Divê dîktator Erdogan bê darizandin!

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
301 views
Meha borî serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghî got Erdogan dîktatore, lê ji ber berjewendiyan divê em peywendiyên xwe li gel bidomînin. Diyare êdî, dinya alem dizane û dibêje Erdogan dîktator e, di berdewama gotinê de lê berjewendî, lê fikarên kûr û hûr rêz dikin.

Lê piştî vê gotinê li gorî normên navnewî divê darez bikeve dewrê. Ka ew Ewrûpaya xwedî van norman. Lewma ne ji dil in, lewma nirx û pîvanên azadî, demokrasî û mafê mirovan binpê dikin. Lê li gel vê rê li her kiryara Erdoganê dîktator vedikin; ji bo berjewendiyan li gel kujer Erdogan di nava ‘hevsengiyên çêker’ de têkiliyên xwe radigirin. Tam jî li gorî vê polîtîkayê her tişt dimeşe, rayedarên Ewrûpaya ku çûn qesra Erdogan, bi şêwazê wî hatin pêşwazîkirin. Ekîba Erdogan protokola pêşwaziyê veguherandin vegotina rejîmê, ji rûniştinê heta daxuyaniya çapemeniyê bi peyamên dixwestin bar kirin.

 

Jinan ji bo darizandina Erdogan bi
sedhezaran
îmze berhev kirin

Rewş li wî alî wisa ye, lê jinên Kurd ji zû de ye hewl didin dinya vî dîktatorî nas bike, bizane. Heta bi vê jî nemîne, di dadgehên navnetewî de Erdogan ji ber sucên şer were darizandin. Ji bo vê di 25’ê Mijara sala borî de TJK-E’yê kampanya ‘ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ dest pê kir. Di çerçoveya kampanyayê de bi sedan çalakiyên cihêreng pêk hatin. Jinan bi hezar û yek rengî, li her welatê Ewrûpayê çalakî pêk anîn. Çalakiyan deng veda, tevî jinên Kurd ji tevgerên jinên Ewrûpî beşdariyek girîng çêbû. Kampanya îmzeyan ya ji bo darizandina Erdogan jî yek ji qonaxên kampanyayê ye. 17’ê Nîsanê encamên kampanya îmzeyan bi daxuyaniyekê, li bajarê Zurîh yê Swîsreyê hat eşkerekirin. Li gorî daxuyaniya TJK-E’yê di encama xebata 4 mehan de jinan 235 hezar û 272 îmze berhev kirin. Di nava demek wiha kurt de, di şertên pandemiyê de bi sedhezaran îmze komkirin encamek giring e. Jinan îmzeyên berhevkirî li gel 100 dosyayên suc yên ji bo darizandinê wekî sedem in, radestî NY û saziyên peywendîdar kirin. Bi vî awayî qonaxeke girîng ya kampanyayê bi encam bû. Ji niha şûnde ya girîng ew e jin hewl bidin di serî de NY, saziyên peywendîdar di çerçoveya normên navnewî de bixin tevgerê. Ji ber yên ku dizanin Erdogan dîktator e, berê wî didin gelan û jinan xwediyê heman saziyan in. Ya rastî karê jinan ne hêsan e, divê siyaset û saziyên Ewrûpayê ku eşkere dibêjin Erdogan dîkatore, jibo darizandinê îqna bikin. Kûrkirin û berfirehkirina vê kampanyayê enceq dikare vê encamê bi xwe re bîne.

 

Konaxa duyemîn a kampanyayê wê bi têkoşîna hiqûqî bidome

Kampanyaya ji bo darizandina dîktator Erdogan 100 sedem wê bi qonaxên din dewam bike. TJK-E diyar dike bi têkoşîna hiqûqî ew ê qonaxa duyem bidomînin. Di vê qonaxê de komkujiya Parîsê ku di nava 100 sedeman de ye wê derkeve pêş. Jin dê bi dosyaya Parîsê Erdogan li her qadê teşhîr bikin, hewl bidin rêya dadgehkirina wî vekin. Her wiha sucên şer yên li Efrînê tên kirin, destdirêjî, tecawiz û revandina jinan dê di rojeva kapmanyayê de be. Kampanya ji bo darizandina dîktator Edogan 100 sedem, wê bi xurtkirina naverok û çalakiyên kampanya KJK’ê ya ‘li dijî qirkirina jinê, dema parastina civak û jina azad e’ di nava hev de, bi berfirehî dewam bike. Di dawiyê de vê jî bêjim, TJK-E kedkarên kampanyayê, jinên li her deverê ji bo Erdogan were darizandin xebitîn silav kir. Ev giring e, jinên ji bo dîktator were cezakirin ked dane, her yek bi hezaran carî spasiyê heq dike. Erdoganê ku herî zêde êrişî jinan dike, wê bi destê jinan were darizandin. Ji niha de kampanyaya TJK-E’yê ev heqîqet nîşan da. Heta jin vî dîktatorî ne darezînin, wê sekin ji wan re tine be.

 

Kampanya dikare zêdetir bê berfirehkirin

Jin bi vê kampanyayê edaleta Ewrûpayê, norm û nirxên wê jî bi bîr dixin. Ku Ewrûpa naxwaze bibe koma bênirxan, wisa wekî li qesra Erdogan ziman lal û li ser piyan bênirx neyê pêşwazîkirin, divê rastiya heyî qebûl bike, li gorî hiqûqa navnetewî Erdogan darizîne. An ji zû de ye, Erdogan di wijdana civakê û jinan de hatiye mehkumkirin. Ya mayî ew e, jin bi pêngavên wiha rojeva darizandina dîktatorî her geş bikin, nehêlin li ber berjewendî û bazarên qirêj bikeve, were nixamtin. Ev kampanya li ser vî bingehî dikare hîn xurttir, di qada navnetewî de xwe rêxistin bike û bigehe encamê. Ne tenê sazî û tevgerên jinan, her wiha civaka Ewrûpayê, siyaset û raya giştî bi temamî dikare bi kîjan rêbazan tevlî naveroka kampanyayê bibe, di lêhûrbûna kampanyayê de bi ya min ev dê girîng be. Hele piştî gotina serokwezîrê Îtalyayê Draghî û pêşwaziya li Enqerê ya rayedarên NY, dengên dijberî peywendiya Ewrûpa û Tirkiyê jî di raya giştî û siyaseta Ewrupayê de zêde bûne. Gelo ev zemînê xurt dikare kampanyayê bike kampanyayek Ewrûpayê û heta jê zêdetir navnetewî?. Ev jî dimîne ser xurtkirin û berfirehkirina çalakiyên kampanyayê.