Jîla Huseynî di 31’ê Îlona 1964’an, li rojhelatê Kurdistanê bajarê Seqizê tê dinyayê. Malbata wê, malbatek oldar, xwedî ilm û wêjeyê bûn. Cedê bavê wê Şêx Ebdulqadir xweşnivîs û helbestvan bûye. Bavê wê bixwe jî dadger, rewşenbîr û ehlê xwendin û nivîsînê bû; ku xwediyê pirtûkxaneyek mezin û dewlemend bû û beriya ku biçe ser dilovaniya xwe, ew ê vê pirtûkxaneyê ji bo pêşxistina helbestvana ciwan bihêla. Jîla di heman temenê ciwan de xwedî jêhatîbûnek bêhempa bûye û pir zû ev aliyê wê ji hêla mamosteyên wê ve hatiye dîtin, wê di mijara helbestnivîsiyê de teşwîq dikin. Jîla di temenê panzdeh salî de dest bi helbestnivîsiyê dike.
Wê li dijî qeyd û bendan serî radikir
Ew ê di helbestnivîsiyê de du heyamên girîng bibohirîne: Heyama destpêkê a lêgera di zimanê wêje û helbestnivîsiyê de bû. Helbestên wê pêlawaz, meyla romantîk, bi êş û kederên jinên di dema wê de barkirî bûn. Lê, di heyama duyemîn de jî ew ê bi awayek bêtebat û nêrînek rexneker nêzî kevneşopiya mêr û rêzikên wî ên şer biba, her wiha wê li dijî zimanê nêr yê di wêjeyê de jî serî rabika.
Şîret
Ji wê dema ku te keçek nazdar
kir bûka ber mala xwe
dexîla te me
agahdarî wê be
tu bîna tiliyên min neke
li ser guldan
û taq û pencerên xwe
Eger ji te re got:
“Bîhna gulek weriyayî
tê difna min”
Bêje:
“Giyanê min
bawer bike ji bilî te
tu gul tune li vê cîhanê.”
Tu neke û navê min hilde û bextewariyê
li oda xwe tengezar bike!
Eger bû û te jinek dît
bejna wê bi xewê xemilandî be
çavên wê kiz û xembar bin
lêvên wê ziwa û qelişî bin
û te ez pê şibandibim
neveciniqe
nebêje wêneyê vê hejarê
di albûma raburiya min de
yadîgar e.
Jiyan û helbest
Şert û merên wê demê yên Şoreşa Îslamî ya Îran ê û ji ber pirsgirêkên ku di dema xwendina Jîla de rû didin, Jîla di temeneke gelek piçûk de ber bi zewacek ne diwext de dibe. Di 15 saliya xwe de, tam jî di demekê de ku dinivîsî bi pismamê bavê xwe re dizewice û ev zewac tenê pênc salan dom dike.
Yekem destnivîsa Jîla Çîroka “Ber bad reftê” ye ku bi zimanê farsî hatiye nivîsîn. Lê belê li ser daxwaza Jîla wê neyê çapkirin. Nivîs û awazên ewil ên Jîla bi zimanê farsî bûne. Jîla Huseynî wê di navbera salên “1363” û “1364” de, li radyoya Senendecê di bernameya “Em û guhdarvan” dest bi xebatê bike.
Jîla di destpêkê de bi zimanî farsî dinivîsî, lê ev nayê wê wateyê ku ew di mijara wêjeya kurdî de xerîb bû. Ew hîn di zaroktiya xwe de; ji ber malbata di nav de mezin bibû, ku xwedî agahî û zanyariyên huner û wêjeya kurdî bûn, ew ê bi têra xwe di van mijara de xwe pêş bixîne. A herî girîng jî pirtûkxaneya dewlemend a malbatê bû ku derfetên pir baş ên xwe pêşxistin û lêkolînê ji bo wê pêk tanî. Wê helbest û dubeytên kurdî pir baş dinasî û xebata wê a di radyoyê de hemwext wê bi xebata wê a bi zimanê kurdî destpêbikira. Ew ê ji wê demê û şûnde, heya kêliya dawî bi zimanê dayîka xwe binivîse…
Çarikên ji dengê jinê
Jîla Huseyî wek jineke Kurd deriyeke nû ber bi helbestnivîsiya kurdî vedike. Ew di helbestên xwe de rewşa ku jin di nav deye, êş û kederên dijî pir baş rawe dike. Bi taybetî jî bi helbestên xwe ên bi navê “Geşeyî evîn” û “Qelay raz”, bi awayeke din balê dikşîne ser rewşa ku jin di nav deye. Ew ê di nivîsîna helbestan de wêrek nêz bibe û pêşî li pênivîsa xwe negire, wêrek û baldar destbavêje rewşa jin ê.
Rîga
Be bî men peyda nagirî
Em rêgaye por li raz e
Be tenyayî qed nayborî
Destem egirî û
Lê şeqameyekî namûda
Ber û şoyînekî nûy embey
Se reşîtane le gelta deyim
Her çûnek bî
Xobe bî tu
Hel nagire derî
Embey… embey
Beynewe xot bizanî
Xom bizanim
Le yekterda e tu bînewe
Wek be firû Û xor
Wek xak û av
Kî ezanî?
Yek beyanî? Du beyanî?
