Ji azadiyê netirse, xwe bawer be

- Newaya Jin
651 views

Mary Joan A. Guan ji Filîpînê ye. Rêveber û dîrektora  saziya lêkolîn û perwerdeyê a navenda çavkaniya Jinê (CRW) ye ku girêdayî tevgera GABRIELA ye. Ew wek parastvana mafê mirovan tê nasîn û femînîst e. Her wiha Mary Joan A. Guan endama Tevgera Jinên Filîpên GABRIELA´ ê ye ku ji 42 kolektîfan pêk tê. A. Guan meha derbazbûyî jî beştarî Konferansa Navnetewî a Jinê ku li Frankfurtê hat lidarxistin bû, nêrîn û ezmûnên xwe yên têkoşînê bi jinên din re parve kir.  Her wiha Mary Joan A. Guan bersiv da pirsên me yên di derbarê xebat, rêxistinbûn û têkoşîna jinên Filîpênê…

Gelo hûn dikarin hinekê behsa xwe bikin? Asta xwe birêxistin kirina jinan çawaye, di heman demê de rewşa giştî a hikûmetê bi çi rengî ye û nêzikatiya wan a li hemberê xwe birêxistin kirina jinan çawaye?   

Ez ji rêxistinek ku girêdayî tevgera GABRIELA’yê me. Berê her tiştekê; her wekî ku min di destpêkê de jî gotibû, a rast rewşa jinê ji rewşa giştî a Filîpînê ne cihê ye, niha serokek me yê mîzajînîst ku dijminê jinê ye, heye. Bi gotinên xwe dibêje ku li dijî çar tiştan şer daye destpê kirin. Ger em van çar tiştên ku wî li dijî şer daye destpê kirin, bigirin dest:   

Her çend ev şerek be ku li dijî madeya hişbir hatibe destpêkirin jî lê, rûyê vê yekê yê rast ew e ku ev şer li dijî xizanan daye destpê kirin. Heya roja îro ne firoşkarên mezin yên madeyê hişbir ne jî kesên ku vî karî didin meşandin hatine girtin. Li şûna vê gelek xizan hatin kuştin.

Xwe li dijî terorîstan dide nîşandayîn, lê a rast li dijî misilmanan şer daye destpê kirin. Bi taybetî em vê rastiyê dikarin li bajarê Maravî hîn baştir bibînin; ev şer bikaranî û rewşa awarte  îlan kir. Dest danîn ser mal û milkê bi mîlyonan misilmanî. 550 hezar mirovên ku li bajarê Maranauyê dijiyan ji cih û warê xwe bûn. Ji xwe hejmara kesên mirine nayê zanîn.   

Yek ji şerê din ku daye destpê kirin û ez herê zêde jê acizim jî şerê li dijî aktîvîstên mafê mirovan daye destpê kirin e. Gelek aktîvîst hatin girtin, revandin û hatin kuştin. Hejmarek rast di dest min de nîne, lê di van du salên dawî de ku rêveberî di dest wî de bû, tişta ku hat jîn hema bêje bi demên berê wî re wekhev bû.   

Hikûmet bi xwe kîjan baweriyê diparêze?

A rast xwe bi tu dînekê pênase nake, lêbelê ew bi xwe ji giravek li herêmê tê. Dema ku hat ser erka rêveberiyê; ji xwe bi sozên ku herêma Mîndanaoyê pêş bixîne, hat ser kar. Behsa baş kirina rewşa xizanan dikir. Lê tiştek wek terorîzmê nîn bû. Ev der bajarek xweş a misilmanan bû, lêbelê tişta ku niha heyî jî bi destê şîrketên biyanî û şîrketên pirr netew dixwazin li herêmê guherîn û veguherînên ligor xwe çêbikin. Di bin vê rastiyê de jî pirsgirêka aboriyê heye. A rast pêşketina aboriyê derbasî şîrketên biyanî dikin.

Niha gelek jin di girtîgehan dene. Ew jin tenê ji ber hin tawanên derew yên li hev anî îro di girtîgehê dene. Ji ber ku em niha qala rewşekê ku zagon aktîvîstên polîtîk di çerçoveya guneh de digire dest û wan wisan dinirxîne, dikin. Ji tawanên ne cih yên dabînkirina bombe, çêkirin, heya tiştên din jî dikin hecet û wan di girtîgehê de radigirin. Ev yek jî nêzikatiya hikûmetê a li hemberî jinan dide diyar kirin.     

