Êrişên li dijî ziman û hişmendiya gelê Kurd

- Roza METÎNA
423 views
Yek ji kelehên berxwedanê ya gelê Kurd perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Lê di her serdema perwerdeya nû de zarokên Kurdan li Bakur û Rojhilat ji mafên xwe yên rewa bêpar tên hiştin. Fatûreya şaşiya polîtîkayên serdestan dîsa li zarokan tê birîn. Bi vê yekê rêgezên gerdûnî û neteweyî tên binpêkirin.

Her wiha bi polîtikayên xwe yên tadeyê li zarokan dike di heman demê de desthilatdariya mêr diparêze û civakê jî diçewisîne. Bi vê yekê tenê xizmet ji sîstema kapîtalîst re tê kirin û derfeta kuştin, tundî, newekheviyê ji bo sîstema kapîtalîst tê avakirin. Di heman demê de bingeha sûcên tên kirin jî kûrtir dibe. Çimkî dema di nava civakekê de wekhevî, aramî tune be sûc jî zêde dibe. Sûcekî mezin a sîstema li Bakur desthilatdar e, bêparhiştina zarokan a ji perwerdeya zimanê dayikê ye.

Zarokan li gor birdoziya xwe perwerde dikin

Birdoziya fermî ya ku hêza xwe ji nîjadperestiyê û faşîzmê digire li Bakur serdest e. Ev birdoziya aloziyê û şerê kapîtalîzmê xurt dike û rehên wê li cîhanê belav dike, destûrê nade ku zarokên kurd bi zimanê dayikê perwerdeya xwe bibînin û di heman demê de jî bi hêzeke mezin êrişî ziman û çanda gelê Kurd dike. Qaymeqamtiya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê bi hinceta “ewlehiyê” lîstika şanoya bi Kurdî yên bi navê ‘Bêrû’ di meha Cotmehê de qedexe kir. Ji bo wan ‘ewlehî’ pêşneketin û tunebûna zimanê Kurdî ye. Ji bo wan “ewlehiyê” pişaftina zarokên Kurd in. Loma jî dixwazin zarokan li gor bîrdoziya xwe perwerde bikin û bi tu awayî mafê jiyanê jî nadin gelê Kurd. Niha bi hinceta pandemiyê jî gef û lîstokên ku li dijî gelê Kurd dikirin meriyetê kûrtir û sortir bûne.

Ziman bingeha hunerê ye

  1. W. Nietzsche dibêje ‘Heger tiştekî ku me bikaribe ji mirina di destên rastiyê de rizgar bike ew jî huner e’. Ziman jî bingeha hunerê ye. Lê belê nîjadperest vê yekê her ji xwe re dike alavê berjewendiyê. Tedbîr û stratejiyên parastinê ya gelê Kurd jî divê di wê astê de be ku bikaribe zimanê xwe li dijî lîstok û konektiya sîstema desthilatdar û dijminatiya gelê Kurd dike, biparêze. Yan na ew ê gelê Kurd ji zimanê xwe bêpar û di nava du çeman de her tî bimîne.

Li ser tunebûna me ji xwe re hebûnekê ava dikin

Niha bi êrişa li dijî Zimanê Kurdî û ji her aliyan êrîşa li ser gelê Kurd tê xwestin ku rewşeke depresîf bê avakirin û Kurd ji xewin û xeyalên xwe dûr bikevin. Lê belê wekî kulîlka lotûsê ya di nava çiravê de jî dikare xwe nû bike û pelên wê dibiriqin, divê em li dijî hemû qirêjiyên li dijî ziman û çanda me, xwe biparêzin. Li dijî feraseta ku bi êrişa li ser ziman têr nabe û nirxên me didizin û ji xwe re dikin mal, divê em ji her demê bi hêztir bin. Îsmaîl Beşîkçi bi xwe dibêje ‘Tirk li ser mîrateya çandî û hunerî ya Kurdan rûniştine û li ser vê yekê jî xelat girtine.’ Li ser tunebûna me ji xwe re hebûnekê ava dikin. Çeka wan a herî bi hêz jî feraseta wan a li dijî ziman û bîrdoziya me ye.

Feraseta mêtinger ziman û hişmendiyê hedef digire

Feraseta mêtingeriya xwe li ser aloziyê xwedî dike, hem laşê me hem jî hişmendiya me dike hedefên herî berbiçav. Ev feraseta mêtinger hişmendiya me bi êrişa li ser zimanê me hedef digire. Bi rêbazên îşkenceyên cur be cur nêz dibin. Li gundê di navbera Şax û Bêşebabê de Servet Turgut û Osman Şiban hatibûn binçavkirin û piştre li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hatin tedawîkirin. Derket holê ku Servet û Osman ji helîkopterê hatine avêtin. Walîtiya Wanê piştî 10 rojên derbarê bûyerê de daxuyanî da û got “li gor usulê hatiye muhafazakirin”. Bi vî rengî walîtiya Wanê nexwest îşkence bê dîtin. Rojnamegerên ku ev kirin belge jî hatin girtin. Li Tirkiyeyê kesên ku doza zimanê xwe dikin, rastiyê derdixin pêş çavan, kesên xwezayê diparêzin û li dijî tundiyê derdikevin tên cezakirin.

Hêrs û êrişeke mezin li dijî ziman heye

Êrişa hem li dijî ziman hem jî li dijî laşê gelê Kurd parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet in. Ji bo hişmendiyeke neteweyî û bîrdoziyeke hevpar pêş bikeve ziman wekî dilopeke ava di nava çolê de ye. Loma hêrs û êrişeke mezin li dijî ziman heye. Bi hêza dewletbûyînê her zimanê Tirkî li pêş e û ev jî di nava civakê de dibe sedema biçûkdîtina Zimanê Kurdî. Di heman demê de têkçûyina civakî-derûnî rû dide. Loma divê şoreşeke hişmendiyê di warê ziman de pêş bikeve û dayik di ferqiya rol û mîsyona xwe ya girîng de bin. Mamosteya yekem ku parastina nirxên civakî hînî zarokên xwe dikin jin e. Ziman bi teşiya destên dayikan tê hûnandin. Divê dayik di wê hişmendiyê de bin ku zarokên du zimanî dizanin behreya wan a empatiyê pêş dikeve, hafizaya wan xurtir dibe, behreya kirina çend karan a bi hev re pêş dikeve. Lê belê gelek dayik zarokên xwe ji zimanê dayikê bêpar dihêlin û tenê bi zimanê Tirkî mezin dikin. Dayikên nizanin Tirkî, zarokên bi Kurdî nizanin mezin dikin. Ev jî ji bo pişaftinê dibe bingeheke xurt.

Divê jinên serkeftî mînak bên girtin

Divê jinên serkeftî mînak bên girtin. Jinên di dîrokê de navê xwe bi awayekî serkeftî dane nivîsandin, dema wekî mînak bên girtin ew ê hîmên xurt ê têkoşîna ji bo doza ziman bêtir derkeve pêş. Helîme Xatûn a ji bo bi rêvebirina Hukumeta Hekariyê xwedî gotin bû, jinên Eyubiyan ku di dîrokê de tiştên gelekî hêja kirine dema mînak bên girtin, wê demê hêza me ya li dijî êrişên li ser ziman û hişmendiya Gelê Kurd ew ê xurtir bibe.