Îro çîrok şevan dirazînin

- Berjin TEKOŞER
433 views

Li welatê me her şer û ceng bûye. Çi di serdemên berê de, çi jî îro ku wiha gume gumê bi deşt û newalan dixe. Di her çaxekê de bi rengekê ewran xwe li lûtkeyên çiyayên welatê me danaye. Lê a ku di tu çaxan de neguherî çîrokên jinên wêrek û serhildêr bûn ku şev di pexelên xwe de di xew de dibirin. Hin caran li bakur, carnan li başûr, cara li rojava û gelek caran jî li rojhelat…

Îşev jî ez ê çîroka jinekê di nav keser kuliyên xwe de bikemilînim û bigihînim sibe rojên we. Sibe rojên ku hîn bi dengê lingê Heybet an çawa jî zimîniyê bi erdê dixe.

Li asoyan tê xûyan!

Berdestê sibê bû. Hîn roj li pişt çiyayên Siyahkûl û Dîlemanê hilnehatibû. Deşt û gelî bi destmalek ji mijê hatibûn pêçan. Li zinarên asê yên çiyayan gulên rengarek ax qelişandibû û mizgîniya bihareke nû digihand. Li asoyan tiştnan dihat xûyan, hatin û çûnek bê belasebeb… Tevgerek ji her rojê zêde; hemû jin, zarok, pîr û kal li navsera gund kom bibûn. Jinan xwe peyt kiribûn, kofî li ser seran û di dest wan de tifing!.. Heybet li pêş hemûyan sekinî bû û tiştnan digot… Ji bêqerarî û hatin çûnan, awirên kûr û dûr diçûn, diyar bû, tiştek qewimiye. Tiştnan dihat xûyan, lê çibû! Çibû ku wiha bêtaqetî û dilsojî kiribû nesîb!..

Çaxek bi êş û jan bû. Hema bêje li gelemperiya welat şer û pevçûn hebûn. Ji her du aliyan ve êrîş bi ser Kurdan de tanîn û di hewldana serî tewandina wan de bûn. Di wan rojan de li rojhelat, nexasim li deşt û çiyayên Gîlanê jî jin û mêran hesp dibezandin û li dijî zilm û dagirkeriyê serî radikirin.

Dema salên dawî ya hikûmraniya Şahê qaçar û destpêka hikûmeta Şah Pehlewî bû. Ji bo gelê Gîlanê navê Heyder Xan ne xerîb e. Ew wek şoreşgerê qerna 14’ê Xorşîdî li Siyahkûl û Dîlmanê dihat nasîn. Li herêmê pergala bac girtinê ji hêla Kurdan ve zêde nedihat pejirandin û Kurd her tim alîgirê xweseriyê bûn. Ji bo wê jî her tim li dijî zilm û zorê serî radikirin. Ev nêzikatiya Kurdan a ji bo azadî û xweseriyê ji aliyê hikûmetê ve wek nêzikatiyek dijminane dihat dîtin û ev yek dikirin hinceta şerê li dijî daxwazên gelê Kurd.

Dorpêça li herêmê û têkoşîna Kurd an

Hikûmetê li herêmê dest bi şer û girtina gel kiribû, ev yek jî li hemberî daxwaza herî rewa a serî rakirin û serbixwebûna wan bû. Ew li herêmê bi awayek nîv serbixwe dijiyan, di karûbarê gel de xwedî gotin bûn. Dema hikûmeta navendî dixwest destlêverdana herêmê bike, ev yek bû sedem ku li dijî hikûmetê serî rabikin. Ji ber ku heya wê demê pirsgirêkên gel ên civakî, aborî, siyasî, malbatî û hwd. ne ji hêla hikûmeta navendî belku bi destê wan bixwe hatibû çareserkirin. Bêguman ew hakimê dewleta Siyahkûl Heyder Mûshîl El-Malîk ji nedîtî nedihatin, lê ev nedihat wê wateyê ku li her pirsgirêk û mijareke wan jî destverdanê bike. Lê ew ê bi awayekê biryara ji holê rakirina birêvebirina Heyder Xan (di sala 1307) bidana. Û di sala 1308’an de, ew ji hêla hêzên dewletê ve tên dorpêçkirin.

