DIVÊ JIN PÊŞENGIYÊ BIKIN

- Newaya Jin
292 views
Jinên Kurd di 5’ê îlonê de li Hollanda di şêwrekê de li hev kom bûn. Bi vê şêwrê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya li Başûrê kurdistanê bi zelalî nîşan dan û di pêşxistina yekîtiya netewî û pêşîlêgirtina dagirkeriyê de rola jinan nîqaş kirin. Jinan gotin, bêguman em ne li derveyî qeyran û aloziyên li Kurdistanê ne.

Lewra bi dagirkeriyê, talanê, êrişên li ser sirûşt û nirxên sererdê û binerdê, bi guhertinên demografik, koçberî, siyaseta bişaftinê, qutkirina derfetên darayî rasterast erişî ser jiyana me jinên Kurd dikin. Di şêwrê de jinan rewşa ya li Bakur, Rojhilat, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û li derveyî welat raxistin ber pêş çavan û bi awayekî ji xwe bawer îdîaya xwe ya di pêşxistina yekîtiya di nava kurdan de anîn ziman. Jinên beşdarî şêwrê bûn ku ji rojnameya me Nêwaya Jin re axivîn bi israr îşaret bi girîngiya Yekîtiya Netewî kirin û diyar kirin ku eger ev yekîtî pêk neyê dibe ku Kurd destkevtiyên xwe jî wenda bikin. Lewra divê jin ji vê xebatê re pêşengiyê bikin.

 

Dayika Botan Fadîle:

Divê kurd alîkariya dijmin nekin

“Dijmin îro destê xwe dirêjî her derê kiriye. Mesela li Rojava zilm û zordariyek mezin tê kirin. Em jî bang li gelê xwe, li çar aliyên Kurdistanê dikin ku pişta xwe bi partiyên weke ENK‎S’ê û yên alîgirên dijminin rast nekin. Divê heskirinek cûda hebe. Divê gelê me li çar aliyên Kurdistanê bibe yek. Jin divê li her derê di nava çalakiyan de cih bigirin û ked bidin. Serok digot; divê herî zêde rojê em 4 saetan xew bikin. Ji ber ku dizane dijminê me çiqas hov e. Divê em jî wan gotinan baş fêm bikin. Li Rojava, Bakur, Şengal, Başûr û hwd. Êriş dibin ser gelê me. Lewra em jin ji bo yekîtiyê divê hêza xwe bikin yek û rola xwe bileyzin. Ferq û cudahî nexin nava hev. Em jin divê ne li gorî berjewendiyên partiyan, li gorî berjewendiyên netewî tevbigerin. Hêza Kurdan gelek e, ger em Kurdistanê rizgar bikin wê Kurd jî bihêz bin. Dijmin ji vê yekê ditirse. Dema em dibêjin Kurdistana demokratîk em ti ferq û cudahiyê naxin nava xelkan.”

 

Ji Başûrê Kurdistanê Nesrîn Ebas:

Dewleta Tirk li hemû Kurdan dide

“Hevkarên hev ên li dijî yekîtiya kurdan gelekin. Yek ji wan jî hêza duyemîn ya NATO Tirkiye ye. Li dijî vê hevkariya dijminan divê yekîtî bê avakirin. Ji bo vê divê em ne li gorî ziman, partî hwd. Tevbigerin, li şuna wê li gorî pêdiviyên gel tevbigerin. Hêza Kurdan li ku be pêwîste ji bo dijminê gelê xwe kar neke. Em baş dizanin ku eger PKK’ê ne li Başûr bûna jî wê Dewleta Tirk êriş bikira. Ji ber ku dijminê gelê Kurd de û Kurd li kuderê bin lê dide. Ji bo êrişan zêde bikin PKK’ê weke hicet nîşan didin. Weke Tirkiye, Îran jî rola xwe ya dijberiya yekîtiya Kurdan dilîze. Ev çi ji destê wan tê dikin da ku jin û gelê Kurd asteng bikin. Ez bixwe ne siyasetmedarim, Kurdistaniyek serbixwe me. Lê ez jî dibînim ku ger ev tevgera dijminane ya aliyên li Başûr dewam bike wê xeterî zêde be û aramiya li welêt bikeve nava xeteriyê. Li aliyê din jî divê jin biaxivin. Xwe ji koledariyê bi temametî rizgar bikin. Mixabin pergala 5 hezar salî bandor li ser jinan dike û îro jî bandora kapîtalîzmê gelekî li ser jinan heye. Lê divê jin bêjin ‘Qise bike’ û bêjin ‘Ez Kurdim, Kurd bûyîn e û divê ev her bê gotin”!

