Em ê bi zanist û rêxistiniya jina azad nirxên şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin

- Foza YUSİF
443 views

Şoreşa 19’ê Tîrmehê derbasî sala xwe a 9. dibe, di nav van salan de guhertin û veguhertineke mezin di warê civakî de çêbû, bi taybetî beşdarbûna jinan a nav şoreşê û di warê parastin, çandî, siyasî, hindekarî û perwerde, aborî û civakî de hişt ku jin mohra xwe li vê şoreşê bidin. Qehremanî û fedekariya jinan tevahî cihan mat mayî hişt û hêviya azadiyê li cem hemû jinên cihanê afirand. Yek ji sedemên ku hişt şoreşa rojava û têkoşîna wê evqas bandor bike û bala hemû cîhanê bikşîne ser xwe, teqez rola jin û beşdarbûna wê a çalak bû.

Dengê şoreşa jinê

Jinên Kurd bi xwebûna xwe civakek nûjen afirandin û di hindurê şoreşê de şoreş avakirin. Lewma mirov kare bêje ku bi sekna xwe, hewlest û têkoşîna xwe ji ronseansa Rojhilata Navîn re pêşengtî kir û ev yek bandora xwe li ser hemû şaneyên jiyanê jî kir. Jin li Rojava ne tenê dayik e, ew parêzvan e, ew siyasetmedar e, ew mamoste ye, ew hevserok e û ew aborînas e. Jin ji rewşa diyardeyê derket û bû kirde. Ji bo wê, mirov dikare di hemû tevna civakê de şopa tiliyên jinê , rengê wê, bedewbûna wê bibîne. Ew rengê reş û mat, êdî bûye rengeke keskesor û herderê jiyanê diteyisîne.

Dema ku jin zindî, zane û hişmendiya wê hebe ev rê vedike ku hemû jiyan û civak zindî bimîne. Û ev yek civakê ji nexweşiyan diparêze. Lêbelê berovajî vêya dema ku jin diyardebe, wê demê hemû nirx dibin diyarde û ev yek rê li pêşiya nexweşiyên kanserojen vedike. Bêguman dema ku em vê yekê dibêjin, ev nayê wê watayê ku me şoreşa jinê bi ser xisitiye û azadî misoger kiriye. Ji ber têkoşîna azadiyê tişteke wisaye ku divê tu her roj pêşbixî û rêxisitn bikî, hişmendiya wê ava bikî. Ji ber ku pergala desthilatdar tu caran napejirîne ku jin bibe xwedî vîn û azadî, ji bo wê jî ji xwe re wê wek tehdîd pênase dike. Lewma pir aşkereye ku divê mirov kêlî bi kêlî têkoşîna xwe xurt bike, pergala xwe pêş bixe û hişmendiya xwe a azadiyê kûr bike.

Naxwazin jin bibin hêza rizgariyê

Pergala modernîteya kapîtalîst ji her demê zêdetir îro şoreşa jinê mîna dijminê xwe şirove dike û ji bo ku ev şoreş nebe jiyan û çand, ne be moderîneteyeke azadîxwaz, çi ji dest tê dike û wê bike. Ev yek carnan vekirî û bi rêbazên şer û bêteşe tên kirin, carna jî heta dawiyê veşartî û li ser nixûmandî tê kirin. Di rastiya êrîşên li ser jinên Efrînê de mirov dikare vê yekê pir eşkere bibîne. Dewleta Tirk a faşîst li wê derê ji têkoşîna azadiya jinê tolê werdigre. Bi hemû rêbazên hovane êrîş dibe ser jin an. Kuştin, destdirêjî, revandin û şikence; ev hemû hêrsa wan a li dijî şoreşa jinê ye ku vedirêşin. Kiryarên ku li Efrînê tên kirin berdewama kiryarên ku li zindanên Amed ê, kiryarên ku bi salaye li dijî jinên Kurd ên gerîla tên meşandin in.

Dewleta Tirk a faşîst biqasî ku dijminê gelan e, ew qas jî dijminê jinê ye. Ji bo ku wê bandora jina Kurd a li ser cîhanê çêkiriye, pûç bike, van êrîşên hovane pêktîne. Ev şer eşkere ye, lê dîsa jî hêzên modernîteya kapîtalîst vê yekê nabîbîn û rola sê mayûnan dilîzin. Ev polîtîka pir bi zanebûn tê kirin. Hêzên desthilatdar naxwazin ku jin bibin hêza rizgariyê. Ji bo ku jinê ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin û wekî koleyan keda wê û hêza wê îstîsmar bikin, çavê xwe ji hemû tiştên ku dewleta Tirk dike, digrin û rê li pêşiya qirkirina jinan vedikin. Ev yek pir xetere, ji ber ku bi vî awayî dixwazin jinan neçarî xwe bikin. Şerekî qirêj li dijî jinan tê birêvebirin, ji ber baş dizanin ku mifta civakê jin e, ger te jin bidest xist wê hemû deriyên destwerdanê ji bo te vekirîbe.

