Gelê Kurd yekîtiya ruhî pêkaniye dor hatiye yekîtiya fikrî

- Berîtan ZAGROS
635 views

MANSETEger wê li Kurdistanê yekîtiyek çêbibe ancax bi aqlê jinê ya nerm û adîl pêkane. Aqlê jinê zêdetir meyldarê nûbûnê ye. Aqlê mêr jî zêdetir meyldarî tekperestî û desthilatdariyê ye. Ji sala 2013’an ve hewl tê dayîn ku kongreya netewî ya Kurd were çêkirin lê, ji ber ev aqlê tekperest û desthilatxwaz yê mêr ev xebat sabote dibe û naçe serî. Şêwra ku herî dawî li Silêmanî pêkhat li dijî ev aqlê nayê yekîtiyê û tekperestiyê ferz dike, pêk hat.

Ev şêwra netewî ya pêkhat, şêwra çêkirina hêvî û baweriyê bû. Şêwra amadekirin û nermkirina aqlên hişk bûyî û li hember yekîtiyê li berxwe didin bû. Yek ji xala ku herî zêde bala mirov dikişa û îşaret jî pêhat kirin parçebûna di zêhnê Kurdan de bû. Ev parçebûn bû ku nekarî qirkirinên mezin yên ser Kurdan ber alî bike û bû sedema ne serkeftina gelek raperînan. Tevî ev çende ezmûnên girîng jî tê dîtin ku li aliyekî israr û daxwazeke mezin a civaka Kurd ya ji bo yekîtiyê xwe ferz dike, li aliyê din jî hin partiyên li Kurdistanê ku pîyonên dewletên dagirkerin hewl didin bi her awayî vê yekê sabote bikin.

Ancax, ji hemû pêkhateyên civakî eleqeyeke zehf mezin ji şêwra netewî re hebû. Em ji pêkhateyên baweriyan bigirin heya siyasetmedaran, em ji oldaran bigirin heya rewşenbîr û nivîskaran, jin, ciwan, rûspî û beşeke mezin ya hemû partiyên siyasî yên Kurd beşdarî şêwrê bûn. Tevî hemû nakokî, parçebûnên zêhnî jî êdî civaka Kurd gihîştiyê wê qeneatê ku yekîtî ferze û erkeke lezgîn a dereng mayî ye. Yek jî xala hevpar û herî girîng a di şêwrê de derket pêş ev bû.

SILEMANIYE-ROJ-2-JI-SEWRA-YEKITIYA-NAVNETWI-‫1‬-‫‬-1Li ser vê xala hevpar ku herkes li ser wêya li hev kir karwanê lidarxistina kongreya netewî di vê şêwrê de birêket. Êdî yên tevlî karwanê nebin û şûnde bimînin dê biçûk bibin, lewaz bikevin, rûreş bibin û hêdî hêdî têk biçin. Ev 3 salin têkoşîna birêxistina ev karwanê netewî tê dayîn, niha nû nû berhemên vêya tên dîtin.

Helwesta jinan û bangawaziyên bibandor yên dayîkan herkesê xist bin berpirsyariyê û yekîtiyê li ser herkes û her aliyeke welatperwer ferz dike. Dayîkan gotin, zarokên me di çeperên şer de yekîtî çêkirine û ji bo hevdu canê xwe feda dikin, çima em nikarin bên cem hev? Dayîkan di peyamên xwe de li hember zêhniyeta parçeker û tekperest îsyan kirin. Ev sîstem û îsyana dayîkan atmosfera şêwrê guhert.

Di şêwrê de jî diyar bû ku ya rastîn yekîtiya Kurd, di warê hest û ruh de çêbûye. Ev ruhê yekîtiyê bi berxwedana Kobanî re destpêkir û her çû mezin bû. Lê, ev têrê nake, yekgirtineke fikrî jî pêwîste.

Hemû pêkhateyên Kurd û beşên cûda yên civakê, rewşenbîr û oldarên Kurd tevî nakokî û hemû parçebûnên zêhnî jî bi ruheke yekgirtî bi eleqe û berpirsyarî beşdarê şêwrê bûn. Ev pêkhateyane li dijî helwestên partiyên desthilatxwaz yên Kurd ku li pêşiya yekîtiyê astengin bi peyamên xwe gotin, em amadene ji bo her cûre berpirsyariyeke ku xizmetê ji yekîtiya netewî re bike. Ji lewma xebatên yekîtiya netewî ne tenê erka partiyên siyasî ye. Ji ber zêhniyeta tekperest û desthilatxwaz, ev xebat her hat asteng kirin û pêş ve naçû. Di vê şêwrê de ev peyam jî hate dayîn ku eger hûn ne amadene vê berpirsyariyê hilgirin û nikarin erkên xwe pêk bînin, emê bikin û ji pêşiya me rabin. Ji ber vê bû ku herkesekê peyama xwe pêşkêş dikir, li gel wê pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê jî pêşkêş dikirin.

Ev şêwra netewî zelalbûneke mezin di civaka Kurd û bi taybet jî di partiyên siyasî yên Kurd de çêdike. Yên alîgirê yekîtiyê û xizmeta gel dikin, yên dijî yekîtiyê û xizmetê ji dijminên gelê Kurd re dikin. Ev herdu xetê zelal dike. Xetek, xeta berxwedan û xeta avakirina Netewa Demokratîk ya hemû pêkhateyên Kurdistanê xwe di tê de bibînin, xetek jî xeta dewlet-netewe û tekperest ku hewl dide Kurdistanê berbi felaketên nû ve bibe. Niha têkoşîna di navbera van herdu xetan de wê her roja paştir germtir bibe û safbûnekê çêbike. Gotinek heye dibêje; “dema min ji te navê xiyanetê pirs kir ka çiye, te got, bênav e”. Ezê gotinekê ji tere bêjim û tû qet ji bîr neke, “Eger navê xiyanetê nebe, efûya wê jî nabe.”

Ji ber wê yên tevlî karwana gelê xwe nebûn, êşa wan weke êşa xwe ne dîtin û ji hembêza dagirker û celadên Kurdan derneketin, wê rojek li pêş vê îradeya bihêz jî hesabê vêya bidin û dê neyên efûkirin.