‘Ji hezarî serhildêran xeternaktir e’: Lucy PARSONS

- Berjin TEKOŞER
447 views

Lucy Parsons li dijî neteweperestî, cihêtiya çînî û newekheviya zayendî dengê jina serhildêr bû. Em ê hewl bidin jiyan, têkoşîn û rengê serhildêriya vê jina anarşîst ku yek ji parastvana têkoşîna karker û anarşîstan bû, bi awayek berfireh bigirin dest û bi we re parve bikin. 

Ew dibe dengê têkoşîneke hevpar

Lucy Parsons di nav tevgera radîkal a karker û anarşîstan de xwedî cihek girîng bû, ew yek ji wan kesan bû ku pirr dihat nasîn. Ew di sala 1853’an de li bajarê Waco ya ser bi navçeya Teksasa DYE’yê tê dinyayê.

Di sala 1870’an de -bi kesekî ku wek wê mirovek têkoşînê bû- anarşîst Albert Parsons re jiyana xwe dike yek. Lê pevrebûna keseke spî û reş rê li nerazîbûnên nijadperest vekir. Dovre li Chicago bi cih bûn û li vir, di nav karker, bêkar û jinan de dest bi birêxistinkirinê kirin.

“Em koleyê koleyan in. Li gor zilaman em hîn zêdetir û bi awayek xedar tên mêtingeh kirin.”

Lucy di salên ku li Chicago dima dirûnxaneyekê vedike, bi vê yekê re jî hewl dide ji hêla madî arîkariyê bide têkoşînê. Di derheqê karker, bê kar, mexdûrên şer û bi taybetî jî di derbarê jinan de nivîsan dinivîse. Bi demê re bi nivîs û axaftinên xwe ne tenê ji bo karkerên Chicago, belku ji bo anarşîzma cîhanê jî veguherî mirûçek girîng. Lucy ku ji aliyekê de Meksîkî û ji aliyekê de jî xweciha Emerîkî bû, ji ber ku wek kole tê dinyayê, di temenek ciwan de dest bi şerê li dijî nijadperestî û çînî dike.     

Di her qadê de xebat dide meşandin

Di heman demê de navê wê di nav navên bi bandor ên avakerên IWW (Karkerên Endustriya Cîhanê) de cih digre, her wiha yek ji piştevana vê tevgerê a herî girîng bû.   

Bi taybetî di demekê de ku bêkarî û kedxwarî di asteke herî jor de bû, Lucy dirûnxaneyekê vedike û dibe perçeyek a Konfeksiyona Sendîkaya Karkeran ya jinên Navnetewî (ILWU). Her wiha bi Albert re hem dibe endama Knights of Labor û hem jî di nav Partiya Sosyal Demokrat de cih digre.

Lucy ku di nav damezirandina Yekîtiya Jinên Karker de cih digre, tevî Albert dikeve nav hewldana ji bo birêxistinkirina herîmî ya Yekîtiya Kedkaran a Navnetewî ya Anarşîst û di vê mijarê de têdikoşin. Albert ku di ‘Chicago Times’ de dest bi xebatê dike, jiber nêrînên xwe ên polîtîk û xebatên xwe ji kar tê derxistin.    

Parsons ku ji aliyê midûriyeta polîsan a Chicago ve wek ‘ji hezarî serhildêran xeternaktir e’ tê destnîşan kirin, di pêvajoya doza anarşîstên Haymarket de yek ji wan kesane ku piştevaniyê birêxistin dike. Di axaftina xwe a dadgehê de dide diyar kirin: “Ger ez li wêderê bama, min bidîtiba ku ew polîsên qatîl bi ser karkeran de tên, min ê bi xwe bombe biavêta!”

“Em nikarin xwe ji hêviya ku tenê bi hemleyekê tevahiya dadgeh, polîs, yan jî leşkerên ku ji holê rabin, rabigirin.”

