Jinek xwedî vîn û ramanek serbixwe bû; Bîbî Meryem a Bextiyarî

- Berjin TEKOŞER
281 views
Bîbî Meryem a Bextiyarî yek ji jina bi nav û deng a têkoşer e ku bi xebata xwe ya di dema Meşrûtiyet û Şerê Cîhanê yê yekem de tê nasîn. Ew hîn di temenek biçûk de ye ku bavê wê jiyana xwe ji dest dide. Bîbî Meryem ji aliyê birayê wê Elî Qolî Xan ve tê mezin kirin.

Ew hînî xwendin û nivîsînê dibe; ji bo ku xwe ji her alî de perwerde bike, di mal de û di hizûra mamosteyan de perwerde dibîne. Bîbî Meryem xwîşka Serdar Esed ê Bextiyarî û dayîka Elîmerdan Xan ê Bextiyarî ye. Ew yek ji jina têkoşer a serdema meşrûtiyetê ye ku di sala 1251’an de li ser axa Bextiyarî tê dinyayê. 

Ew pêşenga civaka Bextiyarî bû

Ji xwe ev jina dilêr li herêma erdnîqariya berfireh a Bextiyarî (ku herêmek berfireh a erdnîgariya welat digre nav xwe) de bi navê “Bî Meryem” û “Serdar Meryem” bi nav û deng dibe. Ev jî ji ber taybetmendiya wê ya jiyana qebîletiyê bû, her wiha di bikaranîna çek de xwedî jêhatîbûn û siwarek baş bû. Ji ber hevjîn û canişîna Xan bû, hejmarek siwar hertim li gel bûn û di dema pêwîst de bi alîkarî û hawara meşrûtiyetparêzan ve diçû.Hêjayê gotinê ye ku Tevgera Meşrûtiyet, ango tevgera destûrparêz, hewl dide di monarşiya Îranê de erkên desthilatdariya padîşan sînordar bike û azadiyên takekes, mafên destûrî û mijarên wek dadmendiyê û mafên dadweriyê qanûnî bike. Bi vê re jî sazkirina dewleta qanûnê bû ku vê yekê jî pergala siyasî ya monarşiya mutleq a Îranê ber bi monarşiyeke destûrî ve bir. Gelê Bextiyarî, Lurên Bextiyarî yan jî eşîra Bextiyar ji gelên kevnar ên Îranî ne. Ew li başûr rojavayê welat li rojavayê Çaharmehal û Bextiyarî, rojhilatê Xozistan ê, bakurê Luristan ê û rojavayê Esfehanê jiyan dikin. Bextiyarî bi zaravayê Bextiyarî ku yek ji devokên zaravayê zimanê Lurî ye diaxivin. Eşîra Bextiyarî ji du şaxên Çaharleng û Heftleng pêk tên ku Çaharleng bixwe ji 5 beşan e û Heftleng jî ji 4 beşan pêk tê. Her wiha her beş jî ji çendîn tayîfayan pêk tê. Navê eşîrê Bextiyarî ye û ev vedigera qerna 16’an a mîladî û li gor pergalek taybet a -tebeqatî û malî ya êla Bextiyarî hatiye birêxistin kirin. Hêjayê gotinê ye ku Lur Kurd in; jixwe di şerfnameyê de jî gelê Lurwek Kurd derbas dibin  

Jineke xwende û ronakbîr

Bîbî Meryem yek ji wan jinên xwende û rewşenbîr bû ku alîgirê kesên ji bo azadiyê têdikoşîn bû. Ji bo wê jî, ji her alî de piştevaniya azadîxwazan dikir, di vê rêyê de ji tu tiştekê derîq nekir. Serdar Bîbî Meryem yek ji wan kesan bû ku hêz û piştevaniya herî mezin a ji bo Serdar Esed Bextiyarî ya di fetihkirina Tehranê de dihat hesibandin. Bi navgîniya name û telegrafên cûrbecûr a dinavbera serokên eşîran û axaftinên dilşewat de, hişt ku mirovên eşîrî amade bibin daku li dijî zilma Seqîr (zilma Mohemmed Elî Şahî) amade bin. Her wiha ew wek yek ji wan kesên ku li dijî kolonyalîzm û otorîteya serdema Qaçar dihat hesibandin. 

