Hilbijartin…     

- Zeynep ERDEM
675 views

Di 24’ê Hezîranê de li Tirkiyê hilbijartinên Serokkomarî û yê giştî tên lidarxistin. Hezîran meheke bi xêr e. Bê guman ji bo bi xêrtir be gelek kar dikeve ser milê civakê û bi taybet jî jinan.

Desthilatdariya AKP-Erdogan ya faşîst li Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê û bi giştî li herêmê mafê jiyana azad ya gelan desteser kiriye. Di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de derfeta ku hesabê vê faşîzmê ji Erdogan û hevkarên wî were pirsîn derdikeve holê. Ev derfet ji aliyê gelan û bi taybetî jinan ve baş neyê bikar anîn faşîzm wê xurttir bibe ku ti kes wê nikaribe pêşî lê bigre.

Di dema desthilatdariya xwe de faşîzma Erdogan zexteke mezin li ser gelan da meşandin. Yê ku herî zêde para xwe ji vê faşîzmê girt jî di serî de jin û gelê Kurd bû. Li Bakûrê Kurdistanê, bajar hatin xera kirin. Bi dehan mirov di bodriman de bi saxî hatin şewitandin. Malbatan cenazeyên zarokên xwe nedîtin, heya niha wernegirtin… Ji ber ku ew avahî hemû hatin xerakirin. Li şûna wan, xaniyên nû ji aliyê dewletê ve tên çêkirin. Bi vî awayî dîrokek tevî mirovan hate tinekirin. Li Silopî cenazeyê dayika Taybet hefteyekî li kolanê, li erdê ma…

Li gel van komkujiyan, hema bêje hemû şaredariyên HDP’ê ku li herêmê dawî li polîtîkayên xwînmij-asîmîlasyonê yên desthilatdariya AKP-Erdogan anîbûn hatin desteserkirin. Qadên jiyan û perwerdê yên jinan, dibistanên zimanê zikmakî yên zarokan, saziyên çand û hunerê yên civakê ku bi kedeke mezin hatibûn avakirin ji aliyê vê desthilatdariya faşîst ve  hatin girtin. Li şûna wan saziyan, meleyên rîh dirêj runiştine û ji bo pêşeroja civakê tarî bikin kar dikin.

Ji vê faşîzmê, civaka Tirk jî nesîbê xwe girtiye. Bi dehan akademîsyen ji kar hatin dûrxisin. Hin ji wan neçar man ku ji welatê xwe derkevin. Yên mane jî di zindanan dene. Kesên xwedî wîcdan, demokrat û ronakbîr li holê nemane li Tirkiyê. Yên bi berpirsiyariya xwe ya exlaqî rabûn li dijî polîtîkaya qirkirinê ya Erdogan sekinîn hemû hatin tesfiye kirin. Niha li Tirkiyê tek rengek heye ew jî renga faşîzmê ye.

Xelkê herêmê jî ji vê xezeba Erdogan nesîbê xwe girt. Herî zêde li herêmê desthilatdariya Erdogan çeteyên DAIŞ’ê xwedî kir. Hem ji aliyê fînansekirinê, hem jî ji aliyê zêdekirina hejmarê ve. Bi sedan çete li Tirkiyê hatin perwerdekirin û derbasî Sûrî û herêmên din hatin kirin. Herî dawî Efrîn dagir kir, xelk ji cîh û warên wan derxistin û ji herêmên cuda yên Surî bi dehan çete û malbatên wan derbasî Efrînê kirin. Bi vî awayî alîkarî di asta ku ax dagirkirin û teslîmî çeteyan kirinê de hate dayin. Niha jî dixwaze Başurê Kurdistanê dagir bike, dest davêje destkeftiyê xelkê Başur.

Di pêvajoya desthilatdariya AKP-Erdogan de gel bi zilmeke mezin re rû bi rû man. Erdogan dixwaze vê desthilatdariyê heta heta bidomîne. Ji ber wê jî hilbijartinên pêşwext li dar dixe. Dixwaze pêşeroja xwe saxlem bike. Xebatên hilbijartinê li dijî faşîzma Erdogan tê wateya avakirina pêşerojeke bi ewle û azad. Ji ber wê jî bi taybetî jin, divê hemû aliyên li dijî faşîzmê, vê pêvajoyê baş bi kar bînin. Nehêlin ti valatî derkeve. Xebateke bi rêk û pêk bimeşînîn. Hêza gelan ya ji hev hatiye qutkirin gerek di vê demê de bighêje hev. Bibe yek deng, ew deng jî li dijî faşîzmê bilind bibe û di sindoqên hilbijartinê de faşîzmê bifetisîne. Ev kar were kirin sibeha 25’ê Hezîranê em dikarin ji bo faşîzma Erdogan bêjin ku hesabê wî yê mal û çarşiyê li hev derneket. Bi xebateke xurt ya hilbijartinê ev hesab wê vala derkeve. Namzetên HDP’ê piraniya wan jin in. Jin wê tarîtiya faşîzmê têk bibin. Wê bi şewqa xwe ronahiyê bînin. Xebata hilbijartinê li dijî faşîzmê ye. Ji bo ronahiya jiyanê ye. Bi vê berpirsiyariyê em hem bixebitin, hem jî dengên xwe bidin xwe emê rê li ber pêvajoyeke nû vekin.