Guhdarvanek ji cinsê Adem

- Dersîm DENİZ
1.5K views

Ev çîrok vedigere dema afirandina mirovan. Çîrokek ji afirandinek newekhev. Dema ku li gorî olên yekxwedayî, Adem, wek zilamek kamil û bi tenê ye. Li gorî van vegotinan xwedê ji Adem dixwaze da ku ji perasûyê xwe, ji xwe re hemdemek derxe. Hewa, jina fermanbera ku dibe sembola bi hezaran jin ji nifşên wê. Çîrokek ku dibe bingeha zagonên ku li ser milyonan jinan tê ferz kirin. 

Dema em bala xwe didinê, ol mijarek herî binirx a baweriya mirovane, lê mixabin ketiye destê rêveberiya mêran û li dijî jinê tê bikaranîn. Deshilata Îranê ku bi navê berjewendiyên îslamê çavên xwe li ser azadî, demokrasî û wekheviya mirovan digire, gelo çiqas dikare mafê jinê ku weke nîvê mêr dibîne biparêze?

Di zagona Komara Îslami ya Îranê de tê dîtin ku jin, tenê di malê de û bi rola ku jê re hatî dayîn û wê bi baş bicihanîna vî erkî bê pênase kirin. Ji despêkê ve diyarkirina mafê jin û mêr bi madeya ku ‘jin nikare li ser mêran serweriyê bike’ diyarkere. Di rastiyê de qanûna esasî ya Îranê li dijî wekheviya jin û mêr e, ev zagonên şerîetê ne û di şerîetê de jî jin û mêr ne xwedî mafê wekhev in. Di pênaseya zagona Îranê de jin ji bo aramî dayîna mêr e û bingehê malbatê bihêz dike. Her wiha jin ji perwerdeya zarokan berpirsiyare, lê dibin serweriya mêr a di nav  malê de dikare van karan bike. Ji ber ku li gorî madeya qanûna welatiyan a 1105’an di têkiliyên hevjîniyê de serweriya malê jî karê mêr e.

Dema em li zagona bingehîn dinêrin dibînin ku pênaseya jinê di nava çar dîwarên malê de, bi şêwazekî amûrî tê destgirtin. Amûrek ku tenê ji bo zilam hetiye afirandin. Ji bo wê jî li ser jinan emir dike ku tiştên hevserê wan aciz dike, xwe jê dûr bigrin. Zagona Îranê ji bo mêran û li gor wan hatiye avakirin; xalên ku balê dikişîne, ev e ku pergala komara Îranê hemû van sepandinên zayendî bi ser navê “kerameta jinê” bi cîh tîne. Ji ber ku di şerîetê de “jin weke kulîlkekê ku hewceye were parastin” tê dîtin, bi vî nêzikatiyê re jin dibe amûrek ji bo xweşik kirina jiyana mêr an, ne hebûnek xwedî bi biryar. 

Di derbarê bedena xwe de mafê biryargirtinê

Her mirov xwediyê mafe ku di derbarê bedena xwe de biryar bide û bistîne. Divê mirov ji bandorên derve yên li ser bedena wan tê kirin, were parastin. Di qanûna bingehîn a îslamê de, mafê sereke a her mirov, yanî biryardarî li ser herêma xwe ya kesanî bi zelalî hatiye binpê kirin û bê hîcabî tawan tê hesibandin. Hikûmet jî ji bo darizandina wan dikeve nava tevgerê. Lê belê ji bo şêweyê cil li xwe kirina mêran zagonek wiha tuneye. Ji aliyê din ve, di zagonan de pênaseyek tam ji bo cil û amûrên xemlê a guncaw nîne. Di encamê de yên ku zagonan çêdikin zilam in û her yek jî li gorî nêrîna xwe ya kesanî zagûnan digire dest û pênase dike. Jin ji hêla dîrokî de hîn zêdetir dibin serweriya civakî, olî û çandî de rastê êş û azaran hatine. Li hemberî van binpêkirinan jin nikare di dadgehan de mafê xwe yê xwezayî biparêze. Di zagonên Îranê de pênaseyek sûc a ji bo hîcaba nebaş nîne. Li gel wê jî bi salane  jinên Îranî bi hinceta bêhîcabiyê tên girtin û biçûk xistin. 

