‘Ez teslîm nabim û naçim bê ar’

- Berjin TEKOŞER
839 views

1-JİN -Jİ BO NİVİSA RİNDEXANRindêxana keça Mihemedê Eliyê Ûnis jî wek bavê xwe cengawerek wêrek bû. Piştî serhildana Şêx Seîd şûnde di bin navê Plana Şark Îslahatê de ku li ser Kurdan pêk tînin; ev yek jî rê li serhildan û berxwedana gelek eşîrên Kurd vedike. Bê guman ji ber perçe perçe bûn û belavbûna her yek ji serî rakirina eşîrên Kurd, gelek caran ev serhildanên wan jî wek serî rakirinên biçûk tên dîtin û pesandin.

Yek ji wan eşîran ku bi berxwedaniya xwe deng veda jî eşîra mala Eliyê Ûnis e ku li hemberî neyarên axa xwe tu caran serî tewandinê napejirînin û heya dawiyê şer kirine. Helbet di van serhildanên Kurdan de jî a ku herê derdikeve pêş cih girtin û berxwedana jina Kurd e. Ji xwe berxwedana mala Eliyê Ûnis jî herê zêde bi berxwedana keça Eliyê Ûnis Rindêxanê deng vedide, di her dem û dîrokekê de îşare pê tê kirin.

Wêrek bû

Rindêxan ne tenê bi bedewî û xweşikiya xwe deng dide, ew bi lehengî û cengaweriya xwe jî li herêmê deng dide û dibe efsane. Rindêxan ji destpêk heya têkçûna şer, weke egîd û şervanekê pêşengtiyê ji şer re dike. Di encama şerê bi rojan de serhildan ji aliyê neyarên axa Kurdistanê we tê têkbirin û keça Kurd Rindêxan jî bi birîndarî dîl dikeve destê dijmin. Ji xwe li herêm û heya di nav dijmin de jî bedewî û cengaweriya Rindêxanê deng vedaye; ji ber vê jî dema ku serfermandarê ku serhildan têk biriye çav li Rindêxanê dikeve, şaş dibe û li hemberî wêrekiya wê matmayî dimîne.

Fermandarê dijmin çav ber dide Rindêxanê û dixwaze dest bavêjê. Li hemberî vê nêzikatî û bêçaretiya dijmin, Rindêxan dizivire fermandar û jê re dibêje: “Teqez ev yaka han nabe! Ezê rê nedim tişteke wiha. Hûn nikarin li ser axa bav û kalên min dest dirêjiyê li min bikin. Ez girtî me, hûn jî neyarin û wer dizanin ku xwedî her cûre tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarim li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ye, bi we re bim. Ger hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ezê xwe bikujim.”

Qêrînek ji asoyan bilind dibe

PIRAMALABADERindêxan dîsan dizivire fermandar û jê re dibêje; “Sînorê bav û kalên min ji vir heya digihe çemê Batmanê ye. Piştî pira Malabadê şûnde ne yameye.” Li ser vê axaftina wê carekedin dikevin ser rê. Dema ku digihin pira Malabadê Rindêxan daxwaz dike ku ji bo cara dawî biçe ser pirê û li axa bav û kalên xwe binêre, ev daxwaza wê jî ji aliyê fermandar we tê pejirandin û Rindêxan diçe ser pirê disekine.

Rindêxan li ser pirê bi hemû bedewî û wêrekiya xwe disekine, ji bo cara dawî wiha li axa bav û kalên xwe dinêre, li ser lingê pirê bi dengeke bilind ku tevahiya deşta Sîlvanê bibihîse qîr dike û xwe di pirê de ber bi çemê Batmanê ve berdide.

Derseke dîrokî 

Herçend di dîroka Kurd an de nav bên guhertin jî lê, vê carê navê îxanetê wê Cemîlê Çeto be. Cemîlê Çeto aliyê xwe diyar dike û diçe gel dewleta Tirk cih digire û li hemberî berxwedana Mûtkî ku wek çiyayekê ye, disekine û heta ev xwefiroş ne tenê li hember serhildanê derdikeve, di heman demê de ji dijmin re jî pêşengtiyê dike. Li hemberî vê nizikatiya wî, Evdirehmanê Mala Eliyê Ûnis dibêje; “ger em taştê bin, ji bîr neke ku tuyê jî firavîna wan bî.” Bi vê gotina xwe ew dixwaze balê bikşîne ser nêzikatiya dewleta Tirk, lêbelê rexmê van gotin û nesîhetan jî Cemîlê Çeto li cem dijmin disekine û di têk birina raperînê de cih digire.

Piştî ku berxwedan tê têkbirin şûnde, Cemîlê Çeto jî tê dardekirin. Lêbelê li vir a girîng ew e ku dema Cemîlê Çeto dibin darde bikin dibêje; “min di orta hef gundan de veşêrin û li ser kêla min jî binivîsin ku Cemîlê Çeto ji kerê de keto” da ku ev yek ji her kesekê re bibe ders. Dibe ku hûn niha bêjin ka çima me qala Cemîlê Çeto kir, ji ber ku bersiva herê mezin a li hemberî îxaneta Çeto, berxwedana Rindêxanê ye. Her çend îxanet li deşta Mûtkî de fir dizivire, lê li asoyan dengê ji berxwedana Rindêyan jî niha deng vedide.

Berxwedana Rindê

Ji aliyekê ku îxanet dihat jîn, ji aliyê din jî kevneşopiya berxwedaniya Kurd bi hemû bedawiya xwe wiha dihat jiyan kirin. Berxwedaniya ku di nav mala Evdirehmanê Mala Eliyê Ûsiv de, di pêşengtiya jinê de dihat jîn.

Piştî şer û pevçûnek dirêj, bira û biraziyê wê jiyana xwe ji dest didin. Lê, ew nasekine û dest ji berxwedaniya xwe bernade. Dewleta Tirk, di pêşengiya Cemîlê Çeto de, piştî şereke dijwar li çiyayê Mereto êrîşeke berfireh didin destpê kirin û di encama vê êrîşê de Rindêxan bi birîndarî dîl dikeve dest.

Ligor tê gotin, gelek kesên ku şahidî ji berxwedaniya Rindêxanê re kirine, li hemberî wêrekiya wê matmayî dimînin. Ew keç derveyê keça Mihemedê Eliyê Ûnis Rindêxanê keseke din nîne. Xweşik, lê bi qasî xweşikiya xwe jî qehreman û serhildêr.

Rindêxan tevî bavê xwe ji tevgera Sasonê re pêşengtiyê dike û bi pêşengtiyê re jî bi sînor namîne û yek ser di şer de cih digire.

‘Ezê teslîm nebim’

Rindêxan piştî ku bi dengeke bilind dibêje, “ezê teslîmê destê neyaran nebim û neçim bê ar” xwe di çemê ku bi hatina baranê re dîn û har bibû, berdide. Vaye ew li hemberî îxaneta Cemîlê Çetoyan berxwedaneke wiha bi gor, tuyê bêjî pêtek ji agire hildide û diyarê dîrokê dike. Ev berxwedaneke bi coş a Kurd e, berxwedana jina Kurd e…

Gotinên Rindêxanê yên berê ku xwe di Pira Malabadê de bavêje;

Ez im rinda Rindêxan

Keça mîr û axa û çiyan

Ey Tirkê Tacik

Karê we çi ye li van çiyan

Rindê bûye namdar

Ez dimirim, birîndar û bê zar

Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar