Jin di nav pençên modernîteya Kapîtalîst de

- Zelal EDESA
616 views

BAGIMLI - TUTSAK - ESIRDi pergala kapîtalîzmê de tevî ku cihê zora leşkerî û ramyarî girîng e jî di bingeh de ya wî li ser lingan digire, teslîmgirtina civakê bi endustriya çandî, heta felckirina wê ye. Mirov dikare bibêje ku zîhniyetên komikên di bin bandora pergalê de aniye rewşekê wisa ji yê meymûnan (ku herî nêzikî mirovan in) hîn paşketîtir û ji pêleyîstinê re hîn destdayîtir e. Sazûmaniya di kotanên lawiran de, di rastiyê de jî bi sazûmaniya civakan a bi awayê kotanên a lawiran hatiye avakirin, nimûneyeke gelek vekirî ye. Çawa ku lawirên di kotanên lawiran de ji bo temaşekirinê ne, civak jî veguheriye xwepêşandanê. Ev civak ji teslîmgirtinê hîn xirabtir, bûye civakek bê îrade û kole. Di serî de Sumer, Hînd, Çîn û Roma û hemû pergalên împaratoriyên bihêz, bi qasî sîstema kapîtalîzmê li ser civakan bandor nekirine. Kapîtalîzma ku bûye lûtkeya desthilatdariya pêvajoya împaratoriyan, her çiqas bi awayekî objektîf nîşaneyên rizînê yên kaotîk bi kûrahî jiyan bike jî baş tê fêmkirin ku pergalê bi gel leyîstinê, bi desthilatdariya xwe ya zîhnî dixwaze bandorên xirabiyên xwe kêm bike.

Di hatina wê ya vê qonqxê de, weke hatî diyakirin pêşkêşkirina seksê bi awayê endustriyel, ji faktorên diyarker e. Mirov kirine rewşeke wisa ku di hêza seksê de li serkeftinê digere. Halbukî di tevahiya zindiyan de ev têkilî (seks) ji bo ferqkirina jiyanê û ew bêdawî kirinê de di erka çalakiyeke fêrker de ye. Ji zindiyên yekhucreyî bigire heta mirov, mirov dikare erka zayendiyê bi vî awayî pênase bike. Herwiha watedar û heta pîroz e jî. Di bikaranîna vê têkiliyê de di vê rewşê de, bi watekirin gengaz e.
Komikên mirovan jî di pêvajoya dîrokê de şîroveyeke bi vî şêwazî bingeh girtine. Tevahî lêkolînên antropolojîk vê şîroveyê piştrast dikin. Ger hinek têkiliyên nayên metakirin hebin, têkiliyên zayendî ji vana yên sereke ne. Ji ber ku ev têkilî bi pîroziya jiyanê re, bi mezinahiya wê re, bi dewamkirina wê re têkildar e.
Îstimara zayendî yek ji amûrên bingehîn ên desthilatdariya pergalê ye. Tenê nehatiye metakirin û veguherandina endustriyeke mezin; aniye rewşekî wisan ku Xwedawenda fallos a Hindî jî li paş hiştiye. Aniye rewşa ola serdestiya zayendî ya zilam. Bi taybet di her zilamekî de ev xwe nîşandana olî, di serî de wêje, li cihê herî bi wate yê hunerê hatiye rûnandin û weke amûreke tiryakê (tevzîner) hatiye veguherandin. Heyberên tiryakê yên kîmyasal li pêşberê ve ola nû ya zayendparêz ne tu tişt in. Tevayê endamên civakê bi kampanyayên reklaman anîne rewşa rêşaşên, xerifiyên (sapik) zayendî. Ciwan, pîr, kal heta zarok jî ferq nake her kes tên bikaranîn. Jin veguherandine heybera herî pêşketî ya seks ê. Li şûna dayîka pîroz û xwedawend, jineke nekêrhatî, vala û ‘pîrejinên’ ku avêtine quncikan maye. Ev yek rewşeke pirr bi jan û êş e.

Jiyan veguheriye xefikê

BASKI - KADIN - CIZIMDi rewşeke berevajî de ji ber ferzkirinê, pergal, hebûna xwe bi zorê dikare berdewam bike. Di cewher de kevneşopiyeke civaka baviksalarî ku; di serkêşiya vê de zilam heye, bi alîkariya teknîkên tenduristî, rola makîneya pirr bûna zarok dane jinên çînên bindest. Bi vî awayî mezinkirina zarok ku pirr zehmet e, kirine wek barê xêzan an. Bi vê yekê li aliyekî pêwîstiya bi karkerên ciwan tê bicîanîn, li aliyê din jî, xêzaneke xirabe ya ku ji nav nayê derketin tê afirandin. Di nava yên jiyan dikin de rewşa herî xirap tê serê jin, zarok û pîran. Ji dema avakirina hiyerarşiyê û vir ve jin di bin nîrê pergalên zilamsalarî de hezar car hatiye kolekirin. Bi pergala kapîtalîst re, li ser nefsa zilamê serdest ya ku têrbûn çi ye nizane û bêberpirsiyariya wî qatek din hatiye pêçan. Xefka li ber jinê hatiye vedan, encameke bîrdoziya pergala serdest e. Zilamê serdest ê ku qet naxwaze jinê nas bike, ji bo vê rewşa xwe veşêre serî li wêjeya evîna sexte dide. Ji bo zilamê serdest evîn tê wateya ajoyên hindirîn ên bêwate, veşartina derewên xwe û zanebûna kor. Sedema pêjirandina vê rewşê ji aliye jinê ve, xwe dispêre kûrbûna bêçarebûnê ya ku çavkaniya xwe ji çewisandinê digire. Ew qas ji mercên jiyanê yên madî û rewanî hatiye qutkirin ku, gotinên herî xirap ên zilam, êrişên wî, weke rewşeke xwezayî dibîne.

