Di rêveberiyên xwecihî û şaredariyên demokratîk de vîna jinê diyarkere

- Bêrîvan KUTLU
670 views

Şaredarî û saziya hevşaradariyê di têkoşîna jina azad de weke çeperek berfireh tê ditin. Ev çeper bi saya berxwedanek mezin, kedek giran hatiye vekirin. Jina Kurd di erdnigariya Kurdistanê de, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn bi sekna xwe, bi ramanên afirinêr desmala pêşengtiya têkoşîna jinê girtiye destê xwe. Jina Kurd bi şêwazek protestovarî an jî bi nêzikbûnên kevnar nêzi pirsgirêkan nabe. Bi tecrûbeyên ku ji têkoşîna 40 salan gritî, stratejîk difikire û bi fikrên nûjên ji bo jinê rê vedike. Di her pêvajoyê de jina Kurd barê ku dikeve ser milê wê hildigire û bi rola xwe radibe. Peywira xwe bê wastan û rawestan bi cih tîne. Bi vê sekna xwe di be rê û ronahahî ji bo tevahiya civak ê. 

Ne tenê di hevşaradariyê de an jî di saziyên cûda de bi vê erk û berpirsyariyê radide. Hemû kes baş dizanin ku cîhanê dengê berxwedêrên grevên birçîbûnê bi çalakiyên dayikên laçik spî bihîst. Ji bo ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan rabe heval Leyla Guven û dayikan kedek bêhempa da. Jina ku di her qad û xebatê de barê giran digire ser milê xwe, bê guman ji bo Şaredariyên azad û demokratîk jî di nav xebat û hewldana pêşxistina vê pergalê deye. Di rêveberiya Şarederî û di nav civakê de biryarên ku tên girtin, divê di bêjinga jinê  de derbas bibe.  

Hêzên desthilatdar di her firsendê de êrîşî jinê, keda wê dikin

Lê jina Kurd çiqas xwe gihiştibe astek azad û xwe birêxistin kiribe, desthilatdariya mêr jî di her firsend û qonaxê de xwestiye ji xebat, têkoşîna wê re estengiyan derbixîne û bêperwa êrîşê jinê kiriye. Piştî berxwedana rêveberiyên xweser, pergala dagirker û faşîst di erdnigariya Kurdistanê de xwest çand û ehlaqê civakê veguherine, têk bibe. Lewma di hêlekê de êrişî saziyên jinan kirin û jin binçav kirin, di kuştin, ji aliyê din de jî dixwestin feraseta jiyana ku bi destê jinê li her qad, kolan û malê de dihat honandin, asîmîle bike. Ev nêzikatiya faşîzan a pergalê ya li dijî jinê û xebata wê, hema bêje belavê her qad û cihî bû. Helbet yên ku di bin bandora vî êrîşên faşîzan de man jî mijara gotinê bû. Gelek kesên ku xwe demokrat an jî welatparêz bi nav dikirin ne karîn bi rola xwe rabin û ji vê rewşê bi bandor bûn.     

An jî ketin nav nêzikatiyên paşverû ên li hemberî jin ê. Bi taybetî di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de û 31’ê Adarê de nîqaşên paşverû, kevneperest û dûrî vê feraseta navend jin derketin pêş û bûn rojev. Her çiqas jina Kurd wek her carekê bi rola xwe rabibe û rê nedabe nîqaşên bê cih jî, lê nîqaşên hatî meşandin zirar dida civak ê. Zilamê serdest weke hemû qonaxên dîrokî, vê carê jî xwest ku di firsenda ewil de dest dene ser deskeftiyên jinê. Helbet raman û feraseta zilamê serdest ne tenê bi kesên ku ji bo pergalê dixebitin re heye. Kesên ku salane xwe weke şoreşger bi nav dikin jî bi ramanên zilamperest nêzi destkeftiyên jina Kurd bûn. 

Ji hebûna jinê ditirsin û astengiyan derdixînin

Di hilbijartinên 24’ê Heziranê û 31’ê Adarê de, di niqaşên diyarkirina namzetan de asta zanyariya zilaman ya li hemberî jinê derxist holê. Li gelek deveran dema ku jinê xwe weke namzeta parlementeriyê an jî di Şaredariyan de wek hevşaredara fermî dihat dest nîşan kirin, wê demê desthilatdariya zilam rûyê xwe yê rast derdixist pêş. Desthilatdariya zilam antîpropagandaya jinê a di nav partî, dezgeh û civakê de dikir. Armanc şikandina vîna jinê, dengê wê û hebûna wê a di nav civakê debû. Bi taybetî hin kesên xwe wek şoreşger û welatparêz pênase dikirin, bi gotina; “jin bibe parlementer an jî bibe hevşaredara fermî em ê winda bikin, “di vê di xebatên hilbijartinê de hevalên jin zêde xûyanî nebin”, “bila du sê jin bibin endamên şaredariyê yên din hemû  zilam bin”, “ ma jin çi ji şaredariyê fêm dikin”, hatin bikar anîn.    

