Festîvalên “Taca Zêrîn” nîşaneya mînak girtina ji AKP´ê ne

- Berîtan ZAGROS
366 views
Ji salên 2000’î û vir ve bi pêşengiya desthilata AKP’ê li Tirkiyeyê û herêmê xeta îslama Siyasî tê pêşxistin. Helbet ji ber Kurdistan jî li navenda herêmê de cih digire, pareke mezin jê digire.

Ji ber beşeke zêde ya Kurdan xwedî baweriya Îslamîne, ji bo îstîsmarê derfeteke zêde dide AKP’ê û tevgerên Îslamî ji bo bê îstîsmar kirin. Helbet ji vêya jî girîngtir beşa civakê ya herî zêde dibe hedefa Îslama Siyasî jî jinin. Çi jinên Kurd dibin, çi jinên Ereb, Tirk û Fars dibin, tev qûrbanên yekemîn ên Îslama Siyasî ne. Jin çawa ji aliyê sîstema sermayedarî ve bê sînor tê îstîsmar kirin, bi heman armancî lê bi şêwazeyeke cûdatir ji aliyê xwediyên Îslama Siyasî ve tên îstîsmarkirin.

“Mafê bikaranînê ya vêya ayîdê mêrekî ye”

Sîstema sermayedar li ser bedena jinê bazirganiyê dike, siyasetê dike û wê îstîsmar dike, îslama siyasî jî vê carê bi girtin, pêçan, tecrîdkirin, mûlkirin û dest û lingê wê ji her qadên jiyanê qutkirin, kirina makîneya zarokanînê re bedena wê îstîsmar dike. Bi girtin an jî pêçandina jinê re peyama, “Ev, milkê mêrekiye eger gotin di cih de be, bi pêçandina taybet a piştre hatiye pêşxistin re dibêje, “Mafê bikaranînê ya vêya ayîdê mêrekî ye”. Bi îslama siyasî re gotina, “Cihê jinan male, ew divê dayîk be, zarokan bîne û xizmetê ji zilam re bike”. Dest û lingê wê ji hemû qadên jiyanê, siyaset, aborî, werzîş, hûner û hwd. qut dike. Di civaka me ya Kurd de piraniya dayîkên me, beşeke zêde ya jinan jî serê xwe bi çarik an jî bi gotineke din bi xavik girê didin, lê şêwazê wan ê xwe pêçandinê heya astekî bûye weke çandekî û heya roja me îro hatiye. Ji vêya peyameke tund a îdeolojîk an jî siyasî dernakeve. Balkêşe piştî derketina AKP’ê heya niha rêjeya kuştin, qetilkirin, destdirêjî kirina li jinan zêde bûye. Ev jî dide nîşandan ku ew tîpolojiyeke jinê ya kolekirî weke profîla herî guncaw didin nîşandan, jinên ji derveyî vêya li xwe bike, bijî, bixebite weke kafir, ji rê derketî û bê qeyd û bend dide nîşandan û civakê li hember jinan sor dike û ji bo kuştin, destdirêjî kirin ali ser jî rewatî pê dide.

Festîvalên sosret ên Taca Zêrîn tên çi wateyê?

