Jineke welatparêz û dildara welat: Hepsexan

- Newaya Jin
683 views

3-HEPSEXANA NEQIBEw wek parêzera jinên Kurd dihat nasîn û her wiha bi welatperveriya xwe jî bi nav û deng bû. Hepsexana Neqîb, di dîroka Kurdistanê de, hem ji hêla polîtîk û hem jî ji hêla civakî de xwedî berpisrsyariyên mezin rabûye û di gelek kar û xebatan de cih girtiye. Bê guman wek gelek jinên bi nav û deng yên Kurd, di derbarê Hepsexanê de jî heya niha kar û xebatek nehatiye kirin, di derbarê wê û xebatên wê de pirr kêm agahî heya roja me ya îro hatine.

Hepsexana Neqîb kêye?

Hespexan di sala 1881’an de li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê tê dinyayê. Hepsexan keça Maruf Berzencî ye û her wiha neviya Kak Ehmedê Şêx e. Hepsexan bi Şêx Qadir birayê Şêx Mehmurd Berzencî re ku di dema qiraliyeta Şêx Mehmud  Berzencî de serokwezîr bû di sala 1922´an de dizewice.    

Tê bawerkirin ku Hepsexan yekemîn jin bû ku di wan deman de balê dikşîne ser girîngiya perwerdehiya jinan û vê yekê wek gaveke girîng ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd jî dibîne û vê yekê tîne ziman. Hepsexan bandora malbata xwe a polîtîk, dînî û civakî û derfetên heyî pirr baş dinirxîne, ji bo wê jî dikeve nav hewldanên parastina jinê û ji bo ku jin xwendin û nivîsînê fêr bibin, ji wan re pêşengtiyê dike. Her wiha tê gotin yekem mamosteya zimanê Kurdî bûye. Di wan deman de gelek jin li Silêmaniyê ji ber pirsgirêkên xwe yên malbatî û her wiha ji gelek ji wan jî ji ber rewşa xizaniyê, serî li Hepsexanê didin. Ew jî li gor derfetên aborî yên di dest xwe de ji jinan re dibe alîkar, pirsgirêkên wan yên civakî çareser dike. Tê gotin ku Dîwana wê a li Silêmaniyê bibû navenda şêwirmediyê.

“Komela Afiretên Kurd”

Hepsexan di nav rêveberiya serbixwe ya Şêx Mehmûd a 1920’an de cih girt û piştgîriyek mezin dide têkoşîna neteweyî. Her wiha wê yekemîn rêxistina jinan a li Başûrê Kurdistanê ava kir û ev jî ji bo hemû jinên li Iraqê bibû mînakek herê baş. Bi taybetî di mijarên wek serxwebûn û perwerdehiya jinên Kurd de hewldanên wê çêdibin.

Di pirtûka Susan Meiselas a bi navê “Kurdistan in the Shadow of History” de wênekêşa Elman Lotte Errell behsa wê dike û dibêje: “Hepsexan ew jin e ku gava dikeve hindurê malê, hevserê wê li ber radibe ser piyan.”

Li Başûrê Kurdistanê yekemîn tevgera jin a bi navê “Komela Afiretên Kurd” di 28 Hezîrana 1930´an de di pêşengtiya Hepsexana Neqîb de, hat damezirandin. Ji bo sekreteriya tevgerê Hepsexan Îrfane Fanî tê hilbijartin. Di destpêka sedsala 20. an de avakirina tevgerên maf û saziyên jinan, dîsan saziyên perwerdehiyê ne ewçend hêsan bûn. Ev tevger derveyê xebatên siyasî, di heman demê de ji bo jinên Kurd di gelek qadan de dibû piştevaniyek bi hêz. Hepsexan ne tenê ji yekemîn tevgerek jin a li Başurê Kurdistanê re pêşengtiyê dike, her wiha di vê çarçoveyê de ji bo hişyar kirina jinan ji hêla neteweyî û ji bo ku jinan ji paşverûtiyan rizgar bike û pêşve bibe, di mala xwe de dibistanekî şevê vedike, jinan perwerde dike. Ev dibistan demekê şûn de ji aliya wezareta perwerdekirinê a Iraq ê, dibin destûra Ingilîzan de bû yekemîn dibistana Kurdî a fermî. Ev xebat di dîroka Kurdistanê de ji aliya jinan we jî bibû a yekemîn. Bi tevî jinên rêxistinkirî, di têkoşînê de bi awayek çalak cih girt. Pişt re vê malê ji saziya perwerdeyê re dibexşîne.

1-HEPSEXANA NEQIBEvîndara Kurdîstanê

Hepsexan Neqîb ne tenê di mijara mafê jin de, her wiha di mijara daxwaza mafên neteweyî yên gelê Kurd de jî pêşengtiyê dike. Berê vê jî Hepsexana Neqîb di sala 1930´an de nameyekê ji Neteweyên Yekbûyî re dişîne Cenevreyê. Di nameya ku wê bi xwe nivîsî bû de, balê dikşîne ser daxwazên neteweyî yên gelê Kurd û dixwaze Kurd li ser axa bav û kalên xwe, xwe bi xwe, xwe birêve bibin. Li gor agahiyên ku di nivîseke Aso Zagrosî de tê dayîn; tê gotin ku Dr. Kemal Mezhar Ehmed, di nav belgeyên Ingîlîz de rastê nameyek din a Hepsexanê tê.