Wek her carê li meydana cengê bû!

Serdar Meryem Bextiyarî beriya fetihkirina Tehranê bi awayek veşartî û bi hejmarek siwarên xwe re dikeve bajarê Tehran ê. Ew li mala bavê Husên Seqfî bi cih dibe û bi êrîşa nû ya Serdar Esed a Tehran ê, li pişt banê xanî, li meydana Beharistanê dinêre; li wir senger danî bû û bi hin siwarên xwe re, li pişt de bi Qezaqan re di nav cengê de bû. Wê ne tenê fermandarî dikir, çek di dest de û li dijî Qezaqan şer dikir. Rola wê ya di fetihkirina Tehranê de ne kêm bû û ev rastiya ber bi çav wê herkesekê bidîta. Bêguman ev rol û sekna wê hîşt ku di nav êla xwe de hîn zêdetir alîgiran kom bike; ku vê yekê jî hîşt leqeba Serdar lê bikin. 

Şerê Cîhanê yê yekem

Serdar Meryem Bextiyarî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de ewil çek girt dest û tevî hevrêyên xwe yên Bextiyarî li dijî Îngîlîzan şer dike. Her wiha ew ê di şert û mercên herî bi zehmet de penaha xwe bibe warê bi nav û deng ê Bextiyariyan. Di dema şerê cîhanê yê yekem de rexmê ku hin kesên ji êla Bextiyarî piştevaniya Îngîlîzan dikirin jî, Bîbî Meryem bixwe li dijî vê yekê bû û li dijî wan jî şer dikir. Wê karî beşek ji Xanên Bextiyarî ku karî Xanên Poştkûhan bi xwe re bike dost û di pevçûnên xwe yên bi Îngîlîzan re derbên giran li wan dida; bi awayekî ku polîsê başûr her tim li dov wê bûn.  Hêza serdar Meryem li herêmê evçend zêde û bi bandor bû ku Rusan dema ku Esfehan dagirkirin yekser çûn mala wê û dest danîn ser mal û milkê wê. Bandor û dilaweriya vê jina Bextiyarî ya wêrek ewçend zêde bû ku nav û dengê wê li seranserê welat belav bibû, mala wê bibû cih û war, penah ji bo azadîxwazên serdema Meşrûtiyet ê. Dema fetihkirina Esfehanê ya ji aliyê Rusan ve (di dema şerê cîhanê ya yekem); Fen Kardof, karmendê kargeriya Elman ê berê, penaha xwe dibe mala Meryem Bextiyarî û biqasî sê meh û nîv an li wir dimîne. Piştî şikestina Bextiyariyan a ji aliyê Rus an ve, her wiha kuştina 58 kesan, ew berê xwe dide Kirmaşan ê û li wir xwe digihîne Berlîn ê. 

Jinek xwedî ramanek serbixwe û bi hêz

Ji ber parastina Fen Kardof a ji aliyê Bîbî Meryem û her wiha parastina kesên Elman ku li Îranê diman Împaratorê Elman Wîlhelm- kevana timsal a mînakarî û elmas û her wiha xaça hesinî ya ku yek ji girîngtirîn nîşana dewleta Elman bû, ji wê re tê rêkirin. Bîbî Meryem Bextiyarî tenane jin bû ku di cîhanê de karî hêjayê vê nîşanê bê dîtin. Ew jina cengawer, di çeperên şer de wek efser û fermandarekê têdikoşî û ev jêhatîbûna wê bû ku li herêm û derve de deng dabû. Profisor Garsowît wê di derbarê wê de wiha binivîsa: “Ev jina bi temen xwedî ruhek serkêş û ramanek serbixwe ye û di tayîn kirina siyaseta Bextiyarî de, nemaze di şerê cîhanê yê yekem de roleke girîng lîst.”  Bîbî Meryem Bextiyarî sê sal piştî gulebaran kirina kurê xwe Biromendeş Elîmerdan Xan ê Bextiyarî; ku ev destûr ji aliyê Riza Şah ve di sala 1319- hin kes jî wek 1316’ê Xorşîdî destnîşan dikin, tê dayîn; li Esfehanê çavên xwe li vê cîhanê digre. Gora wê li Teht-e Folad, yek ji goristanên kevnar ê bajêr, li tenişta gelek navdarên welat e.