 

Ji Rojhilatê Kurdistanê Sebrî Bahmanî:

Divê em xwe biparêzin

“Ez endama KNK’ê me. Meseleya Kurd meseleyek gelek aloz e. Kurdistan dabeşî çar aliyan hate kirin. Divê li dijî parçekirina kurdan herî zêde girîngî ji yekîtiya Kurdan re bê dayîn. Em gelekî qala yekîtî û karên ji bo vê dikin. Gelê Kurd bi xwe yek e, lê aliyên siyasî ne bi vî awayî ne. Divê platformek bê avakirin da ku ev aliyên siyasî li hev rûnin û guftûgo bikin. Me bixwe dît hêzek ji derve weke DYE’yê çawa pişta xwe da Efxanîstanê û welat radestî Talîbanê kir. Eger gel bixwe ne yekgirtî be û xwe perwerde neke û amade neke, wê nikaribe Kurdistanê rizgar bike. Divê bi şêwazên cûrbecûr weke çekdarî, siyasî û her wekî din parastina xwe bixwe bikin. Dagirkeriya Kurdistanê ne tenê yê çekdarî ye, di heman demê de êrişên li dijî çand, ziman û hebûna gel e. Ji bo parastina Kurdistanê ne tenê yek rê heye, yek ji riyên têkoşînê jî ew e ku Kurdên li diasporayê dengê gelê xwe bigihînin deverên wek Neteweyên Yekbûyî û hemû berpirsyaran. Di serdema modernîteyê de jin êdî li malê rûnanin, li her aliyê Kurdistanê jin ji bo parastina qadên jiyanê di nava xebatan de ne. Li Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur jî têkoşîna jinan zaf girîng e. Ger jin dengê xwe bilind bike wê pêş bikeve. Li her dera lê, mînak li diaspora jî bi xwendin û pêşxistina hev bi plansaziyek xurt jin dikarin karên serkeftî pêş bixînin.”

 

Ji Bakurê Kurdistanê Aysel Çewliq:

Erk dikeve ser milê jinan

“Weke kurdan pêdiviya me gelekî bi yekîtiyê heye. Di dîrokê de şerê kurdan ên li beranberî hev di aliyê siyasî de tim bi kurdan da wendakirin. Em weke jinên kurd jî herî zêde dikarin pêşengiyê ji yekîtiyê re bikin Erk dikeve ser milê jinan. Em li her çar parçeyan di xalek hevpar de nayên gel hev. Ev di sedsala 21’an de bi me kurdan dide wendakirin. Gelek sedemên vê hene. Hin hêz bi hêzên dagirker re tevdigerin. Eger wiha rewşa parçebûyî dewam bike wê kurd wenda bikin. Li Rojava destkeftiyên kurdan hene, li Başûr heye. Eger em yekîtiyê ava nekin dibe em van destkeftiyan jî wenda bikin. Heta niha me dît ku di aliyê yekîtiyê de zilaman gav ber pêş ve neavêtin. Divê bi kêmanî em jî biceribînin. Nêrîna jinan cûda ye. Jinên her çar parçeyan rehettir dikarin werin gel hev.”