Ger navê me hemiyan kêmek “Ronî” be

- Newaya Jin
216 görüntüleme

forugh farokhzad 2

Furug, wisa şîn bû ku bi hîbra lekeyî û bi destên xwe yên ku hêkên kırlangıçan hiştî, helbestên wêjeya fars ên herî xweş nivîsandin. Bû helbestvan. Bû nivîskar, leystokvan, bû derhênera xelat kirî, bû nîgarvan, bû hevjîn, dayîk, bû ronî û aşiq bû. Furug di jiyaneke pir kurt de, bû ji jinên ku her tişt dikaribû tije bikira. Dizanibû ew kiye û ji bo helbest nivîsê jidayîk bûye. Li beramberî tevahî şkandinan û tevahî qûralên ku digot tu nizanî ka tu kî, bi qasî ku van qûralan binguhê hev bide jî xurt bû.

Dema ku di 32 saliya xwe de wefat kir; Bê ku pêdivî bi paşnavê bavê xwe yê ku qet ew ne ecibandiye û red kiriye bibîne, bûbû “Furuga” helbesta Îranê. Furuga ku navê wê bi farisî ye û di wateya “Ronî” de ye; birhên wê yên reş û stûr, bi çavên xwe yên mezin ve serê wê biçek berbi kêlekva xware, carinan maxrûr ango serbilind, carnan maxdûr, carnan jî şêt şêt dimeyzîne di wan wêneyên xwe yên ku her tim ciwan û xweşik de.

Furug di nameyeke ku ji bavê xwe re nivîsandibû de wiha gotibû, “…Helbest xwedayê mine… hûn dev ji min berdin, bila ez bê we xemgîn û serxweşbim, lê belê, ezê qet ji tiştekî ku jiyan bikim poşmam nebim…” Ji bo ku helbesta xwe binivsîne pir tiştên di jiyana xwe de bi kefa destê xwe ve dehf dide. Nebû zarokeke keç, nebû hevserek weke ku malbata wê dixwest. Nehat kedî kirin. Hezkirina baviksalariyê qet qezenç ne kir, ji vê jî her tim kînek mezin hewand. Carek din jî weke ku jêre rast hat jiya. Ji Îrana ku xwedî qutuplamayên çandî ne û ya her di nava serîhildana de ne bi “hebûna xwe re” weke “sûreyeke tarî” hatiye xwerê helbestên xwe yên ku li pey xwe hiştine de hem dilê yê dinivsîne hem jî yê ku dixwîne di şewitîne li bey xwe hêla.

Bajarekî zadegan û di malbatekî çîna navîn de û dinava zarokên hefta de yê sêye mîn de tê cihanê. Bavê wê di artêşa Şah Riza de serbaze. Di malbatekî ku bi nîzama artêşê tê rêvebirin de mezin bû. Di dibistana keçan yê hûneran de wêne, hûnera dest û nexş-dirûtinê xwand. Di malbatê de her tim birayên wê di pêşde bûn. Furug li hember vê ne dikarî bi sekine û şerê wê, heya jiyan dike berdewam dike. Mala xwe ya ku zarokatiya xwe tê de jiyan kiriye, bi nîzama leşkertiyê tê de hatiye xwedî kirin, her tim bi hestên raperîn û bi daxwaza revê jiyan kiriye de derî û pencere ji bo jinan girtiye. Di helbestekê xwe de gotiye, “…tenê yek pencere bese ji bo min, tenê yek pencere…” Wê pencera xwe bi destên xwe, neynokên xwe bi êşan re vebike û di pencera xwe de li rojê meyze kiriba.

