Ji nasnameya azad, ber bi jiyana azad

- Leyla Îmret
550 views

Me di 3 Adara 2014’an de, bi şiyara “ji rêveberiya xweser ber bi nasnameya azad, em ê li bajarên xwe weseriya demokratîk înşa bikin”, em ketin hilbijartinên rêveberiyên xwecihî. Berê her tiştekê ji bo ku temsîliyeta jin hebe, partiya me qotaya ji %40 destnîşan kir û xwest bi awayekê ku wekheviya zayendî esas bê girtin, biçin hilbijartinan. Lêbelê piştî hin nîqaşan û pêşniyara birêz Ocelan a di derbarê pergala hevserokatiyê de, qonaxek nû hat destpêkirin. Êdî ne tenê ji %40, belku ji %100 temsîliyeta jin a di her qad û saziyên şaredariyê de mijara gotinê bû. Hem ji hêla civakê de, hem jî ji bo jin ê, bi taybetî di qada siyasî de ev yek şoreşek mezin bû. Ji xwe ev yek ji aliyê her kesekê bi elaqeyek mezin û erênî hat pêşwazî kirin.

Gel bi coş û bi hêvî bû

Em bi partiya DBP’ê (Partiya Demokratîk a Herêman) ketin hilbijartinê, me di hilbijartinê de serkeftineke mezin  bidest xist û 104 şaredarî ketin destê me. Ev yek bi taybetî di pêvajoya çareseriyê de ji bo gel bû moralek mezin, gel bi çoş û hêvî bû, em jî tevî gelê xwe bi coş û hêvî, bi hemû endamên meclîsa şaredariyan re hatin ser peyvira xwe. Taybetmendiya wê demê û cûdahiya wê ev bû ku pergalek hevşaredariyê hebû. Li şûna 104 şaredaran, êdî şaredarî wê bi 208 hevserokan bihata rêvebirin. Bi vî awayî jin bi reng û dengê xwe, bi ramana xwe tevlî kar û xebatê  rêveberiyên bajaran dibû. Rêveberên ku bên ser erka şaredariyê ne amator bûn, profesyonel û bi zane nêzî karê xwe dibûn. Ji ber ku amadekariyên ji vî alî de jî hebûn û di vê mijarê de endam hatin perwerde kirin. Ji ber ku di bajar de dewrê perwerdeyê hatin vekirin û ev dewra 4’an bû ku bidawî dibû. Giraniya vê dewrê ew bû ku li ser pergala nû a hevserokatiyê disekinî. Nîqaşên li ser înşaya pergala nû dihatin pêşxistin. Ji xwe a ku partiya me DBP’ê jî ji me dixwest, a li gor bername û destûrnameya partiyê jî ew bû ku em xwe û bajarê xwe bi awayek herê baş birêve bibin. Rêveberiyek zelal, ekolojîk, demokratîk ku bi azadiya jin bawer dike, li ser van bingehan nêz dibe û bikare bajarê xwe birêve bibe, girîng bû.

