Jinên başûr û gavên ber bi guherînê

- Perwa ELÎ
345 views

Kurdistan timî ji alî hêzên dagirker ve bi  êrişan re rû bi rû maye û pir bedel jî daye. Di dirêjahîya dîrokê de dagirkeran her tim êriş kirine û em jî weke Kurd bi rih, mal û milkên xwe, bi mêr û jin ji bo axa piroz ya Kurdistanê me berxwe daye.

Pêwîste talûkeya mezin bê dîtin

Niha hemû cîhan bi gefa virûsa Covid -19 re rû bi rû maye û bi xweparstin û ditîna çareseriyê re mijûl in. Li aliyeke din jî, ji nû ve DAIŞ li Rojhilata Navîn zindî dibe û Kurdistan yek ji armancên wan in. Rewşeke nebaş li hemû cîhanê û herêmê heye. Tevî ku dagirkerên Kurdistanê bi taybet jî rejêma Tirkiyê êrişên xwe li ser Kurditanê bê navber didomîne, mîna ku talûka herî mezin Kurdistanî bin. Êrişên balafirên Tirkiyê ên li ser başûrê Kurdistan û bombebaran kirina herêmên sînor û kampa Mexmûrê bûye kareke rojaneyî ku ziyaneke pir mezin bi erd û baxçeyên gûndyan gehandiye. Tevî zirarên can û şehîdkirina xelkên sivîl, bi taybetî jî jin û zarok, têkbirina mal û xanîyên wan bûne sedema koçberbûna gelek kesan ku raste rast li ser jiyan û debara xelkê badorek neyînî daye çêkirin; bi taybetî jî van êrîşan herî zêde bandor li jinan kiriye.

Aloziya siyasî û medyaya partiyên başûr roleke wê a neyînî li ser rewşa civakê heye, nexasim xerabiya rewşa aborî û paşvexistina berdewam ya meaş ê, hêz li civakê nehêştîye; eger ev alozî wisa bidome wê encameke xirab derkeve holê û jixwe ev yek jî sedemeke dine ji bo dagirkeriya herêma Kurdistan ê. Ji aliyekê bêhn li civakê standin, bê henase hîştin û ji aliyê din de jî bi rêya zext û çewisandinê ew bêdeng kirin.

Hewceye jin bibe hêza çareseriyê

Di vê rewşa aloz û bi pirsgirêkê de, jin timî bi rola pêşengtiyê rabûn, xebat kirin û mil bi milê mêran di her qadek têkoşînê de cihê xwe girtin. Dema ku em dirêjahiya dîrokê binêrên, em ê bibînin ku jinên Kurd nebûne sedema şer û alozî, belku her tim bûne hewêna aştî û aramiyê, tevî ku di şerên mezin de timî bedel dane û bûne qûrbanên sereke jî. Lê her carekê jî mohra xwe li pêvajoyekê dane, di xebat û têkoşîna gelê xwe de rol lîstine.   

Şêweyê xebata li başûrê Kurdistan ê, ji xebatek çekdarî ber bi xebatek sivîl ve hat guhertin. Vê yekê jî dorhêlek berfireh ji bo xebata jinan vekir, elbet her parçeyek Kurdistanê taybetmendiyên wê cûda ne, ji bo wê jî xebata çekdarî li başûr heya astekê kêmtir e; dema ku em bi rojavayê Kurdistanê re bînin ber hev. Lê belê ev nayê wê wateyê ku hewcedarî bi xweparastinê nîne, belku di her kêliyê hewcedarî bi parastina axa nîştiman heye.

Hejmareke ber bi çav ji jinan rol û statûyên xwe hene û gelek jin jî di navendên biryardayînê, her wiha di nav partiyên siyasî, hikûmet û parlementoyê de cih digrin, lê ev nayê vê wateyê ku jinên başûrê Kurdistanê karîne ku li gor tê xwestin û pêwîst nêrîna mêr a di nav partî û bawermendan de biguherîne. Nebûyîna gotareke hevgirtî ya jinan bûye sedem ku piraniya hewldanên ji bo wekheviya zayendî û avakirina zemîneke wekhev belav bibe; nikarin wek kom zextê li ser desthilatdarî û partiyan ava bikin. Jin bi qasî ku girêdayî gotinên partiyan in, ewqas nekarîne bi pirsgirêkên jinan re mijûl bibin, ji wan re ev yek nebûye derd.

