Ew gerîla û jinek şoreşger a Kubayê bû: Tanya

- Berjin TEKOŞER
379 views

Tanya di 19’ê Mijdara 1937’an de li Arjantînê tê dinyayê. Dayîk û bavê wê yên Elman bûn, ji ber zilma Naziyan reviyabûn û li Arjantînê bi cih bûbûn. Dûvre ji bo ku di avakirina Şoreşa Demokratîk a Elman de cih bigirin vedigerin welatê xwe. Dayîk û bavên komunîst piştî direvin Arjantînê jî xebatên xwe yên bin erd didomînin û keça xwe jî li vir mezin dikin. Tanya dema 18 salî bû, ji bo endamtiya Partiya Yekbûyî ya Sosyalîst a Alman tê pejirandin. Ji xwe li gor dayîka wê jî dide xuyakirin, ew li cihek wiha mezin dibe û li gor wê ger li welatê ku lê hatiye dinyayê nebe jî, her li kû dibe bila bibe, wek komunîst û şoreşgerekê bû.

    Têkoşera ciwan a çiyayên Bolîvyayê

Tanya hîn di ciwantiya xwe de li hemberî Kubayê xwedî hestên cihê û kûr bû. Jixwe dema hîn 24 salî bû, di Gulana 1961’an de ji Şoresa Demokratîk a Elman berê xwe da Kubayê. Tanya pir bi kelecan bû. Dema li wir bû, di nava wezareta perwerdeyê, Enstîtuya dostaniya bi gelan ya Kubayê û desteya rêvebir a Federasyona jinên Kubayê de cih girt û xebitî.

Haydee Tamara Bunke Bider ku her kesê ew wek Tanya dinasî, li Arjantînê hatibû dinyayê, di nava Şoreşa Demokratîk a Elman de giha bû, di nava avakirina pergaleke nû ya li Kubayê de cih girtibû û li çiyayên Bolîvyayê, weke gerîlayek jin di oxira ramanên xwe de şer kir. Ew bû yek ji jinên gerîla ku li çiyayên Bolîvyayê nemir bû. Nasîna Tanyayê ya bi Che re, dema ku ew tevî delegasyonekê ji bo hin hevdîtinan diçe Şoreşa Demokratîk a Elmanyayê çêdibe û bi vî rengî beşdarî yekîneya Che dibe. Piştî ku beşdarî yekîneyê dibe, nasnavê Tanya hildibijêre. Ew nasnavê xwe ji gerîlaya Sovyetê Zoya Kosmodemskaya ya bi nasnav Tanya digire ku, di Çileya 1941’an de ji aliyê faşîstan ve tê girtin û îşkencekirin. Ew heyranê vê jina têkoşer e, lewma navê wê hildide.

Li Kubayê Tamara Bunke

Marie Elena Capote, di nivîsa ku ji hêjmara taybet a Granma Enternasyonal re nivîsî de wiha qala Tanyayê dike: “Hema bêje her tim kincek leşkerî li ber bû… Ji derveyî devokek sivik a Arjantînî bi awayek xweş Îspanî diaxivî, ji jineke ji Emerîkaya Latîn zêdetir, bi ser jinek Ewrûpî ve diçû.”

Ev aliyê Tanyayê û perwerdeya dîtibû, her wiha dewlemendiya wê ya ji ya çandî, dihişt ew di gelek karên cihê de bikare bixebite. Li Kubayê Tamara Bunke, li Ewrûpayê Haydee Bidel Gonzales, li Berlînê Marta Iriarte û li Bolîvyayê jî wek Laura Gutierrez Bauer dihat nasîn. Tanya di demeke kin de bû yek ji jinên milîtan a herî binav û deng ya Federasyona Jinên Kubayê û her erka ku danê û ket pêşiyê bi awayê herî baş pêk anî; erkên herî biçûk û yên ku ji rêzê jî di nav de.

Tanya piştî perwerdeyeke zor û zehmet, di sala 1964’an de bi nûnerên artêş û çîna serdest a Bolîvyayê têkilî danîn û ji bo avakirina şert û mercên guncaw yên çepera gerîla ket nava tevgerê. Wek encamek erênî ya xebata wê, di destpêka sala 1966’an de ji bo Partiya Komunîst a Kubayê hat pejirandin. Tanya wê êdî di ber perwerdeya şervanên nû ya siyasî de berpirs ba, di cihkirina wan  de jî, yekser bi hêzên gerîla re di nava têkilî û xebatê de ba.

Çiroskên Şoreşê

Tanya ji ber wê di nava xebata taybet a koma ku wê çiroskên şoreşa Emerîkaya Latîn pê bixista de cih bigirta, keyxweş bû. Tê gotin tevî demeke kin di perwerdeyê de dimîne, lê pir zû û lez fêr dibe. Weke keseke ji Buenos Aires’ê hatiye, li welateke wek Bolîvyayê dem dirêj bi tena serê xwe dimîne.

