Jina Kurd li Kobanê rihê Tîamat’an zindî dike

- Zeynep ERDEM
611 views

Gelê Kurd meheke têr û tijî li du xwe hişt. Ev meh tijî çi bu gelo? Em paşve vegerin û lê bierin..

Ev meh tijî berxwedan, serhildan, nivisandina destanên qehremaniyeke bê hempa, bi rihê fedaiyane bilidkirina tekoşînê bû. Herwiha, hêzên navdewletî ku bi dehê salane, çav li tekoşina gelê Kurd a rewa digirtin, an jî terorize dikirin, bi vê rojeva meha derbasbûyî mecbur man nas bikin û bipejirinin. Weku hun jî dizanin xwendevanên hêja, ez bahsa berxwedana Kobanê dikim.
Di vê meha derbasbûyî de, li derdora berxwedana Kobanê gelek tişt hatin axaftin û niqaşkirin, lê ya giring ew bû ku Kobanê li her çar perçên Kurdistanê, hestên gelê Kurd ên netewî ku her demê zindi mane, kirin yek.
Di nava raya giştî de jî, vê berxwedanê, hemû derdorên bi salane li hember her tiştî xemsar mane û dengê xwe dernexistine, xistin nava liv û tevgerê.  Wekî mînak; hin derdorên Ewrûpî yên anti militarîst jî, ji bo çek kirinê, ji YPG û YPJ re kampanyayên parekomkiirnê dan destpêkirin. Bi giştî ji aliyê netewî ve hestên gelê Kurd bûn yek, ji aliyê navnetewî ve hestên enternasyonalîst derketin holê û veguherîn helwestek xurt li hember zilm û zordariya faşizma DAIŞ û aligirên wê.

Lê di nava raya giştî de ruyekî din ê vê berxwedanê hebu ku derket pêş. Ew jî birêxistinbûyina jinê, berxwedan û ruhê fedayî yê jina Kurd ê di nava  berxwedana Kobanê de bu. Bi vê berxwedanê re cîhan hem bi hêza jinan hesiya û hem jî asta xwe birêxistinkirina jina kurd dit. Bê  guman ev hêza jina Kurd ku di cihanê de deng veda, ne hêzek kû îro derketibû holê. Ruhê fedaiyane yê Arîn Mirkanan ku di şer û berxwedana Rojava de derketiye holê, xwe dispêre miraseke gelek xurt. Bi salane jina Kurd di nava kar û xebateke bê wêne de ye. Di tekoşina çil salî de, li Bakurê Kurdistanê navê wê Besê, Zarîfe, Bêrîvan, Bêritan û Zilan, li Rojava navê wê Şîlan, Dîcle û bi dehan lehengên din ên jinin, li Başurê Kurdistanê Leyla Qasim, Viyan û  her wiha bi dehan qahramanên dîtirin. Li Rojhelatê Kurdistanê, Şîrîn Elemhûli, Zîlan Pepûle, Zeynep Celaliyan û bi sedan barxwedêrên din in.

Vê mîrasa berxwedanê ya dewlemen, li Rojava hêza jinê derxistiye holê. Helbet, yên ku haya wan ji hêza jina Kurd nebû, şaş û matmayi dimînin li hember vê berxwedanê. Lê jina Kurd li hember dagirkerên Kurdistanê ti caran serî netewandiye di dirokêde. Feqet ev berxwedana çil salên dawî, bi zanyari, fikir û ramanên azad hatiye hûnandin. Ev berxwedana ku sala 1978’an bi Sakîne Cansiz dest pê kiriye, iro jî bi Arîn Mîrkanan didome. Tişta ku nahêle Tevgera Azadiya Kurd li hember dagirkerên Kurdistanê têk biçe, hêza tekoşîna jina Kurd e.

Ji sedi pêncî zêdetir ê civakê jin e, lê di nava pergala modernîteya kapîtalist de, ev hêz li derveyi civakê hatiye hiştin. Jinê azadiya xwe ji dest daye û bi vî awayî azadiya civakê jî ji dest çûye û civak ji hêz ketiye. Lê rihê xwedawend Tiamat û Îştaran, careke din bi şoreşa Rojava re zindi dibe. Careke din jina kurd derdikeve ser dika dîrokê, erka xwe ya li hember gel û civaka xwe û herwiha erka xwe ya  berpirsiyarî ya li hember mirovahiyê pêk tine. Serkeftina wê jî ji zanyariya vê erkê tê.