Hebûna jinê garantiya jiyana azad e

- Newroz CIZRE
576 views

Çanda jiyana mirovatî kok hûcreya xwe li ser axa Rojhilata navîn 2725601avêt û ji hemû pêşketinan re erka dayîktî lîst. Ji bo em bikarin analîz û nirxandinek rast li ser mijara jin û civaka Îranê pêş bixin, hewceye em li dîroka civakîbûnê binêrin. Di serdema kevnar ya Îranê de çanda dayîka xwedavend her wekî ku li gel hemû gelên herêmê, li gel gelê Kurd, Fars, Ecem, Ereb, Tirkmen û Cihû jî serwer bû û pîroz dihat dîtin. Çanda neolotîkê bi awayeke dem direj li ser ertnîgariya Kurdistan û Îranê hatiye jiyan kirin. Arkeologên ku li Loristan û Kirmaşanê xebat dikin; ku hîna gelek herêm ji lêkolînan re girtiye, vê tespîtê piştrast dikin. Li vê herêmê peykera jinekê ku rûyê wê vekirîbû tê dîtin. Ev peyker aîdê şaristaniya Îlamê ye ku li wir serwer bûye. Ev peyker hêjî di mûzeya Louvre ya Parîsê de tê girtin.

Çanda mirovatî, zanist, ehlaq, heqîqet, huner û bawerî, despêkê li ser axa mezepotamya jorê bi beden û ruh dibe. Wê demê; rola civaka mirovatî li ser mîrateya çanda mîtraîzm û Zerdeştî xwe bi hebûn û wate kiriye. Heye roja îro jî çanda mîtraîzm, Yaresanî û gelek bawerî û çandên di nava civaka Îranê de, karîne hebûna xwe biparêzin û bidin jiyan kirin. Di dema Zerdeşt de xwedavenda bi navê Çîsta ku maneya xwe zanatî ye, jiyan kiriye. Her wiha li gor çavkaniyên dîrokî didin diyar kirin, Zerdeşt ji wê alîkariyeke fikrî ya mezin digire. Her wiha di wê demê de xwedavenda bi navê Eşî, heye. Eşî firişteya ewlehiyê ye. Çawa her giya li ser koka xwe şîn tê û jiyan dike, ji bo mirov jî dîrok koke; em xwe di dîroka rast ya serweriya jin de bibînin û li pey çavkaniyên hebûna xwe digerin. Ya girîng ew e ku em dema bera xwe bidin dîrokê, bikaribin xwe ji rêbazên deshilatdariyê xilas bikin û bi çavên heqîqeta civaka dîrokî li rastiyan bigerin.

Nêzikatiya ji azadiyê re

20141023145723605173068Bê guman her civak lazime li ser esasê çand û zanista xwe ya dîroka civakî bê desgirtin. Dema mijar dibe Rojhelata Navîn û bi teybetî jî dibe civaka Îran ê, feraset û nêrandina Oryantalîzm derdikeve pêş. Pêşketina wê jî li ser esasê zîhniyeta deshilatdariya modernîzma kapîtalîzmê ye ku di cewherê xwe de înkar kirina dîroka herê kevnar heye. Pergala kapîtalîzmê li ser mîras û pêşketinên Rojhilata Navîn xwe avakir û îro bi şiklê hegemonya cîhanî dixwazê hemû nirxên civakî tine û belav bike. Ev bîrdoziya deshilatdar îro li Rojhelata Navîn, li ser zîhneyeta her mirovekî/ê bandora xwe daye avakirin. Bi taybetî jî di mijara jinên Îranê de zihniyeta deshilatdariya modernizm a lîberal û nêrandina oryantalîst, jinê tenê wek hebûnek fîzîkî û maddî digire dest. Û modela Rojava ji bo jinên Îranê pêşkêş dike ku vê yekê jî di bin navê azadiya şexsî û azadiya cil û berg de, teng digire dest û dinirxîne.

