Însiyatîfa niştîmanî ya ji bo Efrînê

- Vîyan TOUBAL
303 views
Di 22’yê Tebaxê de, li bajarê Elmanyayê Bonê, Însiyatîfa Niştîmanî ji bo Efrînê hate damezrandin. Ev Însiyatîf li ser pêwîstiya rêxistinbûyîna Efrîniyên dîasporayê wek rexnedayinek li hember Efrîniyên li Şehbayê hatiye avakirin. Ji ber ku kiryarên hovane yên dewleta

Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qirker, ên li Efrînê bên eşkere kirin û darizandin. Li ser vî esasî em wek Efrîniyên dîasporayê bi hemû beşên xwe ve hatin ba hev û me ev însîyatîf damezrand. Wek hûn zanin qirkeriya dewleta Tirk a mêtînger li Efrînê li her aliyê di asta herî bilind de ye. Bi vê Însiyatifa ku me damezrand armanca me ew e ku berxwedan û têkoşîna li kampên Şehbayê em hîn mezintir û geştir bikin. Li ser vê esasî ‘Em wek Zarokên Efrînê’ li hembêr vê hovitiya dewleta Tirk a qirker soz didin Efrîna berxwedêr ku emê dengê wê bigîhînin her aliyê berpirsyar û peywendîdar ên navneteweyî. Bi taybet em li ser belgekirina sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin disekinin. Emê hemû van sûcên dij mirovahiyê bigîhînin ber destê sazî û dezgehên navneteweyî.

Dagirkirina Efrînê de destê dewletan

Dema ku Înstiyatîfa Niştimanî ji bo Efrînê hate damezrandin, nexşereyek jî hate nivîsandin. Di vê nexşereyê de gelek ajanda hene. Wek mînak ez dikarim çend xalên serekê ji we re bibêjim. Ya herî girîng ew e ku sûcên li dijî mirovahiyê yên li Efrînê hatine kirin û hîna jî berdewamê, wê bên belgekirin. Em ê wan belgeyan jî bigihînin ber destê sazî, rêxistin û dezgehên peywendîdar ên Navneteweyî. Bi vê yekê re em dixwazin destavêtin, destdirêjî, talan û wêrankirina Efrînê di astanavneteweyî de bidin darizandin. Bi taybetî tiştê ku tê serê jinên Efrînê. Li gel vê yekê her wiha lijneyên wek aborî, ragihandin, dîplomasî, rêxistinî jî werin avakirin. Ev fikra lijneyan ji niha ve kete pratîkê û dest bi kar û xebatên xwe dikin. Tekildarî dagirkerî û qirkeriya li Efrînê hewldanên me yên hevdîtinan yên bi sazîyên peywendîdar re jî dewam dikin. Bi rêya dîplomasî, name û daxuyaniyan em van hewldanan pêk tînin û bûyerên qirker ên rojane li Efrînê pêk tên, radigîhînin. Rêyên darizandina Dewleta Tirk, ku li Efrînê sûcên dij mirovahî pêk tine, çiqas vekirîne. Ev yek bi rêya dîplomasiyê pekan e. Em hewl didin xwe bigihînin, nûnerên Dewletên Navneteweyî û endamên sazî û rêxistinên peywendîdar, reyên darizandinê ji bo dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hov veke. Mirov nikare bibêje rêyên vekirî hene an tinene, lê bi her awayî hewldan wê bên kirin. Mixabin wek hûn zanin destê gelek dewletên navneteweyî jî di nava dagirkirina Efrînê de heye. Ji ber ku ev dagirkerî û qirkerî li hember çavên cîhanê hate kirin.

Êşa wan êşa me ye

Dewletên xwedî hêz yên wek Rusya û Emerîka bi bêdengiya xwe, her dewletên Ewrûpî bi firotina çekan alikariya dagirkeriya dewleta Tirk kirin. Ji ber vê yekê em ji bo astengiyên van hêzan amade ne. Ji ber ku ev mijareke ne miroviye, ev mijarekê siyasî ye, ku tê de gelek berjewendiyên dewletên Navneteweyî heye. Ev dewletên navneteweyî, wê ji bo berjewendiyên xwe her astengî û pirsgirêkan derxînin. Lê ev nayê wê wateyê, ku em ê jî dev ji têkoşîna xwe berdin. Her çiqas êriş, astengî û pirsgirêk çêbin jî, em ê bi mezinkirina têkoşîna xwe bersivê bidin. Em ne bi tenê li Ewrûpayê berxwe didin, li Efrînê her wiha Şehbayê jî têkiliyên me hene. Bi van têkiliyan, emê tevahî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hov raxînin pêş çavê cîhanê. Heger ku di asta navneteweyî de kesekê ku xwedî wijdan hebe, emê xwe bigîhînin û vê talankerî û qirkeriya dewleta Tirk bidin darizandin. Ji ber ku ev qirkerî û dagirkerî di asta etnîkî û gûhertina demografîk de tên kirin. Di dawiya de jî; em soz didin gelê xwe yê berxwedêr, emê bi hemû derfetên xwe hewl bidin, êş û azarên wan ji cîhanê re ragihînin. Ji ber ku em zarokê wan in û êşa wan êşa me ye.