Mixabin ku ev gotin bi awayek vekirî dihatin kirin. Lê ne di ferqê debûn ku ev pergal pergalek navend jin e û encax bi hebûna wê dikare bi wate bibe, hundirê wê bê dagirtin. Ji xwe berovajî vê mirov nikarî qala pergala hevşaredariyek demokratîk bike. Desthilatdariya zilam di her firsendê de xwestiye bibe sî li pêşiya xebata jinê, ji jinê re her cûre astengî derxistiye û nexwestiye hebûna jinê a çalak bipejirîne. Lewma a ji vir û şûnde hewce dike ew e ku em rê nedin van êrîşan û nehêlin ku xebata Şaredariyan di bin siya zilam de bimîne.   

Hewceye em ji tiştên hatin jîn tecrûbe derxînin

Helbet ev mijar jî ji bo avakirina rêvebiriyên xwecihî astengiyên mezin çêdike. Jina ku dixwaze rêveberiyên xwecihî ava bike, bibe hêza çareseriya pirsgirêkên gel, mixabin bi van nîqaşan ve tê mijûl kirin. Jina ku di heman demê de hem li hemberî zextên malbatî, civakî, pergalî li berxwe dide, di heman demê de li hemberî van ferasetan jî di nava berxwedanekê deye. Heta ku ev feraseta zilamê serdest ji holê nerabe, avakirina pergala nûjen û demokratik zehmet e. Ji ber ku di bingehê vê ferasetê de nepejirandina hebûna jinê, vîna jinê heye. Ji xwe pergala nûjen a demokratîk ku navenda her kar û xebata xwe bi hebûna jinê bi wate dike, nîqaşên bi vî rengî û ev feraset rê li kêm bûn û seqetiya wê vedike. 

Ezmûnên hatine jiyan kirin, tên ji bir kirin, nêzikatiyên weke ku qet ev tişt nehatibin jîn tên raber kirin. Ji xwe dema ku em rastê wan tiştan tên em carekedin bere xwe didin serê mijarê. Lewma divê rêhevalên me ne tenê bêjin di heman demê de divê vê jiyana demokratîk a em qalê dikin bijin jî. An jî divê ne tenê di teoriyê de di pratîkê de jî xwedî heman hiş û bîreweriyê bin. 

Rast fikirîn, jiyan kirin û rast xebitîn girîng e

Minak ji bo xwerêvebiriyên cewherî divê meclis werin ava kirin, ger di meclîsan de nûnertiyek wekhev nebe em ê çawa bikaribin bixebitin. Em ê çawa bikaribin bibin dengê jinê yê her tax û kolanê, em ê çawa dengê wan bigihînin Şaredariyê? A herê girîng jî em ê çawa pirsgirêkên wan re bibin bersiv û çareser bikin. Ma qey şaredariyên demokratîk ne yên gel in? Wê demê ger em li gor wê tevnegerin em ê çawa bersiva van hemû pirsan bidin.  

Her biryara ku tê girtin an jî habite girtin lazime di bin muxila jinê re derbas bûyî be. Ji ber dema ku em nêzikatiyek wiha raber bikin, em ê bikarin şaşî û nêzikatiyên ku di nav civakê de derdikeve pêş û jinê di nav mekanîzmaya biryar girtinê de napejirîne de jî ji holê rabikin. Hewceye em ji bîr nekin ku em eynika civakê ne. Bê guman li ser gotinan mirov dikare gelek xweş bike, bi xemlîne, lê rewşa li kolanan ne wisa ye. Ji bo wê jî nêzikatiyek li gor wê raber kirin girîng e. Ez dixwazim li vir balê bikşînim ser kurtefîlmekê ku dema derbasbûyî de di Roj TV de hatibû weşandin. Di wê kurtefîlmê de kesek bi navê Demokrat Hecî hebû. Di nava partiyê de qala mafê jinê dikir, ji bo mafê jinan têkoşîn dida maşandin, lê dema diçû malê zilm li hevjîna xwe dikir. Lazime kes nekeve rewşa Demokrat Hecî û li gor tişta ku bawer bike, tevbigere û li gor tevgerînê jî jiyana xwe birêxistin bike. Teqez yên ku ev kurtefîlm temaşe nekiribe niha meraq dike ka dawiya wê çawa bi encam dibe; bê guman Demokrat Hecî bin dikeve û ya bi ser dikeve jî jin û têkoşîna wê ye. Weki jinên Kurd di çi deman de hêvî û baweriya me xilas nebûye. Îro jî wek her demeke bi zor û zehmet cardin baweriya me ye têkoşînê di asta herî jor de ye. 

Lê pêwîste em vê yekê jî ji bîr nekin ku ji her demê zêdetir pêdiviya me bi xwe birêxistin kirina li ser bingehê bîrdozî û nasnameya jina azad heye. Yegane çareseri ev e. Yani li ser bingehê ferastek azad xwe rêxistinkirina jinê esas girtin e.

Hevşaradara Cizîrê