Di sala 1952’an de dema şanzdeh salî bû, aşiqê kesê ku bi navê Pervîz Şapur yê ku di malbatê de nas dikir û temenê wê jî ji wê mezintir bû pêre di zewice. Şapur kesekî rewşenbîr, entelektûel bû û di derdorê hûnermendan de jî di hate nas kirin. Derbasê li gel hevserê xwe bû. Ahvaz cihekî biçûke, di vê cihê biçûk de û bi nasnameyekî berûvajiyê Furug jiyanekî zehmet benda wê ye. Zarokekî wê yê xort çê bû. Zewaca wê ya du sal berdewam kir sala 1954’an de xilas bû. Li gor zagonê şerîetê, piştê ku hev du berdan welayetiya zarokê dan bavê wê. Piştê wê ev eşqa xwe ya ku bi navê “zarokek” nav kiri bû, tiştekî ku di vê eşqêde ne dizanî, entelektûel jî be, bendewariyên ku pergala baviksalarî û zewaç ji wê dikirin bû. Ji ber ku bersiv ne da vane, ji bo wê jî ji aliyê cihana zilam ve ji bo jinekî bi cezayê herê mezin re hate ceza kirin. Furug zaroka xwe qet ne dît.

Zarokatiya wê di malekî bê hest, bê heskirin û çewsîner re derbas bû bû, li ser van êş û dijrabûnên ku di zarokatiya xwe de jiyan kiriye ya zaroka wê a ku wê piştre qet ne bîne û jêre di got; “tu ew asîmana ronahî û pakî” bêrikirana Kamyar jî li ser zêda bû. Furug xwe da helbestên xwe û cardin vegerî Tahran ê. Mijarên helbestên wê jî piranî, erkên jinan yên xwe feda kirina wan, berpirsiyartiya wan, dîwarên di malê de tên girtin û pencereyên ku nikarin lê meyze bikin bû. Pirtûka wê ya yekemîn a bi navê “Dîl” di sala 1955’an de hate weşandin. Helbestên wê jin, jin bûna wê helbest bû. Ew jinek bû û jin bûna xwe ewqasî diyar kirin tiştekî nayê pejirandine. Xuya kirin di cihawaziya zilaman de ye. Bi nivîsandinên xwe re kînên zilamên di derdorê xwe de û yê di jiyana wê de kîşandi bû li ser xwe. Wê salê demekî di cihê psîkiyatrî de ma. Jinekî wiha di be ne be şête. Hewildan da ku şêt bikin û ger ne şêt be jî, dan bawer kirin ku şête.

Hêna şanzdeh saliya xwe  de weke hostayên berê “gazal”di nivsîne, jinekî bi îsyan, “buke kê” biçûk û bi tijî eşq gelo wê çawa jiyan bike? Wê çawa bendewariya civakî, malbatê û wê biştre jî di helbestên xwe de bi wesfîne “dîlgirtî” zewicandinê çawa pêşwazî bike? Bi ristê xwe de di bêje; “xeyal çiqasî pak be wê ewqasî ji bilindahiyê bikeve û bimrin.” Bi van ristên xwe re tiştên ku di hûndirê wê de jê bûne, ketine erdê, ji kestine û her tiştê ku hatine rişandin nivîsand. Ji zarokatiya xwe heya niha daxwaza rev yê ku ne karî pêşiya wê bigre û raperîna hûndirê wê de qet xilas ne bû. Ji ber ku her cihê ku berve direviya tiştekî jê dixwast. Lê ew tenê dixwast bi be yê xwe, dema bi be yê xwe jî dixwast helbestên xwe bi nivsîne.

