Hikûmeta herêma Kurdistanê çima eşkere kirina rêjeya şîdeta dijî jinê qedexe kir?

- Berîtan ZAGROS
406 views

Wezareta Karên Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî ku ti sedemeke maqûl bide nîşan, biryara qedexekirina eşkere kirina rêjeya şîdeta li dijî jinê da. Li gorî agahiyên ragihandinên herêmî ev 9 mehin ku rêveberiya Navenda Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê, ji ber biryara wezaretê rêjeya şîdeta dijî jinê eşkere nekiriye. Ev 9 mehe ji derveyî bûyerên ku bi awayeke sînordar di hinek dezgehên ragihandinê de derketine, rêjeyeke fermî û zelal derbarê şîdeta li dijî jinê de nîne.

Dixwazin li ser bûyeran bigrin

Ev biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide nîşan ku rêjeya şîdeta dijî jinê pir zêde bûye, ji bo li ser bigirin, biryara qedexekirina ragihandina rêjeya şîdetê dane. Her wiha ji bo pêşî li têkoşîna hevpar a jinan bigirin û hişyariyeke jinan a li dijî şîdetê çênebe dest bi kareke bi vî rengî dane. Hikûmet hewl dide zilamsalarî û çanda şîdetê ya li herêmê ji raya giştî veşêre, weke herêmeke zehf pêşketî, azadîxwaz û wekheviyê diparêze bide nîşan. Lê rewş û rêjeya tund û tujiyê berovajî vê yekê dide nîşandayîn. Helbet ji vê biryara qedexekirinê gelek pirsên din jî çêdibin û dide fikirandin…

Lê bi qasî agahiyên di derbarê mijarê de di ragihandina azad a başûrê Kurdistanê de derdikevin, rêjeya kuştin û xwekuştina jinan di asteke metirsîdar de ye. Bê îstîsna rojane nûçe derbarê kuştin û xwekûştinên jinan de hene. Jixwe şîdeta nava malê de (lêdan, tacîz) her nayê bihîstin, yan jî şîdeteke bi mirinê encam nebe, ji şîdetê nayê hesibandin!

Saziyên heyî nikarin bibin bersiv

Li başûrê Kurdistanê bi hezaran rêxistinên civakî û mafê mirovan hene. Ji vana 280 rêxistinên  bi pirgirêkên jinan re peywendîdarin, ango rêxistinên ji bo parastina mafê jinan in. Balkêşe  agahiya piraniya van rêxistinên jinan ji vê biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di derbarê qedexekirina ragihandina amar de nîne! Her wiha bixwe jî têkildarî şîdeta dijî jinê ya li herêma Kurdistanê de ti amarek berhev nakin, an jî ti lêkolînek wan di derbarê mijarê de nîne. Her wiha komkirina rêjeya şîdetê, lêkolînkirina şîdeta di derbarê jinê de jî karê xwe nabînin û ji însafa dezgehên fermî yên hikûmetê re dihêlin.

Heya niha tenê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi xwe spartina nûçeyên di ragihandinê de derdikeve, amara 3 mehan eşkere kiriye. Li gorî amara ku hatiye dayîn di nava 3 mehan de herî kêm 30 jin hatine kuştin, an jî neçarê xwe kuştinê kirine. Jixwe gelek xwekuştinên jinan jî biguman in. Ji ber lêkolîn û lêpirsîneke baş di derbarê bûyeran de nayên kirin, jin hatibe kuştin jî gelek caran tê îddîakirin xwekuştine.

Şîdet her roj dikuje

Di vir de pirsa, ‘gelo rêxistinên jin çima ji rewşa jinan bê agahîne?’ derdikeve holê. Li gorî nifûseke di derdora 6 milyonî ya herêma Kurdistanê de, 280 rêxistinên jin hejmareke kêm nîne. Eger bixebitin, gelo wê hikûmet bikare bi biryarên keyfî li ser hovîtî û şîdeta dijî jinê de bigire? Nexêr! Hikûmet hewl dide bi ser girtina hovîtî û paşverûtiya li dijî jin ê, rûyê herêmê spî derxe. Yên ku divê rastiyan derxin, hewceye rêxistinên jinan bin. Ne tenê amar komkirin, lêkolînkirin, cesaret dayîna jinan ji bo vekirina doza dijî pêkanîn li dijî wê, li pişt wan rawestîn şert e. Bi rojevkirina şîdeta li dijî jin ê, vekirina dozan û şopandina wê dikare hişyariyeke cidî di civakê de bide çêkirin û civakê bi vêya re perwerde bike. Bûyera Sêwan Qadir yegane doz bû ku ji ber rêxistinên jin xwedî lê derketin, bû rojev û hişyariyek çêkir. Lê ev nebû çandek û berdewamiya wê nehat.