Bêyi ku mijarê gelek kûr û dûr bibim, dixwazim bal bikişînim li ser mijara xwe ya esasî. Îsal festîvalên balkêş û sosret li bajarên Başûrê Kurdistanê ji bo jinan hatin lidarxistin. Navê festîvalan jî “Festîvala Taca Zêrîn” bû. Em cara yekemîn bi hebûna van festîvalan hesiyan û hesteke nexweş da beşeke mezin a jinan û civakê. De başe, “Festîvala Taca Zêrîn” tê çi wateyê, em çavek li dîrokçeya wê binêrin. Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (ku xwedî îdeojiya Îxwanî Mûslîmîne) bi rêya Rêxistina Geşepêdana Qûtabiyan (Rêxistina Pêşxistina Xwendekaran” ji sala 2015’an ve li Herêma Kurdistanê “festîvalên Taca Zêrîn” ji bo jinên ciwan û zarokên keç lidar dixe. Festîval salane li piraniya bajarên Herêma Kurdistanê tên lidarxistin. Di van festîvalan de hejmareke jin û zarokên keç ên temenê wan di navbera 13-20 salî de merasîmên tûrban li sere wan kirinê lidar dixin. Zarok û jinên ciwan ên ti carî tûrban nedane serê xwe di van merasîman de li gorî stîla îslama siyasî ya AKP’ê pêşxistiye, tên pêçan. Tenê îsal li parêzgeha Helebceyê 1357 jin, li Hewlêrê nêzî 250 jin, li herêmên din jî hejmareke nayê zanîn serê jin û zarokên keç hatin girtin. Ji bo jinên ciwan zêdetir teşwîq jî bikin, jinên ku di festîvalên din de xwe pêçane û girêdayî wê mane, weke nimûne tên nîşandan û xelatkirin. Li merasîma Helebceyê de 1357 jin tûrbanên rengê kesk ê eskerî li serê xwe kiribûn û ji bo derve jî weke artêşeke jinan a Îslamî tê damezrandin, hate nîşandan. Di medyayê de jî ji bo pesnê van merasîman werin dayîn û zêdetir jin bikişînin nava vê xefka kolekirina jinê ya bi dilxwazî hate rojevkirin û reklama wê hate kirin.

Zilamên selefî ji jêr ve li Başûr xwe birêxistin dikin

Rêxistinên Îslama Siyasî valatiyên îdeolojîk ên di zanko û dibistanên Başûrê Kurdistanê de baş tijî dikin, bi şûştina mejiyê jinên ciwan û zarokan endazyariyê li ser bedena wan dikin û ji îstîsmarê re vedikin. Vêya jî bi belavkirina fikra îslama siyasî ya ti maf ji jinan re nas nake, wê heps dike, tecrîd dike, îstîsmar dike re pêk tîne. Di pêşengeha pirtûkan a navnetewî ya Silêmanî de zêdebûna pirtûkên îslama siyasî, îslama tundiyê pêşdixe, balê dikişand. Ji vêya jî ya balkêştir ew bû ku jinên ciwan ên bi heman reng û şêwaz xwe pêçandibûn bi pasan dianîn pêşengê û wan arasteyê van pirtûkan dikirin. Yên vêya rêkdixistin zilamên Selefîbûn. Bi sedan jinên ciwan, bi awayeke komî dianîn û dibirin. Ev mijar dide nîşan ka ew çawa bi bêdengî û ji jêr ve xwe li Başûrê Kurdistanê rêxistin dikin. Di van pirtûkan de teoriyên ji bo kolekirina jinê û dibin navê ol de ji îstîsmara mêr ya bêdawî re vekirinê dida nîşan. Bazara Başûrê Kurdistanê jî her diçe, stîla ku AKP ji bo jinan li pêş dibîne zêde dibe. Di qada aborî de jî qezenceke mezin li ser bedena jin bidest dixe. Bazar û modelên taybet ên îslamiyan derdixin pêş û reklama wê dikin.