Guhertina hişmendiyê gava herî sereke ye

Her wiha li kêleka vêya şerê derûnî û veşartî jî li dijî jinan tê meşandin. Bi rêya ragihandin û di bin navê berçav girtina kevneşopiya civak ê, jin tên kuştin, bi lêdanê re rû bi rû dimînin û mafê wê bi vî awayî têk dibin. Mînak li dijî zagona jinê ku ji hêla rêveberiya xweser a Cizîrê hatibû erê kirin, şereke mezin a derûnî tê meşandin. Ji bo ku mêr ji bo xwe fetwa derxin ji çil çamî av tînin. Dixwazin bi rêya şerê derûnî û gefên malbatê jinan dîl wergirin, zagonên paşverû bêxin meriyetê.    Di vê derbarê de berxwedaneke mezin heye. Heta hinek jin jî hene ku destek didin helwestên mêr û helwestên kevneşop. Carekedin derdikeve holê ku pêwîste em zanista azadiya jin, rêxistiniya wê, hişmendiya wê a civakî wek karekê ku nebe nabe bigrin dest û şev û roj ji bo afirandina wê bixebitin. Perwerde , hişmendî û guhertin gavên girîng in ku mirov  ji bo ber bi azadiyê ve here. Ji ber ku mirov biqasî xwedî rameneke azad be, ewqas dikare jiyan û têkiliyên xwe li gor wê biguhere. Lewma raman gelek girîng e. Em encax bi ramanên azadîxwaz dikarin jiyaneke azadîxwaz rêxistin bikin. Dema ez dibêjim hişmendî, ez behsa demagojî, behsa kesên ku hin tişt ezbere kirine û tenê diaxivin nakim. Na! Ez behsa wan kesan dikim ku birastî jî rastiya xwe a koletiya di nav dene pejirandine û ji bo bihorandina ji wê jî hewl didin, dikim. Ji ber ku carnan ziman gelek azadîxwaz e, lê jiyan û têkiliyên malbatî heta dawî paşketî û kole ne.

Pirsgirêk guherîn û veguherîna zîhnî ye

Ji bo wê jî rola akademiyên civaka azad, akademiyên jin, ragihandin û bi awayek rêkûpêk lidarxistina komcivînan evçend girîng in. Ev xebat ji bo şoreşa hişmendî û hizrandinê a di takekes de xwedî roleke mezin in.

Di dema Covîd-19 de, li bakur û rojhelatê Sûrî jin hatin qetilkirin, ev jî dide diyarkirin ku tevî hemû pêşketinan jî hîn hişmendiya mêrê desthilatdar xwe li ser jinê ferz dike û dema firsendê dibîne di cih de êrîşê jinê dike. Her wiha malbat bixwe jî hîn girêka kor e. Û têkiliyên di nava malbatê de gelek paşketi ne û ji ber weke qadeke taybet tê dîtin û veşartî ye, lewma gelek kiryar xwe dibin vê yekê de vedişêrin. Li gelek deveran hîna jî zagonên malbat, irf û kevneşopiyên eşîran derbas dibe.  Bi taybetî jî pir jinî û zewaca di temenê biçûk de pirsgirêkek bingehîn e. Tevî rewşa aborî a giran û pirsgirêkên mezin ên ku derdikevin, hîna jî di bin navê ol û hin caran jî di bin navê irf û kevneşopiyan de ev cureyên zewacê tên parastin, ji bo ku guhertin û veguhertin çênebe berxwedaneke mezin heye.

Li gor wan, ‘jin milkê malbatê’, ‘milkê eşîrê ye’, lewma ew di derbarê jiyana xwe de nikarin biryar bidin, malbat û eşîr di derbarê jiyan û çarenûsa wan de biryar dide. Jixwe dema rewş ev be, ev yek rê li êş û nexweşiyên mezin ên civakî vedike. Ji bo wê, hişmendiya azadiyê carekedin wek pêdiviyeke jiyanî derdikeve pêşberê me û mirov dikare bibêje, wek tevgera jin her çiqas têkoşîn û hewldan hebejî, lê di vê mijaran de em hîn pir kêm dimînin ku ev jî mijareke girîng a rexnedayînê ye. Di warê rê û rêbaz de jî divê em xwe hîn dewlemendtir bikin û bizanibin ka em çawa bandorê li ser şaneyên civakê bikin, em çawa çanda azadîxwaz derbasî her malbatê bikin, xwe bigihînin her deverekê û rê li kuştinên jinan bigrin.

Têkoşîn bi qadên birêxistinkirî pêkan e

Yek ji mijara din jî  ku ez pir girîng dibînim, rêxistin kirine. Li kêleka hişmeniyê rêxistin jî gelek girîng e, ciyê ku jin rêxistinkiriye û xwe bikare biparêze jî qadên rêxistinkirîne. Li cihên bi vî rengî jin dikarin xwe bawer bin û têkoşînê bilind bikin. Her wiha rêxistin bandoreke mezin li ser mêr jî çêdike û zextê avadike. Dema bi hezaran jin beşdar dibin, ev yek hêz dide jinên din jî ku gav bavêjin û di mêr de jî rê li guhertinê vedike. Ji ber ku ev yek dibe zexteke civakî û rastiyeke ku êdî ew jî nekare jê bireve.

