Hilbijartin û encamên wê

- Evin ZİLAN
642 views

Pêvajoya 5´mîn a hilbijartina parlementoya herêma Kurdistanê di pêvajoyeke pirr aloz û ne guncaw de derbas bû. Ev hilbijartin jî di rewşekê de çêbû ku Rojhelata Navîn di nav qeyranekî cidî a leşkerî, civakî û siyasî deye. Ev rewşa bi qeyran li Kurdistanê hîn zêdetir xwe dide diyar kirin; ji ber ku Kurdistan navenda vî şer û aloziyê ye.

Bi encam bûn an jî nebûna hilbijartinên li herêma Kurdistanê ji bo gelek aliyan girîng bû û di heman demê de ji bo Kurdan jî xwedî girîngiyek cûda bû. Di encama vê yekê de, wisa lê hatibû ku her alî di çerçoveya berjewendiyên xwe de hewl didin bikevin nav hevpeymanê de, ji ber vê çendê jî lez û bezeke dîplomatîk mevzû behs e. Bê guman destlêwerdana dewletên derve, hem di asta welatên herêmî de, hem jî hêzên hegemon yên cîhanî ji bo diyar kirina encama vê hilbijartinê; encamek ligor ew dixwazin, di nav hewldanan de bûn.

Hêza xwe ji gel digirin

Hilbijartin û parlemento mijareke ku ji bo pêkanîna demokrasiya gel pêş dikeve, lê belê ji bo pêk nehatina vê yekê çi ji destê wan hat kirin. A rast ev pêvajo, pêvajoya destwerdana hêzên desthilatdar û  hêzên kevneperest yên Kurd bû ku li pey ka kîjan alî dikare hîn zêdetir bi hêz be û di hilbijartinan de serbikeve bû. Li pey ka kê dikare bibe xwedî hemû herêma Kurdistanê ku hîn zêdetir axa welat pêşkêşî dewleta Tirk a faşîst bike. Ji xwe encama vê yekê jî Kurdistanek di bin dagirkeriya Tirk de û bilindbûna kesek xwedî feraseta Erdogan bû. Lewma Îran, Emerîqa û bi taybetî jî Tirkiyê hemû hêz û hewldana xwe a ji bo beşdar nebûna hêzên demokratîkxwaz a gel di şexsê Tevgera Azadî a gelê Kurdistanê de da nîşandayîn. Ji ber ku tenê Tevgera Azadiyê bû ku bi vîna azad tevdigerî. Derveyê gel pişta xwe neda tu hêzeke derve. Ji xwe, hêza xwe ji gel digire û wisa xwe birêxistin dike.

Di heman demê de, di Tevgera Azadî de beştar bûna jinan bi şêweyek herê rast pêk dihat û tenê ji bo sembol û xweşikahiyê jin beştarî qada siyasetê nedibûn, ew bi hêz û cisareta jinê beştarî hilbijartinê dibûn. Vê yekê jî çavê zilam ku xwedî hişmendiyek baviksalar e, tirsand.

Ew ji hêza jinê ditirsin

Mixabin bê siyaset tevgerîna berpirsên hikûmeta herêmê wisa kiriye ku jin di demê derbasbûyî de nekaribin beştarî qada siyasetê bibin û pêşbikevin. Ew ji hêza jinê ditirsin. Nehîştine ku jin di qadên cihê yên têkoşînê de cih bigirin û serkeftî bin. Lewma di pêvajoya nû de jî rêjeya beştarbûna jinan a qada siyasetê daketiye. Ev yek jî dide diyar kirin ku civak û di heman demê de hişmendiya zilam a ku baweriya xwe bi hebûna jinê a di qada siyasetê de naîne, hîn zêdetir xwe bide axaftin.

Di pêvajoya derbasbûyî de ev yek pirr eşkere derket holê û heta di dem û civînên pirr girîng de, dîsan di dema biryar girtinê de jî nahêlin ku jin amade bin, ger li wêderê bin jî nekarîne ku bibin xwedî nêrîn û bi rengê jinê beştarbûna xwe bidin çêkirin. Bê guman ev jî rastiya ku ka bandora hişmendiya zilam a li ser siyasetê çiqa pêş e, dide diyar kirin. Mixabin ku di dema hilbijartinan de gelek alî û partî, ji bo ku hîn zêdetir dengê jinan bidest bixin, jin bikar anîn. Nêzikatiyên der exlaqî hatin raber kirin.

