Di têkoşîna azadiya jinê de destpêkek: Clara Zetkîn

- Berjin TEKOŞER
760 views

Ew pêşenga têkoşîna tevgerên jin bû ku rêyeke dirêj a yekitiya jinan dida destpêkirin. Jineke siyasetmedar, pêşenga tevgera sosyal demokrat a Elmanyayê bû. Di 5 Tîrmeha 1857’an de li Saksonya, Wiederau yê tê dinyayê, 20 Hezîrana 1933’an de li nêzî Moskovayê, li Arkhangelskoyeyê jiyana xwe ji dest dide. Babê Clara mamosteyê gund bû. Dema ku li dibistana Leipzig a keçan ders dixwend, tevlî Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD) ê dibe.     Bi penaberê Rusî, Ossip Zetkin re dizewice. Heya sala 1917’an bi awayek çalak di nav Partiya Sosyal Demokrat a Elman de kar dike, dovre beştarî partiya Sosyal Demokrat a Serbixwe ya Elmanya (USDP) dibe û di nav avakerên Spartakusbund an de cih digire, ev hevgirtin di sala 1919’an de veguherî Partiya Komunîst a Elmanya (KDP). Ji sala 1920’an heya 1933’an jî li Reichstag ê partiya xwe temsîl dike.

Her tim di nav têkoşînê de bû

Li ser qedexekirina tevgera sosyalîst ya di sala 1878’an a ji aliyê Bismarck de, di sala 1882’an de sirgûnê Zurich û dovre jî sirgûnê Parîsê tê kirin. Clara Zetkîn û hevala xwe Rosa Luxemburg di nav navên pêşengên çepa radîkal de cih digirtin. Di nîqaşên li ser revîzyonîzmê tevî Luxemburg ê, rexne li Eduard Bernstein digirt. Zetkîn di mijarên wek mafê dengdana jinê û derfetên wekhev de xwedî nêrîn bû, hewl dida tevgera jin a sosyal-demokrat pêş bixîne û di navbera salên 1891’an, 1917’an de jî edîtortiya rojnameya SDP’ê, rojnameya jin Die Gleichheit ê kir. Clara Zetkîn, di 26-27’tê Tebaxa 1910’an de, li bajarê Danîmarka Kopenhagê, di civîna jinan a girêdayî Enternasyonala 2. an, (Konferansa jinên Sosyalîst ên Navnetewî) ji bo bîranîna jinên ku di 8 Adara 1857’an de li febrîqeya tekstîlê de, di encama şewatekê de jiyana xwe ji dest didin, dixwaze ev roj wek “roja jinên cîhanî” bê pîroz kirin û ev pêşniyar di encama yekdengiyê de tê pejirandin. 

Ew yek ji wan şoreşgeran bû ku mînak dihat dîtin. Dayîka wê di nav têkoşîna femînîst a burjûva de cih digirt, bavê wê jî xwedî kesayetek komarparêz-demokrat bû. Claca pedagogek baş, nivîskarek jêhatî, jinek xwedî ferasetek jîr û bandorek fewqulade bû. Clara xwedî taybetmendiyên bi hêz ên rêbertiyê bû. Di heman demê de hêjarî û êşên mirovan ji kûrahiya dil de hîs dikir, li dijî neheqî, zext û xedariyê serî radikir. Ji ber vê çendêye ku jiyana xwe di rêya xêzan, bindest û karkeran de da, li dijî şer û mêtîngeriyê têkoşîn meşand.

Clara Zetkîn, di dema şerê cîhanê a yekem de, tevî Karl Liebknecht, Rosa Luxemburg û siyasetmedarên din ên SDP’ê ku xwedî bandor bûn, rexne li polîtîkayên Burgfrieden yên partiyê, mijara ku di dema şer de wê grev neyên çêkirin, hikûmet û  şer wê neyê rexne kirin, ku ev yek peymanek demî bû, dike.