Niha herê zêde mijara ku di rojeva jinên Îranê de ye, mijara xwepêçana bidarê zorê (hicap) heye ku ev nêzî salekê ye wek çalakiya çarşema sipî didome. Li vir a girîng ew e ku em mijara pirsgirêka jinê baş û rast terîf bikin ku bikarin çareseriyên rast jî deynin holê. Pergala dewleta desthilatdar ya Îran ê, li ser olperestî û mezhepgerî ya Şîe ku pergalek zayendperest e, xwe birêxistin dike. Bi tu awayî reng û hebûna jinê napejirîne. Newekhevî û koletiya jinê mina qanûnên şerîetê dide diyar kirin, dijberiya ji pergala heyî a zilamsalar ya Îranê re, wek dijberiya li hemberî xwedê dibîne û jin tên gunehbar kirin. Jinên ku rastî tund û tujiya zilam, destavêtin û heqaretê hatine, ji ber ev yeka han nepejirandine û xwe li hemberî êrîşan parastine, dîsan wek gunehkar û sûçbar hatine dîtin, hatine mehkûm kirin. Pergala ku bi bîrdoziya serdestiya zilam barkiriye, di bin navê qanûnên xwedê, hebûna jinê bê wate dike, wê wek hebûnek kêm û bi qisûr dinirxîne, her cûre jiyana ketî jê re ferz dibîne. Wê demê, berê hertiştekê hewceye em vê pergala heyî ret bikin û bera xwe bidin jiyana pîroz a ku jin heq dike.

Pergala desthilatdar bi qanûnên mutleq û nayên guhertin dixwaze bide diyar kirin ku derveyê vê rêyê tu jiyanên din yên alternatîf tune ne. Wê demê, emê jî wek jin ji zilam û pergala wî a ku dixwaze di bin navê bawerî û olan de, derî bi ser lêgera me ya azadiyê bigire, bêjin na! Bê guman hewceye piştgiriya kampanya çarşema sipî bê kirin, qanûnên ku bi zorê xwe ser jinê ferz dikin, bên ret kirin, lêbelê lazime em bizanibin ku ev pirsgirêka jinan a bingehî nine.

Ji jinên birêxistinbûyî ditirsin

iran_7336_1Pirsgirêka me ya azadiyê heye, lê ew ne tenê pirsgirêka hicabê ye, hewceye em destpêkê bi hezaran hicabên li ser zîhniyet, feraset û kesayeta me hatine lêkirin, hilweşînin. Lazime em dogmayên ku bi hezarê salane qalip girtine rabikin daku bikaribin hem ji aliyê bîrdozî, civakî, siyasî, aborî û hem jî ji aliyê zanistî de pergala heyî rast bigirin dest û binirxînin. Zanebûna vê yekê girîn e. Ji bo vê jî birêxistinbûnek bi hêz a jinê hewce ye.

Rejîma Îranê ji tevgerên azadîxwaz yên jinan ditirse. Hêza civakî, aqil û zanista jiyan afirandî, çand û exlaqê bi jina xwedavend hatiye avakirin, hîna jî di cewherê her jineke li ser van axan veşartiye. Ya girîng ew e ku em vê cewherê derxin holê û bi rêxistin bikin, bixin tevgerê. Tirsa rejimê ji wan jinan e ku her roj zêdetir di nav tarîtiya derewên pergalê de hişyar dibin û tola hezarên salan radikine. Ne gengaze ku jina jiyan avakirî îro di nav hîle, derew, qanûn û gunehên pergalê de hatine fetisandin, carekedin bikevin xefkê û jiyana kole bipejirînin. Ji xwe di têkoşîna şoreşa mezin a mirovahiyê de ku bi pêşengtiya jina Kurd giha van rojan, dîsan berxwedaniya jinê a li Kobanê û Efrînê, jinê îspat kir ku êdî derveyê berxwedan û serî rakirinê tu şansê jiyanê tune ye. Çawa ku têkoşîna azadiya jinê îro li ser hemû jinên cîhanê bandorek mezin çêkir, jinên Îranê jî bandor kir û bawerî, hêvî di hundirê wan de mezin kir.