Naxwazin jin bibe hêz

Yek ji mijara din ku herê zêde bala mirov dikşand û ber bi çav bû, ew bû ku hemû partî bi rêbazên cûda endamtiya jinan a di hilbijartinan de bikaranîbûn. Nedixwestin ku jin bi vîna xwe beştar bibe, bibe xwedî têkoşîn. Asta têgihiştin, têkoşîn û beştarbûneke li ser bingehê feraseta rast zêdetir, wechên ku zilam dixwest di hilbijartinê de derdiketin pêş. Di pêvajoya hilbijartinê de dixwestin jinê wek meta bikar bînin. Nedixwesin ku di vê hilbijartinê de jin wek hêz xwe birêxistin bike, yan jî bi hêza xwe derkeve pêş.

Di hilbijartinê de piranî kesên di nav civakê de tên nasîn,  mînak keç û hevjînên şehîd, şêx û kesên ji gire giranin, dihatin destnîşan kirin. Ev yek jî dide diyar kirin ku ji bo wan hebûna jinê a di nav siyasetê de tenê bi awayek ne fermî û pirr jî ne girîng bû. Ji xwe ger jinên ku bixwazin xwedî nêrîn û vîna azad bin jî ji aliyê wan de ji nedîtî tên, guhdarê wan nakin û bi tenê dimînin. Bi kurtasî ji bo jinan li başûrê Kurdistanê di qada siyasetê de cih girtin ne ewçend jî asan e. Tevahî mijarên heyî dibin sedem ku gel û jin zêde baweriya xwe bi hilbijartinan neyînin û piraniya gel ji xwe beştarbûna xwe a hilbijartinan neda çêkirin. Me şaş negot, bi hîle û dizîna dengê gel û dîsan beştar kirina kesên cihê, carekedin dengê xwe zêde kirin.

Mirov nikare behsa serkeftinê bike

Di hilbijartinan de gelek endamên PDK´ê bi gef û tirsê hewldan dengê gel yê dijber bibirin û pêşî li nerazîbûnan bigirin. Gel bi kuştin, ziman jêkirinê ditirsandin. Bê guman bikaranîna zimanek bi vî rengî, bi taybetî ji bo jinê tu feydeya xwe nîne, ji bo civak û gel jî feydeya xwe wê nebe. Ger di hilbijartinê de serkeftin hebe jî nikare serkeftina jinê misoger bike û bibe çareseriya pirsgirêka jin ê. Mixabin ku piraniya namzedên PDK´ê zimanek wiha tûj li hemberî gel bikaranîn: Ger bi hîle û tirsê serketibin jî lê nêzikatî û hişmendiya vê partiyê ji aliyê gel de baş hatiye fêm kirin û têgihiştin.

Vê nizîkatiyê hiştiye ku baweriya gel bişkê û di nav demê de zext û çewisandina li ser jinê zêdetir bibe. Wek tê zanîn di pêvajoya van çend salên dawî de rêjeya kuştin û xwe kuştinên jinan pirr zêde bûye û ev yek jî encama siyaseta pergala zilamsalar e. Ji xwe jinên ku di parlementoyê de cih digirin, nekarîne bibin deng û rengê jinê, nekarîne nûnertiya rast a jinan bikin. Lewma em nikarin bibêjin ku jin di pêvajoya 5´mîn a hilbijartinên parlementoyê de bi serkeftî bûne. Ger jin nikare bi vîna xwe, nûnerên xwe destnîşan bike û li benda zilam be,  wê demê nêrîna diyarker dîsan dibe nêrîna zilam. Ji bo ku jin xwedî nêrîn û vîna azad be, pêwîste pirr bi dijwarî têbikoşe, şer bike. Şerek her alî a li dijî feraset û zîhniyeta zilam: Têkoşînek ku bikare xwe ji siya hişmendiya pergala zilam a heyî û nêzikatiyên li dijî jinê rizgar bike, pêwîst e.

Ger jin birêxistin kirî nebin, li parlemenê û di qada siyasî de nebin yek deng, heya ji bo çareseriya pirsgirêkên gel û bi taybetî jinê bi rola pêşengtiyê nerabin, nikarin serkeftî bin, yan jî qala serkeftinê bikin. Ger bixwazin bibin nûnerên rast yên gel û civak ê, wê demê hewceye li cihê rast bisekinin û rêya diçe serkeftinê, rêya têkoşînê hilbijêrin.