Divê dengê dijber hîn gor derkeve

Bi bahaneya vîrûsa koronayê li dijî şîdeta li ser jinê ti semîner, civîn, panel, daxuyanî û xwepêşandan ji aliyê rêxistinên jin ve ne hatin lidarxistin. Rêxistinên jin di rojeva jinê de nekarîn bên cem hev û bibin xwedî helwest. Dîsa ji derveyî RJAK’ê ti rêxistineke jin li başûrê Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê çalakî lidar nexistin. Tevî ku jin di xwepêşandanên li dijî hikûmetê de, yên ji ber ne dayîna mûçe, çalakiyên dijî dagirkeriya Tirk de li pêşbûn, çima îro li dijî şîdeta li ser jinê û biryara hikûmeta herêmê danakevin qadê û ji bo xwe vê yekê nakin mesele? Ji ber ku rewşa tund û tujiya jinê yek ser bi pirsgirêkên heyî ên civakî û siyasî yên herêmê re têkildar in.

Tu xebatek ku rê li hişyariyê veke, tune!

Tevî ku piraniya van rêxistinên jin foneke taybet digirin jî, ti xebateke berçav ji bo pêşî lê girtina şîdeta li ser jinê, perwerdekirin, hişyarkirin û rêxistinkirina jinê nameşînin. Bi dehan komên bi dirûşmên mezin xwe ava dikin û ji reklam û daxuyaniyan wêdetir naçin hene. Ev nêzikatiyên şêweyî, xemsariya rêxistin û saziyên jinan dibe sedem ku pêşî li şîdeta dijî jinê neyê girtin û nebin hêzeke zext çêkirinê li ser hikûmet û parlementoyê.

Di vê rewşê de pêwîste rêxistin û saziyên jin çi bikin? Beriya her tiştê divê rêxistin û saziyên jin ên başûrê Kurdistanê ji xebatên ne encamgir û şêweyî dûr bikevin. Heya niha komxebat, panel, daxuyanî, guftûgoyên ku dihatin çêkirin, hişyariyek di beşeke kêm a civakê de çêkiribe jî, nekarîne dakevin nava her şaneyeke civakê û bi bandor bin.

Şopandina dozên jinan girîng e

Divê ji bo reklamê karên ezbere û fêrbûyî neyên kirin û bi rastî jî xebatên ku dikarin bandorê rasterast li hemû jinan bikin, pêşbixînin. Herî kêm fona ku bi navê projeyên ji bo jina digirin, ji bo projeyên di derbarê jinan de xerç bikin û bikarbînin. Ne tenê ji bo komkirina amar, divê ji bo afirandina derfetên kar ji bo jinan, xebatên perwerdekirinê pêşbixin. Ji bo şopandina doza jinên ku rastê tund û tujiyê tên parêzer bigirin û dozan di derbarê şîdetên li dijî jinan de vekin. Her kuştin, xwekuştin û destdirêjiyeke li dijî jinê bikin sedema mezinkirina têkoşîna hevpar û bibin hêzeke zextkirinê li ser hikûmet û parlementoyê.

Têkoşîna jinê xwedî ezmûneke dîrokî ye

Ezmûnên Tevgera Azadiya Jinên Kurd ên li parçeyên din ên Kurdistanê hatine bidestxistin, divê bi awayeke çalaktir derbasê başûrê Kurdistanê bê kirin. Mixabin heya niha ev yek bi awayeke bihêz ne hatiye kirin.  RJAK dikare bibe pirek di navbera başûrê Kurdistan û parçeyên din de. Derfetên pêwîst di destê RJAK’ê de hene. Lê mixabin, heya niha nikare bêgotin ku ev erka xwe  li gorî tê xwestin bi cih aniye û li gorî bendewariyan tevgeriyaye. Herçend yek ji rêxistinên herî zêde di van mijaran de xwedî xebat û çalakî ye, ji bo bidestxistina mafê jinan kar dike jî, ev yek dema li gorî pêwîstiyan tê destgirtin, gelek lewaz e. Ji ber vê, erka pêşengiyê, komkirina rêxistinên jinan, têkoşîna li dijî şîdeta mêr û desthilata başûr dikeve ser milê RJAK’ê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer. Her du rêxistin dikarin bi awayeke çalak xeta azadiya jin û fikrên Rêber Apo derbasê başûrê Kurdistanê bikin. Ev jî bi rexnelixwegirtineke bihêz li beramber ew jinên rojane tên qetilkirin û neçarê xwekuştinê tên kirin, dikare bê destpêkirin…