Pêdivî bi sekneke serbixwe a jinê heye

Jinên di nava partî û rêxistinên civaka sivîl û çalakvanan, her wiha jinên serbixwe jî timî li hemberî dagirkeran, pirsgirêkên civakî û tundiya siyasî ya li hemberî jin û civakê a li her çar perçeyên Kurdistanê helwestek ber bi çav raber kirine. Yek ji êrîşa herî mezin ku di demeke nêz de li hemberî gundên başûr û êrîşa li ser Zînê Wertê ye, lê li hemberî van êrîşan nekarîn hewldaneke hevgirtî nîşan bidin, lobî û dîplomasiyeke bi hêz û bi bandor bimeşînin.

Aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî PDK û YNK li ber berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî her cure rêyan ber bi destwerdanên welatên cîran vedikin, mînaka wê jî Tirkiye ye ku timî axa başûr bombebaran dike. Mijûlbûna partiyên siyasî tenê ji aliyê siyasî ve bûye sedem ku piraniya civakê were berteref kirin, bi taybetî jî jin. Jin bi xwe jî di nava hêzên siyasî de parçe bûne û nexasim jî YNK û PDK ku  ev hêzane jî timî xwe girêdayî hêzên herêmê kiriye.

Ji bo helwestek bi hêz li hemberî komplo û siyaseta dagirker û dewletên dagirker ên Kurdistanê bê nîşandayîn, ji niha û pê ve pêdiviya me bi hebûna stratejiyek hevpar ya Kurdistanî heye, ev yek ji bo derketina ji rewşa niha em tê dene, pir girîng e. Divê pirsgirêkên jinan bibin derdên me yên sereke, ew jî bi hevgirtina her gotineke jinan û avakirina hêzeke mezin ya li dora jinê dicive, bi hatina cem hev ya hemû nêrînên cûda pêkan e. Ji ber ku pirsa jinê ji hemû nêrînên partî û siyasiyan pir mezintir e, ji bo wê jî vîna jinê hêza herî mezin a çareseriyê ye.

Yekbûna jin ê, yekbûna Kurdistana bi hêz e

Konferansa jinên Kurd a li başûr yek ji van hewldanan ne ku bandorek xwe ya erênî heye, nemaze ji bo pirsa netewî û teşwîqkirina yekbûna Kurdan, parastina destkeftiyên wan ên heyî li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e.

Avakirina yekêtiya parlementerên netewî a li her çar beşên Kurdistan ê, bi taybetî jî parlementerên jin, hewldaneke din e ku dikare wek navendeke dîplomasiyê biçe ser pirsgirêkên heyî û pirsa Kurd bigihîne navendên cuda ên cîhan û raya giştî. Dikare gelek derdorên cihê li dora vê têkiliya bi hêz kom bike.

Lazime zext li hikûmeta herêmê û partiyên siyasî bê kirin ku biryara 37 ya sala 2003’an ya Parlemena Herêma Kurdistanê were bi cih anîn. Di vê biryarê de bi taybetî derxistina hêzên Tirk li herêm ê, her wiha pêkanîna madeya 67’an ya destûra sala 2005’an ya Iraq ê, ku girêdayî pêwîstiya rêzgirtina serweriya axa Iraqê ye, heye. Ev binpêkirinek e, îro Tirkiye li hemberî başûrê Kurdistanê binpêkirina serweriya ax û dijberiya hemû mafên mirovan dike.

Em jin bi hev re, li gel kesên ku bijarene û bi hêzên ku guhertinê dixwazin, ji bo stratejiyeke nîştimanî û vekirî, bi hev re dikarin gav bavêjin û di vê rewşa heyî de guhertinên cidî bidin çêkirin.

*Endama Kongreya Netewîya a Kurdistan ê – Silêmanî