Organîzasyona min hema bêje zêdeyî sî axaftinên serokê demê yên li dijî jinê derxistin holê. Yên herê tên zanîn; “di dema operasyonan de leşker dema destdirêjiyê jinan bike, ne pirsgirêke”, yan jî gotinên li dijî jinên gerîla ku ji tevgerên berxwedanê tên, bi gotina; “dema ku we ew girtin yekser li vajînaya wan bixin, ew bi vajînaya xwe tên terîf kirin û ger ew nebe, ev jin kêrî tiştekê nayên” yekser jin dikirin hedef. Bi taybetî jî ji bo van gotinên dijminane ku li hemberî jinê bikar tanî, demên taybet dihilbijart. Mînak dema reforma zagona bacê derbixîne û hwd. ji bo ku bala mirovan belav bike, yekser êrîşê jinê dike û axaftinên bi vî rengî bikar tîne. Bi bikaranîna jinê, ji rojeva sereke dûr ketin dida çêkirin. Ji ber ku baş dizanîn yên herê zêde bertek nîşanê van tiştan bidin jinên aktîvîst û femînîst in. Lêbelê sedem çi dibe bila bibe, nêrandina wî a giştî ev e ku jinê wek hemwelatiya duyem dibîne.      

Ev rewş û tiştên tên gotin pirr dişibe rewşa li Tirkiyê. Her wiha dişibe axaftinên gelek hikûmet û serokwezîrên li Emerîqayê û ji hev ne cûda ne. Başe xwe birêxistin kirina jinan li Filîpînê di çi astê deye? Hem ji bo azadiya jinê û veguherîna civakî, hem jî li dijî polîtîkayên mîzojînîst û faşîst yên hikûmetê, asta têkoşîna jinê mirov çawa dikare binirxîne?     

A rast ev 50 sale têkoşîna tevgera azadiyê didome. Tevgera jin jî her tim bû perçeyek ji vê têkoşînê. Serokê ku em niha behsê dikin, tenê ji wan yek serokan e ku li hemberî jinê sekinî ye. Jin di sala 1986’an de li dijî dîktatoriya Marcos jî ketin tevgerê. Jinan di sala 2001’an de ji bo daxistina Joretes Dradenîn dîsan bi rola xwe a pêşengtiyê rabûn. Heya ku di nav pergalê de guhertinek radîkal neyê çêkirin, jin jî baş dizanin ku heman polîtîkayên kevneşop yên hikûmetê ên li dijî gel vê bikevin meriyetê, di vê mijarê de jin êdî pê bawerin û ligor wê xwe li dijî van rastiyên heyî birêxistin dikin.

Başe ji bo veguherîna civakî yan jî veguherîna zilam heya niha xebatek hatiye meşandin, projeyek di vê mijarê de hatiye pêşxistin, yan jî tenê li dijî hikûmetê têkoşîn tê dayîn?

A rast ev e pirr balkêş e, ji ber ku di tevahiya dîrokê de, di nav civaka Filîpînê de jin her tim xwedî ciheke girîng bûye. Lê bi dagirkerî û mêtingeriya Îspanya û Emerîqayê re, fikra “zilam li ser jinê deye” di nav civakê de her ku diçe bi cih dibe. Di gelemperiya dîrokê de civaka Filîpîn ê, civakek dayîksalar e, lê bi vê dagirkeriyê re ev çand tê guhertin. Ji bo vê, jin li dijî vê yekê bi hev re dikevin nav tevgerê; bê guman hin bernameyên tên zanîn pêktînin, mînak yek ji tişta ku organîzasyona min dike jî ne tenê perwerde kirina jinan e, belku perwerde û organîze kirina zilaman jî ji xwe re esas digire. Dîroka zordest a ku jin jiyan dike, vedibêje. Jinên Filîpînî dizanin ku pêvîste çar saziyan bikin hedef: Ev jî malbat, ziman, dibistan û medya ye, ev her çar sazî raman û feraseta ‘jin çîna duyeme’ ava û belav dikin.           