Armanc çareseriya pirsgirêkan bû

Me di şaredariyan de tevahiya rêveberiyên xwe li gor beşên xweseriya demokratîk saz kirin. Armanca me ew bû ku em pergalek hîn demokratîk ku bikare bibe zimanê gel avabikin. Mîna perwerdeya bi zimanê dayîkê, dibistana  ayîkê û li her sazî û bajaran de pirr zimanî bê bikaranîn û her kes bikare bi awayek ku dixwaze xwe îfade bike. Dîsan me girîngî bi xebatên çand û hûner, tenduristiyê da. Yek ji pirsgirêka sereke a gel, pirsgirêka av, çûn û hatinê bû ku me hewl da em çareser bikin. Gel bihata pejirandin, meyê ji bo gel hatin çûn hîn asantir bikira. Ji bo jinan jî me di meclîsê de biryara ku di nav bajar de bê ku pere bidin ji wesayîtên çûn û hatinê feyde bibînin da. Gelê me ev xizmet heq dikir! Bi demê re, hêdî hêdî tiştên ku me dixwest pêk bînin, diket meriyetê. Her biryara ku di derbarê bajar de were girtin, beriya biçe civîna giştî ya meclîsa şaredariyê, me bi rêveberiyên komîn û meclîsên taxan re nîqaş dikir û pêşniyarên wan ên di van mijaran de digirt. Me herkes tevlî mekanîzmaya nîqaş û biryaran dikir. Ev yek jî li gor  pîvanên rêveberiyên xweser ên demokratîk bû ku li hemberî gel zelalbûn ji xwe re esas digirt. Wek şaredariya gel, bi stratejiyek dem dirêj û planek a pênc salan, me projeyên xwe bi erêkirina gel û endamên meclîsa şaredariyê, li gor projeyên dem kurt û dem dirêj di meclîsê de derbas dikir. Ji bo wê pêşhesabek diyar dikir; ji xwe yên di derbarê jinê de jî me bi meclîs û xebatkarên jin re plansazî dikir.

Jin êdî çalak bûn

Armanca me ew bû ku jin hîn zêdetir di şaredariyan de çalak bin. Ji bo vê jî me girîngî bi perwerdeya jinê dida. Me agahdar kirina wan a di derbarê hişmendiya pergala baviksalar û desthilatdar de girîng didît. Hewcebû ku jin bikare vegera xwe, xwe azad bike û civakê jî bi xwe re azad bike. Ji ber ku encax jin dikare civakê biguhere û veguherîne.

A ku hêz û vîna vê yekê nîşan bide, jin e. Mînak di şaredariyan de beşa rêveberiya malbata civakî (Sosyal Aile Müdürlüğü) hebû û me ev yek wek ‘Rêveberiya Polîtîkayên Jin’ guhert.

Bi karkerên jin re, bi nêrîna jin a azad, bi jinên pispor re proje û xebatên ji bo jinan dihatin amade kirin. Ji bo bikeve meriyetê jî me xebatek taybet dida meşandin. Êdî jinan dikarîn di şaredariyan de xwe bi awayek xweser birêxistin bikin û plansaziyên xwe deynin. Bi wê ve girêdayî bi saziyên jinê re xebatên li dijî tund û tujiyê, qetilkirina jinan, dihatin meşandin. Gelek kooperatîfên ji bo aboriya jinê hatin avakirin, xebat ji bo vê yekê hatin meşandin. Car bi car û li gor pêdiviya jinan, li tax û kolanan semîner dihatin lidarxistin.