Di dema destpêka şoreşê de YPJ’ê, HPC’ ê (Hêza Parastina Civakî) pir nedihate pejirandin. Lê belê dema ku bi hezaran jin beşdarbûn, hebûn û tevlîbûna xwe dan çêkirin, vê yekê di nav civakê de rê li guherînên mezin vekir. Vê hişt ku gelek kes nêrîna xwe biguherînin. Hişt ku gelek jin jî bi wêrekî nêz bibim, di jiyana xwe de guhertinê çêbikin û tevlî şoreşê bibin.

Jixwe sazîbûyîn wek perçeyek rêxistinê pir girîng e. Qadên jin ên taybet mîna malên jinan, gundê jinan, ciyê ku ji bo jinên bi tund û tûjiyê re rû bi rû dimînin, navedên jin, meclisa dadê a jin ê, hatin avakirin. Van hemûyan ji bo jinê rêyeke nû vekir ku mehkumê pergala mêr nebin; ji ber hem êdî cihê ku bikarin pirsgirêkên xwe vebêjin û çareser bikin, hebûn, hem jî cihên ku jiyana xwe lê bidomînin hatibûn avakirin. Yanî jin êdî ne neçar bû ku her zilm û zora mêr bipejirîne. Ev jî gelek girîng e. Lebelê divê ku mirov xwe bigihîne hemû jinan û rêxistin bike, jin bizane ku ew xwedan rêxistin û xwedan hêz e; ji bo ku tirsa li ser xwe rake û bi wêrekî doza mafê xwe bike. Hewceye em jibîr nekin ku rêxistina mêr û saziyên wî gelek xurtin. Mêr paşverûtiya xwe di hemû qadên jiyanê de serwer kiriye û ne hêsane ku mirov li hember vê yekê şer bike. Lê têkoşîna ku em di her qadekê de bidin wê rê li vê serweriya mêr bigre. Lewma rêxistinbûyîna jinê mercekî bingehîne ji bo ku em di têkoşîna xwe de encam bigrin.

Bê parastin nabe!

Parastin jî yek ji mijarên sereke ye ku divê weke jin em hertim xurt û nûjen bikin. Parastina axê, parastina çanda xwe, parastina fîzîkî, parastina derûnî, parastina hiqûqî, ev hemû tiştên ku ger nebe nabe ne. Bê welat em nikarin azadiya xwe biparêzin, jixwe rewşa ku li Efrînê rojane em jiyan dikin vê yekê dide diyarkirin. Ne jin, ne jî mêr dikare di nava dagirkeriyê de azad bijî. Ji ber dijimin dest davêje hertiştî, lewma parastina axê û welat parastina azadiyê ye. Jin divê xwedî hişmendiya parastinê be. Jin biqasî ku hêza parastina xwe xurt bike ewqas kare azadiya xwe biparêze. Jin weke  gilokên sipî  ê ku çawa canê mirov ji mîkroban diparêze, di warê parastina civakê de jî xwedî heman rol e. Ger ev dîwar lewaz be, wê demê tevahiya civakê bi nexweşiyên giran re rû bi rû dimîne. Ji ber ku jin zarokan û nifşê nuh xwedî dike û perwerde dike. Biqasî ku jin azad be, têrker be, ewqas dikare mirovekî azad biafrîne. Lê jineke paşketî civakek paşketî û bê parastin dihêle.

Rola jinê di parstina civakê de gelek girîng e. Ew dijezehra li himber êrîşên çandî, fîzîkî û derûnî ye. Şerê li dijî DAİŞ’ê ev yek pir baş raxist ber çav an. Her wiha hebûna çalak ya jinan hişt ku em tevî hemû zor û zehmetiyan Şoreşa Rojava biparêzin. Ger nêviyê civakê lewaz, belav û nezan bûya, bêguman me nedikarî ewqas liberxwe bida. Jixwe dayikên şehîdan hêza herî mezin a şoreşê bûn.   

Bêguman mirov dikare bibêje ku rola jin a di nav civakê de herî baş bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê de derket holê. Şoreşa ku jin têde ne pêşeng be, ew şoreş ne pêkan e. Me di van salên kin de gelek encamên mezin bidest xistin. Lê şoreş hîn jî dibin xeteriyên mezin deye. Lewma pêwîste em wek jin xwe û civaka xwe amade bikin ku xwe bikaribe biparêze. Ger em her roj şoreşê nû nekin, em di xwe de nûjen nekin û vîna wê ava nekin, em ê nikaribin van xeteriyan pêşwazî bikin. Ji bo ku ev şoreş mayinde bibe, hişmendî, rêxistin û parastin biqasî av û nan hewce ye.