Gelo Idlib tenê Idlib e? 

- Bêrîtan SARYA
719 views

Di vê kêliyê de Idlib ku rojeva herê dijwar a Sûriyê ye, di her alî de jî mijara nîqaşê ye. Trafîkek her alî a dîplomatîk, daxûyanî, tehdît û operasyonên avakirina têgihiştinên cihê yên ji bo operasyoneke muhtemel a li dijî Idlibê, yan jî asteng kirina wê, heye. Rejîm, Rusya û Îran behsa mafê serweriya tevahiya Sûriyê a ji aliyê rejîma Esad dikin û didin diyar kirin ku vê bi lez operasyonek li dijî Idlibê pêk bê. DYE, Îsraîl, NY û welatên YE’yê jî bi gotina “sîvîl vê bên qetil kirin” li dijî operasyonê derdikevin û dibêjin rewşeke bi vî rengî ku biqewime vê ji tehdîta çeteyan a heyî hîn mezintir be. Lêbelê di pêvajoya Efrînê de ev tişt bi giştî ji nedîtî hatibûn. Tirkiye ku yek ji aktorê sereke yê dagirkeriyê ye, bi dehan balafir, bi dehezaran çete ku çeteyên DAIŞ’ê jî di nav de cih digirtin û bi leşkerên xwe êrîşê Efrînê kirin û pey li pey hev daxûyanî didan.

Başe Idlîb ji bo kîjan

hêzan û çima girîng e, ji vir şûn de vê çi bibe? Pêşketinên rû bidin vê di pêşeroja Sûriyê de rolek çawa bilîze?

Idlib ji destpêkê de girîng bû

Her çend Idlib tu carî evqas neketibe rojevê jî lê di şerê parvekirênê yê Sûriyê de her tim xwedî cihek girîng bû. Idlib ku li rojhelatê wê Heleb, li bakurê wê Efrîn, bakurê rojavayê wê Tirkiye, li başûr Hema û başûrê rojavayê wê jî Lazkiye cih digire û vê rewşa heyî jî bandor li qedera Idlibê kir. Otorêya M5 a ku di nava Idlibê de dibûhire, Tirkiye, Sûriye, Urdunê bi hev dide giridan û ev yek jî girîngiya bajêr hîn zêdetir derdixîne pêş.

Ji destpêka şerê Sûriyê û vir de Tirkiye ji rewşa erdnîgariya bajarê cîran Idlibê feyde vergirt û ev der wek navend û rêya dabîn kirina xurak û derbas kirina çeteyan bikaranî. Idlib ku di sala 2011’an de yek ji herêma ku ji bo cara ewil şerê bajêr a herê mezin ya Sûriyê tê de hat meşandin û di Adar-Nîsana 2015’an de ji aliyê êrîşên artêşa Fetîh ku di destpêka heman salê de hatibû damezirandin, dikeve destê çeteyên El Qaîde û çeteyên cîhad ê. Bi vê êrîşê re Idlib dibe bajarê 2. yemîn yê Sûriyê ku bi giştî dikeve bin kontrola çeteyan; ev êrîş di bin pêşengtiya El Qaîde, Cephet El Nusra pêk tê, ji xwe li ser mijara ku damezirandina artêşa Fetîh bi alîkariya DYE û bi organîzasyona Tirkiye, Erebîstanê Suudî pêk hat, gelek caran guftûgo û nîqaş hatin kirin. Di Cotmeha 2015’an de, dema ku Rusyayê di şerê Sûriyê de cihê xwe di qadê de li gel rejîma Esad girt, hem girîngiya Idlibê zêde bû hem jî êrîşên hewayî yên li dijî Idlibê, çeteyên heyî xistin nav zehmetiyan. Idlîb ji bo ewlekariya qada hewayî a Hymemîn ku ji aliyê Rusyayê li Lazkiyê hatibû avakirin, mijara xeteriyê bû.

Tirkiye di nav tirsê deye

Îro Idlib bajarê herê dawî ye ku di dest çeteyên dijmirovahiyê ku seran jê dikin û zagonên bi xwîn û tarî li ser mirovan ferz dikin, deye. Lê mirov nikare bibêje yegane navenda çeteyan e. Dema em binêrin, em ê bibînin ku bajarên Şehba, Exterîn, Raî, Ezaz, Mare û Bab jî tam bûne navendên kom kirina çeteyan. Gelek komên wek “OSO” ku li Idlibê dimînin, gelek ji wan wek sazmendî, dîsan bi rêxistinên çeteyan yên wek DAIŞ’ê ku di lîsteya terorê a navnetewî de cih digirin, tevlîhev kirin û li Efrînê hatin bi cih kirin.

