Divê li tu deverekê jin bêrêxistin nemîne

- Sandra KREIL
262 görüntüleme

Em xwedî ezmûnek a 12 salan in. Bi beştariya jinên nû a di nav rêveberiyê de û bi projeyên nû, em rojane guherînên nû di nav civakê de didin çêkirin. Bê guman ev guherîn û veguherîn jî rê li wekheviya jin û mêr a di nav civakê de vedike.    

Wekheviya zayendî 

Em wek Navenda Jinan a UTAMARA ev 12 sal in ku ji bo wekheviya zayendî kar û xebat didin meşandin. Li dijî tundiya li hemberî jinê û her wiha bi hemû jinên ku di bin bandora şîdetê dene, dîsan di nav rewşa penaberî û koçberiyê de dijîn, ji nêz de eleqedar dibin. Ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku me bi hev re, bi xebatek kolektîf, xwe gihan gelek serkeftinan. Lê belê ev nayê vê wateyê ku kar û xebatê tê meşandin, bes e. Kar û xebatên me ên di vê mijarê de tu caran xilas nabin. Rewşa jinan a li Elmanya û seranserê cîhanê bi gavên biçûk, lê saxlem, baştir dibe.       

Dema ku em alîkariya jinan dikin, rojane em rastê bûyer, yan jî bi şêweyên cûda ên tundiya li dijî jinê tên. Em wek çalakvan û xebatkarên UTAMARA, bi taybetî ji hêla hişmendî de hîn hestiyartir tevdigerin û em dema bi ser bûyerekê de diçin, em li ser rewş an jî bûyerê baş diponijin, li gor pêdivî û çawa destgirtina rewşê jî hîn baldar nêz dibin. Şîdet û tundiya li hemberî jinê heya radeyekê hat ku em li hemberî zêde bûn û hovîtiya vê şaş dinînin. Ev yek li ber çavê me, li ber çavê civakê tê kirin. Ji ber ku ev tund û tujî di asteke civakî de rû dide. Hema bêje di her asta civakî de, dîsan di nav her beşa civakê de rojena em rastê bûyerên tundiyê tên ku ev yek jî rewşa bi qeyran a civakê radixe ber çav an. Bi taybetî jî hejmara jinên ku di sala borî de li Elmanyayê hatin qetilkirin, em hejandin. Ev hejmar di asteke metirsîdar debû.     

Rêxistinkirina jinan girîng e

Li ber çav e ku li cihê ku jin hişyar tevnegere û birêxistinkirî nebe, li wir tundî li pêş e. Ji bo wê jî civakek bêrêxistinkirî ji hesas bûn û hişmendiya jinê dûr, civakek ji xwe hatî dûr xistin, ji xwe biyanî bûyî ye. Bi vî awayî bêdengiya civakê tê şikandin. 

Ji aliyê din, yek ji sedama van kuştinan jî pirsgirêkên malbatî û civakî ne, ev mijar hîn wek tabû tê dest girtin. Ji aliyekê avahiya malbatê ya baviksalar, irf û adetên kevneşop ên mîna zewaca bi darê zorê, zewaca di temenê biçûk de, berdêl, bûyerên travmatîk ên şer, koçberî, tundiya di nav malbatê, xemsarî, destdêrîjiya zarok an, ji aliyê din de jî pirsgirêkên ku bingehê xwe ji pergala kapîtalîst û baviksalar digirin, ên wek madeyên hişbir, nexweşiya lîstikan, grubên çete, pornografî û gandêrî ye. Ev hemû bûyer bi awayekê xwe di nav malbatan de dide der û têkiliyên malbatî hildiweşîne. Herê zêde jî jin bi bandora vê yekê dihesin.      

Ji bo vê jî encax li ser rêya ber bi civakek azad, serbixwe û bi tendirust, dikare ev pirsgirêk bên ziman û çareser kirin. Bêhêzbûyîn di nav malbatê de rê li bêçaretî û tundiyê vedike. Ev bêhêzbûyîn divê  bi rêya çareseriyên mayînde veguhere hêza li ser lingan mayîn ê. 