Pêşengên şoreşa gelê Îranê a sala 1979’an jin bûn. Lê, çawa ku desthilatiyê dest guhert, rejîma meleyan sozên dabûn jinan, ji bîr kirin û gelek jinên ku ji şoreşê re pêşengtî kiribûn dikuje û digire. Heya destûra bingehîn ya rejîma meleyan baş neyê tehlîl kirin, ne gengaze ku li Îranê rejîma heyî baş bê fêm kirin û guhertinên bingehîn bên çêkirin. Di pergala dewleta Îranê de hin sazî hene ku erk û wezîfeyên wan li ser hiquq û qanûnan de tê girtin. Ji xwe ew sazî jî tenê dikarin bi rêya zilaman bêne birêve birin. Helbet yên ku her roj bi fetwayan pergalê birêve dibin jî heman kesin. Dibe ku ev yek di roja me ya îro de sosret bê dîtin lê, rastiya ku îro di nava pergala Îran de tê jîn, nakokiyên deshilatdarî zede dike, şerê di navbera “Veleyetê Feqî” û “Meclîsa Xobrêgan”   û rêveberiya serok komariye de tê jiyan kirin e. Saziyên herê bilind yên biryardayînê li Îranê, “Velayetê Feqî” û “Meclîsa Xobrêgan” e ku di her d yan de jî jin cih nagirin.

Pêdivî bi guhertinê heye

asidpashi_majles2014011Di zîhniyet û têgihiştina rejîmê de jin hebûneke şermê ye ku “mêr ji rê derdixe”, “tehrîk dike”, “zekaya xwe kêm e”, “bê îrade ye”, “ne cihê baweriyê ye” û “nikare li ser xwe baldar be”, “mirovek nîvçe ye.” Li gor zîhniyeta meleyan tenê dikare ji mêran re were gotin ‘mirov’. Ligor feraseta wan jin “zewiyê mêr e, ango milkê wî ye,” loma ji derveyî wî kes nikare nêz bibe. Mêr kengê bixwze dikare lê bide, bifiroşe, jê cûda be, (telaq bide) ger dilê wî bixwaze dikare bi çend jinan re bizewice. Tu caran vîna jinê nayê nasîn. Pergalê bi qanûn, şerîet û hemû pêkhateyên dewletê wisa kiriye ku jin û ciwan bi rêya sîxe, sewaca sipî, bên îstîsmar kirin. Ev yek jî aqilê zilam yê ku ji her cûre exlaq û wijdana civakî qot bûye nîşan dide.

Raperîna zivistana derbasbûyî ku li 73 bajarên Îranê hat destpêkirin, di pêşengtiya jinê de pêş ket. Çalakiyên jinan yên li meydana Tehranê cisaret û hêz da civak ê. Ji bo wê em dibêjin, pirsgirêkên di hundirê Îranê de tên jîn, ne pirsgirêkên wiha ne ku bi destwerdana derve bên çareser kirin. Ji ber ku me di dem û dîrokên cihê de dît ku destwerdana Emerîqayê a li Rojhelata Navîn derveyê alozî û qeyran kûrtir kirinê, tiştek din bi xwe re neanî. Ger rejîm pergala xwe neguherîne û gavên demokratîk neavêje, qeyrana aborî, pirsgirêkên civakî yên heyî çareser neke, pirsgirêk her ku biçe wê kûrtir bibe. Çûn qeyraneke kûr e, çareseriyek kûr û her alî jî hewce dike. Ne reform ne jî restorasyon têra çareseriyê dike, rêya çareseriyê azadiya jin û pergalek demokratîk e. Civaka demokratîk û azad jî bi tevger, birêxistinbûna jinê pêkan e. Rejîma Îranê bi rêbazên çareseriya demokratîk dikare ji bo Rojhelata Navîn a azad û hemdem bibe model û rêya çareseriyê ji tevahiya herêmê re. Ev jî wê bi nasnama jina azad û pêşengtiya hemû jinên Kurd û Îranî bê pêşxistin.

Afirandina jiyanê

Rejîma Îranê bi rêya pergala besîç jinan mîlîtarîze dike. MANSET-YA NUBi besîç kirina jinan, jinan bera hev dide. Îro hêzên deshilatdar di şaxsê jinê de xweza û gerdunê dikuje. Ev feraseta ku hîn bingeha xwe ji mîtolojiya çiroka Adem û Hewa de bi awayek zanistî hatiye pêşxistin. Îro hemû jin hîn jî wek di dema avabûna dîroka mirovahiyê de ku sedema ji rê derketin û gunehan dihatin dîtin, lê tê mêze kirin. Li beramberî van derawên pergala zilamsalarî ku kuştina jinê meşrû dike, jinê sêdarê dide û li mal, kolan, zanîngehan derî bi ser de digire, sekinîn û têkoşîn dayîn girîng e. Ji bîr nebin ku bi kuştin û dardekirina her jinekê, em hemû jin tên kuştin.

