Hatşepsut: Di dîrokê de yekemîn jina fîrawûn

- Lîlyan ÇIYA
617 views

hatsepsut-3Di her demeke dîrokê de, li nav her demekê de û di nav rûpelên hatine jibîrkirin de… Hin ji wan bi fikir û hin ji wan jî bi wêrektiya xwe mohra xwe li dem û zemanekê dixin. Hin ji wan bi têkoşîneke mezin a axaftin û şerê hizrî, hin ji wan jî di meydanên cengê de bi wêrektî têkoşane. Lê mixabin dîrok ji ber ku tenê bi nêrandin û hêzrandina pergalên serdest hatiye nivîsîn, gelek caran yan qet qala van jinan nekiriye, yan jî rastiya heyî piştî ku berovajî kiriye, daye. Gelek jinên bi nav û deng, jinên ku mohra xwe li serdemekê dane û bûne dengê sedsalekê; bi ji nedîtî û behsa wan nekirinê, hatiye xwestin di nav rûpelên dîrokê de bên jibîrkirin. Lêbelê wek me di gelek rewşên din de jî dît, herçend hewldanên tunehesibandinê bên çêkirin jî jinan karîne bi awayekê dengê xwe tevlî dengê pêşerojê bikin û bibin rengê serdemeke nû.

Hatşepsut, di Misra kevnare de, di dema serdema zêrîn a xanedaniya 18. mîn de (BZ 1479-1485) hikamranî kiriye. Yekemîn û yegane jina fîrawûne ku dîrok wê jê re şahidiyê bike. Hatşepsut wê newisiyê xwe di bin siyê de bihêle û bi cisaret rola hikumranekê bigire ser milê xwe, Misra kevnare wek jineke wêrek birêve bibe.

Jina fîrewûn Hatşepsut kêye? 

Jina ciwan a xweşik û bi bereket; şêwe û îhtîşama wê xwedî taybetmendiyên îlahî bûn.

Keça mezîn a Tutmhatsepsut-3osîs bi awayeke dil nizmî bi vî şêweyî hatiye pênase kirin. Keça cengawer Hatşepsût a keça babekê cengawer e, piştî ku derdikeve ser text şûnde xwe ne wek şahbanû wek qiral îlan dike û biryar digire ku ji aliyê her kesekê/î we jî wiha bê te nasîn. Gelê Misrê berê wê gelek dayîk-qiral û şahbanû dîtibûn, lê hikumranek rastîn wek keça rojê Hatşepsût ji hemûyan cûda tir bû. Û wê jina fîrewn mîhver bikar tanî, cilên zilaman li xwe kir û di bîst salan de Misir birêve bir, gelê xwe di nav bereket û îhtişamê de da jiyan kirin.

Tutmosîsê II. ji hikumraniya Hatşepsutê qet ne aciz bû. Berpirsyariya artêşê di destê wê de bû, ji vê rewşê jî her du jî keyxweş bûn. 22 salên hikumraniya Hatşepsutê (ev dîrok bi awayên cûda tê diyar kirin û li hin cihan jî cûda derbas dibe) gelek bi serketî bihûrî. Yekemîn jin bû ku di nav dîrokê de navê wê dihat tomar kirin.

Tê diyar kirin ku di tevahiya salên dirêj yên hikumraniya xwe de Hatşepsut ligor polîtîkayên aştiyane tevgeriya ye û tenê dema pêwîst kiriye derketiye sefer an.

Hemû peykerên wê tên tunekirin

Di wan deman de, li Misrê fîrewûn tenê ji zilaman dihatin hilbijartin. Lê, ji bo cara ewil wê li Misrê jinek fîrewn hikum kiriba, ew jî derveyê Hatşepsûtê vê keseke din nebaya. Helbet hikumraniya Hatşepsût wê gelek mirov bitirsanda, ji ber ku ev yek dij pergala wan bû û li gor kevneşopiyên wan, fîrewn encax di nav zilaman de dikarîn bên hilbijartin. Helbet ne tenê ev yek an jî ev rastî ew ditirsandin, her wiha ditirsiyan ku serkeftiyên Hatşepsûtê jinên din jî wêrek bike û hîn zêdetir dengê xwe bilind bikin.

Biraziyê wê ku ji wê hunera ceng û rêvebirina karên dewletê fêr dibû, xwest ku hemû bîranîn û tiştên ku îfadeya hebûna wê ne tune bike. Xwest hemû wêne û peykerên ku ji bo qehremanî, wêrektî û serkeftinên wê hatibûn çêkirin û lêkirin, têk bibe. Ji ber vê jî destûr da ku hemû peykerên heyî bên şikandin û rûxandin ku tu şopek wê jina bi hêz li ser rûyê erd nemîne û li nav rûpelên dîrokê de bê te paqij kirin. Ji ber vê çendê jî tenê hejmareke pirr kêm peyker û nivîsên di derbarê Hatşepsûtê de karîn ji vê tevgera paqijkirinê rizgar bibin û heya roja me a îro bên.