Ew roj rojên bi êş û giran bûn, li herêmê şer gur bibû û hakimê Siyahkûl, her wiha yek ji mezin û giregirê Siyahkûl ê, Hisên Qolî Xan ji bo destverdanê ji dewlet û hikûmeta Gîlan û Reştê alikariyê dixwazin. Behram Elî Xanê efserê dewletê di payîza sala 1307’an de, tevî hejmarek zêde ji Qezaq û leşkeran ji bo zêdekirina zext û girtina Heyder Xan derbasî Sîyahkûl ê dibin. Gelê herêmê tê dorpêç kirin, lê Heyder Xan nayê girtin.

Destana berxwedaniya jinê

Di sala 1308’an de mala  Heyder Xan ji aliyê hêzên qezaq û leşkeran ve tê dorpêç kirin, lê wê rojê ew ne mal e. Lê belê du birazî, Heybet Xanim û çend çekdar wê rojê mal in. Mal di nav dorpêş û guleyên leşkeran de dimîne. Di vê pevçûnê de Sefer Xanê biraziyê Heyder Xan birîndar dibe û Heybet Xanim jî dîl tê girtin.

Helbet behsa bûyerên wê demê, teşqele û gengeşeyên heyî pir tê kirin. Lê dema behsa şerê wê demê tê kirin, herê zêde behsa têkoşîna jina bi navê Heybet û li ser berxwedana wê qise tên gotin. Berxwedan û serîrakirina wê a li dijî zilmê wek roja îro zime zimê bi guhan dixe. Hîna jî dema behsa şer û têkoşîna wê demê têkirin û navê Heybetê derbas dibe, mîna ku îro hatibe jiyan kirin, wisa qalê tê kirin.

Ew jinek ji qebîleya Derekî bû. Qebîleyek Koçer ku bihar û havînan li gundê Kelaç Xanî, li başûrê Dîlman diman, payîzan jî li gundê Niyawelderê Xawer a Dîlman û zivistanan jî li gundê Çoşilder a 5 kîlometere dûrî Sîyahkûlê bû diman. Jina Gîlanî, Heybet Xanim di serdemek wisa de jiya ku kêm jin wek wê bûn. Di demekê de ku gelek zilam ji nav û dengê hikûmet û leşkeran bi dirsê diketin, wê li çiyayan tifeng li mil, şer dikir û dibû hêza berxwedan û têkoşîn ê. Ew ji bo azadiya gelê xwe tevî zilaman beştarî tevgera “Cengelî” a Mîrza Koçek Xan dibe. Bêguman ji ber bandor û kesayeta wê a wêrek e ku îro jî ji jinên rojhelat re bûye sirûşta têkoşîn û xebat ê.

Stran li serê keziyan hatin honandin

Li ser têkoşîna wê demê gelek stran hatine gotin, peyv hatine rêz kirin. Yek ji wan stranan jî strana bi navê “Heybet” e ku ji aliyê hunermend Ferîdun Porriza ve hatiye xwendin. Di stranên hatine gotin de jî herê zêde qala vê jina wêrek tê kirin. Her wiha tê diyar kirin ku di gelek stranên gelêrî, foklorî ên gelê herêmê de behsa wê tê kirin, bîranîna wê û têkoşîna wê zindî tê hîştin. Ji ber nav û dengê xwe hîşt ku ev bûyer jî her di bîra mirovan de bimîne. Ew bi qasî xweşik, wêrek, bi hêz û cengawer bû. Ji ber vê çendê jî di derbarê wê de gelek tişt hatine gotin.

Ew salên destpêkê yên pir bi coş ên tevgera “Cengelî” bûn ku bi kuştina Mîrza Koçek Xan re hat tefandin. Raperîna wan hat tefandin lê wê salên pişt re ev yek veguherîba dijrabûneke nû û li gelek herêmên cuda ên Gîlanê hin raperînên nû bihatana destpêkirin. Bêguman di van raperînan de rola jinê pir berbiçav bûye. Nemaze rola Heybet a di nav nav tevgera Cengelî de xwedî ciheke girîng e. Bi taybetî serî netewandina wê a li dijî zalimkar, desthilatdar û dagirkeran xwedî girîngiyeke mezin e.