Rengê sî beyanî dîke ne bawe kokanî
Le şoyînekî taze terda helbînewe
Razî mel û balekanî
Dar û şine
Serma û çiyayî
Eşq û germa
Le şeqame namokanî şarekeman
We koçra
Bû rîbwaranî dawayî xoman
Helkeynewe
Kî ezanî?
Jîla di helbestên xwe de bi qasî bal dikşand ser pirsgirêkên civakî, li ser rewşa jinê a di nav civakê de, tenê mayîna jin ê û nêzikatiyên ku di nav civakê de li hemberî jinê tên raber kirin jî radiweste û bi zimanek rexneger nêz dibe. Bi taybetî nêzikatiya di mijara kar, bêkarî, zewac û çewt nêz bûna civaka nêr ku jinê ji her hêlê de dorpêç û difetisîne de, ew ê bi rêzikên xwe dijderketinek mezin çêbike. Her wiha ew ê balê bikşîne ser rewşa kambax a darayî ku jin her roja ku diçû zêdetir tengav, di nav civakê de veder dikir.
Dengê enderûn yê Jîlayê
Jîla nexasim li ser dengê enderûn ê jinê radiweste, bi awayek dilniya balê dikşîne ser tenêtiya jinê û dixwaze bi rêzikên ku rêz dike, bibe dengê biêş yê jin ê. Di helbestên Jîla de ne tenê êş û derdê jinê, serîrakirina wê tîne ziman, belku dibe zimanê derd û kederê gelê xwe û bi perspektîfek her alî nêz dibe.
Wê di helbestên xwe de ser komkujî û serpêhatiya gelê xwe jî bisekine, bi wêrekî dest bavêje pênivîsa xwe û bi baldarî van kederan bi lêkirina peyvan biherikîne.
Jîla di helbestên xwe de êşa evînê jî baş rawe dike. Her wiha mirov dikare di helbestên wê de hewldanek rewşenbîrî û femînîstî jî bibîne.
Çav li çavêt naterikînim
Nîgam çolekey tersawî bî laneye
Her bi tenya
Le naydaristanî çerî nîgaye tu da
Aram egirî
Seyrem bike
Çav li çavim metrowkîne heta ku şev
Çûn ku çav im
Çend mandobî
Çend bîzar û dilşikaw û sedpare bî
Her şev dabî
Çîrokeyek tazey pîyew
Melikanî daristanî nîgat
Biaramî ekate xew
Jîla stêrkek geş bû
Di sala 1996’an de helbestvanê bi nav û deng ê Kurd, Şêrko Bêkes tê Tehran ê. Jîla Huseynî ji bo ku Bêkes pêşwazî bike, dikeve ser rêya Tehranê û di rê de maşîna ku ew tê deye qeza dike. Jîla di 32 saliya xwe de, di encama vê qezaya bi êş de jiyana xwe jidest dide.
Ew li gel kar û barên xwe yên wêjeyî, endam û damezînera ‘Encûmeta wêjeyî ya Mewlewî’ li bajarê Sine bû. Du pirtûkên helbestan û li gel çend pirtûkên wê ên çîrokan tên çapkirin. Her wiha pirtûka wê a bi navê “Mirina Rojê” li bakurê Kurdistanê tê çapkirin. Şêrko Bêkes di pêşgotina pirtûkê de ji bo helbestvan Jîla Huseynî wiha dibêje: “Ez ji nameyên wê ji nêz de dizanim ku helbest evîn, Jîla jî meşûq bû.”
Jîla di pirtûka helbestên xwe de mijarên wek jin, şehîd, nesîhet, evîn, lava û gelek mijarên din girtiye dest ku yek ji wan helbestên wê jî a li ser helepçeyê ye:
Lûtke
Dîsanewe motey dojmen be pîkenîn
Çavî hîvaye gul eşorî
Dîsanewe destî reşî kîmyawey xoy
Bê rûmetî şaxdadîne
Dîsanewe qat û qer bû bez û kenîn
Kame zamet xoş keme we
Ey xoşke del sotawe kem
Be kam zeman bet dewînem
Ho dayke cerg berave kem
Perçî alozî ser şanet be kam şane da behînem
Xem û taset, be kam lawik û kam hore belavînem?
Ey xoşkekem
Tolê yewînî sotawet
Dar û berdî zewt kirawet
Be kam berdî dem xwînavey bûbesînem?
Em yekem car niye
Ke em gurge dem xwînîne…
Berhemên wê
– Dîwana helbestên kurdî a bi navê “Geşeyî Evîn” ku di sala (1374)’an hatiye çapkirin.
– Dîwana helbestên kurdî a bi navê “Qelayê Raz” ku di sala (1378)’an de, bi awayê sê beşan tê çapkirin.
Beşa ewil: Helbestên kurdî ên Jîla yên mayî
Beşa duyem: Hilbijartinek ji kurteçîrokên wê ên Kurdî yên kurt
Beşa sêyem: Beşek ji helbestên Jîla yên farsî ne ku bixwe navê “Baran” ji vê berhemê re destnîşankiribû.
– Wergera çîroka Sadiq Hidayetî a bi navê “Bexşandin” ku di kovara Raman de tê çapkirin.
– Wergera romana “Dezîrê” ji farsî bi kurdî (lê natemam).
– Hejmarek ji gotar an
– Helbestên ji bo zarok an