Çanda nêr a ku di civakê de bûye nirx, sedema sereke ya tundiya li hemberî jinê ye. Tundî ew kiryare ku ji hêla fizikî û ruhî ziyanê dide jinê. Ziyanên em qalê dikin, ev ziyanin ku bi şêwazên fîzîkî, derûnî, ji aliyê aborî ve sînordarkirin, pêşiya pêşketinên pîşeyî û kedê girtine. Mirov dikare sedema sereke ya tundiya li hemberê jinan di cihêkariya heyî de bibîne ku di jiyanê de pêşî li wekheviya jin û mêr digire. Mixabin li Îranê hikûmet bi zagonên xwe yên cihêkar hîn zêdetir rê li tund û tujiya li hemberî jinan vedike û bi vê yekê jî jinan tîne astekê ku hêdî hêdî dixe bin desthilatdariya xwe. Bi giştî zagonên cihêkar weke temenê berpirsiyariya cezayî a zarokên keç 9 salî diyar dike, di heman demê de destûra zewaca demkî dide mêr an. Mirov dikare vê bi serê xwe weke tundiya li hemberî jinan bîne ziman. 

Zagonên heyî tundiyê rewa nîşan didin

Du şêweyên sereke ên tundiyên fîzîkî yên di nava malê de ku di zagonan de jî hatiye erêkirin û mirov dikare weke tundiya zagonî jî binav bike, ev in; 

Sernermî yan jî xwe firotina resmî a jinê ev e ku divê jin bê çûn û çira bi her awayî fermanberiya hevserê xwe bike. Li hemberî vê jî zilam bi qasî ku bikare, pêwîstiyên jinê ên aborî dabîn dike. Pênaseya zagonê jî ji bo sernermiya jinê bi du şêweyane; ya destpêkê jin neçare ji aliyê xerîze û hestan de hevserê xwe razî bike, ya din jî ji hêla serweriya malê de ew neçare hemû gotinên mêr bipejirîne. Ev yek jî dibe sedema nexweşiyên ruhî û derûnî yên jinê. Ji ber ku êdî hevserê wê ne di xema heskirin û şanaziya wê deye, ew zilam êdî tecawîzkareke ku li gorî zagonên diyarkirî dikeve herêma taybet a jinê û pêdiviyên xwe yên zayendî bi cîh tîne. Bi vî rengî jî jinê dike amûrek a ji bo bikaranîna xerîzeyên xwe yên kesanî.  

Bi nêrîna şerîetê ‘serberjêr kirina jinê’ yan jî ‘sernermiya wê’ tê vê wateyê; “jin bê destûra hevserê xwe hewceye ji malê dernekeve, xwe ji bo her xwestek û daxwazên zilam amade bike. Tiştên ku dibe sedema kerba hevserê wê, xwe jê dûr bixe.” Ji vê û şûnde têkiliya di navbera jin û mêr de vediguhere têkiliya di navbera zilamek deshilat û jinek fermanber. Zilam ji bo gilî kirina ji hevjîna xwe serî li dadgehê dide; di rastiyê de dixwaze dadgeh bi hûkmê ku bide, jinê bixe rewşa dîlgirtiyek kedîkirî a di destê mêr de. Dema ku zilamek biçe gel dadrês û bibêje; “Hevjîna min, min temkîn nake (têkiliyek cinsî a  ku zilam yek alî li ser jinê ferz dike).” Dadrês bi rehetî dikare biryar bide ku jin a tê xwestin bi cih bîne, dema daxwaza jinê a ji bo wê têkiliyê nebe jî dadrês bi hukmê zagonê jinê neçarî berdawamiya vî têkiliyê dike. Heta polîs wan ji dadgehê heya malê dibe. Gelo mirov dikare bêje ku ji derveyî tecawîzê ev tiştek dine? 

Kuştinên “namûs” ê ango qetilkirina jinê

Kuştinên “namûs” ê, şêweyên şidetê û kuştinên jinan bi destê mêrên di nava malê de ye. Jin ji ber ku zewaca bi darê zorê napejirîne, rastê destavêtinê hatiye, xwestiye hev berdan -heta dema ji mêrek beredayî jî bixwaze  veqete- rastê tundiyê hatiye, an jî hatiye qetilkirin. Ji bo ku jinek bibe qurbaniya kuştinên di bin navê ‘namûs’ ê de tenê gumanek an jî hincetek ku zîna kiriye, têra dike. Tenê gumanek bese ku zilam  jinek ji malbata xwe qetil bike, ji xwe pêdivî bi îspat û şahidan jî nîne. 

