“Em we ji bîr nakin, têkoşîna we didomînin’’

- Newaya Jin
362 views
Şoreşa azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya jinê pêk tê. Lê desthilatdariya Dewleta tirk a dagirker a di bin dîktatoriya zilamê zalim, zordar û faşîst Tayîp Erdogan de bi êrişên xwe yên li ser jinan nîşan didin ku bê çiqasî ji hêza jinan ditirsin. Ji ber van êrîşên faşîst bi hezaran jin ên tekoşerên azadiyê di zîndanan de li ber xwe didin.

Di vê hêjmarê de em ê cih bidin çend nameyên jinan ên li derve xebata xwe didomînin ku ji jinên di zîndanên Dewleta Tirk a dagirker de ne, nivîsîne.

Nameya Meral Kuçuk ji bo Parlamentera berê ya HDP’ê Edîbe Şahîn ku di zîndana Kandira ya  Kocaelî ya Tirkiyê de ye. Ma bi xer waya delale alwoza Edîbe Şahîn;

Omed heskerdena, omed haskerdena welatiya, omed heskerdena zon û kulturê xo ya. Ez kî na omeda xo resnon to. Çituriya, weşiya to-sima pêrone çituriya? Bi raya na nameye, to zerrî ra virare kon, to rê, alwozê ke lewê to der ê înan rê kî silamanê xo van. Zey ke yeno zonayene sima bi serrano werte çor dêsan de xover danê, qûweta ke sima canûkan de ra ma,

rê bena diyax. Hevala erciyaye, hometa ma hetê ra yena qirkerdene, hete ra kuna raya goçî, hetê ra kî na rejîma faşîstî mîleta ma pêro kerde are û est hepisxaneyan. Niya wazenê heyf bicêrê. Çi ke qerardariya kurdan, dawa xo rê giredayena kurdan rê hêrs benê. Hama ma zoneme ke tewr jêde kî ceniyan ra tersenê. Zonê ma Kirmancî bi saya emegê ceniyan resa roza ewroyînî. Ewro kî virniya zilmê înan de cenî vindenê, hemverê înan vejyenê. Coka canûkanê ma ra qehrînê, tersenê.Hevala Edîbe, teyna însonê ma binê zilm de niyê, kemer-kûçe, welatê ma, hard û çemê welatê ma kî yenê talan kerdene, cirmo ke însonê ma oncenê nêno ra zon ardene. Dûstê nînan de vindertis tewr jêde kî çîp vindertisê ceniyan, mezgê ceniyan hukumdaran rê beno dert û ters. Canûke ke dawa însoniyê ra nêtexeliyayî, ceniyê ke serva kamiya xo bi qûweta xo guriyayî, sima pêronê zerrî ra bi heskerdena pîle virarê kona. Qayitê xo bi, jûbin biseveknê, canweşiya sima wazon, serkewtise yê xoverdayoxan o, hata raya de bîne xatir bi to.

Nameya rojnamevan Hêlîn Uzel ji bo jina ciwan Sevîm Akdag ya ku hat girtin.
Merheba Sevîm;

Bêguman derfeta me ya hevdîtinê çênebû. Bi telephonê em bi hev re axivîbûn. Nizanim ez ê bêm bîra te yan na. Lê tu pir baş tê bîra min. Cara yekemîn bû ku min ê ciwanekî Kirmançkî dizane bi rêya te beşdarî bûltena nûçeyan bikira. Lê mixabin ji ber ew ciwan hatibû girtin nikarîbû beşdar bibe. Lê ev mijareke din e. Dema cara yekemîn ez bi te re axivîm, ew rûhê dînamîk ê ciwantiyê min di te de his kiribû. Ev rûhê te hiştibû ku samîmiyetek û li hev re nêzîbûnek çêbibe. Em dizanin ku beşên herî dînamîk ên civakê ciwanin. Ji ber ku pêşengên pêşeroja me ciwanin. Ji ber vê ye ku pergal li gorî xwe dixwaze şêwazekî bide ciwanan. Dema nikare vê yekê bike jî vê carê

polîtîkayên şer ên taybet dixe dewrê: Madeyên hişbir, fihûş, destdirêjî, destavêtin…Bi vî awayî hewl didin ciwanan ji gel, civak û kokên wan qut bikin. Yên li hemberî van polîtîkayan derdikevin jî tên girtin, îşkence kirin û dixin bin zextê.

Hevalên we li derve têkoşînê didomînin

Lê ez dibînim ku rûxmê tevî van hemû êrişan jî ciwanên li dijî zext û zodariyê derdikevin hene. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ciwan di nav livûtevgerê de ne. Hevala Delal Sevîm, yek ji wan jî tu bûyî. Te serî netewan û bi xebatên rûhê têkoşînê di nav ciwanan de zîndîtir bû. Bi ti awayî xebatên te ne sûc bûn. Lewra tû endama desteya Rêveber a navenda partiyekê û endama meclisa ciwanan bûyî. Te tenê di çerçoveya erka xwe de xebat dida meşandin. Li hemberî polîtîkayên şerê taybet û pêkanînên faşîzan tenê te weke miroveke di ferqa berpirsariyên wîcdanê xwe de tevgeriyayî. Dixwazim tu bizanibî ku li derve hevalên te yên têkoşîna te bidomînin û te ji bîr nekin hene. Ji dil û can te himbêz dikim, silav û hezkirinên xwe rêdikim.