Di 31’ê Tebaxa 1967’an de komek gundî yekîneya gerîla ya Tanyayê îxbar dikin. Yekîne li ber çemê Vado Del Yeso dikeve kemîna leşkerên Bolîvyayê û jiyana xwe ji dest didin. Tanya wê demê hîn ciwan e, 29 salî ye!. Dema ku ji nava daristanê derdikeve û dixwaze xwe bigehîne avê, leşkerek wê dibîne û ji singa wê gulle dike. Tevî hevalê xwe Negro yê bijîşk yê ji Peruyê, dikeve nava avê. Negro ku şahidê lêdana Tanyayê ye, hewl dide wê rizgar bike û wê digire û di nav pêlên avê de dixişikîne. Dema Negro digihe qerexa çem, hingê pê dihese ku Tanyayê jiyana xwe ji dest daye. Piştî 7 rojan, di 6 Îlona 1967’an de, leşkerên li pey Tanyayê ne laşê wê li qeraxa çem dibînin. Roja piştî wê laşê wê dibin alaya Pando. Piştre li şûna ku laşê wê hatibû dîtin, tê veşartin.

Êdî di nava artêşê de çalak bû

Tanya dema li Brezîlyayê ye, hema bêje tevahiya dema xwe bi fêrbûna taktîkên îstîxbaratê diborîne. Rojeke wê ya herî ji rêzê jî wiha bi kar û xebatê, fêrbûna tiştên di vê mijarê de derbas dibe.

Tevî ku jiyana şoreşger û têkoşînê tevahiya dema Tanyayê tijî dikir jî, wê yê ji malbata xwe ya li Elmanyayê re nameyên dirêj binivîsandiba, perçeyên rojnameyan bişandiba û wiha gotiba; “ez naxwazim ew şaş bên agahdarkirin; çi diqewime û çêdibe bila yekser û rast ji min hay bibin.”

Tanya wek endameke artêşê pir xwînsar tevdigeriya. Her çend zêde fêr nebû jî, lê tevlî meşên dirêj ên ji bo taktîkên cihê yên gerîla dibû û nêzîkatiyên taybet ên ji ber jinbûna wê dihat raberkirin jî red dikir. Dixwest nêzikatiya ku ji hemû hevalên wê re heyî, ji wê re jî bê raberkirin. Çiya û daristanên asê û cur be cur, kendalên hişk derbas kirin ku hilkişîn û daketina wan pirê caran zehmet bû.

Ew ji bo jinan şoreşgerek mînak bû

Tanyayê ji bo tevahiya jinên cihanê giringiya tevlîbûna jinê ya ji têkoşîna şoreşê re nîşan da ye. Ew di vê mijarê de mînakek binirx e. Li Emerîkaya Latîn ku hîn rewşa jinê di nava nêrînek feodal de tê destgirtin, wê rolek giring di vê mijarê de lîst, sînorên ku asoya jinê teng dikin derbas kir û karî di vê mijarê de jî gavên giring bavêje. Tanya wê ji bo rizgariya Emerîkaya Latîn wek cangoriyekê bimira û ji bo jinên şoreşger jî bûba mînak.

Tanyayê wê di helbestek xwe de wiha binivîsîba:

Gelo divê êdî ez herim,

wek gulên diçilmisîn?

Wê li ser rûyê erdî tiştek ji min nemîne

û wê rojekê navê min bê jibîrkirin?

Di Hezîrana 1997’an de hestiyên Tanyayê, li deverek derdora yek kîlometreyan dûrî cihê ku hestiyên Che lê bûn, tê dîtin. Piştî bendewariya 31 salan wê dayîka wê Nadya Bunke wiha bigota; “Min dizanîbû ku ez ê rojekê Tanyayê veşêrim.” Dema jê hat pirsîn ka wê li kûderê bê veşartin jî, bêy dudilî yekser got: “helbet ew ê li cem Che û hemû hevalên xwe yê din, li Kubayê bê veşartin.” Dema ku ji Nadya Bunke pirsîn ka wê kîjan al li ser cenazeyê wê bê danîn jî wiha got: “Helbet wek endameke Partiya Komunîst wê ew ala Kubayê be ku di oxira wê de şer kir û jiyana xwe ji dest da be.”

Gelê Santa Clara, gul danîn ber deriyê pirtûkxaneya ji bo Che û her neh gerîlayên di bin fermana wî de rûmeta xwe dabûn raberkirin. Haydee Tamara Bunke (Tanya) û her neh şervanên li Bolîvyayê jiyana xwe ji dest dan jî li gel Che û her heft şehîdên din ên şoreşê, li heman cihî û li gel hev hatin binaxkirin.

Ew girêdayî jiyanê bû

Tanya pir girêdayî jiyanê bû. Lê her wekî diya wê jî dibêje, cihgirtina di nava kar û xebata têkoşîna şoreşger a Emerîkaya Latîn de ji bo wê di ser her tiştekê re bû. Jixwe ew wisa hatibû mezinkirin û jiyanek wiha jî dixwest. Şoreş, armanca wê ya jiyanê bû. Ev yek jî di hemû axaftin, tevger, bawerî û ramanên pê bawer dikir de xuya bû. Wê jiyana xwe her wekî dixwest jiya û her wekî ku dixwest, bû keseke bi wî rengî. Helbet jiyanekî kin jiya û ev yek bi êş e. Lê ya giring jî ew bû li ser rûyê erdê û di vê dema kin de tişta ku jiya û di ber de têkoşîn û şer kir serketî bû.