Di sedsala 21’ê de desthilatdarî ketiye bin lêpirsînê

- Zeynep ERDEM
662 views

Di vê sedsalê de xala ku herî zêde ketiye bin lêpirsînê û rewatiya xwe wendakiriye, her cureyê desthilatdariyê ye. Jiber ku civakan û di nava civakê de hemû beşan, bi taybetî jin û ciwanan ji destê desthilatdariyê, gelek êş û azar kişandine. Bê guman xwezayê jî para xwe ji êrişên vê pergalê girtiye. Pergala Moderniteya Kapitalist her tiştên li ser ruyê erdê, heta di bin erdê de jî xistine xizmeta desthilatdariya xwe. Di despêkê de dest avêtiye azadiya jinê û ji holê rakiriye. Bi vî awayî civak û xweza jî xistiye bin desthilatdariya xwe. Koletî li ser jinê ferz kiriye û pê daye pejirandin. Birêvebirina civakê jî wekî mafekî xwe yê rewa daye qebûlkirin û bi mirovahiyê daye pejirandin ku dikare xwazayê jî bi her awayi  bixe bin kontrola xwe û ligor dilê xwe bikarbîne. Ev her sê tiştên ku jiyanê didin mirovahiyê; yanî jin, civak û xweza di bin zext û zordariyê de dinalin. Bê guman ev zext û zordarî bi hêsanî nehatiye pejirandin. Lê di roja meya îro de weke saziyek desthilatdariyê xwe birêxistin kiriye û hewl daye ku xwe meşru bike.

Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dibêje; sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiya jinê. Bê guman pêşketinên di tekoşina azadiya jinê de rûdidin vê heviyê piştrast dike. Tevgera jina Kurd bi dehê sala ye, li Rojhelata Navin kar û xebata azadiya jinê, avakirina Netewa Demokratik dide meşandin. Bi jina birêxistinkiri bê guman civakek hem azad, hem jî demokratîk dikare were avakirin. Hêza civakê bi jinê dikeve tevgerê, berhemên giranbuha bi hêza jinê derdikevin holê. Ev yek herî zêde di nava Tevgera Azadiya Kurd  de hatiye îspatkirin.

Hêza ku bi jina Kurd derketiye holê û hemu cihanê bejna xwe li ber tewandiye, bi hemu jinan re heye. Tenê divê jin bi hêza xwe bihesin, wê hêzê bixin nava tevgerê û birêxistin bin. Di vê sedsalê de ji aliyê fikrî û pratîkî ve, jina Kurd ji azadiya jinê re pêşengtiyê dike. Lê lazime bi taybetî civakên Rojhilata Navîn di vi wari de hestiyar tevbigerin. Pergala mêrperest herî zêde xwe li vir birêxistin kiriye, herî zêde çanda jinê li vir hebûna xwe pêk aniye û herî zêde jî li ser vê axê jiyana azad ji jinê hatiye stendin.

Li aliyekî jin, di şexsê jina Kurd de, di şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê de ji xweliya xwe careke afiriye, di nava tekoşina azadiyê ya çil salî de xwe ji nû ve avadike, li aliyekî ve jî, li welateki weke Îranê mafê nefes girtina jînê jî, jê tê sitendin.

Di demekê de ku gelê herî kevnare yê Rojhelata Navîn, gelê Kurd bi berxwedana jinê di rojeva cihanê de cih digre, li Îranê jî jin nikarin li kolanan bimeşin. Di van demên dawî de li kolanên bajarên Îranê bi teşwîq û destê dewletê, nûnerên zihniyeta mêrperest, asît avêtin ruyê bi dehan jin, ew birindar kirin, îşkence kirin û seqet hiştin. Di qanûnên Îranê de herî zêde di vê demêde mafê jinan yê ku berê di asteke bilind de jê hatibu standin, bi qanûnên nû hê jî hatin tengkirin. Mînak; hin pîşe li jinê hatin qedexekirin, bi sedema ku jin karibin hê zêdetir wextê xwe bide zarokçêkirin û karê malê. Gelek jin bi van qanûnan ji kar hatin avêtin. Bi avakirina polisê exlaq ê taybet, bi destê jinan, cihan li jinan hate teng kirin. Ji bo fikir û ramaneke azad bi dehan jin têne darvekirin.

Ev xal xal hemu bê guman sedemên tekoşineke xurtir û radikal in. Lê mixabin em dibînin ku bi taybet li Îranê di vî warî de gelek kêmasî hene. Hem li hember dewletê hem jî li hember pergala zilam ku nikare ji hev qut werin destgirtin, tekoşineke xurt nayê dayin. Li hember asîtrijandina ser ruyê jinan, darvekirin û hrw… helwestek ku pergal şunde gave bavêje nayê girtin. Di pergalek wisade ti kes nikare azad bijî. Her kes hedef e, tenê heta rojekê dor were wan.

Lewra helwestek rast li hember vê pergalê, têkbirina vê,  di despêkê de, erka hemû û ciwana ye. Divê jin bi qedera xwe razî nebin û serê xwe netewînin. Li der û dora Îranê gelek tişt diqewimin, desthilatdarên cîran hemu bi şêwazekî hatin hilweşandin. Ev pergal li Îranê jî nikare demek dirêj xwe li  ser piya bigre û jin dikarin bi tekkoşîna xwe derzek biçuk di vê desthilatdariyê de vekin ku  dikare bibe sedem û destpêka ruxandina wê.

Mixabin di vî warî de hem li Rojhelatê Kurdistanê, hem jî Îranê di vi warî de jinê hera niha, li hember vê pergalê pêngavên mezin neavêtine. Bi sedan jinên Kurd tevlî nav refên gerilla bûne, di sengerên herî pêş ê ntêkoşînê de bi qehremani û  barxwedaneke mezin destan nivisandine. Lê di nava civakê de, bi jinan re,  di hêla pêşxistina hêza xweparastina cewherî de kêmasiyên mezin hene.

Ev yek di şexsê jinan de, civakê li hember pergala desthilatdar qels û lawaz dihêle.