Helbestvana jîr Reşhê Esfehanî

- Berjin TEKOŞER
281 views
Di gelek deman de ji bo rastiya pêşengên jin ên di dîrokê de rol lîstine derkeve holê û rûpelên dîrokê yên li wan hatiye tarîkirin werin ronîkirin hewldan pêş ketine. Hin caran kêm mabe jî ev hewldan hiştiye ku nav û rengê jinan di nav dîrokê de zêdetir xuya bibe. Ji ber vê yekê îro reng û dengê jinan li asoyan zelaltir diberiqe. Jin bi ziman, reng û dengê xwe şewq dide û ji bo siberojên hîn zelal ên dîroka jinê, ji duh ber bi îro ve diherike. Helbestvan Reşhê, ango Bîgen jî yek ji van jinan e.

Di nav helbestvanan de mezin bû

Bîgen, keça Xatûn ku bi navê Reşhê tê nasîn, li gorî hin agahiyan, di sala 1198 a Qemerî de (pZ 1819) tê dinê. Ew yek ji helbestvana mezin a bi nav û deng a dema Qaçar e. Tê gotin ku ew bixwe ji diyarên Kaşan bûye. Reşhê Esfehanî di nav malbatek helbestvan de mezin dibe. Nexasim bavê wê Hatîfê Esfehanî û birayê wê Mohammed Sehab jî helbestvanên bi nav û deng ên dema xwe bûn. Her wiha kurê wê Mîrza Ehmed jî li ser rêya diya xwe diçe û ew jî dibe helbestvanek bi nav û deng. Lê hêjayî gotinê ye ku cihê helbestên Reşhê ji ya birayê wê gelek bilindtir bû. Kûrê wê Mîrza Ehmed jî di hişyariyek xwe ya meclîsê de dibêje ku Reşhê helbestvanek pir jîr e û destnîşan dike ku ew bi helbestvanên jin ên weke Lalê Xatûn, Mehrî Herûy û Mehistî Gencewî ku helbestvanên pir hêja ne, di heman ast û rêzê de ye.

Jiyana helbestvanî

Reşhê bi helbestvanê bi navê Mîrza Elî Ekber ku wek Nezirî jî dihat nasîn, dizewice ku di encama vê zewacê de zarokê wê yê bi navê Mîrza ku paşe bi nasnameya xwe ya helbestvanî derdikeve pêş, tê dinyayê. Ehmedê ku paşê wê bi nasnavê “Kuştin” helbest binivîsa. Helbet ji ber ku di nav malbatek helbestvan de mezin dibe û bixwe jî bi helbestvanekî re jiyana xwe dike yek, bandora wê ya ber bi çar li ser lawê wê jî çêdibe. Di encamê de ew bixwe helbestvan e, hevjîn, bira, bav û lawê wê jî helbestvan e ku hêja ye mirov bêje, ev di nav wêjeya farsî de mucîzeyek e. Kesek din bi van taybetmendiyan derneketiye pêş. Ev yek jî li ser helbest û helbestvaniya wê bandorek mezin çêkiriye.

3 hezar beyt helbest nivîsandin

Li gorî ku Mîrza Ehmed ragihandiye, dîwana helbestan a vê jina jêhatî ji 3 hezar beytan pêk tê. Hêjayî gotinê ye ku ev weke yek ji baştirîn û mezintirîn dîwanên jineke helbestvan a Îranî tê qebûlkirin. Lê mixabin ev beytên helbestên wê negihaştina heta roja îro. Ji helbestên Reşhê, tenê di bîranînên meclîsê de sed beyt û di pêveka dîwana wê de heftê û pênc beyt heta îro hatiye. Li gorî hin agahiyan jî tê gotin ku mixabin ji 3 hezar beytên helbestên wê, di dest de tenê nêzî 2 sed beyt hene û ew jî bi awayekî parçe parçe ne.

Mora xwe li serdemekî xist

Bêguman dema ku em li hejmara helbestên Reşhê û gotinên li ser wê hatine ziman dinêrin, bi awayekî eşkere fêm dikin ku ew xwedî bandorek ber bi çav bûye. Ev hejmara beytên helbestên wê jî nîşan didin ku ev jina jîr û xwedî lênûsa bi efsûn di nav malbatê û helbestvaniyê de ne kêmî bavê xwe bûye. Heta mirov dikare bêje ku di rêza ewil de cih girtiye. Lê weke gelek rastiyên jinên din, li vir jî em dibînin ku ji nav û jêhatîbûna Reşhê zêdetir, bandor û qala bavê wê tê kirin. Lê belê ji nirxandinên derbarê helbestvan Reşhê de hatine kirin dibînin ku di nav hezar peyvan de weke peyveke weşartî ya diqîre dimîne. Tevî hemû astengî û helwestên ku xwestine wê ji nedîtî ve werin, Reşhê mora xwe li serdemekî xistiye û navê wê hatiye heta roja îro. Derbarê dîroka ji dayîkbûn û dîroka koça helbestvan Reşhê de agahiyên zelal tune ne. Lê belê li gor helbestên wê yên hemdem û her wiha li gorî biyografnivîsan ew heta salên 1231’ê Qemerî (pZ 1852) jiyaye.

Jin bi keda xwe di dîrokê de dimîne

Gelek dîwanên helbestvanên jin hene ku ji aliyê gelek kesan ve weke jêhatîtirîn dîwan hatine pênasekirin, lê mixabin ev dîwanên helbestên jinan jî weke navê wan her roja ku çûye di nav reşahiya bi ser dîroka jinê re hatiye pêçan û winda bûye. Pergala zayendîperest ya dijberê jinê ne hiştiye ku ev hêz û hûnera wê ya bêhempa were dîtin. Her çend hewl dabin bi siyekê tarî rastiya jinê ji holê rakin û navê wan wenda bikin jî, hêza jinê zora vê tariyê biriye û rengê xwe diyar kiriye. Jin her carê ji bo vê tarîtiyê li ser xwe rake rê û rêbaz dîtiye û nehiştiye navê wê wenda bibe. Bê guman ev jî bi ked, xebat û têkoşîna wê pêk hatiye.