Îxanet winda kirin ê berxwedan jiyanê diafirîne

- Zeynep ERDEM
666 views

NUJIYAN ERHAN 11Îxanet û berxwedan du tiştên li dijî hev in. Yek tariye û bi xwere tarîtiyê tîne. Ya din jî ronahiye û bi xwere her tiştî ronî dike, şewq dide. Niha li welatê me, li ser axa Kurdistanê ya pîroz berxwedaneke bê hempa dimeşe. Ev berxwedan ne tenê ji bo pêşeroja azad ya gelê Kurd ji bo pêşeroja azad a mirovahiyê tê dayin. Di nava vê berxwedanê de tu berjewendiyên şexsî, rêxistinî tune ye. Yên li berxwe didin bi îradeyeke ji pola û bi dilsoziyeke mezin vê erka xwe bi cîh tînin.

Ev berxwedana em bahsa wê dikin îro li Rojavayê Kurdistan û Suriyê, li Başurê Kurdistanê di serî de Şengal û herêmên din yên di bin xetereya dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê dene, tê dayin. Şervanên azadiyê yên tevlî vê berxwedanê bûne, weke dara Banyan digihêjin kuderê li wir zêde dibin, mezin dibin, ji yekê destpê dikin digihin bi hezaran.

Ji ber wê ye ku di çin kuderê ronahiyê dibin wir. Ev mînak herî baş ji bo Şengalê derbas dibe. Di dema fermana 3’ê tebaxa 2014´ an ya li Şengalê,  çend gerîllayên HPG-YJA-Star’ê xwe gihandin wir û gelê Êzîdî parastin. Fermana li ser Êzîdiyan dan sekinandin. Bi xebat û perwerdeya çend gerîllayan hêza parastina gelê Êzîdi rojane pêşket. Civaka ku bê parastin hatibû hîştin, bê zar û ziman hatibû hîştin, rabû ser xwe û xweliya mirinê li ser xwe avêt. Her roj zêdetir berbi jiyanê ve gav avêt. Fêr bû ku gerek çarenûsa xwe ew bixwe binivîse. Fêr bû ku parastina xwe ew gerek bi xwe bike. Fêr bû ku gerek îradeya xwe teslîmî tu hêzê û tû kesî neke. Fêr bu ku ji bo xwe ew bi xwe polîtikayê biafirîne, bi xwe daxwaz û pêdiviyên xwe bilêv bike. Ev hemû berhemên nûnerên jiyana azad, îradeya azad yên endamên tevgera azadiyê ne.

Li aliyê din hem li ser Rojavayê Kurdistanê ku çavê hemû cîhanê li ser pergala bihevre jiyana gelan ku li wir tê avakirin, hem jî li ser Şengalê zexteke mezin heye. Ev zext ji aliyê kê tê meşandin? Bê guman ji aliyê hêzênku nûnertiya xeta îxanetê dikin, tê meşandin. Nûnerê vê xetê kî ne? Nûnerê vê xetê PDK-Mesut Barzanî ye. Di demekê de ku kulîlkên berxwedanê li seranserê Kurdistanê de vedibin, ew diçin xwe davêjin ber deriyê hêzên weke AKP ku li hemû cîhanê bi faşîzma xwe hatiye naskirin. AKP Hêzeke ku mehkumê winda kirinê bûye û diçe kuderê derî bi ser de tên girtin. Li ber deryê xelkê, li derve dimînin. PDK’ê îro xwe avêtiye ber deryê wan. Bê guman PDK jî êdî li Kurdistanê hêzeke reş û tariye. Nûnerê tarîtiyê ye.

Çekên ku ji bo parastina gelê Êzîdî ji aliyê welatên derve ji PDK’ê re hatibûn şandin; ev çek li Xanesorê li dijî xelkê Êzîdî hate bikaranîn. Du gerîllayên HPG’ê ji bo nehêlin PDK van çekana li dijî Êzîdiyan bi kar bîne çûn pêşiya wesaîtên leşkerî, xwestin bi destên xwe yên tazî vê îxanetê bidin sekinandin; lê, despêkê ew her du gelîlla hatin qetilkirin. Heman rojê 7 şervanên YBŞ hatin qetilkirin. Yên ku ji fermana DAIŞ´ê a 2004´an li Şengalê pêk hatî de rizgar bibûn, bi destê çeteyên PDK-AKP’ê hatin qetilkirin. Heman rojê rojnamevan Nûjiyan Erhan jî bi giranî birîndar bibû û di 22 yê adarê de çavên xwe li jiyanê girt.

Dayikên Şengalê ji bo pêşî li îxanetê bigirin, bi kevir û daran di rêzên pêş yên berxwedanê de cih girtin û bi vê sekna xwe tifê ser ruyê îxanetê kirin. Li wir jî Nazê Naif Qeval a ku ji fermana 3 yê Tebaxê rizgar bibû bi destê hêzên tarî hate qetil kirin.

Zextên AKP-PDK´ê çavê gelê Şengalê natirsîne. Ji ber ku vî gelî bi ronahiya agir xwe şûştiye. Mêjî, dil, hestên vî gelî bi agir hatiye şûştin. Gelek tişt wenda kirine, berdêlên giranbiha dane. Ji ber wê jî qîmeta tiştên di dest xwe de pirr baş dizanin.

Erka mirovahiya azad jî ew e ku li gel dayikên Şengalê li hember îxanetê bisekinin û tifê ser rûyê wan bikin. Belku bi vî rengî di tifa dayikan de bifetisin. Wê demê belki hişyar bibin û bibînin ku di xizmeta dijminê gelê Kurd dene.

Di vî warî de hemû beşên Kuridatanê li hember gelê Êzdî deyndarin. Erka her kesekê ye ku îradeya azad ya li ser vê xakê pêşketiye biparêze, weke ronahiya çavê xwe lê mêze bike. Li gel vê jî erka hemû jinane ku li dijî taritiyê bisekinin. Tu ferq û cûdatî di navbera çeteyên DAIŞ´ê û çeteyên PDK´ê de tune ye. Ji ber ku ew hêza PDK’ê aniye û xistiye Şengalê endamên MÎT a Tirk in. Ji ber wê ye ku guleyan li ser gelê Êzdî de direşînin, jinên Êzîdî qetil dikin, rojnamevanan ku ji despêka fermanê de dengê gelê Êzdî ragihandin cîhanê, dikujin.

Dareke banyan li Şengalê şîn bûye. Her roj şaxên nû vedide, mezin dibe û di bin siya xwe de bi hezaran vedihewîne. Ronahiyê belav dike. Li aliyê din îxanet li hember vê ronahiyê biçûk dibe, dihele, weke cemeda li ber tavê bimine û bihele, her roj biçûk dibe.

Hemû beşên Kurdistanê; lê di serî de jin, gelê Başurê Kurdistanê gerek vê îxaneta Mesut Barzanî-PDK’ê nepejirîne, li dijî vê îxanetî bertek nîşan bide, nehêle careke din li ser axa pîroz îxanet were jîn. Gelê Kurd, jinên Kurd alîgirê ronahiyê bin û di ronahiya Nûjiyanan de li cem gelê Êzîdî cih bigirin, bi wan re tevlî şewqa berxwedanê bibin.