Dîrok nikare rastiyê ji nedîtî bê 

Li Misrê yekemîn jina ku heya payeya fîrewn bilind bû Hatşepsût, hertim wek hikumranek rastîn tevgeriya û bi awayeke pirr xurt hêzê di destê xwe de digire. Piştî ku li welat dorhêleke asayî tê avakirin şûnde, dest bi kar û barên avakirinê dike. Her wiha Hatşepsût yek ji kesane ku di vekirina rêyên ticaretê de jî xwedî rol e. Mirov dikare bibêje ku Misir bi saya Hatşepsûtê gihişt xweşiyê.hatsepsut-4

Bi hemû hewldanên têkbirênê yên birêya tunekirina peyker, nivîs û wêneyên di derbarê Hatşepsûtê de û bi saya ku ev destûra tune kirinê wek dihat xwestin bi cih nehatibû; em dizanin vê jina fîrewn ku bi cil û bergên zilaman nixumandî bû, ( mirinek ku qet nedihat xwestin bê jîn, hatibû jiyan kirin) wiha gotibû: şahîna min ji cihên ku perçemên hikumraniyan lê bilind dibin, gelek wêdatir e, ber bi bêdawîtiyê we difire…  

Helbet têk birina dîrokekê ewçend ne asan bû, ji ber ku dîrokek ku li ser her kevirekê hatibû neqişandin têk birin, yan jî weşartin karek ne ewçen hêsan bû. Ji bo fêm kirina ka Hatşepsut kêye, çi kiriye û di dema hikumrahiya xwe de çi kar dane meşandin têra xwe delîl hebûn û ev yek jî têra lêkolînên arkeolojîk dikir.

A rast ger dîrok rast bê lêkolîn kirin û hemû rastiyên dîrokî bê ku bên berovajî kirin, dîsan bi hemû rastiyên xwe re bibe malê dîrokê; berê hertiştî jî dema ku heqîqet û rastiya van jinan ku mohra xwe li dem û cihên cûda yên dîrokê dane, baş û di cih de bên lêkolîn kirin, mirov wê demê dikare behsa dîrokek rast a ku ne di her qonaxekê de li ser esasê tune hesibandina jinê, berovajî vê li ser bingehê heqîqetan nêz dibe, bike.

Perestgeha Hatşepsut ê 

Li DeirEl Bahrî (Luksor), li rîft a mezîn cihê ku îro bi navê geliyê qiralan tê nasîn, perestgeha mirinê a Hatşepsutê hembêz dike. Peresgeha şahbanû Hatşepsutê ku pişta xwe di de tehtekê, bi xwezayê re di nav ahengekê deye. Perestgeha khatsepsut-tapinagiu di nav pergaleke wek dereçeyan hatiye çêkirin, ji aliyê mîmar Senmut we plansaziya wê hatiye çêkirin. Li Misrê tu şahbanûyekê mezareke bi vî rengî ava nekiriye. Li her du aliyên wê rêzên sfenks ê rêya ji bû rê û resman cih digirt ku bi rêya geliyekê bi perestgehê we tê girêdan.

Dîwarên sivder (revak) yên hatine nepixandin, mezîn bûn û serkeftina 21 sal an ya kihumraniya Hatşepsutê radixe berçav an. Berbanga ku bi dîwaran dorpêç kiriye, wek hewşekê tê xûyan. Derveyê hewşê jî stûnên cot cot hatine rêz kirin, ji aliyê rastê mezarê keybanû yê û li aliyê çepê jî hewşeke ku qurbangeha bi navê xweda Ra hatiye çêkirin, heye.

Hatşepsut xwedî qiraliyetek bi nav û deng bûye, ji hêla mîmarî û hûnerî de jî teştên fewqulade avakirine. Bi taybetî girîngiyek mezin daye karên hûnerî, helbet di derbarê rêveberênê de jî xwedî tecrûbeyên gelek hêja û serketî bûye ku ji 20 salên hikumraniya wê re salên muhteşem tê gotin. Li hemberê vê serkeftina Hatşepsutê III. Tutmosis nikare xwe rabigire û ji bo ku carekedin navê wê neyê bibîrnanîn, dîrok qala wê neke, hemû peykeran dide şikandin, li hemû dergehan navê wê jina fîrewn dide paqij kirin û hewl dide hem di nav rûpelên dîrokê de û hem jî di zihnê mirovan de navê Hatşepsutê bibe jibîrkirin. Lê, Hatşepsutê ne tenê bi hikumdariya xwe a 20 sal an, her wiha bi mîmarî û hûnara peykersaziyê jî mohra xwe lî dîrokê dixe; weke ku bizanibe dîrok vê wê ji nedîtî bê, li her derê, li her şûn berekê nîşaneyek ji muhteşemiya serdema xwe dihêle.