Gelo jin di bin statuyek di vê astê de ketî de jiyankirinê çawa li xwe qebûl dike? Lê, rastiyeke bi vî avayî heye ku her kes bûye şahidê wê; ev, dişibe rewşa jinê ya li pêşberî zilam: Dema qesap lawiran ji bo serjêkirinê amade dike, lawir bi xwe dihese ku wê bê serjêkirin û bi ta û lerzê dikeve. Zilam, heta ku jin li ber nerecife xwe zilam nahesibîne. Şerta sereke ya zilambûna serdest ev e. Qesap di yek carê de ser jê dike, lê zilam tevahiya jiyana jinê ser jê dike. Rastiya ku bê dîtin ev e. Vê yekê bi sitranên êvînê veşartin tevgereke herî ketî ye. Di şaristaniyê de tişt û gotinên herî bêqîmet ji bo evînê hatine bikaranîn, tişta ku zilamekî qet bi ser nexistî, nexwestî bi ser bixe, li gorî xwezaya xwe nêzikatî li wê kirin e. Zilamê ku bikare vê helwestê nîşan bide weke qehremanekî bê nirxandin di cih de ye.

Jin û Malbat 

DI PERGALA KAPITALIST DE JIN-3Di dema şaristaniyan de bi awayê xanedan em rastî şêwayên fireh û demdirêj ên malbatê tên. Xêzanên gundî yên hêsanî, pîşekar, sinetkar, her dem hebûna xwe parastine. Dewlet û desthilatdariyê ji bo bavê zîlam ê di nav malbatê de weke kopyayeke desthilatiya xwe rolek diyar kirine. Bi vî awayî xêzan bû amûreke herî girîng a serdestbûnê. Her dem ji bo şebekeyên desthilatdar û sermayedar rola çavkanî ya kole, serf, karker, kedkar û leşker lîstiye. Ji ber vê sedemê girîngî ji bo xêzanê hat dayîn û ew hat pîrozkirin. Şebekeyên kapîtalîst tevî ku kara herî zêde li ser jina di xêzanê de bi dest dixist, viya veşartî dikin û barekî din jî dane ser milên malbat ê. Malbat anîne rewşa sîgorteya pergalê û bi vî awayî ew mehkûmî jiyana herî paşverû kirin.
Malbat ne saziyeke civakî ya wisa ye ku derbaskirin an jî jiholerakirina wê pêwîst bibe. Lê, dikarê bê veguherandin. Îdîaya mulkiyetê ya li ser zarok û jinê ya ji hiyerarşiyê maye divê bê derbaskirin û di têkiliyên hevjînan de têkiliyên sermaye û desthilatiyê rol neleyîze. Pêwîst e nêzikatiyên ji bo berdewamkirina tov tên nîşandan bên derbazkirin. Nêzikatiya herî rast bi hev re jiyankirina jin û mêr, girêdayî civaka exlaqî û polîtîk bingehgirtina felsefeya azadiyê ye. Xêzana ku di vê bingehê de veguherînê jiyan bike, wê bibe cihê baweriya herî qayîm a civaka demokratîk û wê bibe yek ji têkiliyên din ên bingehîn ên şaristaniya demokratîk. Di têkiliyan de weke kole, çavkor tevgerkirin ne rast e, nayê pêjirandin. Veguherîna herî biwate ya malbatê di jiyankirina şaristaniya demokratîk de pêk tê. Jina ku hezar salan e rêzdariya xwe winda kirî heta rêzdarî û hêzeke mezin qezenc neke, yekîneyên bi wate yên malbatê nikare pêş bikeve. Xêzana ku li ser nezaniyê hatî avakirin nikare rêzdar bibe. Ji bo şaristaniya demokratîk ji nû ve were avakirin, para dikeve ser malbatê girîng e.
Tişta ku ar û namûsa zewacê tê gotin di rastiyê de kêşana tevayê qehrên ‘împaratorên biçûk e”. Her çawa ku împaratorê mezin dewletê weke namûsa xwe qebûl bike vê weke sedemê şer nîşan dide, împaratorên biçûk(zilam) jî dema tiştek li jinê tê, ku weke namûsa xwe dipejirine, vê weke pirsgirêka namûsê dinirxîne û dike sedema şer. Bi reng û deng weke çûkeke di qefesê de lê hatiye kirin. Sazûmaniya deng û makyajê, ji derveyî xwezaya jinê, nasnameya wê ya cewherî ya ku hatî windakirin, kesayeta wê dikuje.