Birêxistin dikir, birêve dibir

Ew şêre jina çiyayê Siyahkûl, hemderd û rêhevala rojên zor bû. Ew ne jinek bû ku mal bimîne û ji rewşa heyî xemsar be. Heybet wê tevî hevser û zilamên êla xwe bi çek biba, li daristanên Siyahkûl û Dîlmanê şer bikira. Bi şev û roj li daristanan bû, birêxistin dikir û dem dihat jî birêve dibir. Neditirsî û bi hêjayî şer dikir.

Heybet dema ku ji aliyê leşkerên Mûshîl El-Malîk dîl tê girtin, Qezaq û leşkerên hikûmetê wê ji bo lêpirsînê û ka Heyder Xan, belge û çekên wan li kuderê ne dibin û di bin şikenceyên giran de lêpirsîn dikin. Ew rexmê zext û şikenceyên giran jî lêv li ser lêvê ranake û tenê yek peyv jî ji devê wê dernakeve. Ji bo ku vîna wê dîl bigrin, wê di nav rewşeke pir xirab de radigirin. Lê ma pêkan bû ev vîna wê a ji pola bê şikandin! Ew heya kêliya dawî jî li berxwe dide…

Sekn, giranî û heybeta wê bala herkesê/î dikşîne ser xwe. Nexasim ji ber vê heybeta wê gelek kes tên qesra Mûshîl El-Malîk. Gelek jinên xan û began ji bo dîtina Heybet dihatin û dixwestin vê jina bi nav û deng bibînin. Kesên dihatin dîtina wê, ji wê bador dibûn û ji hikûmetê daxwaza azadiya wê dikirin. Lê rayedarên hikûmetê qet nîyet nebû ku wê berdin. Ji ber ku wisa pê bawer bûn ku ger Heybetê di dest xwe de dîl bigrin, şikence bikin, ew ê teqez Heyder Xan neçar bimîne bê û xwe radest bike.

Serî netewand!

Wan serî li her rê û rêbazê, şikenceyên ruhî û fîzîkî dan, lê nekarîn serî li wê bitewînin. Ne tenê nekarîn serî lê bitewînin, belku nakarîn tiştekê jî jê fêr bibin. Ji bo ku Heybet biaxive di dawiyê de wê di odeyek tenê û teng de heps dikin. Li ber derî jî du leşkerên qezaq dideynin. Heybet wisa aram ranaweste, di fikra wê deye ka çavan ji wêderê de xwe rizgar bike. Ji bo wê jî Heybet şevekê bi hinceta biçe destavê, derdikeve derve û ji destê leşkeran direve. Çawa ku firsend dest dikeve yekser xwe digehîne gundê Feştal ê. Demekê dirêj li cihek veşartî dimîne û pişt re xwe digihîne çend hevalên Heyder Xan, di demeke kin de dîsan xwe bi çek dike û tifing li ser milan li deşt û çiyayan azad digere.

Demek bi ser vê rewşê de derbas dibe, ew ji hin kes û cihan arîkariyê dixwazin, lê li tu cihekê an jî kesekê arîkarî nayê… Ew ji bo karekê bera xwe didin gundê Feştalê û li wir tên girtin. Piştî wan digrin, Heybet û Sefayî tînin Siyahkûl ê…

Sefayî yekser dikujin, Heybet jî dibin Lahîcan ê. Piştî demekê Heybet tê berdan, lê dema dibihîse Heyder Xan hatiye girtin û xebera girtina wî di demeke kin de li Gîlanê belav dibe, Heybet bi hirs dibe û bi dilek biêş bera xwe dide gundê Çoşil ê. Heybet di sala 1315’an de, piştî dardekirina Heyder Xan, di 29 saliya xwe de û ji ber êş û kederan kezeb reşî dibe û jiyana xwe jidest dide.