Bê guman dema ku Tirkiye li dijî operasyona Idlibê derdiket,

dixwest çeteyên ku heya roja îro mezin kir û xwedî lê derket, di her kareke qirêj û wehşiyane de bikaranî, biparêze. Lê, ez tevlî mijara fikarên di derbarê penaberan ku hema bêje ji aliyê tevahiya çapemeniyê tê ziman û fikarên ku niha qerta çeteyan di dest de teqî ye, nabim. Ji ber ku Tirkiye ji destpêka şerê Sûriyê û vir de, bi awayek çav reşî bi qerta penaber û çeteyan dilîze. Nifûsa Idlibê ku li derdorê 1,5 mîlyonan tê behs kirin, lê ev hejmar tê mezin kirin û wek 3-4 mîlyonan tê nîşandayîn. Di bingeh de armanca Tirkiyê ew e ku li Sûriyê bimîne, dijminahiya Kurd bike. Baş dizene ku piştî Idlibê Efrîn û Şehba jî vê ji dest wan bê girtin. Ji ber ku Rusya ji roja ewil de qala yekbûn û yekpare bûna axa Sûriyê dike û dide diyar kirin ku dema wext hat Tirkiye jî neçare van deveran biterikîne.

Armanca Îran û Rusya yê  

Rusya û Îran ku ji destpêka şerê li Sûriyê û vir de piştgirî didin rejîma Esad, dixwazin demek ji yadin zûtir Idlibê ji çeteyan paqij bikin û vêderê bixin bin kontrola rejîm ê. Ev yek vê prestîja Rusyayê a di şerê parvekirinê ya li Sûriyê de zêde bike. Her wiha vê bikare qada hewayî a li Hymemînê ku dem bi dem rastê êrîşên komên çete yên li Idlibê û balafirên bê mirov tê, biparêze. Her wiha qala yekparebûna axa Sûriyê dike, lê rexmê vê jî deriyê axa Sûriyê ber bi dagirkeriya Tirkiyê vekir û bi taybetî di demên dawî de, “Yekitiya Ereb a Sûriyê” û mafê serdestiya dewleta Sûriyê derdixîne pêş. Vê yekê jî ji bo berjewendiyên xwe û wisa diyare dixwazin bi hin guherînên biçûk carekedin şêweyê netew-dewletê serwer bikin.

Ji bo Îranê jî hem paqij kirina Idlibê hem jî neqotbûna hîlala Şîe ku hatiye çêkirin, pirr girîng e. Dîsan paqij kirina çeteyan ji Idlibê vê ji bo rejîmê moralek mezin be û ji hêla psîkolojîk de jî serketinê bide avakirin; ji xwe di mantelîteya tekparêz û otorîter a rejîmê de guhertinek cidî vê çênebe. Wê hewl bide hakimiyeta xwe a berê dîsan bidest bixe. Îran dîsan bidest xistina statûya berê a dewleta Sûriye ji ber mayînde bûna statûya xwe, girîng dibîne.

Çima li dijî operasyona Edlibê ne 

Ji 2015’an vir de hêzên Kurd û QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke hevbeş dan meşandin, DYE’yê jî ligor vê têkoşîna dihat meşandin, tevgerî û di vê pêvajoyê de destkeftiyên bidest xistine û pozîsyona xwe dixwaze biparêze. Ji ber vê jî naxwaze li herêmê rejîm destkeftiyên nû bidest bixe û dîsan bi hêz be. Donalt T

rump ji ber ewlekariya Îsraîlê naxwaze rejîma Sûriyê bibe xwedî hêz. Ji ber ku polîtîkayên ewlekariya Îsraîlê li ser bingehê qelsbûna Sûriyê ava dike û di nav rêveberiya DYE’yê de bandora Evanjelîstan mezin e.

Yek ji fikarên dewletên NY jî paqij kirina çeteyan ji Idlibê û serwer bûna rejîmê ye ku ev yek jî tê wateya bi dawî hatina Cenevre yê. Ji holê rakirina van komên çeteyan ku ji aliyê Tirkiyê de wek hêzên dijber yên radîqal û hin komên din tên bi nav kirin, di rastiyê de tê wateya bi dawî anîna pêvajoya Cenevre yê. Ji ber ku vê bandora van hêzên ku heya niha bi navê “opozîsyonê” li ser maseya Cenevreyê dirûniştin, nemîne. Welatên YE’yê jî ev çend salin qaşo ji ber ku hertim ji aliyê dewleta Tirkiyê we, di mijara penaber û çeteyan de qef li wan tê xwarin, dij operasyona Idlibê derdikevin. Gefên Tirkiyê yên wek “ger Idlib bikeve, Ewrûpa jî dikeve” çawa berê di bin navê “penaberan” de bi mîlyon dolaran fîdye girt, îro dîsan di mijara çeteyên li Idlibê ew mehkûmê polîtîkayên Tirkiyê dibin.