Niha êdî gelek jinên pêşketî jî di nav malbatê de dizanin ku lazime erkên lênihêrînê wekhev bin, pirsgirêk bi hev re bên dest girtin û çareser kirin. Di vê mijarê de jî hevser û rêhevalên xwe perwerde dikin. Yanî dihêlên ku ferq û cûdahiyekê pêk bînin. Ji ber ku em dizanin encax dema ku zilam jî bi me re xwe birêxistin û perwerde bikin, wê demê wekhevî dikare bê avakirin. Yek ji mijara din jî di dînê me de cûdatiya jin û zilam, yanî cûdatiya zayendan nîne.   

Tevgera we a gerîla jî heye, di nav vê tevgera gerîla de cihê jinê li kuderê ye, yanî dikare diyarker be?

Tevgera gerîla ji nîviyê zêdetir ji gerîlayên jin pêk tê. Her wekî ku hûn di wêneyan de jî dibînin, ew şervanên me yên şehîd in. Jin di nav gerîla de temsîla hêzeke ber bi çav dikin, yanî ew jin in ku berpirsyariya nîviyê esiman li ser m

ilên xwe hildigirin. Jinan teşwîqê berxwedêrî û şervantiyê dikin. Ji ber em baş dizanin ku azadiya jinê ji azadiya Filîpînê ne cûda ye, ji nêz de bi hev re girêdayîne. Ji aliyê din de jî azadî di sîniyeke zîv de pêşkêşî jinê nayê kirin, ji ber vê çendê jî

baş d

izanin ku hewce bi têkoşînek her alî heye. Her wiha bi azadiya jinê re, yanî bi şoreşê re encax civakek wekhev dikare bê avakirin.

Ji sedî çendî jinan rayedariya biryardayînê heye?

Her wekî ku min berê vê jî da xûya kirin, di nav refên gerîla de jin dikarin di cihên girîng de cih bigirin. Bê ku li ser zayenda wan bê sekinîn, li gor huner û jêhatîbûna kes, her kes dikare erk bigire. Ev dikare komando, yan jî rêveber be, ferq nake û jin dikare di nav de cihê xwe bigire. Yek ji mînakên ku gerîla ji bo xwe esas digire jî şêweyê xwe birêxistiniya gerîla a Mao ye. Yanî xwedî rêxistinbûnekê ne ku ji jinê re rêz raber dike.     

Ji ber ku ez di nav gerîla de nînim, ez ê zêde nikaribim tiştekê bibêjim, lê her kes di bin banê yek rêxistinê de xwe birêxistin dike. Komên cihê yên jinan hene, lê hemû dibin yek rêxistinê de tên gel hev.

Bi jinên Kurd re projeyên wan ên hevbeş hene?

Piştgirî ev bi salane hatiye destpêkirin. 4-5 sal berê vê jinên Kurd jî beştarî konferansek li Malinayê bûn.

Wek Tevgera Demokratîk a Jinê, em tevî rêxistinên jinan yên enternasyonal dizanin û wisa difikirin ku mifta piştgiriyê di heman demê de ji bo me wê bibe mifta azadiyê jî. Ger li cîhanê tevgerek demokratîk pêş bikeve, ev jî wê bi piştgiriya saziyên enternasyonal çêbibe.    

Hûn di meha Cotmehê de li Firankfurtê beşdarî konferansa jinan ya nevneteweyî bûn. Hûn encamê vê konferansê çawa dibînin û dinirxînin? Ev konferans dikare roleke çawa di tekoşîna azadiya jinê de bilîze?

Ez hêvîdarim wek hûn dibêjin çêbibe û di pêşerojê de jî ev yek veguhere tişteke din. Ji ber ku tevlîbûn pirr bi bandor bû û hema bêje li her devereke cîhanê jin beştar bibûn. Ev tevlîbûn jî dikare alîkariyek mezin be ji bo ji nû de nirxandina welatên ku zordestiya leşkerî lê heye, dîsan ji nû de dest girtina şer û nirxandina rewşa jinên ku rastê şîdetê tên û bi wan re bûna arîkar girîng e. Hêvî dikim ku plansaziya xebatê a ku ji vê konferansê derketî bikare bibe pêngavek ji bo gavavêtineke nû û em bikaribin bi hev re di nav danûstandinê de bin, arîkariya bi hev re bidomînin.

Di dawiyê de bang an jî peyameke we ji bo jinan heye?

Gerek sînorên ji bo xwesteka azadiyê û alîkariya bi hev re nîn be, ji bo birastî jin azad bibe û xwe bigihîne qada civakî jî piştgiriya enternasyonal gelek girîng e.