Bi rêya hin rêze fîlman jî rewşa jinê ya di nav malbatê de bi awayekî erênî tê dayîn. Yan jî weke ku jin her tim hewceyî rizgarkirinê be dide nîşandan. Her tim bi wêjeyeke sexte ya evînê tê xapandin, bi îxanetê re rû bi rû dimîne yan jî di rewşa xwexapandinê de ye.
Pîroziya saziya malbatê û mezinahiya wê her tim bi kar anîne. Amûrên ragihandina giştî yên jin û mêran her tim bandor dikin û şikil dide wan, ji bo xwe berdewamkirina çîna serdest û pergalê girîng in. Pêşketina teknolojiya malê û hilberandina heyberên mezaxtinê bû sedema ku bazar ji bo firotina malên xwe, bera xwe bide jin ê. Di warê makîneyên cilşûştin û firaxşûştin, moda û kozmotîkê de afirînerên kapîtalîst, feydeyên bêhempa bi dest xistine. Ji bo firotina van berheman, dîsa jin tê bikaranîn. Dîsa çapemeniya ku armanca wê jinê di malê de di nav çar dîwaran de girtî bihêle, polîtîkaya weşanê ava dike û nasnameya hevjîn û dayîka baş û binamûs her tim derdixe pêş. Bi kurtasî çapemenî herî zêde zayendiya civakî bi kar tîne, ji bo ku pergal xwe li ser piyan bigire.

Metakirina Jinê

ESARET - KADIN - CIZIMJi binî de ketina jinê bi kolêkirina wê tê dest pêkiriye. Ev pêvajo bi helandin, çewisandin, destavêtin, heqaret û qirkirinê dagirtiye. Rola ku ji wê re hatî diyarkirin, ji bo sazûmaniya pergalê û bi qasî ku pêwîst e zarok çêkirin e. Bîrdoziya xanedanî bi vê re girêdayî ye. Di nav vê statuyê de jin mulkê teqez(mutlaq) e. Bi qasî ku nikare rûyê xwe nîşanî kesekî din bide, mal û namûsa xwediyê xwe ye. Tu qadên ku tê de jin nehatibin bikaranîn nîn in. Cûdahîyek heye ku li beranberê her malekî nirxek tê diyarkirin, tê dayîn; lê dixwazin jinê bi sextekariya ku jê re ‘evîn’ dibêjin û bi wê derewa mezin a ku dibêje “keda dayîkan nayê dayîn” bixapînin.
Têkiliyên zayendî yên zindiyên li xwezayê, tênê ji bo domandina cureyê zindî ye. Bi vê, berdewamiya jiyanê hatiye armancgirtin. Di lawiran de pêvajoyên cotbûnê pirr bi sînor û piranî salane ye. Dixwazin di mirov an de ev rewê 24 saetan bê jîn. Di roja me de jin amûreke ceribandina nefsa zayendî ye. Cudakirina malên giştî û taybet bêwate ye. Êdî her cih malen giştî, malên taybet in.
Jin kedkareke wisa ye ku bê pere û bê mûçe kar dike (bi taybet li mala xwe). Di malê de karên herî zehmet ew dike. Lê pêşberî vê keda xwe bi gotina, “jina aqilê wê kêm” biçûk tê dîtin. Ew qas hatiye biçûkxistin ku bi rastî jî xwe kêmaqil dihesibîne, pêkanîna xizmeta zilam ji xwe re weke çarenûs dipejirîne. Dikare bi çar destan xwe bi destê zilam û desthilatiya wî bigire.
Dema her tişt eşkere dibe, tê hêvîkirin ku jin jî hebûna xwe bi hemû awayan nîşan bide. Mijokdarî û çewisandina pergala kapîtalîst bi hebûna jinê ve girêdayî, tê xwestin bi berfirehî were fêmkirin. Tu pergalan jin ev qas nekiriye meta. Di pergalê de têgihîştina zayendparêzî cara yekem kapîtalîzmê danî. Hema hema tu lebatên wê yên nehatî metakirin tune ye. Dixwaze qaşo vê armanca xwe bi riya wêjeyê bi awayeke hîn jî ‘nazik û estetîk’ pêk bîne. Lê rola bingehîn a vê hunerê di rakirina barê pergalê yê giran de, barê herî giran ji jinê re veqetandine. Di pergala serdest de, bi bernameyên ku statu û cihê jinê diyar dikin û bi bîrdoziya zilam tê xurtkirin. Di nûçe û rûpelên rojnameyan de cihê jinê hîn baştir carek din tê diyarkirin. Jin û zarok di reklaman de weke parçeyeke meta tên pêşkêşkirin. Di bernameyan magazîn ên televolayan de û di rûpelên dawî yên rojanameyan de weke ku tenê jin heybereke zayendiyêye tê bikaranîn.