Têkoşîn belav dibe

Di havîna sala 1877’an de, di dîroka DYE’yê de yek ji greva girseyî a çalakiya herê mezin ya karkerên xeta trenê destpê dike. Ji çar aliyên welat karkerên xeta trenê, ji bo ku kêm kirina mûçeyê a ji hêla xeta trenê ya ‘Baltimore Ohio’ protesto bikin, tevlî xeta grevê dibin. Grev di meha Tîrmehê de derbasî Chicago dibe ku karkerên xeta trenê lê têkoşîneke bi bandor didin meşandin.   

Lucy di vê demê de êdî ramanên xwe bi awayek nivîskî jî tîne ziman. Ji du weşanên anarşîst ên bi navê The Socialist û The Alarm re dest bi nivîs nivîsandinê dike. Ew di wê baweriyê de bû ku bi çalakiyên pasîf atmosfera zilmê a heyî dawî lê bê.

Bi van ramanên xwe bişgiriyeke xurt ji hevalê xwe digre, lê dibe sedem ku di ‘lîsteya reş’ a rayedarên dewlet û polîsan de cih bigre.

Lucy di heman demê de li dijî rêzikên zayendperestiya civakî jî serî radike. Rolên kevneşop ên li ser jinê tên ferzkirin, red dike, cihê jinê yê di mitbex û kar de dadixe qadên têkoşînê, kolanan. 

Lucy dirûşma “ji kesên bê ax re ax, ji karker re amûr, ji hilberîner re berhem” dipejirîne û nêrînên xwe wiha tîne ziman: “Heya ku mafê bi awayek serbest a bikaranîna van hemûyan nebe, li pey bextewariyê de bezîn, tema jiyan û azadiyê derxistin wê derveyê baweriyek vala a ji rêzê nebe. Jiber vê çendê, ji bo bidestxistina van tiştan jî her amûrek bikaranîn, ger rê li şoreşekê ku tundiyê di nav xwe de dihevîne jî vebike, dîsan jî wê rast û di cih debe.”

Haymarket 

Di 1’ê Gulana 1886’an de, ji bo roja xebata kar a 8 saetan û mercên ne baş ên kar, li gelek bajarên pêşesaziyê ên DYE’yê grev û xwepêşandan tên lidarxistan. Lucy jî yek ji wan navan e ku di nav vê têkoşînê de cih digre. Têkoşîna ku bi rojan didome, di 3 Gulanê de bi kuştina çar karkeran û birîndarbûna gelek kesan derbasî pêvajoyeke nû dibe.

Karker, di encama êrîşên polîsan de û bi kerba ji kuştina hevalên xwe ên karker di 4’ê Gulanê  de, li Meydana Haymarket tên cem hev. Di vê xwepêşandanê de ku nîv mîlyon karker lê kom bibûn, di nav polîsan de bombeyek ku nayê zanîn ka ji aliyê kê û kuderê hat avêtin, diteqe. Li vir heft polîs dimirin, bi dehan jî birîndar dibin. Û piştî vê bûyerê polîs jî karkeran gulebaran dike. Piştî bûyerê gelek karker tên binçav kirin, tên girtin û heft karker jî bi dardekirinê tên darizandin. Yek ji kesên ku cezayê mirinê lê hat birîn jî Albert bû. Di dest de tu delîl nînbûn lê dewlet ferman dide. Lucy, ji bo betal kirina vê biryarê û fêm kirina bûyerê bajar bi bajar digere, axaftinan dike. Li her ciha ku ew diçê û li ber deriyê ku civîn lê bê lidarxistin ji aliyê polîsan ve tê pêşwazî kirin.