Ji bona vê jî pêwistî bi zanebûn û naskirina zihniyeta baviksalar û bandorên wê ên di nav hemû beşên civakê de heye. Her wiha ji bo derbaskirina vê zehniyetê jî bi biryarbûyîn hewce ye. Semîner û dersên ku em didin jinan, dîsan dersên bi jin û mêr ên bi hev re, gavek ber bi vê re ye.   

Bi vê re girêdayî, em jî ber bi kampanyaya Tevgera Jinên Kurd a bi navê ‘Şîdeta li hemberî jinê polîtîk e’ ve diçin. Em keyfxweş dibin ku em dikarin bi semîner û dersên didin, hesasbûyîn û hişmendiyek rast a di mijara şîdeta li dijî jinê de ava bikin. 

Pêdivî bi rast dest girtina pirsgirêkan heye

Ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê a li Rojheleta Navîn û zêdebûna şer li seranserê cîhanê, gelek malbat, jin û zarok di van salên dawî de bûne penaber û ketine ser rêya Ewrûpayê. Pêwîstiya wan kesan ji pêwîstiya jin û malbatên din ên ku bi salane li Ewrûpayê dimînin, ji hev pirr cihê ne. Ji aliyekê travmaya şer a ji ber tund û tujiya di nav şer de jiyane, ji aliyekê li ser rêya penaberiyê tiştên ku dijîn û rastê tên, di wan de rê li pirsgirêkên cidî ên derûnî vedike.   

Helbet li welatê wan tevgerên jinan bi hêz bûne. Ji ber ku ev jin li Ewrûpayê jî li ‘mafê jinan’ û ‘azadiya demokratîk’ digerin. Lê belê li şûna azadiyê, zayendperestiya civakî û xerabiyên li hemberî jinê a di nav civaka kapîtalîst de, di roja me ya îroyîn de rojane tên jiyan kirin. Yanî mirov rojane rastê van pirsgirêkan tê. 

Bi taybetî li vir girîngiya kar û xebata UTAMARA derdikeve pêş. Ji berê zêdetir niha alîkariya me a ji wan kesan re girîng dibe. A herê girîng jî alîkariya di mijara zimanê dayîkê de ye ku pirr girîng e. Tenê di sala 2018’an de, me karî xwe bigihînin zêdeyî 80’ê jinan û bi wan re bibin alîkar. Me li wan mêze kir û hewl da pêdiviyên wan ên di her mijarê re bibin bersiv. Di sê mehên destpêkê yên sala 2019’an de jî nêzî 30 jinan serî li me daye û ji me alîkarî xwestiye.       

Her roja ku diçe hîn zêdetir diyar dibe ku cihên wek navenda UTAMARA ji bo civakîbûn û tenduristiya jinan pêwîstiyeke ku nabe mirov dest jê ber de. UTAMARA cihê hevdîtina jinê a bi xwe reye. Jin dikarin ji civaka ferdperest derkevin û ji bo naskirina hêz û piştgiriya hevbeş a bi hev re, bigihin hev. Bi vî awayî jî wê tu jin ne bi tenê bimîne, ne jî wê ji hêz bikeve.    

Ji bo pêşxistina piştgirî û kolektîf tevgerîna jinan, me li herêmê projeya ‘Frauenwelten-Cîhana Jinan’ pêş xist. Di vir de kombûnên jinan, sohbet û nîqaşên wan bi awayek rêk û pêk tê lidarxistin. Jinên herêmê ji gelek welatên cûda tên cem hev û li ser mijarên cihê nîqaş dikin.   

Em xwe digihînin hemû jinan

Di kongreye 13’an a UTAMARA û hilbijartinên rêveberiya nû a di Sibata 2019’an de, bi birêxistinkirina hemû jinên çalak, saziyê xwe ji nû de birêxistin kir. Helbet berpirsyarî niha li ser milên jinên ku bi salane kar dikin û xwedî ezmûn in, her wiha li ser milê dayîkên ciwan û jinên ku nû hatine Elmanyayê ye; lê kar di nav hemû jinan de hatiye dabeş kirin. Hemû bi hev re proje û bernameyên nû pêşdixînin. Civînên bi jinan re berfireh bûne. Em hewl didin xwe bigihînin hemû jinan. Xebat zêdetir di nav herêmê de tê nasîn, lê ji aliyê gelek jinên cûda jî ev nasîn hat çêkirin. 