Madeya 630 ya zagona cezayî a îslamî a sala 1996’an dibêje; dema ku zilamek hevjîna xwe bi zilamek din re bibîne û zanibe ku hevjîna wî bi daxwaza xwe di wê têkiliyê de bûye, wêdemê mafê wî heye di heman kêliyê de herduyan qetil bike. Ev yek ji van zagonane ku li gorî tu exlaqî nayê pejirandin. Her çend zagonsaz di rewşên wiha de destura kuştina her duyan jî dide, lê piranî qurbanî jin in. Di bin navê zagonan de gelek jin tên qetilkirin, lê ma çawa dikare bê piştrastkirin ka jin bi daxwaza xwe ketiye nav têkiliyek bi vî rengî. Ji ber ku ev zagon jî razbere û rê li her hovîtiyeke zilam vedike. Ev mijarane dikevin destûra bingehîn û tên erê kirin. Ev zagon tund û tujiya fîzîkî a li hemberî jinê meşrû dike, ji xwe di belavbûna çanda tundiyê de roleke sereke jî dilîze û ji bo tundiyê jî hîn zêdetir zemîna zagonî ava dike. 

Di zewacê de mafê biryar girtinê

Di zagonên navnetewî de hatiye gotin ku her jin an jî mêr dema baliq dibe, êdî mafê wan heye bê ku sînorek a netew û baweriyê hebe, bi hev re bijîn û di hemû aliyên jiyanê de (her çend wek tê gotin pêk neyê jî) mafê wan wekhev e. Lê, li gorî zagonên şerîetê ev maf ji jinê hatiye girtin. Lewra zagonên bingehîn ên Îranê serweriya malbatê dide zilam; zelale ku newekhevî ji vê despê dike û di mafê jin û mêr de fermî dike. Bi awayekê ku hemû têkiliyên jiyana bi hev re dixe bin bandora xwe û jinê dixe rewşekê ku girêdayî zilam bimîne. 

Yek ji mînakên newekheviyê jî cûdabûna di navbera temenê zewaca jin û zilam e. Li gorî zagonên Îranê temenê zewaca jinan 13, yê zilaman jî 14 ye ku ev yek jî li dijî zagonên navnetewî ye. Her wiha ger bav bixwaze dikare keça xwe jêr temen 13 jî bizewicîne. Ji xwe dadgeh jî li gorî rewşa aboriya zilam dikare zewaca zarok bipejirîne. Gelek mirovên ji exlaq dûrketî vê zagonê ji bo kirîn û firotina zarokên keç bikartînin, ji xwe dadgeh jî vê yekê erê dike. Jiyana zarokên keç radestê zilamên tecawizkar tê kirin. Pir seyre ku zagon bi xwe jî ji bo zarokên dizewicin gotina “tifal” bikartîne. Vê carê Zagonsaz hîn zêde pêşve diçe û mafê têkeliya cinsî a zilam bi van zarokan re diyar dike. Di heman demê de piştî ku zarok giha temenê baliqbûnê jî mafê xwe ê betalkirina biriyara zewacê tuneye. Zaroka keç ku gihişt temenê baliqbûnê, wê demê bav an jî bapîr dikare biryara zewaca wê bide. Yanî li gor zagonan bi tu awayî mafê jinê a hilbijartina hevserê xwe tune ye. Zagona medenî jinê her tim weke ku di ferqa ji hev cûdakirina başî û xirabiyan de nîne, nêz dibe û ji bo wê jî timî bav, bira, bapîr û dadgeh li dêla wan biriyarê didin. Di zewaca jinan de daxwaza kesanî, dîsan nêrîna dayîkê ji aliyê zagonî de tu nirxeke xwe tune. 