AKP li Kurdistanê tevna kolekirina jinan mezin dike

Helbet ev merasim û reklamên ku dikin tenê weke hîcap anjî tûrban nîne. Gelek peyamên îdeolojîk tên dayîn. Li dijî Têkoşîna Azadiya Jinên Kurd AKP li Kurdistanê tevna kolekirina jinê mezin dike. Lêgerînên jinan ên ji bo azadiyê û jiyaneke azad, bi pêşxistina tîpolojiyeke nû ya îslamî û îdeolojîk hewl dide vala derbixe û lêgerînên jinan arasteyê bereyeke metirsîdar bike. Qet tesadûf nîne, ev merasîmên kolekirina jinê ya dibin navê, “Taca Zêrîn” de salek piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê destpê kir. Di sala 2014’an de DAIŞ êrîş kir, li Şengalê bi hezaran jin revand, destdirêjî li wan kir. Li Herêma Kurdistanê jî bi rêya Rêxistinên Îslamî di sala 2015’an de van merasîman lidarxistin Weke parçeyeke vê siyasetê, her sala paştir hem şêweyê Tirkiye li Başûrê Kurdistanê jî rêjeya kuştina jinan, destdirêjîkirina li ser zarokan bi awayeke xeternak zêde dibe. Êdî kuştinên jinan bûne parçeyeke jiyanê û bi çaveke normal lê tê nêrîn.

Gelo civaka Başûr li van festîvalan çawa dinêre?

Di vir de pirsek wisa jî derdikeve, gelo civaka Başûr çawa lê dinêre ye. Beşeke entellektûel a civakê vêya weke nîşaneya metirsiyeke cidî ji bo civakê û jinan dibînin. Lê beşeke girîng jî bi bandora bangeşeya Rêxistinên Îslamî erênî dibînin û heta evqase zêdegaviyê dikin dibêjin, “Jinên Kurd vedigerin ser nasnameya xwe ya cewherî ya Kurdewarî!”. Lê di rastiyê de ti pêwendiyeke vê mijarê bi nasnameya rast a Kurdewariyê re nîne. Şêwazê çandî yê jinên Kurd xwe dipêçin  û ev tûrban ne nêz ne jî dûr peywendiya xwe bihevre nîne. Beşeke girîng jî weke nerazîbûnek li dijî şêwazê jiyana sîstema sermayedar a bedena jinê îstîsmar dike, weke çare ev rêbaza îslama siyasî tercih dikin û rast dibînin. Yanî sîstema sermayedar a bê sînor bedena jinê ji îstîsmarê re vedike, civakê li dijî jinê sor dike û wer dike ku bi awayeke herî tund wer pêçandin anjî girtin. Herdu sîstem jî li ser bedena jinê bazirganî û siyasetê dikin. Herdu sîstem jî bedena jinê bê dawî ji îstîsmarê re  vedikin û rewatî bi wê didin.

Erkên mezin dikeve ser Tevgera Jinên Kurd

Jixwe weke rêya sêyemîn jî Têkoşîna Azadiya Jinên Kurd a li Kurdistanê û herêmê ye. Li beramber ev eqliyeta jinê kole dike, dike meta, ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û îdeolojîk bikartîne û bi rêya wan dixwaze eqliyeta DAIŞ’ê li Kurdistanê pêşbixe, erkên mezin dikeve ser milê Tevgera Jinên Kurd. Rêxistinên Jin ên li Başûrê Kurdistanê eger birastî jî vê yekê ji xwere metirsî dibînin, divê têkoşîneke hevpar bimeşînin û êdî destûr nedin jin bikevin xefka van tevgerên jinan îstîsmar dikin. Gava yekemîn dikare bi pêşengiya Jineolojiyê dest bi avêjin dibistan û zankoyan, giranî bidin ser xebatên perwerdehiyê. Eger Jineolojî û Rêxistinên Jinên Kurd dest ne avêjin meseleyê, valatiyên heyî yên jinan arasteyê van rêyên metirsîdar dikin tespit nekin, rêyên alternatif ji wan re peyda nekin, evê derbeyeke mezin li destkeftiyên jinên Kurd bixe û qadên ku jin bi têkoşînê bidest xistine, ji dest bidin. A herî metirsîdar jî wê eqliyeta DAIŞ’ê ya bi rêyên leşkerî nekarî li herêmê belav bibe, bi rêyên fikrî û îdeolojîk êrîşê jinan bike û wan teslîm bigire. Ev merasîmên qaşo, “Taca Zêrîn” zengeke metirsîdar a hişyariyê ye ji bo me…