Ji xwe kongre bi beştariya jinên Kurd, Elman, Ereb, Elban, Tirk, Îtalî û Fars hat lidarxstin. Li ser rojevên cihê ên jinan hat sekinîn. Nîqaşên li ser heqîqeta jinê, pirsgirêkên koçberî û ezmûnên jê bê girtin, hat sekinîn. Her wiha li ser mijara zextên civakî ên li ser jinê ku ji berê zêdetir bûye, hat ravestîn û nîqaş hatin pêşxistin. Her yek ji wan jinan bal kêşand ser girîngiya piştgiriya jinan a hevbeş û ahenga wê a civakî… Ji bo vê, dîtin û berfireh kirina bernameyên perwerde û alikariya civakî pirr girîng e. Lê ji bo wê jî pêdivî bi hêzeke hevbeş a hemû jinan û saziyên wan heye. Ji ber ku navenda me bi tena serê xwe nikare têra bike û bibe bersiv.            

Li gorî nêrîna me, hîn zêdetir pêwîstî bi têkilî û hevkariya bi sazî, komên jinan ên li Elmanya û Ewrûpayê re heye. Her wiha li bajar û herêmê pêdivî bi projeyên civakî ên ji bo jin û zarokan heye. Ji ber vê jî em hewl didin ku ji hemû ezmûnên heyî feyde bigirin. Li ser vî bingehî em ê semîneran pêşbixînin. Her wiha em ê jî hewl bidin ku zanebûn û ezmûnên xwe bi komên din ên jinan, înîsiyatîf û meclîsan re parve bikin. Em dikarin ji ezmûnên hev sûd werbigirin.     

‘Jin demokrasiyê bi hêz dikin’

Sala 2019’an wê bibe sala guhertin û despêkên nû. Ji sala 2015‘an û şûn de, projeya me a bi navê ‘Jin demokrasiyê bi hêz dikin’ di meriyetê deye. Ji bo vê projeyê jî em bi mizgeft û dergehên din ên cûda re kar dikin. Her wiha xebata me a bi Federasyona Demokratîk a Elevî (FEDA) û Civaka Islamî ya Kurdistanê (CIK) re didome. Armanca vê projeyê pêşxistina danûstandineke demokratîk a di navbera malbat û civatên oldar deye. Di havîna îsal de wê ev proje bidawî bibe. Ev di heman demê de tê wateya nirxandina kar û xebatên çar sal an. Em ê encamnameyekê derxînin, tehlîl bikin û nîqaşên ka kîjan armanc ji bo dema pêş hewce û girîng in, pêş bixînin.          

Li gel projeyên demdirêj, semîner û xebatên rojane, niha xebatek me a ku bi rêk û pêk tê meşandin û bi awayek kevneşop, UTAMARA her sal dixe plansaziya xwe jî heye: Yek ji wan xebatan jî kampa jinên ciwan a bi ser navê ‘Jinên ciwan demokrasiyê bi hêz dikin’ e. Ji xwe îsal wê di navbera 21-27’ê Nîsanê de pêk were. Em ê di 15’ê Hezîrana 2019’an de jî cejna zarokan a “Keskesora Çandan” li Linz am Rhein ê lidar bixin. Dîsan di betlana havînê de em ê bi zarokan re di kampa zarokan a ji bo sê rojan bên cem hev. Her wiha ji bo hefteyekê jî em ê di kampê de bi dayîk û zarokan re bên gel hev. 

Em ê payîzê ji bo cara sêyemîn, di bin banê organîzasyona ‘Meclîsa Jinên Êzidî’, bi awayek hevbeş, ji bo komên jinên dilxwaz perwerdeya çandî û li hemberî trawmayê hestyarî, plansazî bikin.  

Bê guman her jinek dikare bi rêya maîl û telefonê agahiyên pêwîst ên di mijara bernameya me a salane de bidest bixe. Hûn dikarin ji bo ka di kîjan semîner an jî çalakiyê de cih bigirin jî daxwaza xwe a beştarbûnê bînin ziman. 

Hejmara me ya telefonê:  +49 2644 602424 û mail: [email protected]çorg

Çalakvana mafê jinan, sosyalpedagog û xebatkara Navenda Jinan a UTAMARA