Ji welatê stêrkan…

- Ruken CEMAL
1.6K views

Gelo evîn rê bi xwe ye!… An jî di dawiya rê de ye. Dema mirov vê pirsê ji xwe dipirse, di wan kêliyan de hem rê hem jî rêwî li pêşberî xwe dibîne. Kî dizane dibe ku di her gavê de û di dawiya her rêyekê de jî evîn li benda te ye. Ango mirov di her kêliya rêwîtiya xwe de evînê dijî. Û tu her ku dimeşî rêyên din derdikevin pêşberî te, rêyên ku te ber bi evîneke nû de dibin… 

Bangek tê guh

Her kêliyeke rê, eşq, heqîqet û wateya jiyanê vedibêje. Rêyen ku di kêliyan de xwe bi wate dikin û heya xwe digihijînin reçikên xwe. Dema ku bedewiya rê bangê te dike rêwiyên evîn û heqîqetê jî sira gavên mezin avêtinê bi te re parve dike. Êdî bedewiya jiyana azad di çavên te de jî diteyîse. Mîna biriqîneke ji kûrahiyan bê û xwe li ruhê te ba bide, dimîne. Niha evîn û heqîqet jî xwe bi heman rengî di beden de digihînin hev!

Wek henaseyekê dimîne

Bi jiyanekê bihizire; jiyanekê ku di henaseya wê ya despêkê de bêhna hezkirin, paqijî û xweşikbûnê xwe berdide nava henavên te. Tu heya kûratiya laşê xwe wê hîs dikî, pê dihesî û pê derdixî… 

Ji fikir û ramanê te, heya sozên te her henaseyeke te bi bêhna hezkirinê û bêrîkirinê ve tije dibe. Gavên ahiste, gavên ku bi caran di van şeve rêyan de li pey berzebûnên xwe de digerî û niha xwe digihîne heqîqeta xwe; çi ecêb e, birastî jî wek henesayek bê dawîn dimîne û te bi xwe re wiha bi evîn dibe. Bihizire ku azadî difore ji bêrîkirinên te. Piştî wê di her hevdîtinekê de hizrên te bera xwe didin eşqeke nû. Êdî tu jî dibî lêgerînvanekî eşq û jiyana azad. 

Lêgerîn û rêwîtiyeke din

Êdî gavên te jî berbi wateya rojê ve dimeşin; çawa jî bi lez in. Û êdî stêrk jî rêwîtiyê bi te re dikin di vê rêya pîroz de; çiqas jî bi wate û ewçend jî nêz. 

Dema tu bera xwe didî rojê, hezar û yek stêrk bi te re dimeşin…Tu niha dibînî ku ne bi tenêyî? Ya rastîn kombûna van stêrkan pênaseya ronahiya rojê ye û her ku tu bera xwe didî azadî, heqîqet û rojê, ev stêrk nobedariya dil û cewherê te dikin. Ango heya rêwî û lêgerînvan xwe dighîne asta bêdawîbûnê rêwîtî bi dawî nabe. Rêwîtî wek verçerxê hey dizivire, heya ku xwe bigihîne heqîqeta ku li pey e.

Fermandar Jînda Ozgur jî yek ji van rêwiyane ku bêdewîtiya rê girte nava dilê xwe û bera xwe da diyarên wêje û bêdawîbûnê. Êdî ew jî bû rêber ji rêwî û lêgerînvanên nû re.