Têkoşîna di oxira azadiyê de

Lêbelê ev hewldan tu encamê nade û di 11’ê Mijdara 1879’an de Albert û sê bersûc tên dardekirin. Lucy êşa xwe vediguherîne hêrsê û têkoşîna xwe didomîne. Lucy di sala 1891’an de tevî Lizzy Holmes di nav avakirina saziya weşanê a ‘Kovara Mehane a Şoreşgerên Anarşîst Komînîst: Azadî’ de cih digre. Lucy ku endama damezînera Karkerên Endustriya Cîhanê bû, di qada girtiyên siyasî û azadiya derbirînê de jî xebat dide meşandin. Di vê pêvajoyê de zext û zora polîsan jî bê navber didome. 

Lucy, têkoşîna xwe a di oxira azadiyê de dide û sedema dest jê bernedana vê yekê bi van gotinan tîne ziman: “Felsefeya anarşîzmê di nav peyva ‘azadiyê’ deye. Ji aliyê din de ev felsefe, bi qasî ku her tişta ku pêşketinê di nav xwe de bihevîne berfireh e. Anarşîzm, li pêşiya pêşketina insan, raman û lêkolînkirinê astengiyan çênake. Va ye ji ber vê çendê tenê dirûşmeyek heye ku naguhere û têk naçe: ‘Azadî’. Ji bo vetîtina rastiyan azadî, ji bo pêşketin û bi awayek sirûştî û tije tije jiyan kirin, azadî.”

Li ser qeyrana aborî diponije

Lucy ku forûma aborî a 1888-1889’an û vesazkirinên nû yên reformîst lîberal bes nabîne, dide diyarkirin ku ev yek cihêtiya çînî ji holê ranake. Di sala 1905’an de dest bi sazkirina rojnameya ‘Liberator’ dike. Bi vê rêyê pişgirî dide mafê hevberdanê a jinê, ji nû de zewac û kontrola zarokanînê û li ser pirsgirêkên jinan radiweste. Di vê mijarê de nivîs dinivîse.

Lucy bi kûrbûna mijara bêkariyê, li ser mijarên birçîtî û bêkariyê ku di encama qeyrana aboriyê a di salên 1908-1909’an de derketibû holê, lêhûrbûn çêdike. Di sala 1915’an li Chicago yê ‘Çalakiyên Birçîtiyê’ birêxistin dike. 

Lucy di sala 1925’an de bi Partiya Komînîst re dest bi kar dike. Tevî partiyê li hember tevgera nijadperest a li dijî gelê xwecihî disekine. Rexmê ku Lucy bi demê re bînayiya xwe ji dest dide, lê dîsa jî heya dawiya jiyana xwe dest ji têkoşîna xwe bernade. Di şewatek ku 7’ê Adara 1942’an de derket, di 89 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Dilê wê ji bo gelê bindest lêdixist

Pirtûkxaneya Lucy a ji 1500 pirtûkên li ser sosyalîzm û anarşiyê pêk dihat û nivîsên wê bi awayek weşartî ji holê tên rakirin. Ne FBI û ne jî polîsan ji Irving Abrams ku ji bo rizgar kirinê hatibûn behsa destdanîna ser pirtûkan kirin. Xweliya Lucy, xweliya Albert jî di nav de li abîdeya ‘Windahiyên Haymarket’ ê tê weşartin. Ew piştî qetilkirina Alber Parsons û anarşîstên Haymarketê bi du destan têkoşînê hembêz dike. Di sala 1892’an de edîtora ‘Freedom’ ê bû. Di sala 1905’an de piştgirî dida tevgerên sendîkayan, ‘The Liberator’ weşand.        

Ew yek ji wan kesan bû ku li dijî bilind bûna pêla nijadperest yekîneyên parastinê yên Afro-Emerîkayî birêxistin kir. Lucy 89 salên bi têkoşînê barkirî jiyan kir, ger çavên wê ew di nîvê rê de hiştibe jî, dilê wê ji bo gelê bindest lêdixist û tenê kêliyekê jî dest ji vê yekê berneda. Ew di sala 1942’an de li mala xwe ya li Chicago di encama derketina şewatekê de jiyana xwe ji dest dide.