Konferansa Navnetewî a jinê

Di desthilatdariya împaratoriya li Elmanyayê de, beştarbûna ji birêxistin kirinên siyasî yên ji hêla jin, xwendekar û şagirdên ku di dikanan de kar dikin, her wiha beştarbûna wan a civînên ku li ser siyasetê nîqaş tên pêşxistin, hatibû qedexe kirin. Ev zagon jî di sala 1902’an de qismî hat guhertin: Ji vir û şonde mafê jinan a birêxistinkirina siyasî hebû, lê bi şertê ku ji zilaman cûda be. 

“Jin ne bêgirta binketî a zilaman in; wek mirov xwedî têkoşîn û ji hêla înşayê jî xwedî huner û taybetmendiyên xas in. Enerjiya wê a ku ev çend bi zincîran hatiye girtin, serbest berdan, wê di serkeftina afirîneriya xebat û têkoşînê de xwedî bandorek mezin be.”  

Partiya Sosyal Demokrat a Elmanya yê, ji her çar aliyê Ewrûpayê bi sedan delege anîn cem hev û Konferansa Jinên Sosyalîst ên Navnetewî birêxistin kir û yekîneya jin a ku Clara Zetkîn pêşengtiya wê dikir, avakir. Lê belê li pêşiya birêxistinkirina jinên sosyalîst yegane asteng ne tenê sînordarkirinên zagonî bûn: Di raporeke wezîrê hûndirîn de ku di nav şoreşgeran de karê îstixbaratê dimeşîne, tê gotin, zilamên sosyalîst li hemberî tevlîbûna jinan a partiyê nêzikatiya “berxwedaneke pasîf” raber dikin.

“Di mijara keda jinê de, nêzikatiyên paşverû ên hin kesan û parastina nêrîneke paşverû, ne rewşeke ku mirov jê heyirî bimîne. Lê a ku herî zêde mirov heyîrî dihêle, ev e ku di mijara keda jinê de mirov di bera sosyalîst de jî rastê nêrînên wiha xapînok de tê ye…Hewceye sosyalîst vê yekê bizanibin ku ji ber rewşa ekonomîk a heyî, kar kirina jinê zarûriyeteke… Berê her tiştekê a ku lazime sosyalîst bizanibin, ev e ku koletiya sosyal an jî azadî, bi girêdanbûyîna ekonomî an jî serxwebûna wê ve têkildar e. (…) Çawa ku karkerek ji aliyê kapîtalîstekê de êsîr tê girtin, zilam jî heman tiştê bi serê jinê de tîne.”

Ew şervana şoreşê bû

Clara Zetkîn, zextên li dijî jinên karker ên di nav pergala kapîtalîzm de rexne kir û bi kareke wekhev, destheqeke wekhev, ji bo tevahiya mafên jinên karker têkoşîn meşand. Zetkîn, di heman demê de li dijî asteng kirina jinê a di qada siyasetê de jî têkoşîn da; durûtiya di nav zewaca burjûva de pêşan kir û bû parastvana mafê jinan a “xwedî li xwe derketin” ê. Zetkîn piştgirî da mafê zarokjiberkirin û kontrola ducanîbûnê ku hin ji pêşengên Partiya Sosyal Demokrat a Elman li dijî bû. Zetkin di heman demê de perwerdeya sekuler û têkel diparast. 

Clara Zetkîn, wek gelek jinên femînîst ên burjûva ji bo mafê jinê ê dengdanê têkoşîn meşand. Lê di têkoşîn û rêgezên xwe de tawîz neda; her tim bi jinên burjûva re ku piştevanî bi mafê dengdanê yê sosyalîstan dikirin, dida diyarkirin ku “bi hev re têkoşîn dana meşandin, lê di heman demê de, cûda meşîn jî pêwîstiyeke.” Pêşengtiya Zetkîn hişt ku sosyal demokrasiya Elman bi mafê dengdana jinan bibe yekemîn partiya siyasî a Ewrûpayê ku di bernameya xwe de cih dide mafeke wiha. 