Di sala 1930´an de di encama lihev kirin û peymana di navbera Îngîlîz û Iraqê de, mafê Kurd an ji nedîtî hatin û  di helbijartina ku hat lidar xistin de vîna welatparêzên Kurd tune hat hesibandin. Ev yek jî bû sedema raperîna gelê Kurd. Lê, di vê raperînê de gelê Kurd rastê tevkujiyê hat, gelek kes birîndar bûn û gelek welatparêzên Kurd ku ji raperînê re pêşengtî kiribûn, hatin girtin. Wê demê Şêx Mehmud li Sîdeka tê binçav kirin. Her wiha pêştî tevkujiyê hevserê Hepsexan jî di nav de gelek gire girên Kurd tên girtin û dişînin Kerkûk û Bexda yê.

Rojek piştî tevkujiyê, yanî di 7 Îlona 1930´an de Hepsexana Neqîb ji berpirsên Îngîlîz yên li Bexdayê re bi zimanek pirr hişk nameyekê dinivîse û dişîne. Hepsexan di nameya ku ji bo berpirsê  Îngîlîstanê yê Iraqê re nivîsîbû, bê ku bi silav kirinê dest pê bike, yek ser dest bi tevanbariyan dike. Di nameyê de 6 caran qala zagonan tê kirin û tê gotin ku Îngîltere bi zagonên ku bi xwe danî bûn jî girêdayî namîne û li hemberî gelê medenî tevkujiyan pêk tînîn. Her wiha di vê mijarê de wan bi zimaneke pirr hişk rexne dike, tevanbariyên xwe yên di vê mijarê de dobare dike. Hepsexana Neqîb di berdevama nameya xwe de dibêje; “Em wek gelê Kurd, vê tevkujiya hovane protesto dikin û heya ku xwîna Kurdayetiyê di rehên me de hebe, emê van tiştên hatine kirin, nepejirînin û her carekê dîsan bixin rojev ê.”

Binçav kirin û sirgûn

Hepsexana Neqîb, di mijara komara demokratîk a Kurdistanê ku di 22 Çileya sala 1946´an de  li Mahabatê hat damezirandin de jî dikeve nav liv û tevgerê, ji hêla madî û manevî de jî alikariyê dide. Ji ber vê alikariya wê, Qazî Mihemed jê re nameyekê birê dike, ji ber ked û alikariya wê sipasiyên xwe tîne ziman.

Tê gotin ku di cejna newrozê de li Başûrê Kurdistanê ku li her deverekê agir hatibûn dadan û li ber agir de şahî dihatin lidarxistin, Hepsexan li gel helbestvan Pîremêr cih digire… Her wiha ji bo ku tevahiya jin beştarî şahiyên cejna newrozê bibin, dikeve nav hewldanan.

Di heman demê de tê gotin, di tevahiya meha remezanê de Hepsexan di “Mizgefta Gewre” de bi awayeke girseyî xwarina fitarê di de xwarin, pêşengtiya vê kevneşopiyê jî dîsan Hepsexan dike.6-HEPSEXANAN NEQIB

Gelek caran ji ber kar û xebatên xwe yên siyasî tê şopandin, cih bi cih jî dixin bin çav an, gelek caran tê girtin û dişînin sirgûn ê.

Şêx Mehmud Berzencî li Silêmaniyê li dijî hêzên Îngilîstanê di 23 Gulana 1919’an de ji bo armanca Kurdistana serbixwe dest bi raperînekê dike. Raperîn li gelek deverên Kurdistanê belav dibe û di encamê de, di 17’ê Hezîranê de Şêx Memud Berzencî bi birîndarî dîl dikeve destê hêzên Îngilîstan ê. Ji bo Berzencî darizînin dibin Baxdatê, di 25’ê Tebax a 1919’an de Berzencî ji aliye dadgehên dagirkeran bi tewana ´armanca avakirina Kurdistana serbixwe, dîj derketina hêzên Îngilîstan ê´ tê darizandin û ji bo Berzencî cezayê darvekirinê tê xwestin. Lê, li Kurdistanê hîn şer diqewimiyan û bi pêşengiya Hepsexanê gelek çalakî tên lidar xistin.  Ji bo cezayê dardekirinê bê betal kirin, Hepsexan pêşengiya çalakiyan dike û di raya giştî de jî ev çalakî deng vedidin. Çalakiyên Hepsexan encam dida û cezayê darvekirina Şêx Mehmud Berzencî tê rawestandin. Cezayê Berzencî vediguhezînin 10 sala girtîgehê û wî sirgûnî Hîndîstanê dikin. Hewldan û çalakiyên bi bandor yên di pêşengiya Hepsexanê de dihatin pêşxistin, ne tenê bi bandor bûn, her wiha hêz û bandora wê a li ser gel jî gelek berbiçav e.

Wekî hemû berxwedêrên şoreşger, Hepsexan Neqîb jî ji ber xebatên xwe yên ramyarî wê gelek caran bi zordariya dagirkeran ve rû bi rû bimîne, bê girtin û bê sirgûn kirin. Lêbelê, rexmê hemû zûr û zehmetiyan jî bi sekna xwe a ji xwe bawer, bala herkesekê bikşîne ser xwe. Di dîroka12 Nîsana 1952´an de li Silêmaniyê, leheng û berxwedêra Kurd a neteweyî Hepsexana Naqîb di 62 saliya xwe de ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.