Hikûmetek diz û nêr a li ber mirinê

- Berîtan ZAGROS
618 views

MANSETLi Kurdistanê her timî têkoşîneke hevpar a bûyîna xwedî statûyeke azad û demokratîk hatiye dayîn. Jinên Kurd ku herê zêde tî yê azadiyê ne, di her serhildan, raperîn û herî dawî pêngavên şoreşî de bi hemû hêza xwe beşdar bûne. Ev jin di qada xweparastinê de jî li hember her cûre destdirêjiya li ser xak û rûmeta xwe di nava refên herî pêş yên têkoşînê de cih girtine û bûne çavkaniya wêrekiyê û geş kirina têkoşîn ê. Li her parçeyeke welat jin bi roleke pêşeng rabûne. Li Başûrê Kurdistanê di bidestxistina destkeftiyên Kurd de jin xwedî roleke mezin bûye.

Li hember rejîma dîkdator û faşîst ya Baas’ê jinên Başûrê Kurdistanê mîna Leyla Qasiman qet serî danexistine û di raperînan de cih girtine, di dema hatiye xwestin de jî çek hilgirtiye û pêşmergetî kiriye. Ji lewma destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bi fedekarî, ked û xwîna jinan hatiye bidestxistin. Her jineke Başûr di oxira van destkeftiyan de parçeyeke xwe daye. Ev jî ji bawerî û hesreta wan a bi jiyaneke azad, dadperwer, demokratîk û wekhev çavkaniya xwe digirt.

Ev tam 26 sale ku li Başûrê Kurdistanê Kurd bi rêveberiyeke federal a xweser tên birêve birin. Ev rêveberî ku di encama berdêlên pirr mezin de hate bidestxistin îro, îflas kiriye û li hember nirxên gel di nava xiyaneteke mezin de ye. Îro rêveberiyeke parçebûyî, ji nirxên netewî dûr û girêdayî hêzên dagirkerên Kurdistan ê, diz, ne dadperwer, ji azadî û wekheviya di navbera jin û mêr de dûr û nêr heye. Ev hikûmeta ku bi temamî keda jinê înkar dike û bi temamî bi aqlê mêr yê diz tê birêve birin, ji aliyê civaka Başûr ve nayê xwestin û gel wana weke rêveberiya xwe qebûl nakin.

Desteya wezîran ji 19 wezaretan pêk tê, tenê wezareta bi navê wezareta xaniman (jinan) ji aliyê jinekê ve tê birêve birin. Parlementoya Başûrê Kurdistanê ji 111 parlementeran pêk tê. Tevî ku di destûra bingehîn de nayê gotin jin nikare bibe walî û qeymeqam jî lê, di pratîkê de rewşeke bi vî rengî nîne û berovajiyê wê hemû ji zilaman pêk tê. Tenê qeymeqama parêzgeha Helebceyê jineke û navê xwe Nûxse Nasih e.

Di nava partiyên Başûr de rêjeyeke pirr bilind nebe jî jin têde cih digirin. Lê, ev hebûna jinê ya di nava van organan de zehf şekliye û îradeya jinê bi awayeke berçav ji nedîtî tên. Di organên herî bilind yên biryarê, di dîplomasiyê û danûstandinan de cih ji jinê re nîne. Jixwe serokê hemû partiyan û yan jî sekreter û berdevkên wan zilam in. Di nava partiyên siyasî de her çend di nava yek du partiyan de komîte, komîsyon û yekîtiyên jinan hene jî xebateke xweser a taybet bi jinan hema bêje di asta herî jêr û lewaz de ye. Bernameyeke wan a taybet ji bo jinên Başûrê Kurdistanê nîne.

Lê, tevî ev sîstema ne wekhev, ne dadperwer, diz û cihêkar jî di encama ked û hewldana jinan de hêjmareke zêde ya jinên çalakvan, rewşenbîr de hinek saziyên civaka medenî û saziyên parastina mafê jin dikin hene. Herçend ev xebat ne hatibe wê astê ku pirsgirêka jin û cihêkariya li hember wê tê kirin bike rojev, lê dikare bêgotin ku heya astekî hişyariyek di nava jinan de didin çêkirin û hêdî hêdî xwe rêxistinkirina jinan pêşdixin.

Bi rojane li gelek deverên Başûrê Kurdistanê daxwaza vê hikûmeta nêr, diz û cihêkar dikin. Gel li qadan weke nerazîbûneke li dijî vê siyaseta wan ya çewt agir bi navendên wan dixin û bi vî awayî hêrsa xwe tînin ziman. Dirûşma sereke ya van xwepêşandanan hilweşandina vê hikûmetê û avakirina pergaleke dadperwer û demokratîk e. Gelê Başûrê Kurdistanê êdî dixwaze xwe bi xwe birêve bibe û bixwe di derbarê xwede biryaran bide. Ev jî di pergaleke nû re derbas dibe.

Tevgera Azadî ku tevgereke civakî û gelperest ya civaka Başûrê Kurdistanê ye, bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe weke yek ji tevgereke mûxalif û alternatîf li Başûr mezin dike û pêş dixe. Yekem Tevgere ku nûnertiyeke wekhev a jinan di navê de heye. Tevgera Azadî bi pergala hevserokatiyê tê birêve birin û cîgira hevserokatiyê jî jine. Rêjeya hebûna jin di nava Tevgera Azadî de hema bêje ji ya zilaman zêdetire û pêşengiya wê jî jin dikin. Ancax hê jî nekariye xwe bigihîne tevahiya Başûrê Kurdistanê û vê çanda cinsiyetperest ya li Başûrê Kurdistanê ya hemû qadan de biguhere.

RJAK jî ku weke rêxistineke jinên Başûrê Kurdistanê xwe rêxistin dike, bi taybet bi pirsgirêkên rêxistinkirinê yên jinan, pêşî lê girtina şîdetê, hişyarkirin û perwerdekirina jinan re mijûl dibe. Yek ji xebata herî sereke ya RJAK li Başûrê Kurdistanê dike, xebatên perwerdekirina jinan û giştî civakê ye. Lê, di mijara hemû rêxistin, sazî û kesayetên jin yên ji pergala cinsiyetperest anîna gel hev û têkoşîneke hevpar dayînê de hîn kêm û kurtî hene. RJAK heya hemû jinên Başûrê Kurdistanê li dijî vê pergala ne demokratîk, cihêkar û cinsiyetperest dibin heman sêwanê de neyîne gel hev û li ser esasê fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê xwe negihîne hemû beşên civakê wê nekare mezin bibe û bibe rêxistineke yegane ya çareseriyê.

Çareseriya pirsgirêkên Başûr û yên jinan di fikir û felsefeya Ocalan de veşartiye. Sîstemeke demokratîk, azadîxwaz û wekhev ya weke Rojavayê Kurdistanê û her wisa li gorî realîteya civaka Başûr, ji bo tevahî civakê pêwîst û ferz e. Ev jî bi pêkanîn, fêmkirin û belavkirina fikrê Ocalan dikare bibe. Şîfreya azadiya jinên Başûr, şîfreya avabûna sîstemeke demokratîk û dadperwer li Başûr di fikrê Ocalan re derbas dibe.