Evîna ku li çiyayan olan dide

- Axîn VIYAN
415 views

Germahiya dayîka xwedawend di her hilhatina Rojê de hembêz dike bazên azadiyê. Li war û wargehên cengê hebûn digihêje wateya evîn ê. Heqîqet di her gavekî de, li zinarên herî asê, di çav û dilê şoreşgeran de jiyanî dibe, lewra ew heta henaseyên dawî ji bo parastina nirxên gelê xwe bûn remza şerê rûmetê. Di bexçeyên heqîqetê de bûn nîşaneya eşq, hêvî, ked, fidakarî û fedayîbûnê da ku ji bo zarokên vê axê wargeh û demên azad biafirînin. Ji ber vê yekê ye ku zarokên vê axê bi çiyayên herî asê bawer dikin. Li hember Dehaqên zalim bi hezaran keç û xortên wêrek li çiyayên Kurdistanê wek Kawayên hemdem dîroka gelên azadixwaz dinivîsînin.

Rengê azadiyê ye li asoyan tê xûyan

Ew di rêya parastina nirxên mirovahiyê de bê ku dudilî bijîn, canê xwe feda dikin. Li lûtkeyan awazên azadiyê bi dengê berz û rengê keş olan dide. Li çiyayên Heftenînê, warê Viyan, Sakîne, Dersîm û Berxwedanan dîlana azadiyê digerînin. Li navsera Xanturê dengê dilê Rûbar, Amara, Berfîn, Çekdar û Bêrîtanê ye ku wiha gur digihêje Cûdî. Zinarên geliyê Pîsaxa bi ziman dibe û evîna cangoriyan vedibêje. Wateya rêhevaltiya Amara û Berfînê xîz dikin bi rengên keskesor li her çar demsal an. Ew ji bo zarokên çav bi hêvî bûn baweriya azadiyê. Bi hêviya tolhildanê, li bilindahiya Xanturê dengê azadiyê bilind dibe û xwe digihîne Roj ê.

Geliyê Pîsaxa qîrîna berxwedêran digihîne stêrka gelawêj, dayîkan lorîn digerandin û bi dengê dilniya tilîliyan. Awazên bi coş ji nava dilê Rubar, Bêrîtan û Amarayan de bilind dibe. Pêl bi pêl digihêje navsera Cudî û Katoyê, gav bi gav awazên Rûbar diherike ber bi ava Xabûr ê.

Kenê xwe li wechê esimanan xistiye

Çavên hêşîn yê Amarayê wek deryayek bi coş xwe digihîne esimanan. Rûkeniya Berfîn ji newalan dibuhire û di kulîlkên rengareng ên Heftenînê de dibe can. Çekdarê ciwan bi eşq  destana serkeftinê dinivîse, dibe stêrk û ronî dike tarîtiyên şevan. Bi barîna baranê re awirên Bêrîtanê xwe li ser zinarên asê de berdidin û hingêye ku awaza dilê wê li çiyayan deng vedide!..

Vaye! Îro dîsan şopdarên Egîd û Zîlanan ber bi rûbarên herikbar ve dibin rêwî. Wek deryayek bi coş dilê bi mîlyonan ber bi ronahiyê ve diherikîne. Dilên evîndar li wargeha Viyanan dicivîn…    Lewra di rêya hebûnê de evîndarî bedewiya jiyanê diafirîne. Keç û xortên bedew serî radikin û bera xwe didin dîlana azadiyê. Ew in wateya serdemê, lewra ew di demên ku êdî peyv bidawî dibin de wek perperîkan dîsan wate bi jiyanê didin. Di nava reşe şevan de ji bo ronahiyê bûn rêwî. Û payîz bû dema ku wan xatira dawî dixwest û diçûn…

Li pey we dimîne rûkeniyên we

Şopên ku her roj hinek li pey ne

Gerîla cardin li pey cangoriya ne

Rêz girtine û dimeşin

Şal û şapik berkirine

Li Heftenînê cenga rûmetê ye

Ew bazên Rêber Apo ne

Ji bo Kurdistanê canfidane

Evîna Mem û Zîna ye li zinarên Bektorya deng vedide

Di tarîtiya şevê de li Xantur, Partîzan û Gelî binêrin

Car caran jî esimanên şîn de li me bigerin

Gava ku guleyek ji agir di tarîtiya şevê de çirisî

û li esimanan stêrkên dibiriqin rijiyan

Wê demê li benda ronahiya rojê bimînin

Dema ku roj di berbanga sibehê de li pişta Xanturê tê der

Ku tîrêjên zer û ronahiyê digihîne Bektorya

Wê demê Şehît Kendal bibînin û Roboskî bînin bîraxe

Di nava herikandina Xaburê de hêviyên me hîs bikin

Li ser baskên kevoka spî

Bi bayê siharê re

Vebûna gul û berfînan re, bedewiya jiyanê nas bikin

Wek bûka baranê bi rengê keskesor tovên berxwedanê birêjin

Di behra jînê û çiyayên evînê de ew bûn delaliyên dayîkan

Ew leheng in, çavên wan de çirûşkên dilêr

Awirên wan giyan dide eşqên bi hêvî

Di nava cengên herî dijwar de ew şervanên rûgeş in

Evîndara Cûdî, Berfîna çiyayan

Rûbar e şopdarê Çiyageran

Di nava deryaya evînê de bedewiyeke bêdawiye Amara

Berdewamiya eşqa jiyanê ye Bêrîtan

Ruhê ciwan yê Çekdar e ber bi azadiyê dibeze

Ew in pêtal di dest de

Geş dikin rojên tarî