Clara Zetkin bi jinên karker re di nav têkiliyeke kîp de bû. Pirê caran serî li malbatên karkeran dida û ji bo ku wan beştarî nav têkoşînê bike jî bi keyxweşî nîqaş dimeşand. Li ser jinên kedkar gotar dinivîsî, di rojnameyan de erka redaksiyonê hildigirt, her wiha di semîner, civîn û perwerdeyan de jî wek axaftvan beştariya xwe dida çêkirin. Di gotarek xwe de wiha bangî jinan dike: “Hevserên we li kuderê ne? Lawên we li kuderê ne? Di van heşt mehên dawî de li çeperan in. Ew ji kar û malên wan qot kirin… Armanca vî şerê ku we ber bi êşeke wiha de dibe, çiye? Ên ku aramiya welat ber bi tehlûkeyê de dibin kêne?”  

Li dijî îxanetê têdikoşe

Di sala 1914’an de, li şona ku nûnerên partiya sosyal demokrata Elmanya li sijî sermayedaran şoreşek karkeran birêxistin bike, li ser esasê piştgiriya Elmanyayê ya di şerê cîhanê a yekemîn de û erê kirina qirediyên şer,  Clara Zetkîn, tevî rêhevala xwe Luxemburg û pêşengên din ên çepgêr yên di nav partiyê de, li dijî vê êxanetê têdikoşe û vê îxanetê derdixîne holê. Di dema şer de hem Clara Zetkîn hem jî Rosa Luxemburg,  ji ber nerazîbûna xwe a li dijî şerê cîhanê a yekem  rastê sizayê girtin û sirgûnê hatin. Vê rewşê wê bihêla daku bi Lenîn, Troçkî re ku li dijî nêzikatiya gelemperiya endamên partiyê ku alîgirê şer bûn û bi pêşengên sosyal demokratên welatên din re bibe yek. Ev pêşeng, ji ber qerekterê riziyayî ê Enternasyonala duyem ku ji rêgeza herî girîng a Marksîzmê -karker çekên xwe di şerekê de li dijî karkerên din na, hewceye vê çekê bizivivîne sermayedarên netewa xwe- qot bûye, alîgirê avakirina rêxistineke  nû a navnetewî, Enternasyonala Komunîst bû û ev yek diparastin. 

Di navbera Clara Zetkîn û Lenîn de ku jê re erka amade kirina belgeyek di derbarê xebatek siyasî a di navbera jinan de hatibû dayîn, rêhevaltî pêş dikeve. Belge paşê wê di kongereya Komunîst a Enternasyonala sêyemîn de bihata erê kirin. 

Di navbera jinan de teza şerê siyasî

Clara Zetkîn bang li hemû partiyên komunîst ên cîhanê dike daku biryarên Enternasyonala. III jiyanî bike, têkoşîna şoreşgerî û ji bo înşaya şoreşgerî, birêxistin kirina girseya jinên dixebitin ciddî bigirin dest, li ser esasê belav kirina fikra komunîst di navbera jinên proleter de propaganda û ajîtasyonê pêş bixîne û beştariya van jinan a ji bo Partiya Komunîst asas bigirin, wan bixin tevgerê û vîna têkoşîn dana meşandinê deynin holê, xwe şarezar bikin û pêş bixînin. 

Clara Zetkîn, di mijara tenê bi propagandaya ji jinan re tê kirin sînordar nemînin û jinan wek mîlîtanên şoreşger bibînin, wê komunîst hişyar bikirana û wiha bigota: “Yekîneyên ku di navbera jinan de xebat didin meşandin, lazime vê yekê bizanibin û di hişê xwe de bigirin ku karê wan ji propaganda û ajîtasyona devkî zêdetir û xwedî naverokeke berfirehtir e. Pirsgirêka van yekîneyan a sereke -rêbaza herî bi bandor a di bin destê xwe de digirin- ev e ku bi rêya çalakiyan ajîtasyon pêş xistin û di tevahiya welatên kapîtalîst de jinan di hemû çalakiyên proleteryaya şoreşger û têkoşîna wê de, di grevan de, di xwepêşandanên kolanan û di raperînên çekdarî de bi awayek bi bandor teşwîq nake. 

Clara Zetkîn, di sala 1933’an de, li Rusyayê çavê xwe li jiyanê digre. Lê belê Zetkîn, her tim ji bo mafê jinên karker û sosyalîstan, ji bo birêxistinkirina wan têkoşa ye û wek şoreşgerekê di dîroka çîna karker a global de nemir dibe.