Di van demên dawî de, di nav jin û ciwanan de hin bûyerên ku li ser axaftin bi xwe jî pirr zehmet e, tê jîn. Pergala desthilatdar ji bo ku di pêşerojê de sûcê ku kirine neyên eşkere kirin, bi destê jinê, jinê dide kuştin. Beriya ew kesane xwe bikujin jî bi kamereyan dîmenên hev û du digirin û li ser înternetê diweşînin. Pergal bi vî rengî jiyanê bê wate dike, hêviyan dikuje û mirinê wek yegane rêya çareseriyê dideyne pêşiya kesan. Hewceye her kes li dijî felsefeya kuştinê ya dewleta desthilatdar, felsefeya jiyana azad pêş bixe û vê jiyanê kêlî bi kêlî bihûne.

Di van rojên dawî de hem li Rojhelatê Kurdistanê, hem jî li hin bajarên Îran ê, bûyerên xwe kuştin û destdirêjiyê rû dan. Her çend hertim bûyerên wiha li Îranê rû didin, lê ji ber ragihandinek demokratîk nine, dernakeve holê. Hertim li ser bûyerên wiha tê girtin. Mînak di vê meha bûrî de li herêma Hewreman, ji aliyê endamê Sipahê Pastaran ve destdirêjî li keçek 11 salî hat kirin. Lê, mixabin heya niha tu pêkanînek qanûnî nehatiye destpêkirin. Dîsan beriya demekê zaroka 5 salî a ji Efqanîstanê, rastê destdêrijiyê hatibû û dovre hatibû kuştin. Ji xwe rêjeya xwe kuştinê li Îranê pirr zêde ye û kes ji xwe pirs nake ka çima ciwanên ku hîn di bihara jiyanê dene, xwe dikujin.

Bi wate kirina jiyanê

MANSET-Di serdemekê de ku her roj destanên azadî û berxwedanê di pêşengtiya jinan de tê pêşxistin, ne pêkane ku em jiyanên wiha bipejirînin, em ê nehêlin jin ji însafa pergala desthilatdar re bimînin. Ji bo ku em ji her cûre kuştin, kole kirin û meta kirina jinan re bêjin na, bi zanist û felsefeya Rêber Apo xwe nas kirin û dana nasîn, wê ji bo me bingeha jiyanek nû be. Ji bo em ji hemû şiklên kole kirin, kuştin û wek metayekê bikaranîna jinê a ji hêla zilam re bêjin na, bi zanist, raman û felsefeya Reber APO xwe naskirin û gihandina nasnama jina azad, xwe rêxistin kirin, girîng e û ji bo me ji av û nan giranbihatire.

Em wek Komelgeha Jinên Kurdistanê (KJK) di wê baweriyê dene ku têkoşîna jina Kurd a li ser mîrateya têkoşîna hemû jinên Rojhelata Navîn û cîhanê xwe avakiriye, bikare bibe dengê hemû jinên bindest. Çawa ku jinê di avakirin û pêşxistina dîroka mirovahiyê de, jiyanek komînal, azad, wekhev û bi hêza exlaqî a civakî pêş xist, em ê jî di sedsala 21’an de li beramberî pergala desthilatdar a zilam û hemû şêweyên koletiya ku li ser jinê ferz dike, bisekinin û pergala neteweya demokratîk û jiyana azad misoger bikin. Îro hebûna jinê li beramberî tunekirina civakê, gel û nirxên mirovahiyê, bûye garantiya jiyana azad û wekhev. Dijmin û dagirkerên Rojhelata Navîn li beramberî pergala ekolojîk û azad a xwe dispêre azadî, nirx û hebûna jinê ewqas bê çare maye ku îro êrîşê nirxên jinê dike, wê demê em jî ji bo sibe rojên azad, ji bo ku pergala modernîteya demokratîk bi têkoşîna jinê re bigihînin gelan, ji her demê zêdetir têbikoşin û lêgera xwe a heqîqetê kêlî bi kêlî li ser vê axa pîroz şînber bikin.    ­­