetîna ji axê ferz dikirin

Êrîş li hemberî jinê û nirxên li dora wê civak pêk tanî pêş diket. Û bi sedan jin ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de bûn li kolan û bazarên koleyan yên Mûsil û Reqayê hatin firotin. Jin ne tenê ji hêla fîzîkî de dikirin hedef, belku dixwestin mêjî, hizr, vîn û bi awayek giştî hebûna wê tune bikin. Jixwe kuştina jinan di qefesên hesinî de û bi awayek komî vê rastiyê pir baş radixe ber çav an. Her wiha rêxistinên mîna Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di bin navê alikarî û xwedî derketinê de; bê ku armanc rizgar kirina wan jinan be, jinan dikşînin Ewrûpayê û ji ax, civak û çanda wan qut dikin.

Jinên ku bi berxwedaneke mezin, bi berdêlên giran ji aliyê şervanên azadiyê ji destên çeteyan dihatin rizgar kirin, wê ji hêla van saziyan ve ji bo berjewendiyên xwe, di bin navê derûniya wan baş bikin de, vê di rastiyê de xerabiyek mezin li wan bikirina û bera wan daban welatên Ewrûpa yê. Lê a rast ew jin encax li ser axa xwe, di nav civaka xwe û li ser kokên xwe dikarîn derûniya xwe baş bikin. Tevî hemû lîstok û siyasetên zirav û qirej, civaka me ya Şingalê ew plangeriyên li ser xwe ferq kirin, ji bo wê dev ji axa xwe bernedan. Rûxmî hemû zehmetî, astengî û metirsiyan jî bera xwe dan cih û warê xwe, biryara ji nû ve jiyana xwe ava kirinê dan.

Jin pir zû ketin vê ferqê ku ger ji kokên xwe bên qut kirin ew ê nekaribin xwe biparêzin, civaka xwe li ba hev bigirin û wek hebûn ew ê dem dirêj nekarin li ser pêyan bimînin. Ji bo vê, li ser bingehê paradîgmaya azadîxwaz xwe birêxistin kirin; a herî girîng jî hay li heqîqet û girîngiya xweparastina jinê bûn û ji bo wê jî xwe gav bi gav birêxistin kirin.

Biryara têkoşînê

Jin di nav dudiliya hebûn û tunebûnê de wê biryarek bidana, yan ew ê li ser axa xwe koç bikirina û ji bo heta hetayê ji jiyana xwe a bi kok dûr biketina, yan jî ew ê xwe di nav şert û mercên bi zehmet de ji nû de ava bikirana. Helbet biryara xwe avakirin û rêxistin kirina jinan; her çend di nav şert û mercên heyî de zehmet û bi jan baya jî, ew ê heyecanek mezin jî bida avakirin. Ji bo wê jî jinan di her qada civakî de dest avêtin xwe birêxistinkirinê û yekem xebata wan jî wê di qada avakirina zîhnî de pêş biketa. Bi hêz û vîna xwe ya cewherî nasnama xwe ava kirin, xebatên xwe yên perwerde û akademiyan dan destpêkirin.

Her wiha yek ji xebata wan a sereke jî ku ji bo wan ji av û nan girîngtir bû, vîna wan a siyasî û civakî bû. Di van qadan de xwe birêxistin kirin girîng bû. Sazî û dezgeh hatin avakirin, nemaze jî bi avakirina meclîsa giştî û ya jinê ev qonax giha asteke herî jor a xwe birêxistinkirina civaka Êzidî. Bi vê zanebûnê gelê me yê ku xelasiya xwe derveyî axa xwe didît, gihişt vê encamê ku dest ji axa xwe berdan rê li tunebûna çand û baweriya wan vedike, ji ber vê çendê jî yegane rêya pêşîgirtina fermana sipî ku ji qirkirina fîzîkî xirabtir e, parastina li ser axa xwe dîtin.

Jin di her qadê de ne

Bêguman yên ku pêşengiya van pêşketin û hêza rêxistinkirî ya derketî holê dike û xwedî risteke diyarker in, jin û dayîkên me yên Êzidî ne. Yên di fermanê de herî zêde êş kêşan û bûn hedefa êrîşên çeteyan ew bûn. Lê wan bes nekir û ji bo jiyan û azadiya xwe têkoşiyan. Jin û dayîk bi vîn, reng, deng û tevlîbûna xwe ked û fedakariyên mezin raberkirin. Ji bo vê jî bersiv herî bi hêz û bi wate a li hemberî dagirker û çeteyan, bi li ser koka xwe ji nû ve avakirina jiyanê, jinan da. Jinê bi zanebûn xwe rêxistinkirin, bûna vîn û hêz wek erkên xwe yên sereke dît. Jin hay li nasname û vîna azad bûn, xwe ji nûde nas kirin, gavên ji bo avakirinê avêtin.

Jin ji yek ji qada herî girîng ku wek qada zilam hatibû pênasekirin, qada xweparastinê, hatibû dûr xistin. Lê di pêvajoya ji nû ve xwe birêxistinkirin û avakirinê de, jin hay li rastî û girîngiya xweparastina jinê a di her qadeke civakî de bûn, ji bo wê xebat meşandin û gavên şênber avêtin. Jin di asta şervan, rêveberî û fermandarî de cihê xwe di nav çeperên pêş de girt. Ev jî ji bo civaka me ya Êzidî di çawaniya şoreşê de bû.

Helbet êrîş bidawî nebûne, plan û êrîşên qirkirinê hîn didomin. Ji bo wê jî hewceye gelê me, di serî de jî jin xwe di her qadê de birêxistin bikin, nexasim jî pergala xwe a parastinê bi hêz bikin. Ji ber ku bersiva herî xort a li hemberî planên qirkirin û koçkirinê civakek birêxistinkirî ku bikare xwe ji her hêlê de biparêze, dikare bide.