Goristanên jinan ên bênav û navnîşan

- Berîtan ZAGROS
13 görüntüleme
Li her welateke cîhanê, herêmê di parelela pêşketina têkoşîna azadîxwaz a jinê de, rêjeya şîdeta dijî vê lêgerîna jinan a ji bo azadiyê jî zêde dibe. Tevî ku di têkoşîna netewî ya Başûrê Kurdistanê bi roleke girîng rabûne jî, yê herî zêde ji van destkeftiyan bêpar dimînin jî jinin.

Ji ber hişmendiya mêr a klasîk û serwer a li Başûrê Kurdistanê têkoşîna azadiya jin a li vê parçeyê li gorî beşên din ên Kurdistanê di van salên dawiyê de xetimandineke cidî dijî. Tevgerên jin ên bi eqliyeteke hizbî û teng difikirin, nikarin ji daxwazên jinan re bibin bersiv.

Hîn jî feraseta namûsa çewt di nava civaka Kurd û bi taybet jî civaka Başûrê Kurdistanê de serwere. Jinên ji aliyê xizmên xwe ve, ji aliyê hinek kesan ve rastî destdirêjiyê tên, dûcanî dibin, anjî berovajiyê pîvanên şerîetê û ol dikevin, anjî serî li ber kevneşopiyê radikin, ji aliyê mêran ve ku di navê de bav, bira û hevjîn heye ve tên kuştin. Tevî yên vî tawanî kirine mêrin jî, lê yê du caran heta sê caran dibin qûrbanî û mexdûr dîsa jinin. Jin hem rastê destdirêjî, şîdet û kuştinê tên, hem jî piştî tên kuştin nasnameya wê jê tê standin û di goristaneke bênavnîşan a bêkesan de tên veşartin. Malbat xwedî li wan dernakeve, hikûmet jî li ser daxwaza malbatê li goristaneke asayî de venaşêre û nasnameya wan jî ji bo wan nade. Di vir de hevkariya hikûmetê ya li gel malbata ku tawan kiriye, derdikeve holê.

Şopên wan ji holê tên rakirin

Li Silêmaniyê li jêr Goristana Seywan ciheke tazî û bê xizmet ji jinên hatine qetilkirin û bêkes re hatiye veqetandin. Weke heram û guneh bên dîtin, wan ji gorên din cûda dikin. Hikûmet jî bi vê hewldanê weke wan gorên jinan ên bênav, bênavnîşan û bêkes lanet kiribe, ji yên din cûda dike. Ji derveyî yek du navan ku li ser daxwaza rêxistinên jinan lê hatiye kirin, ti nav li ser kêlên wan nîne. Ji sala 2010’an ve zêdeyî 26 kes li vir hatine definkirin.

Mîna Silêmaniyê li Hewlêrê jî goristaneke taybet bi jinan heye. Goristana jinan a bênav û navnîşan a Hewlêrê têgotin, nêzî 30 sale heye. Dema jinek tê kûştin anjî xwedikûje, hinek malbat wan qebûl nakin, ji aliyê şaredariya bajêr ve li vê goristanê tên definkirin. Bi definkirina van jinan re dosyaya wan jî têgirtin û bi temamî şopên tawanên dijî wan hatine kirin ji holê tên rakirin.

Pirs ev e, gelo çima jinên Başûrê Kurdistanê heya niha xwedî li van gorên jinan derneketine û nekirine qadeke bilindkirina têkoşîna azadiya jin li dijî hişmendiya mêr a desthilatdar? Wer xuyaye heya niha hewldaneke xwedî derketina jinan li van goristanan çênebûye. Ji ber vê darek jî li ser van goristanan ne hatiye çandin, gulek ne hatiye danîn û xizmetek jî jêre ne hatiye kirin.

Tovê têkoşîneke hevpar

Jin dikarin bi xwedî derketina li van goristanan re ew dojeha ku mêr ji jinan re çêkiriye, veguherînin bihûştê û qada çalakiyên dijî şîdeta li ser jinê. Jin di rojên girîng de, di cejnan de, di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de serdana van goristanan bikin. Bi bîranîna van jinan û wefadariya bi wan re rihê wan şad bikin, sonda bilindkirina têkoşîna azadiya jin bidin. Pêwîste ev goristan wisa lê bê kirin ku jinek dema koça dawî kir, daxwaz bike di nava van jinan de bên veşartin.

Li her yek ji wan goristanan divê mûzeyeke wan bêçêkirin ku çîrokên wan û jinên bûne qûrbanê sîstema mêrsalar a bêrehm bên arşîv kirin. Her jinek dema serdana wir bike, rêwîtiyek berbi wan ve bike. Li kêlek wê çîroka jinên têkoşer, şoreşger ên ji bo mafên jinan têkoşiyane û şehîd bûne jî hebin. Her jinek dema serdana wê goristanê bike, pêwîste hêrsa wê ya li dijî sîstemê zêdetir bibe û jêre bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna azadiya jin.

Ev tiştên ku min niha nivîsiye, ne zehmete bê pêkanîn. Eger jin bixwazin dikarin bi hêsanî vê yekê bikin. Dibe ku ew parçebûna jinan a heyî bi rêya xebateke bi vî awayî ya wijdana hemû jinan birîn dike, bîne cem hev û tovê têkoşîneke hevpar a bi rengê jin biavêje.