Jin li her derê têdikoşin

- Ayşe ACAR BAŞARAN
379 views

Desthilatdariya AKP’ê di nav 18 sal ên desthilatdariya xwe de newekheva di navbera jin û mêran de hîn kurtir kir. Rola jinê tenê di nav malbatê de pênase kir û her gavê bi amûrekê vînbûyîna wê asteng kir; li hember destkeftiyan êrîş pêkanîn û ev wek polîtîkayekê meşand.

Çawa ku êrîşên li ser jinan xwedî dîrokeke hezar salî be û destpêkirina koletiyê bi kolekirina jinan dest pê kiribe, têkoşîna jinan jî ewqas dîrokî û polîtîk e. Lê tevî hemû êrîşan jî sedsala 21’an di rêya bûyîna sala azadiyê ya jinê de ye. Ji şoreşa jinan a Rojava heta jinên Şîliyê, ji berxwedana jinên Emerîqayê ya li dijî nîjadperestiyê heta berxwedana jinên Tirkiyê ku li dijî tifaqên AKP-MHP’ê ya dixwaze rejîmeke faşîst ava bike, jin li dijî zayendperestî, mîlîtarîzm û rejîmên faşîzan têkoşîna azadiyê bilind dikin.

Şer li dijî vîna jinê hatiye destpêkirin

Piştî biryargirtina planên çong danînê ya di Cotmeha 2014’an de ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê ve hat pêşxistin, li çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan êrîşên mezin pêk hatin. Her wekî di weşandina wêneyên teşhîrkirina bedena Ekîn Wan a li Gimgimê de jî tê famkirin, şer li ser bedena jinê hatiye destpêkirin. Desthilatdarî di 5 salên dawî de li dijî du xetan şereke dijwar daye destpêkirin. Yek têkoşîna wekhev û azadiya Kurd an, a din jî têkoşîna azadiya jinan e.

Desthilatdar li her qadê li dijî jin û zarokan polîtîkayên êrîşên piralî dide meşandin. Li hemberî pergala komunal, azadîxwaz, jin û pirrengiyê ku li dijî avakirina rejîma xwe ya yekperest wek alternatîf dibîne, êrîş esas girtine. Ji ber vê yekê jî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bi gotina wî wek “kerema xwedê” hat dîtin û di 11’ê Îlona 2016’an de, bi qeyûman destavêtin ser şaredariyên me û li hemberî vîna gel darbe pêk anîn.

Rejîma qeyûman ku ji aliyê waliyên mêtinger ve li Kurdistanê wek biryara perçeyek birêvebirinê ye, di van pêvajoyan de bi destê qeyûman li dijî ziman, çand û dîroka gelê Kurd êrîşên pir alî daye destpêkirin. Qeyûman ji aliyekê ve li dijî gelê Kurd siyasetek dijminane birêve birine, ji aliyê din ve jî pergala hevserokatiyê ku ji bo dana rûniştandina şaredariyên jinê têkoşîneke mezin daye, hedef girtine. Pergala hevserokatiyê ne desthilatdariyeke ku di navbera jin û mêrekê de tê parvekirin, belku wek pergala avakirina rêveberiya herêmî ku bi nêrîna jinan jî li cîhanê yekane ye. Yekemîn pêkanîna qeyûman a girtina saziyên jinan û bêfonksiyon hiştina wan ne rasthatineke.

Zimanê nêr yê desthilatdariyê dikuje

Pergala hevserokatiyê hatiye derqanûnî kirin, şaredarî veguherîne qereqolan û bi rakirina rêveberiyên herêmî yên komunal, ekolojîk û li ser esasê azadixwaziya jin an, pergala serweriya mêr tunekirina pergala alternatîf a jinê hedef girtiye. Hevşaredarên ku temsîliyeta wekhev birêxistin dikirin û modela hevserokatiyê xistin meriyetê, rehîn hatin girtin, li ser wan xweperzkirina ‘yan hûnê bîat bikin, yan jî hûnê bên girtin’ hebû. Ji xeynî qeyûman, piştî îlankirina OHAL’ê saziyên jinan hatin girtin, jin ji însafa desthilatdarê re hatin hiştin, bi vê re jî sînordar nema, desthilatdariyê hewl dida kuştin, tundî û zextan wekî qeder û fitrat pêşanê jinan bike. Serokwezîr Erdogan di her axaftina xwe de bi referansiya ol ê, li dijî wekheviya di navbera jin û mêr de derketiye, ji axaftinên di fitratên jinan de tenê koletî û dayiktî heye û ji gotinên divê jin çend zarokan bînin dûr nesekinî ye.

Serokatiya karê Diyanet ê; refansa olî ya van tiştan pêş xistiye, bi hişk kirina rolên jinan a di mufredatên perwerdeyê de, gotinên zayendperestî hatine zêdekirin, bi ser de jî bi guhertina pergala perwerdehiyê re perwerdeya zarokên keç hepsî malan kiriye. Bi rêya medyayê her gavê rola ji jinê re hatiye destnîşan kirin, li ser jinan hatiye ferzkirin. Jinên têkoşer jî veguherandine objeyên nefretê.

Tundî bi rêya qanûnan bihêz kirin

Mekanîzmaya edaletê bi bûyîna rewşa mêrbûnê hişk kirine, pêkanînên wekî ‘jina hatiye kuştin’, ‘sûcdar’ û kirinên mêran jî rewa dike, pêş xistine. Her ku şer kûrtir bû êrîşên li hemberî jinan û azadiya jinan jî hat dijwarkirin. Şer, parastina aştiyê xistiye rewşeke sûcdariyê.