Nameya Cahîde Bulut ji bo Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kışanak ku di zîndana Kandira ya Kocaelî ya Tirkiyê de ye, nivîsandiye.
Slav jina delal û rêzdar Gultan Kişanak;

Salên dûr û dirêje hem di zîndanê de hem jî li derve we têkoşîna xwe meşand. Lê we ti carî li hemberî zext û zordariyê serî ne tewand û doza xwe ne terikand. Beyî ku hûn cewaziyê têxin navbera gelan, olan û zimanan ji bo xuşk û biratiya gelan bê rawestan têkoşiyan. Mirovên wekû we niha di zîndanê de ne. Ev jî bêedaletiya li Tirkiyê dide nîşandan.

We pergala desthilatdariya zilam qebûl nekir

We got; bila wekhevî, edalet, demokrasî, jiyanek

baştir hebe li welat. Pergala desthilatdariya zilam we qebûl nekir. Li cîhanek nirx nadin jinan, we û hevalên xwe astengiyên heyî hilweşand, bi hêvî û bawerî di pêşvebirina mafên jinan de rol leyst. Kuştina jinan, destdirêjiya li ser zarokan roj bi roj zêde dibe. Li hemberî van kiryaran bi cesaret hûn tevgeriyan, bê tirs we hewl da ku pêşî li van bûyeran bigrin. Tevî hewldanên pêşîlêgirtinê jî hûn nesekinîn, axivîn û di refên pêş de we cih girt. We û hevalên xwe bi nasnameya jinane nîşan da ku heta yekîtiya jinan çênebe, jiyana azad jî ne gengaze.

Weke hûn dizanin niha jî jin di nava têkoşînê de ne. Em di meha Adarê de ne û jinên li derve jî bi biryardarî têkoşîna xwe ji bo têkbirina dîktator Erdogan didomînin. Bi taybetî girtiyên azadiyê yên di zîdanan de ne jî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe li ber xwe didin. Di zîndanê de li dijî neheqiyê, bêhiqûqiyê dengên xwe bilind dikin.
Ez dixwazim ji were bêjim ku dilê min jî li gel we jinên ku li dijî neheqiyê li ber xwe didin lêdide.
Bi silav û rêzên min

Nameya Azê Botan a ji bo girtiyên azadiyê yên li girtîgeha Gebze ya Kocaelî ya Tirkiyê ne nivîsandiye.

Hevalên hêja, bi hestên germ 8’ê Adara we pîroz dikim. Hêvîdarim di rojên pêş ên azad de em bi hev re vê rojê pîroz bikin. Pêşî bi vê hêviyê we hemûyan himbêz dikim. Meha bûharê ye. Jin bi boneya 8’ê Adarê dadikevin qadan û peyama ‘ji bo guhertina cîhanê hêza me heye’dibêjin. Hevalên min ên hêja, bi vê boneyê em jî di nav gurahiya kar de ne.

Li Garê serkeftinek dîrokê hate bidestxistin

Min dixwest ji der ve hin nûçeyên xweş bidim we. Lê qeyran û kaosek piralî heye. Êdî ev rewş bûye bunyewî. Li hemberî êrişên faşîzma AKP/MH’ê gelê kurd û hêzên demokrasîxwaz di nava berxwedanê de ne. Sala 2020’an bû sala têkoşîn û şerekî dîrokî. Ji niha ve diyar e ku ew ê ev têkoşîn di sala 2021’an de jî bi gurahiya xwe dewam bike. Tevî her tiştî dikarim bêjim ku hêvî û baweriya me zêde ye. Bawerim we jî şopandiye. Li Garê serkeftinek dîrokî hate bidestxistin. Gel ji vê serkeftinê gelekî moral girt û ev serkeftin li her derê hate pîrozkirin.

Hevalên min ên hêja;

Ez ê zêde dirêj nekim. Ew pirtûkên we xwestibûn min şand. Hêvîdarim di demeke kin de gihaştibe destê we. Di nameya xwe de we gotibû ‘me gelek tişt xwestin’. Ti carî bila fikrek wiha nekeve serê we. Hevalên min, her dem hûn dikarin pirtûkan bixwazin. Lı xwe baş binêrin. We hemûyan yek bi yek bi rûhê Garê himbêz û maçî dikim.

Hinek navnîşanên jinên kurd ên Parlamenter, hevserokên bajaran û hevşaredarên HDP’ê yên di zîndanên dewleta tirk de ne wiha ne.

– Fîgen Yuksekdag, Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim, Sebahat Tuncel, Aysel Tugluk, Gulten Kişanak, Nûrhayat Altun û Edîbe Şahîn li girtîgeha Kandira ya bajarê Kocaelî ya Tirkiyê ne.

Leyla Guven, Remziye Yaşar li girtîgeha jinan a Elezîzê ye.

– Ayla Akat, Dîlek Yagli, Emîne Beyza Ustun, Melîke Goksû, Zeynep Sîpçîk, Şervîn Karakoç, Dîlek Hatîpoglu, Mukaddes Kubîlay, Sabîte Ekîncî, Berfîn Ozgu Kose, Bîrcan Yorulmaz, Emîne Ayna, Pervîn Oduncu li girtîgeha jinan a Sîncan a Enqerê ne.
– Gulîstan Oncu, Mulkiye Esmez, Nîlufer Elîk Yilmaz, Sara Kaya li girtîgeha jinan a Tarsûs a Mersînê ne.

-Şevîn Alaca jî li girtîgeha tîpa T ya jinan a Amedê ye.