forugh_farokhzad 2Ji bo neh mehan derbasê Awrupa bû. Ti carî dest ji helbestên xwe berneda. Pirtûka wê ya helbestê a bi navê “Dîwar” di sala 1956’an de hat çap kirin. Vê pirtûka xwe jî, diyariyê zilamê xwe yê destpêkî rûxmê jêhatî bûna xwe yê di milê entelektûel de jî wê qet fêm ne kiri bû kiri bû. Sala 1958’an de nivîskarê navdar û derhêner Îbrahîm Gûlîstan hev nas dikin. Evîna ku pêre jiyan kir di jiyana wê de bû perçeyê herê giring. Îbrahîm zewicî bû û bavê du zarokan bû, çîroknivîs, senarîst Gûlîstan û Furug heya mirinê bi hevre xebat kirin. Têkiliyê wan her tim bûye mijarê fesadî û rexneyan. Furug di navberê de eşqê cûda jî jiyan kir. Di helbestên xwe de û jiyana xwe ya tije de cînseltiya jin, ev curekî yê raperînê bû li hember cihana zilam yê durî a ku tenê di xwe de maf di bîne. Zilamê xwe berdaye, azad jiyan dike û wek jinekê di heman hevşêwê azadiyê de di nivsîne, ji bo vê jî balê herkesê li ser bû. Bû mijarê gelek nîqaş û rexneyên tund, hen helbestên wê ji bo ku erotîk hatin dîtin hate sensûr kirin. Bi exlaqa ketî, fehişetî û xirab kirina malbatan re hate suçdar kirin. Hewildan da ku helbestên wê bênirx bikin. Di cihana salên 1950’yan de, di vê cihana Îranê de Furug di bû “jina helbestvan.” Enerjî û xulikartiya ku dihate hêvî kirin ku di malê de, ji zilamê xwe re, bi xwarinê re, zarokê xwe re were xerckirin lê, helbestên xwe, filmên xwe û eşgên xwe weke eşqekî di nivsîne.

Furug, qandî jiyana xwe û hûnera xwe bala xwe dida mijarên civakî jî û wêrek û pir wêrek bû. Di civakek paşverû û baviksalarî de, nêrînên xwe yê di derheqê, bûna dayîk, hevsertiyê de, rewşa jin ya di civakê de, rolên geleneksel, pirsgirêkên jin, zorbaztiya Şah, çewisandina siyasî û ol de nêrînên xwe her tim parast. Mirina Furug jî weke pirtûkên wê yê li pey hev, eşqên wê, travmayên wê weke filman bi awayekî bilez ji nişkave çê bû. Sala 1967’an meha Sibatê de siharekî di pirtûkxane de hewilda Jean d’Arc werger bike. Piştre jî serî li dayîka xwe dide, ji wir jî ji bo ku biçe stûdyo ji wir cûda bû. Dema maşîneya ku bi xwe bikartanî, ji bo ku maşineyekî din ne de li  dîwarê dide û ji maşîne di fire û serê wê li peyarê dikeve. Hêja sîhûdu salî bû. Pirtûka wê ya dawî a bi navê “em ji destpêka demsala sar bawer bikin” di nîvîde ma. Nexweşxaneya ku ra kiri bûn bê ku têkil bibin mirî bû. Ji ber ku mola ne xwastin nimêşa cenazeya wê bikin ji bo wê jî cenaze du rojan erdê ma. Ew her tiştê ku şêt kirina hişmendiya zilam bû, “nankor”, “bêexlaq” û “pirhebok” bû. Ji xwe piştê helbesta wê ya “Guneh” mala bavê wê jî wê red kiri bû. Nimêşa cenazeyê nivîskarek dide kirin. Di nameyekî ya ku ji bira/xwişka xwere rê kiri bû di bêje; “yekemîn ezê bimrim.”Yeke mîn ew mir.  Hêja sîhûdu salî bû. Roja ku di veşartin li Tahranê berf di bariya.

Piştê ewqasî sal sere derbas bû, helbestên wê û bi kehaneta xwe re Furug, weke ku van rojan vegotin dikir; nexwastina “…rastiya dengê avê bawer kirin…” û “dergûşên ji şer ma xwe spartine goristanan…” Ger navê me hemiyan kêmek “Ronî”, tevahî pencere her tim vekiriba… Her kes helbestekê Furug xwandiba. Furugek firiyaba hûndirê me.

Dergûşên ji şer ma xwe spartine ji cihê xwe derketiban…

Çavkanî: Gûlden Treske/Kovara Amargî

Werger: Rûken Cemal