Pandemîn weke krîza kapîtalîzmê derket holê, ji ber talankirina xweza û pêkanînên rantê yên kapîtalîzmê hemû cîhan bi Covid-19 re rû bi rû ma. Pandemîna ku krîza pergala kapîtalîzmê ye dîsa ji aliyê gelek dewletên kapîtalîst ve hat xwestin ku veguhere derfet û amûrekî mayindekirina rejîmên yekperest û otorîter. Tirkiyeyê jî xwestiye pandemînê ji bo xwe veguherîne derfetê, hewldaye di nav banga ku ‘li malê bimîne’ de jî rejîma xwe ya yekperest ava bike. Herî dawî bi derxistina qanûna înfazê re kesên ku li hemberî jin û zarokan sûc kirine, serbest hatine berdan û kesên ku têkoşîna azadî û aştiyê dimeşandin jî terkî mirinê hatin kirin. Mafya, çete û kesên ku li dijî jinan tundî pêk dianîn çawa ku hatin berdan, bi şêweyek hovane êrîşî jinan dikirin û desthilatdarî jî li hemberî tundiya li ser jinê ku jin rojane pê re rû bi rû diman, bi awayek bêxem nêz dibû û wek rewşeke normal pênase dikir.   

Têkoşîna jinan dikin hedef

Êrîşî xebatkarên Komeleya Jinan a Rosa û TJA ku li dijî tundiya li ser jinan têdikoşiyan û xeta jinan a azadiyê didan rûniştandin, kir, bi vê re jî sînordar nema bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin. Bi hedefgirtin û derqanûnî nîşandana têkoşîna jinên Kurd, parçekirina têkoşîna jinan hat xwestin, kesên têdikoşin yekser hatin hedef girtin. Jixwe ev demeke bi destê saziyên jinan ên nêzî desthilatdariyê hewl tê dayîn jin ji xeta têkoşîna jinên azad bên dûrxistin û dixwazin wan di nav sînorên mêrên serdest de heps bikin. Lê piştî biserdegirtina Komeleya Jinan a Rosa û TJA’yê, di esasê xwe de darizandina xeta têkoşîna hevpar a hemû jinên cîhanê ya bi sedema gotina ‘Gulistan Doku li ku derê ye?’ ku bi mehan e winda ye, birêxistinkirina 8’ê Adarê û bi gotina ‘Ji tecrîdê re na’, ‘Li dijî şer parastina aştiyê’, ne rasthatinek e. Bi hewldana darizandina têkoşîna jinan re careke din kesên ku têkoşîna jinan didin meşandin hatin hedefgirtin.

Bi krîza aborî ku bi pandemînê re hîn kurtir bû, gel hîn zêdetir xizan bû û di rêza yekemîn a vê xizaniyê de jî jin cihê xwe digrin. Bi astengkirina piştevaniya civakî re, rêbaza bîat kirinê ya ku civakê hewceyê xwe dike, hat bikaranîn. Kooperatîfên jinan ku ji aliyê şaredariyan ve ji bo jinên xêzan û kesên ku di nav rewşeke dijwar de dijîn, hatibûn avakirin, ji aliyê qeyûmanan ve ji holê hatin rakirin; jin ji aliyê taybet ve hewcedarê mêran û ji aliyê giştî ve jî hewcedarê dewletê hatin kirin û hewldana tepisandina liberabûna wan a li dijî dewlet û mêran hat kirin.

Polîtîkayên dîlgirtinê

Di demên dawîn de ji nû ve nîqaşkirina qanûna îstîsmarê, polîtîkayên desthilatdariyê bi awayekî zelal raxist ber çav an. Bi qanûna îstîsmarê re vekirina rêya zewicandina zarokên keç ên 12-13 salî a bi tecawizkarên xwe re, rewakirina tecawizê hat kirin. Beriya vê jî desthilatdariya ku şîroveya ‘ji carekî tiştek nabe’ ya ji bo zarokên bi tecawizkarê xwe rû bi rû mabûn, kiribû, dîsa bi heman feraseta pêkanîna gotina ‘ji carekî tiştek nabe’ dixwazin rêbaza teslîmgirtina jinê hîn di zaroktiyê de bikar bînin. Ev hemû tişt asta polîtîkayên dijminane yên desthilatdariya merê serdest a li hemberî jinan dide meşandin, nîşan dide.

Lê belê têkoşîna jinan a li dijî van êrîşan her wekî li hemû cîhanê tê meşandin, li Kurdistan û Tirkiyeyê jî jin bi awayek bi biryar li dijî rejîma faşîst têdikoşin. Li kolan, tax, qad û meclis ê, yanî li hemû qadên jiyanê ev têkoşîna ku li dijî desthilatdariya ku hemû qad kirine malê xwe û siyaseta cudabûnê dimeşîne, jinan nasnameya jina azad avakirine û wê ev têkoşîn û vîna wan bibe tirsa herî mezin a desthilatdariyê. Em ê wek Meclîsa Jinên HDP’ê, bi kampanyaya ‘Têkoşîna Jinan li Her Derê ye’ li dijî êrîşên zayendperest û serdestiya mêr li kolan, qad û meclîsê têkoşina xwe bidomînin.