Ew ji guhertina

bi destê jinê ditirsiyan

Sedema ku pergala desthilatdar a dewletê dest danî ser şaredariyên me û nekarî xwe li hemberî vîna gel rabigire, ev destkeftiyên giranbûha ên gel bûn. Ev destkeftî jî bi keda gel û jinê hatibûn avakirin. Herê zêde jî ji hêza gel a xwe bi xwe, xwe rêvebirinê ditirsiyan. Ji ber ku pergala demokratîk a gelan astengiya herê mezin bû li pêşiya erjewendiyên desthilatdaran. Ew ji guhertina bi destê jinê ditirsiyan, ji ber ku di guhertin û veguhertina her beşek û qadeke ji civakê de jin xwedî gotin bû. Hişmendiya baviksalarî û deshilatdariya heyî, pergala hiyerarşîk a ku hatibû avakirin, gav bi gav di her qadekê de dihat hilweşandin. Ji xwe kiryarên Qeyûman ku bi darê zorê dest danîn ser vîna gel, tê zanîn û ber bi çav e. Yekemîn tişta ku kirin dest danîn ser nirxên jin ê. Herê zêde êrîşê ser xebat û saziyên jinan kirin. Polîtîkaya tune kirin û çewisandina jinê û saziyên wê xistin meriyetê. Jin li her qadekê, li kolan, tax, bajar, ser kar û di mal de rastê tund û tujiyê hat. Ev yek jî encama polîtîkayên dij jinê ên hikûmeta AKP’ê bûn. Sazî û dezgehên jin ê, bi zorê hatin dagirkirin û naveroka wan hat valakirin. Qirkirina çandî bê rawest didome: Ji xwe yek ji saziyên ku bûn hedefa van êrîşan jî saziyên çan û hûnerê bûn. Bikaranîna zimanê Kurdî di şaredariyan de hate qedexe kirin. Şaredariyên gel veguherandin qereqol an. Şaredariyan wek şîrketên malbatî birêve dibin. Gelê ji herêmê, ji kar derxistin û ji bajarên Tirkiyê karker anîn, li van deveran bi cih kirin. Şaredariyên ku bi pakî û zelbûnê dihatin birêvebirin, di bin deynan de hiştin.Bi taybetî di bajarên rêveberiyên xweser de, yên ku li ber çavê cîhanê bi tang û topan hatin hilweşandin, îro her cûre bê exlaqiyê dikin û demografiya bajêr diguherînin. Polîtîkayên pirr qirêj birêve dibin. Ne tenê ji hêla xizmet gihandinê de, di heman demê de pirsgirêkên civakî jî pirr kûr bûne. Sîxurtiyê ser gel ferz dikin, madeyê hişbir li Kurdistanê bi zanebûn di nav ciwanan de tê belav kirin, gelek tiştên der exlaqî di nav civakê de belav dikin. Ji bo gelê Kurd ji çand, nirx û eslê xwe dûr bikeve, her lîstokekê dixin devrê.

Polîtîkayên şer û dagirkeriyê

Ji xwe dema fêm kirin ku nikarin bi hilbijartinan şaredariyan bidest bixin, dest bi şerê taybet dan. Mala dengbêjan, dîsan hemû alavên şaredariyê ên wek mekîneyên kar, otobus û hwd. dewrî îdara taybet kirin. Erdê şaredariyê bi qîmetek herê kêm difiroşin hevalbendên xwe. Bi kinahî, talan kirin û li ser pişta gel dixwin, vedixwin. Qeymeqam, walî û şaredar yek kes e. Piranî jî zilam in. Di derbarê bajarekî de ew tenê xwedî biryar in. Kesek ku wan çavdêrî bike nîne. Hemû erk di destê yek zilamî de kom bûye. Di bajarên ku qeyûm li ser kar in, tenê yek carê jî endamên meclîsan nehatine kom kirin. Bi giştî ji nirxên demokratîk qut bûn mijara gotinê ye. Ji xwe Erdogan piştî hilbijartinên parlementoyê fêm kir ku bi hilbijartinan nikare li deverên ku niha qeyûm li ser kar in, bi dest bixe. Bi gef û zordariyê avêtin ser bajar û gel, lê encam negirtin, gel li dijî polîtîkayên wî ên şerxwaz serî netewand û bi hêrs in. Vîna gel tune hesibandin, bajar dagirkirin, malên gel bi ser gel de hilweşandin. Mirov zindî zindî di xaniyan de şewitandin… Gelo kîjan Kurd dikare vê rastiyê ji bîr bike! Ji bo ku em carekedin û bi awayek herê xurt bersivê bidin van polîtîkayên şer û dagirkeriyê, pêwîste em wek gelê demokratîk û azadîxwaz, ji her demê zêdetir birêxistinbûyî tevbigerin.

Û di hilbijartinên herêmî de bersivek xurt bidin dagirkeran, vîna xwe nîşanê wan bidin. Dibe ku Erdogan îro bi gefan bixwaze êrîş bike, lê ya girîng ew e ku gelê me carekedin vîna xwe nîşan bide û xwedî li destkeftiyên xwe derkeve, xwe bi xwe, xwe birêve bibe.