Di çerçoveya malê de mafê jinê

Li gorî zagonê dema zilamek bixwaze ji bo cara duyemîn bizewice wê demê hewceye ji dadgehê desturê bigire. Piştî lêkolîna rewşa abori ya zilam û zelal kirina rewşa wî ku qaşo ka dikare di navbera her du jinan de wekheviyê avabike, wê demê destûrê dide zewacek bi vî rengî. Di tu pêvajoyan de nehatiye dîtin ku garantiya mafê mirovan, wekheviya di navbera jin û mêr de bi destê zagonsazan hatibe pêkanîn. Ji bo wê, em ji zagonên Îranê jî hêviyeke wiha nakin, lê em dixwazin rûpûşa bi ser van zagonan bidin alî û rastiya heyî derxin holê ka çawan bi rêya van zagonan her mafeke jinê tê binpêkirin. Weke minak, zagonsaz çawa dikare pîvana dadmendiyê bi zilam re bipîve? Li gor pergala zagonî a Îranê jin û zilam di mal û milk de ne şerîk in, dema her du derveyî sînorê malê bixebitin ev mijar nabe pirsgirêk, lê di nava civakek kevneşop de pergala zagonî tenê rola dayîkê dide jinê û ji bo jinê pirsgirêkên zêde derdixîne. Di rewşekî wiha de mêr ji hêla hiqûqî de dikare pêşiya kar kirina jinê a derveyê malê de bigire û berpirsiyara zilam li hemberî jinê tenê dayîna nefeqe ye, ev jî ger jin bi awayek herî baş ji hevserê xwe re xizmet kiribe. 

Madeya zagona medenî dide diyarkirin ku “tifalên biçûk”, dibin serweriya bav û bapîrê xwe dene. Zarokên keç heya 9 saliya xwe, ên kur jî heya 13 salan dikare dibin vê serweriyê de bên xwedîkirin. Ji xwe mafê bapîr ê li ser zarok ji yê dayîkê zêdetir e. Ev madeya zagonî di derbarê serweriya jinê a li ser zarokan de wiha dibêje: “Ger jin piştî hev berdanê zewicî be jî nikare bê destûra hevserê xwe erka serweriya zarokan bipejirîne.”

Mafê jinê ji nedîtî tê

Ji xwe ji hêla mîrate de jî tu mafê jinê tune ye. Li gor zagonan para jin ji ya zilam kêmtir e, ger jin ji hevserê xwe mîrate bigire jî ew ewqas kême ku mirov dikare tune jî bihesibîne. Ger zilamek bimire û zarokên wî li pey bimînin, para jinê ji mirateya wî dibe ji heştan yek a buhaya mal û milkên heyî be. Dema ku zarokên wan tune bin jî jin tenê dikare ji çaran yekê ji vê mîrateyê verbigire. Lê ger jin bimire û zarokên wan jî tune bin, wê demê hemû mal û milkê jinê digihe hevserê wê. Ger zilamê ku mirî be, çend hevjînê wî hebin, wê demê tenê para jinekê di nava yên din de tê parvekirin. Bi kinahî bi her awayî mafê jinê ji dest tê girtin û ev yek jî bi rêya zagonan hatiye erê kirin.  

Xala dinê jî ew e ku jin tenê dikare ji mal û milkên zilam yê bi sened wek wesayît, avahî û erd, ew jî li gorî para xwe bihayê wê digire. Jin bi salan mil bi milê hevserê xwe, li ser erdê xwe bi çandiniyê re mijûl dibin, ked didin; lê di encamê de piştî mirina hevserê wê, tu mafê wê ê li ser vî erdî namîne. Çawa ku me dît, di zagonên Komara Îslamî ya Îranê de tiştek bi navê mafê jin tune û hemû xalên di derbarê jin de jî tenê ji bo bê nefes hiştina jinê hatine amadekirin. Komara Îslamî ya Îranê hemû kêliyên jiyana jinan dixe çarçoveya hiqûqê, ev jî ne ji bo parastina mafê wan belku ji bo ku ji her hêlê de bikaribin bi rêya dadgehan jinan bê maf bihêlin, dikin.  

Dema ku şerîet û zagon dibin yek, êdî cihek ku jin tê de daxwaza maf bikin namîne. Zagona bingehîn a Îranê heya dawî rê li nêrîna zilamparêz vedike û li jinê bi çavê hebûnek ne temam a ku hewceye di bin destê zilam debe, dinêre. Bê guman ne pêkane zagonek ku li gorî zilam hatibe amadekirin derfetê jiyanek wekhev bide jinê.