Planên Tirkiyê    

Di civîna Tehranê ku di 7 Îlonê de pêk hat, lihevhatin çênebû. Lê, herê kim niha operasyona mezin di serî de ji ber dijberiya DYE’yê hat taloq kirin. Pêşketin ji Tirkiyê zêdetir, girêdayî vê ye ka Emerîqa û Rusya lihev bikin yan na. Ger lihev kirin çênebe carekedin senaryoya êrîşên bi kîmyasal ji bo bi sînor kirina Rusyayê derxînin pêş. Di demekê de ku ji bo lihev kirinê danûstandinên dîplomatîk û bazartî dihatin kirin, di 15-16’ê Îlonê de Îsraîlê êrîşê qada hewayî a li Şamê kir. Ji aliyê din de jî herçend Rejîm û Rusyayê ev demeke operasyonên xwe dabin sekinandin jî lêbelê artêşa rejîmê dorhêla Idlibê girtiye. Lihev hatina Emerîqa û Rusyayê girêdayî bazariyên li pişt deriyên girtiye.

Herçend şêweyê bloka Rusya, Rejîm û Îranê nediyar be jî di mijara bidestxistina Idlibê de bi biryar in. Dibe ku Tirkiye, Putîn di mijara li dijî HTŞ’ê (Heyet Tahir el-Şam) şer neke, çeteyên “OSO” li bakurê Idlibê bila bên bi cih kirin û herêmek tampon a ji Efrînê destpê dike heya Şehbayê dirêj dibe de îkna bike. Herçend heya niha bi rêya çapemeniyê hatibe eşkere kirin ku Tirkiye ji bo komên çete yên wek “OSO” ku nêzî 50 hezaranin çek û alavan dişîne, lê a rast çeteyên HTŞ’ê bi çek dike. Ger Putîn di mijara herêma tampon de bê razîkin vê demdirêj HTŞ li dijî rejîmê şer bike û ev yek jî ji bo Tirkiyê dem bide qezenc kirin. Di rewşekê de ku Putîn vê yekê nepejirîne, hejmarek mezin a çeteyên “OSO” vê birevin û derbasî Efrînê bên kirin. Di her rewşê de Tirkiyê hêviyên xwe bi şerê HTŞ’ê a li dijî rejîmê tîne.

Rewşa Idlibê vê bandorê li tengezariya Sûriyê bike. Lê mirov nikare bibêje ku ger pirsgirêka Idlibê ligor Tirkiye yan jî Rusya, rejîm û Îranê pêş bikeve, dikare feydeya xwe ji bo çareseriya tengezariya Sûriyê hebe. Tirkiye wek hêzeke dagirker ji bo ku ji Sûriyê dernekeve a ji dest tê vê bike, ji xwe hebûna Tirkiyê tengezariya heyî vê hîn kûrtir bike. Ji xwe di roja îro de şêweyê çareseriya ku Rusya, Rejîm û Îran piştgirî dike, wek berê rejîm bi sitatûya yekparêz a netew-dewletê nikare ji tengezariyên Sûriyê re çareseriyê bîne û pirsgirêkên heyî vê mezintir bibin.

Demokratîkbûna Sûriyê

Di hefteya derbasbûyî de li Cenevreyê di civîna NY de Emerîqayê pêşniyarek a çareseriyê ku di nav “komeke biçûk” a ji Fransa, Elmanya, Îngîltere, Misir û Erebîstana Suudî pêk dihat û pişgirî didan vê yekê, hat pêşkêş kirin. Bi taybetî di vê pêşniyarê de li şûna navendparêziyê parve kirina erk, dîsa avakirina hikûmetên herêmî û pêşniyara ku hêzên Bakurê Sûriya Demokratîk jî dikarin nûnerê xwe bişîne komîsyona zagona bingehîn erênî û dikare di çareseriya tengezariyên li Sûriyê de rol bilîze. Her çend di vê pêşniyarê de gotina rojhelatê bakurê Sûriyê hatibû bikaranîn û vê yekê bi xwe re guman avakirin; Efrîn, Şehba derveyê vê pêşniyarê hat girtin. Lê, li bakurê rojavayê Sûriyê Rejîm û hêzên bakurê Sûriyê li ser bingehê demokratîkbûnê ger erk parve bikin, dikarin di mijara demokratîkbûna Sûriyê de rol bilîzin.

Ji xwe Rojava, Şoreşa Bakurê Sûriyê û hêzên şoreşger bi gelan, civakan, jinan da nîşan kirin ku pergala navendî, otorîter û cînsiyetparêz ne bê alternatîf in. TEV-DEM’ê di kongreya xwe a 3.an de, hemû yekîneyên xwe yên îdarî devrê rêveberiyên xweser yên demokratîk kir û bû mînaka rêveberiyek ku hertim xwe pêş dixîne. Lihevhatina rêveberiya Sûriyê bi vê rêveberiyê re ji bo berjewendiyên gelan, herêmên din jî avakirin û bi vî rengî dikare ji tevahiya Sûriyê re derfet bên afirandin. Ji xwe derveyê çareseriya demokratîk hemû çareseriyên din vê ji perçebûna Sûriyû re xizmet bike.